|
Ew Kiye Tê?. Hoþeng Osê
Kevirek,
li bin siya payizê, kayîna sawêrên xwe dike. Çavên
bajarekî, ji girî dirjên, û çar gund, xwe bi dîlokan guþtin. Pêjna
kuþtarekê tê, û bihna kujerekî, ji daristana reþbîniyê tê. Ji
gewriya xezalê, xwîn tê. Berbûyê
qîza bajarê evînê, ji dawiya demsala girî, ber bi mirinê ve tê, û pêrgî
tenahiya min tê. Ma
tê, yan ne tê…?!. *** Nermê… Kewara
derd û xemê… Hilweþandina
cih û demê… Kurrê,
kemê… Zila
li bayê te mê… parsekê kenê te mê… Ev
serê çendik û çend salan, te ji þeva min barkiye, te soza vegerê da,
û min da ber bend û qelemê. *** Ne
tê, ne jî ji xwena min dertê. *** Weku
tu balte bî, û ez dara mazî bim, te min da ber ramûsanên xwe. Weku
ez baran bim, û tu beyareke zipîzuha bûyî, min te da ber tavan, birûk
û gîsinê xwe. Îskeîska
te bû derya û hilkehilka min bû aso. Ez
bûm keldûmaneke sar, tu jî rewrewk. *** Çar
mirinên din jî, têrî bêrîkirina min nakin. Çar
welatên din jî, têrî evîna te nakin. Heft
esîmanên din jî, têrî nalîna min nakin. Heft
þoreþên din jî, têrî xewna te nakin. Ez
dikim û nakim.. en tu tê, ne tu ji jana min dertê!. *** Ew
kiye tê…!?. Weku
ne mij be, mîna ji bûka çavê þevê dertê, tê. Weku
ne sitran be, mîna xemlîna cejnê tê. Kevir,
ji hîrhîra kenê wê, wê naskir. Kolan,
ji siya wê a tijî girî, wê naskirin. Bajarê
çavrijiyayî, ji bihna memikên wê, wê naskir. Çar
gundên xwekuj, ji mohrên min yên li ser gewdê wê, wê naskirin. Zarîna
þevên min, ji bêrîkirina wê ji min re, wê naskirin. Lê,
ne weku ew be, a wê demê, eva ku ber bi min ve tê!?. Ýstanbol 26/2/2010
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org