Çîroka Dîktatoriya Bais Li Sûryê Hoþeng Osê
Di
8’ê adara 2010ê, rijîma partiya Bais li Sûryê, salvegra 47mîn a
bidestxistana deshilatdaeriyê, bi rêya darbe (inqîlab)a leþkerî, pîroz
dike. Û tevlî ku gelek darbe di hindirê partiya Bais bixwe de çêbûne,
lê Ji 8/3/1963’ê û ta nuha, û ligorî biryara darbekarên wê demê, Sûriye
di rewþeke awarete de dijî!. piþtî 47 salên, ku rijîma Bais li ser sînga
dewlet û civaka Sûrî rûniþtîye, nexeme mirov dîsa pirs bike: gelo,
Bais çi ji armcên xwe yên siyasî, leþkerî, aborî û îdolojîk pêk
aniye?. Li ser çi dengeyan (hevsengan) jiyana deshilatîya xwe berdewam
dike?. Deshilatdariyeke çawa ye?. Xwedî dîrokeke çawa ye? Di pisgirêkên
rojhilata navîn de, û di rewþa heyî de, xwedî rol û bandoreke çawaye? Bais
çiye û kiye? Ev
partî, xwe dispêre ramanên neteweperestî yên sazumankarê wê Mîþêl
Eflaq (1910 – 1989). despêka bingeha Bais’ê (vejîn) vedgere sala
1939, dema ku Efleq û Selah El bîtar (1912 – 1980), ‘’Yekîtiya
Xwendevanên Ereb’’, li Parîsê damzerandin. Piþtre, ev herdû kes,
‘’Rêxistina Vejandina Ereb’’ damezrandin. Ev rêxistin jî, di
7/4/1947’an, li paytexta Sûryê, Þam’ê, xwe kire ‘’Partiya Bais
Elerebî’’, û Mîþêl Eflaq, weke rehber hilbijart û ‘’neteweyek
Ereb yekbûyî xwedî nameyake bêmirine’’ ji xwe re kire duriþim, û
‘yekîtî, azadî, sosyalîzim’ ji xwe re kire armanc. Eflaq
û El bîtar, dema xwendina xwe li Fransa’ê, ketibûn bin bandora bîr û
boçûnên neteweperestên Elman, Ferensî û nemaze, fêlezofê Îtalî Cozîbî
Mazînî (1805 – 1872), ku jêre dihate gotin: ‘giyana Îtalya’.
Lewra, xwestin çapeke (kopyayeke) siyasî, ideolojî, layik ji
neteweprestiya Ewropî re, di nava Ereban çebikin û kirin jî. Eflaq û El
bîtar bi Ekerm El horanî (1911 – 1996) re ketin nava têkiliyan. El
horanî jî, sala 1950’î partiya Sosyalîzima Ereb damezrandibû. Û di
sala 1952’an de, herdû partî xwe kirin yek, û navên xwe kirine:
‘’Partiya Bais a Ereb a Sosyalîst. Di 22/2/1958’an de, partiya Bais
xwe piþaft (feslxkir), li gorî þert û mercên yekîtiya navbera Misir û
Sûriye çêbû. Ew dewleta nû, navê xwe kire: ‘’Komara Ereb a yekbûyî’’.
Ev komar, weke þêweyekê federe ji xwe re hilbijart û Cemal Ebdulnasir
(1918 – 1970) kire serokê xwe. Rast e, di vê demê Bais xwe piþaftibû,
lê piþtî zilm û zor û dêktatoriya Ebdulnasir li Sûreyê zêde dibû,
hin subayên Bais’î, sala 1960’î de, bi dizî, komîteyek ji xwe re
çêkiribûn. Û her ku çû, zora rijîma Ebudlnasir zêdetir dibû, ta ku
kolonêl Ebdulkerîm Elnehelawî (1926 – ), di 28/9/1961’ê de darbeyek
li himberî Ebdulnasir pêkanî, û Sûriyê ji Misrê veqetan û komara
Ereb a yekbûyî hilweþand. Di wê demê de, digel hin partyiyên siyasiyên
din ên Sûriyê, parytîya Bais jî, îmzeya xwe avêt binê daxwiyaniya
perçebûnê. Û bi taybetî, Ekrem El horanî alîgirê derbekaran bû. Lê
piþt re, Bais poþman bû. Di 28/3/1962an de, dîsa Elnehlawî, darbe
lidarxist. Di 8/3/1963’ê de, partiya Bais, bi saya darbeya leþkerî a
generel Emîn Elhafiz (1921 – 2009) desthilatdarîyê wergirt û Sûryê,
bi zagona rewþa awarte
bi
rêvebir û ta nuha jî, zagona rewþa awarte, berdewame, û rijîma Bais,
bi serokatiya Beþþar El Esed, Sûrîyê bi rêvedibe. Li
himberî rijma Bais, bi serokatiya Emîn El Hafiz, dîsa sûbayê Bais’î,
bi saya general Selah Jidîd (1926 – 1993) di 23/2/1966an de, darbeyeke
din lidarxistin û serokê dewletê Emîn Elhafiz û gelek hevalên xwe avêntin
zindanê. Wê çaxê, yekemîn perçebûn a stratejîk dinav baskê Bais yê
Îraqê û yê Sûryê çêbû, û hemû serokên payebilind û idyolojîk
û stratejîk weke Mîþêl Eflaq û Selah Elbîtar, û beriya wan, Ekrem
Elhoranî jî, ji Sûriyê reviyan. Û deshilatdarî ma didestê darbekaran
(Selah Jidîd û Hafiz Elesed) de, ku herdû jî, Elewî bûn, û hevalên
hev yên nêzîk bûn. Jidîd, xwe kire serokê netewî û giþtî ê
partiya Bais, û Hafiz Elesed (1930 – 2000) bû wezîrê parastinê. Di
5/6/1967an, Îsraîl, di þerekî ji niþkava de, Sûriyê û Misir û Urdun
têkbirin, û wîlayeta Sîna a Misrî, û wîlayeta Quneytire û girên
Golanê ên Sûriyê, û roavayê Urdunê, ketin destê Îsraîl û artêþên
3’ê welatên Ereban, di 4 rojan de têkçûn!. Weke helwesta ku xwe
berpirsê têkçûnê dibîne, serokê Misrê Cemal Ebdulnasir destberdana
xwe ji kar nîþand da, lê wezîrê parastinê yê Sûriyê Hafiz Elesed,
dest ji berpirsiya xwe berneda. Ev yek bû sedema ku nexweþî û nakokî
navbera Elesed û hevalê wî Jidîd de derkeve. Ev nakokî di meha Eylûl/Siptemberê
kûrtir bû. Jidîd, ku serokê Bais li Sûriyê bû, serkirdatiya partiya
Bais vexwend civînekê. Di vê civîne de, biryara ji karavêtina wezîrê
parastinê Hafiz Elesed û sererkanê artêþe Mustfa Tilas hate stendin. Lê
Elesed vê biryarê nepejirand, û di 16/10/1970’î de, darbeyek leþkerî
li himberî serokê Bais li Sûrî û serokdewletê Sûrî Nûridîn Eletasî
(1929 – 1992) çêkir, û herdûyan xiste zindanê. Jidîd 23 sal di
zindanê de ma, ta têde mir, û Eletasî jî 22 sal ma, û Elesed wî ji
zindanê dernexist, ta ku Eletasî bi kansêrê ket. û piþtî 4 meh ji
berdana wî, jiyana xwe ji dest da. Hafiz Elesed jî, piþtî darbeya xwe a
leþkeri li himberî hevalê xwe, di despêkê de, xwe kire serokwezîr, û
hema bi nav, Ehmed Elxetîb (1933 – ) kire serokdewleta Sûriyê. piþtî
4 mehan, wî jî ji serokdewletiyê avêt, û xwe kire serokê Sûriye, û
serokê netewî ê pertiya Bais. Û bi vî rengî, nakokî di navbera baskê
Bais yê Sûriyê ‘elewî’ û baskê Bais yê Îraqê ‘sunnî’ êdî
bû dijberî!. Ji ber ku Sedam Huseyn, ji hebûna rihberê Bais’ê, Mîþêl
Efleq, li Bexdayê sûde werdigirt, û rewabûna ‘þerîiyet’ xwe dida nîþan
dan, wisa jî Hafiz Elesed, xwest têkilê bi Selah Elbîtar re çêke, û wî
bîne Þamê, ji hebûn û giraniya wî sûde wergire, da hevsengadinekê bi
Bais a Îraqê re çêke!. Sala 1978an, Elesed, Elbîtar vexwendî Þamê,
û piþtî 4 saet ji hevpeyvînan di navbera wan de, li hevnekirin û Elbîtar
vegeriya Parîsê, û ji wira, hêz da rikberiya himberî rijîma Elesed.
Ev ya jî, giranî û navûdengê Elbîtar pir tirsiya, nemaze, piþtî
tevgera Elixwan Elmuslîmîn, li himberî rijîma Elesed, sala 1980’î de,
dest bi serhildana xwe a çekdarî kirin. Lewma Elesed, fermana kuþtina Elbîtar
da û Ýstixbaratê Sûriyê, bi þeþbereke(çek) bê deng, di 21/7/1980’î
de, Elbîtar li Parîsê kuþt . Îdyolojiya
Bais Ev
partî, di destpêka xwe de, partiyeke neteweperest bû, lê piþtre, û
hema ji salên 1958an de, her ku çû, ber bi nijadperstiyeke þoven ve diçû.
Û îdyoloja wê a neteweperest û çepgir, pêla
totalîtarizmê di hindirê wê de bi hêztirdikir. Di destûra xwe
de, Bais xwe weke partiyeke darebekar dide naskirin, ku encax tenê bi
darbeyan û înqîlabên leþkeran dikarin deshilatdariyê bidestxin û
armancên xwe pêkbînin. Ango, baweriya wê bi demokrasiyê û têkoþîna
sivîl nedihat. Û tevî ku damezrênerê Bais’ê sivîl bûn, lê
piraniya endamên wê leþkerbûn. Ango, partiyeke neteweperst –
nijadperest, çepgir, di destûra xwe de, xwe partiyeke darbekar dide nasîn
dan, ji bilî hest û helwest û kiryarên nijadperest û tund û hiþk, dê
çi hêvî jî wê bê kirin!?. Partiya
Bais’ê, sala 1970’î, piþtî Hafiz Elesed bû serokê wê, civak û
dewleta Sûrî, xiste tarîtirîn û xerabtirîn qûnax, ji dîroka
wê a nûjen. Jibilî encamên pir nehênî û xerab yên biryar û
kiryar û pilan û polotîkayên nijadperest û þovên ku li ser gelê Kurd
li Sûriyê dihat meþandin, Hafiz Elesed, hemû rikber ‘muhalefet’
(komonîst, sosyal demoqrat, neteweperest…), layik û îslamîst, tevan
tesfiye kir. yên man jî, wan parçe parçe kirin, û wan kedî kirin. Hafîz
Elesed, hemû rengên netwayîyên cuda yên tevna civakî li Sûriyê, kire
bi qurbana netewa Ereb, û civakê kire bi qurbana dewletê, û dewletê
kire qurbana partiya Bais, û partîyê kire bi qurbana tayfeya Elewî, û
Elewiyan kire bi qurbana malbata Elesed, û malbatê û xalûxwarzên xwe,
kire qurbana xwe. Ango, Elesed, ne netewe
dewlet pêkanî, ne jî sîstema komargeriyê parast û pêþxist.
Niha Sûrî, hema þiklî, partiya Bais deshilatdar e. Ta wê radeyê ku
mirov dikare bêjê: li Sûriyê, tayfe – dewlet, yan jî malbat –
dewlet hatiye avakirin. Ango rijîma Bais – Elesed, piþtî ku Hafiz
Elesed, kurê xwe, Beþþar, amadedikir ku li þûna wî ronê, û Beþþar
bû serokê Sûrî, tiþtek navê wê sîstema komarger li Sûriyê nema!. Rijîma
Bais xwe dispêre çi? Li
asta hinidrîn, rijîma Bais, a Beþþar Elesed, û beriya wî, a bavê wî,
jiyan û berdewamkirina xwe dispêre van xalan 1.
Hemû hêzên lêþkerî û ewlekarî di destê tayfeya Ewlewî de
ne, nemaze yên nêzî malbata Elesed. 2.
Piraniya saziyên aborî, çapemenî, siyasî û yên dibplomasî, di
destê, partiya Bais de, û ji nav jî, di destê Elewiyan de ne. 3.
Zagona rewþa awarte ku ji 8/3/1963’ê
ve û ta nuha berdewame. Ev rewþa awarte, maf û derfet û deshilatî
dide hêzên ewlekariyê da neyên dadgeh kirina, ger çi tawan jî bike. 4.
Xala 8’an a destûra Sûrî ku dibêj: partiya Bais, ew seroka
dewlet û civakê li Sûriyê ye . 5.
Xala herî girîg ku rijîma Bais xwe dispêre wê ewe: tirs û çandeya
tirsê ku êdî gihîþtiye mejiyê hestî ê hemwelatiyê Sûriyê!. Ev
tirs, encama 47 sal ji zilim û zor û perwede û çav û vîn þkenandiniyê
ku li ser gelên sûriyê tê berdewamkirin , ta ku civakeke jimêranîxistî
‘xesandî’ li Sûriyê hatiye peyda kirin. Ango, rast e hin þêweyên
pergala hemdem û nûjen li Sûriyê peyda dibe, lê li bin vî qalikî, çand
û hiþmendiya kerî heye. bi saya Bais û rijîma wê a navendîkar û
diktator, pisîkolojiya koleyan di civaka sûriyê de, koka xwe, kûr û
berfireh berdaye. Ango, hêza guherîn û xwe veguherînê ber bi demokrasiyê
ve, di civaka Sûriyê de, hatiye kuþtin. Ew rewþ jî, hêza deshilatiya
Bais’ê li ser piyan dihêle, û enerjî û wêrekiyê dide destdirjiya wê. Li
ser asta rojhilata navîn, rijîma Bais, xwe dispêre van xalan: Ji
sala 1973’ê, eniya þer bi Îsraylê re a Golanê vemirandiye, lê bi þêweyeke
na rasterast ‘dijminatiy’ xwe bi Îsraylê re didomîne. Ango, bi rêya
bikaranîna hêzên Filistînî, tengaviyan ji Îsraylê re çêdike. Ta
ku karibe nakokî û dijatiya xwe bi welatên derdora xwe re bi encamên
siyasî gîne, û berjewendiyê xwe biparêze, her tim dest davêt pirsgirêkên
welatên cînar, û li gorî xwe birêvedibir. Mînak: alîkariya Kurdên Îraqê
kir, li dijî rêjîma Sedam Huseyn (1937 – 2008). Anha jî, li dijî rijîma
Îraqê a nû, piþtgirî û alîkariya bermayî û sêwiyên rijîma Sedam,
û hêzên Erebên Sunne dike. 18 salan alîkariya Kurdên Turkîyê û
PKK’ê kir. Nuha jî, di nava pilan û piroje û êrîþên bo tunekirin
û tasfiyekirina PKK’ê de cih û rol digre. Ji sala 1975an û virde, destê
davêje karûbarên Lubnanê, ta qûnaxa ku êdî Lubnan bibû weke parêzgeh
‘wîlayet’ a 15mîn. yê Sûriyê!. Tevlî ku ji nîsana 2005an, hêzên
leþkeriyên Sûrî ji Lubnanê vekeþiyan, lê hîna ev Bais, xwedî rol û
giranî di hindirên Lubnanê de ye. Ji
sala 1980’î û virde, rijîma Sûrî xwe bi rijîma îslamsît a Xumeynî
(1902 – 1989) a Îranê ve girê daye. Piþtî
morkirina peymana Edeneyê sala 1998an navbera Sûriye û Turkiyê, hêdî hêdî,
rijîma Sûrî maskê xwe ji xwe kir, û rûyê xwe ê rast li himberî Kurdê
Turkiyê eþkere kir. Û nuha jî, Enqere – Þam – Tehran dinava pilanên
tefsiyekirina tevgera azadiya Kurd de ne. Ji
aliyê navnetewî jî, rijîma Bais xwe weke çepgir sosyalîst dida nîþan
dan. Lewra, têkiliyên wê bi dewleta soveyeta berê, gelek baþbûn. Ta wê
radeyê ku Moskov çavên xwe ji kiryarên Bais’ê li himberî komonîstên
Sûriyê re, digirtin. Piþtî hilweþandina Sovyetê, rijîma Bais a Hafiz
Elesed, xweste têkeve nava têkiliya bi USA’ê re, û derfet û keys di
dagirkirina Sedam Huseyn ji Kiweytê re de dît. Wê çaxê, Elesed, ji bo
xwe li ber dilê Amerîka’ê þêrîn bike, kete nava eniya navnetewî a
lidijî Sedam, û hin leþkerên xwe þand
Erebistana Siûdî. Di wê demê de jî, sala 1991’ê, kete nava
diyalog û hevdîtinên aþîtîyê yên navbera Ereb û Îsrayliyan li Madrîdê.
Lê negihîþt tu peymanê bi Îsraylê re. Rijîma Hafiz Elesed a Bais, li
dij peymana aþtiyê a Kamp-dêvêd ku sala 1978an, navbre Misir û Îsraylê,
derket, û serokê Misrê Enwer Elsadat (1918 – 1981) weke xayin îlan
kir. Herwisa dema ku Yasir Erefat (1929 – 2004) peymana aþtiyê a Oslo’ê
bi Îsraylê morkir, Bais, Erefat jî xayin îlan kir. Ji xwe Hafiz Elesed
û qiralê Urdinê Huesyn Bintelal (1935 – 1999) nelihevbûn, û dema
Urdinê sala 1994an peymana aþtiyê
bi Îsraylê re morkir, têkiliyê
Sûriyê û Urdin xerabtir bûn. Ango, rijîma Hafiz Elesed, guman dikir ku
bi tena xwe maye. Bi hatina Beþþar Elesed ser desthilatdariyê, rewþa Sûrî
a hindirîn û derve , di nav cihana Ereb û navnetewî de, pir xerab dibû.
Nemaze, piþtî dagirkirina USA’ê ji Îraqê re, nakokiyê Þam û Waþîntonê
her ku çû dijwartir bû, ta qûnxa ku revebirya G.W. Booþ, Sûriyê weke
dewleteka alîgir û piþtgirê tetorîzimê da nîþan dan.tew
ku buyera sûîkasta li dijî serokwezîre Lubnanê yê berê Refîq
Elherîrî (1944 – 2005) roja
14/2/2005an rûda, rêjîma Beþþar Elesed jî, rewþ lê tengavtir bibû,
ku hestek li ba wî çê bibû, digot: ‘îro Sedam Huseyn e, sibe ez
im’!. Lewma xwest Lubnan, Filistîn, û nemaze Îraqê bike meydanên þer
di navbera xwe û Amerîkayê, û mirov dikare bêje ku Beþþar Elesed hin armacên xwe, li Lubnanê, li Îraqê pêkanî, bi
taybet, piþtî hatina rêvebirîya Barak Obama koþka sipî li Waþîntonê.
Di vê dema dawî de, hewce nake ku em nermbûna Waþînton, Parîs û
Londonê li himberî Þamê bidine naskirin. Lê ev qet nayê wê weteyê ku
rijîma Bais, êdî bi dileke rihet û aram û bê tirs, dikare razê. Gelek
çavdêrên siyasî dibêjin ku ev nermbûna rojava, nemaze USA’ê bi Þamê
re, tenê ji bo ku wê ji
Tehranê veqetîne, yan dûr bixe, yan jî bê alî bihêle. Lê li gorî
rewþa heyî, Tehrana îro, ji Þam re bûye weke Moskovaya salên 70’î
ji sedsala borî. Ger ku welatên rojava karîbana rijîma Bais ji Soveyeta
berê dûr bixistana, dê karibin Þama îro ji Tehranê dûr bixin. Bi
gotineke din: ger melle ji deshilatdariya Tehran werin rakirina, rêjîm
Bais a Sûriyê, dê li ser çarpîkan ber bi rojava ve biçe, tenê jibo
rijîm, malbat û tayfeya xwe biparêze, çi ji
dest bê û çi jê xwestin, dê bike. Yekîtî,
azadî, sosyalîzim… Hema
em behsa kiryar û pilan û projeyên nijadperest û þoven û qirêj ku rijîm
Bais ji sala 1963an ta 2010anli hembrî Kurdan pêkanîne em nekin. Lê tenê
mirov dikare bêje: li þona netewe – dewleta yekbûyî a Ereban, partiya
Bais nikarîbû yekitiya xwe biparêze. Ji bilî ku sîstema komargeriyê li
Sûriyê kire qeralîzim, tayife– dewlet, û di nav de jî, dewleta malbatê
avakir. Û niha Sûryê bûye
baxçeya ‘çiflika’ Beþþar Elesed û ap û pismamên wî, û xal û
xwarzên û bixatiyên wî. Li þûna azadiyê, dewletê kire zindaneke
mezin ku ev 47 salin di rewþa awarte de dijî. Ne zagona partiyan, ne
rojnamergiyeke xweser û serbest, ne opozisyon, ne civaka sivîl… HWD li Sûriyê
hene. Li þûna sosyalîzimê, Sûriyê di lîsteya
welatên ku xizanî, bêkarî, gendelî û kedxurî…. Di rêzên pêþîn
de ye!. Tevî ku ser erd û bin erda Sûriyê têr û zengîne, lê tev
dikeve bêrîka çend kesan. Gotineke
Hefiz Elesed heye, dibeje: ‘tu jiyan di vî welatî de nîne, jibilî ji pêþveçûn
û sosyalîzimê re’!. Lê va ye partiya Bais mûma deshilatdariya xwe li
Sûriyê, a 46mîn vedimrîne, û a 47mîn vêdixe, û jibilî jiyana dîtktatorî,
ewlekarî, gend û gendelî di Sûriye – Elesed de, cih ji tu jiyanê re nîne!. Nivîskareke
Kurdê Sûriyê Têbînî:
ev nivîs, Dilovan Xelo wergerandiye Turkî û rojnama Gunluk a Kurdî ku bi
zimanê Turkî weþanê dike, roja 9/3/2010, rûpelek sax daye wegera vê
nivîsê u berlavkiriye. Ev
nivîs, xwediyê wê, wê wergerandiyê zimanê Erebî
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org