Bilûr Û Kevir

 

Hoþeng Osê

 

 

 

Ber bi nebûnê ve, ji vê þevê û heya þevqa birînê, refeke kewên basokirî, bi qebqeba xwe, tenhiya min aþ dikin.

Destgirêdayî me…

sebeta min teje gunehin û gora min tije jinin.

Devgirêdayî me.. û sitranên min dilbijokiya cin û firiþteyanin û oxira min oxria perperîkê ye.

Dibarim…

Bi ser xwe ve, bi ser peyvên bê wate ve, bi ser wateyên bê peyv ve, bi ser vê burhara birîndar ve, bi ser xiniziya siyan û siya xinizan ve dibarim û pêjnên xezalên min bi ser min ve dibarin.

Melûl im, carna weke gembelekek gewrîkul, carna weke çemeke dilþikestî û carna weke sira serê sibê melûl im.

Har im, carna weke lehiyê, carna weke tariya gorê û carna weke bêrîkirinê, har im.

Bi hemû janên xwe, ez win im.

Bi hemû gunhên xwe, win ez im.

Bi hemû teþqele û helbestên xwe, ez ne ez im.

Lê bi hemû jan, guneh, teþqele û helbestên xwe, ez ez im.

***

Ber bi hebûnê ve, ji keþtiya Nûh heya helbestên Cizîrî, sawêrên tirî demsalên peyvê zîzdirin.

Havîn destên xwe dirêjî sawêrên zivistanê dikir û buhar diket pêxîra payizê.

Zûrîna çûl û beyaran ji zarîna çiyê bilinbtir bû.

Fîkefîka bê, þîna axê bi gîsinê tirsê cot dikir û bi tapanên mijê daristan dikuþtin.

Fîkefîka bê, ji qolincên zayîna pêxemberekî jî zertir bû.

Fîkefîka bê, derya hînî qurtandina gewdên penabrên xewnan dikir.

Fîkefîka bê, bawiþkên felekê ne, lavêjên mirinê ne, neqþeyên nebûnê ne, belgeyên hebûnê ne, hebûna çiyê, çiyayên xeman, xemên welêt, walatê evîndaran, evîndarên jînê, jîna bê sînor.

***

Tew limin felekê…

Ez kirim pêkenokê pûþ û kayê.

***

Ji Xwedê natirsim… jê hezidikim.

Kevir im…

Tîrbûna nebûnê û qûrîna hebûnê me.

Destnivîsên miriyan paknûs dikim.

Sawêrên zindiyan mêdar dikim.

Bi devoka aso helbestên avê dixwînim.

Bi þêwrzarê dara gûwîzê xewinên çiyê rave dikim.

Bi zimanê êgir digel tariyê taxêvim.

Ji çav, dil, çok û piþta xwe ve birîndarim.

Li xwe dinerim û li we.

Kenê min bi min tê û giriyê min bi we tê.

***

Di xew de, ez çû konên koçberên xwînê.

Min xwe sêwiyeke nexweþ, ta tagirtî dît.

Li ser nivîna mirinê bûm.

Hêmû xezalên min li doran min bûn û kûrkûra þîn û giryên wan bû.

Ji dûr ve, dengê nalîna bilûrkê dihat.

Li ber degnê bilûrê, heliyam û di xwe de çûm.

 

Ýstanbol

10/4/2010

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org