Divêm Xwe Bifroþim

 

Hoþeng Osê

Shengo76@hotmail.com 

 

Kes ji kesî çêtir tineye. Ez jî, divêm xwe bifroþim. Xelas, min biryara xwe girt û jê venagerim: divêm xwe bifroþim. Kesayetiya xwe, pênûsa xwe, deng û gotin û nerîn û helwesta xwe, heval û hogirên xwe, nirx û doz û ked û xwîna miletê xwe…, ez jî, weke hinekan divêm bifroþim. Bazara kirîn û firotinê li Enqerê, Hewlêr, Þamê…, vebûye, û divêm bi lez herim xwe bighînim û xwe bifroþim. Kesek ji kesekî çêtir nîne. Temenê bûye 34 sal. Ne mala min heye, ne jin, ne zarok, ne pere, ne tenduristî, ne aramî, ne ewlehî, ne nasname, ne azadî…, xelas, divêm xwe bifroþim. Ez 34 sali me. Ev 20 salin, ez li pey doza Kurd û mafê gelê Kurd û azadiya gelê Kurd, li bakur, baþûrojava, li baþûr û rojhilatê welêt, ketime, ji bilî perîþanî, xizanî, derbiderbû, koçberî, gelek metirsî û dijwarî û jan û kulan ji diya xwe re, ji xuþk û birayê xwe re min çêkirin, ka min çi bi dest xist?!. Hema bi çi qeysî be jî, ezê xwe bifroþim.

Xemnake!. Dê dîsa behsa doz û mafên gelê Kurd bikim û xwe bikim bavê dozê, bavê azadiya ramanê, bavê nûjenî û modernîzimê, “bavê zaokên ji himbêza dayika xwe têne revandin û têne þandin þer û dahatûyên nepenî ji bo dozên nepenî”!. Jixwe, ez jî zarok bûm, 13-14 salî bûm, dema min PKK’ê naskir. Evanan, min, ji himbêza dayika min “revandin” û min bi xwe re “birin” çiyê!!?. Min mecbûrî alîgiriya xwe kirin!. Niha jî, ez dûrî himbêza dayika xwe me. Sedem, dîsa ewin!... ewin!. Na, sedem ezim!. Na, sedem ev doza serhiþke û bextreþe, ew min ji himbêza dayika min revandî. Ev 20 salin, min xwe firot dozê. Niha jî, dem hatiye ku dozê bifroþim, ji bo xwe. Dem hatiye ku xwe bifroþim ji bo xwe. Di navbera min û TRT 6’ê de tenê 45 deqe hene. Pir nêzîke. Ezê herim xwe bifroþim, û bêjim: ezê xwe qurbana çande û zimanê Kurdî bikim. Ez bavê dozê me. Jixwe, ji xeynî min, ji bilî min tu kes bavê dozê nînin. Kî çi dibêje bela bibêje, ezê xwe bifroþim.

Berê min li Almaniya yê ye. Dê ji wan re bêjim: ez ji Kurdên Lubanê me. Ez penaberim. Dê henekên xwe bi Almanan bikim. Ezê malperekê entêntê vekim û navê “Dirbêsiyê.com” lê kim. dê Alman bi min bihesin ku min derew li wan kirî!. Dê nasbikin min wan xapand û ez ne ji Lubananê me, û ji Sûriyê me. Ez xwe nezîkî PKK’ê û saziyên wê yên çapemeniyê bikim, “MEDTV” û “MEDYA TV” bikim. Weke bikim weke heval û dostên wan. Ew jî, dê bi rêz û rûmet nêzîkî min bibin. Saziyên ewlekariyên Alman “mûxaberat” dê werin cem min û gefan li min bixwin û bêjin: te derwan li me kir!. Tu Kurdê Suriyê yî, ne yê Lubnanê!. Yan emê te vegerînin welatê te. Yan jî, tê bi mere biþuxulî û malpera xwe bikî “Antî-PKK’ê”. Ezê jî, weke hinekan, dê bêjin: serseran win hatin û ser çavan jî. çima na?!. “Antî-PKK’ê” û “antî-Apo” jî. Ji bo win min venegerînin “Dirbêsiyê”, çi ji qûna min bê, ji bo xatirê we, bi dest û devê xwe jî dê pêkbînim. Bes win min li Almaniya bihêlin, ezê ji we re PKK’ê û Apo, reþ bikim, bikim herî!. Win vê yekê ji min re bihêlin!.

Ez û mûxaberatê Alman, emê li hev bikin, çawa ku ew hinekan li hevkirin!.

Piþtre, ezê xwe û “mal-pereya” xwe, bifroþim serokên gendelîvanan û gendelîbazan û gendelîxurên Kurdistana baþûr!. Li wira jî, kirîn firotina rewþenbîr, rojnamevan, nivîskaran pir heye. Dê çend salan, xwe bifroþim wan jî. Ma min ji Almana re “antî-PKK’ê” xebitî, ezê ji KAK û MAM re “antî-PKK’ê” nekim!?. Þaþbaþ… kî bêtir bide, ezê zirnevanê wî bim!. Her tiþt, bi perê xwe ye, kake!. “bira biraye, baza xwiyaye”. Ax pere!.. tu çi dikî ji mere!?.

Xelas, ez jî, dê xwe bifoþim. Bi cehenema doz û mafê Kurdan kirî!. Xelas, dê herim TRT 6. Û yê neyê TRT 6’ê, heta ji min bê, ezê wî û bavê wî reþ bikim. Þivan dibe, gavan dibe, rewþenbîr dibe, “rewþen-îkî” dibe!. Ma çi pêveye!?. Ma ez bûm, segê Alaman, û segê gendelîstanê, qey pir zore ez bibim segê AKP’e-stanê!. Çiye?, ma qey dê dinya xerabibe, ger li ber dergehê Erdoganî hinekî bireyêm!?. Kurd, dilpakin, dê li min bibûrin. Vaye li cehþikên Sedam bûrîn û dê li qorociyan jî, bibûrin, dêmek ew li min jî bibûrin!.

bese 20 sal welatparêzî. Eger her kurdek 20 sal ji temenê xwe welatparêz bana, dê halê Kurdan ne wisa bana!?. Ma qey çend sal ji emrê min maye!?. Van çend salên mayî, divêm xweþ bijîm. Divêm ji birçîbûn û xizaniyê netirsim. Divêm xwe ji tiþekî mehrûm nekim. Êdî bese… xelas, ez xwe bifroþim. Kî çi dibêje bila bêje.

Eger gotin: te xwe firot: dê bêjim: erê.

Ger bêjim: te dozê û welat û Milet firot: dê bêjim: bi cehnema wan kirî.

Eger bêjin: te dê û xuþkên xwe firotin: ezê bêjim: ma ez bimirim qey!?

Eger gotin: te evîna xwe firot: ezê bêjim: bi peran, dikarim hezar evîn bikirim.

Gere bêjin: tifû…! dê bêjin: tifû li we.

Eger bêjin: xayin…! Dê bêjim: winin.

Eger bêjin: caþ…!. Dê bêjim: winin.

Eger bêjin: tu xwîna þehîdan difroþî…!. Dê bêjim: þehîd çine!? Kîne!? Çiqas pere dikin!?.

Eger dîsa bêjin: tifû… ezê bêjim: tif masî kirin, masî keniya û got: ava deryan û çeman min þil nake, dê tûka we min þil bike?!.

 

Xelas, min biriyara xwe girt: ezê xwe biroþim. Ez bêjim: partî nînin li gor hêvî, armanc, xwestek û daxwazên min. Ezê firotina xwe, rewa bikim, Kurd jî dilpakin, dê ji min bawerbikin. Dê diriþim Kurdewarî, mirovane, zanistî û rojnamegerî bavêjim, dê her kes ji min bawer bike. Kî hay ji kê heye!?. Heta ji min bê, dê dev bavêjim PKK’ê û Ocelan. Devavêtina PKK’ê û Ocelan li Enqerê û Hewlêrê pere dike!. Dê bêjim: þereke vingî vala dikin!. Zarokan ji himbêza dayikan direvînin û davêjin nava þerê bê armanc û bê wate!. Erê… Bahoz, Ristem, Ronak, Dozdar, Zaxo, hêvîdar, Polatcan, Zûhat, Nasir, Nergiz, Kemal, Azer, Aldar, Cîhan, Nesrîn, Wijdan, Nîgar, Jiyan, Dilþah, Bêmal, Bermal Rengîn…, win hîna zindîne, çima win venagerin himbeza dayikên xwe?!. Mane win zarok bûn, hîna li ser nan digriyan û xelkê we ji himbêza dayikê we revandin û avêtin nava þerekî bê armanc!?. Erê hevalno, yê ku wisa li ser we biaxivê, ezê sola xwe, têxim devê wî, û kî çi dibêje, bela bêje!. Na ..na, heyfa sola min!.

Ez axa ku win pêlê dikinê, bi kak gndelî û kak Erdoganî û kak TRT 6’î û kak Almanî nadim.

Ez 34 salên min di kezebreþiyê de derbas bûne, bela 34 salên din wisa derbas bibin. Ez bi qurbana we bim, têkoþerno. Raste, ez tam nabim weke we. Raste, ez nikarim bibm weke we. Raste ez xweizya xwe bi we tînim. raste ez tam weke we nafikirin. Lê ez pir û pir ji we hezdikim. Ezê we rexne jî bikim, lê dê we biparêzim jî.

Ev 34 sal derbas bûn û min xwe nefirot. Ez nema dikarim xwe bifroþim. Ger xwe bifroþim, nema karim xwe bikirim.

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org