|
|
Heke
dîrok mêr bûya, wê Tirk ew bikuþta!
Hoþeng
Osê
Taybet
/ 09:07 / 10 Avrêl 2010
STENBOL -
Enqere der barê astengkirina projeya tawanbarkirin û komkujiyên ku Tirkan
li hemberî Ermenan di salên 1915’an–1917’an de pêk anîn de bi ser
ketibû. Lê roja 5.3.2010’an, ev projezagon, di Komîteya Kar û Barên
Dereke ya Kongreya Emerîkan re hate derbaskirin û 23 deng li hemberî 22
dengan wergirtin. Ev dengdan nîþan dide, ku giraniya lobiya Tirkan li
Washingtonê hema dike bigihîje giranî û bandora lobiya Ermeniyan. Dê
Tirk hewil bidin û çi ji wan bê, dê bikin, da ku dengdana Kongreya Emerîkan
ji bo vê zagonê asteng bikin. Lê, an niha an bi derengî, û heke piþtî
sed salên din be jî, dê dengdan bistîne. Piþtî vê, dê Tirk hewil
bidin û nehêlin Serokê DYE’yê, ev serok her kî be, vê zagonê mohr
bike. Lê heke Serokê Emerîkayê kî be jî, dê vê zagonê mohr bike,
heke piþtî sed salên din be jî. Nexwe zirt û fort û gefxwarinên
Tirkan tewþ û vala ne, ji ber ku Yekîtiya Ewrûpayê û pirraniya welatên
wê, ev komkujî nas kirin û wekî jenosîd pejirandin û gef û zirtên
Tirkan tu sûde û encam jê derneketin. Û dewleta dawî ya Ewrûpayî, ku
li ser riya hempîþeyên xwe û DYE’yê meþiya û ev komkujî nas kir,
dewleta Swêdê bû, ku roja 11.3.2010’an, parlemena wê ev komkujî þermezar
kir û deng da, ku ev kiryara li Tirkiyeyê qewimî jenosîd e. Tirkiyeyê
xwe kuþtiye, ku bibe endama YE’yê, û tu merc nedaye pêþiya YE’yê,
ku dev ji zagonên þermezarkirina komkujiya Ermeniyan berde.
A sosret û balkêþ û matmayîn û qef û pêkeniyê ew e, ku hukimeta
AKP’yê û serokê dîplomasiya wê, Ahmet Davutoðluyê qaþo lîberal û
devliken û aqilmend û berbor, gefan li Washingtonê dixwe, ku heke
Kongreya DYE’yê deng bide zagona Komkujiya Ermeniyan û dibêje: “Wê
ev dengdan normalîzekirina têkiliyan di navbera Enqere û Yêrêvanê de têk
de û bikuje!” Îcar ev li kû û ev li kû?! Çi îþê vê ji vê ye?!
Ma stratejiya ‘sifirkirina pirsgirêkan’ bi dewletên cîran ve bi kû
ve çû?! Çima Enqere li Washingtonê gefan dixwe, ku wê Tirkiye dan û
standinên xwe bi Ermenistanê re rawestîne, heke DYE komkujiyên li
Ermeniyan pêk hatî nas bike?! Gelo ev nayê wateya jihevbidûrketina
Tirkiye û Ermenistanê, ku bi zext û xwestekên DYE’yê pêk hat, ne ku
bi dilê Tirkan bû û niyeteke pak û rast a Tirkiyeyê tuneye der barê
‘sifirkirina pirsgirêkan’ de? Nexwe ii gorî vê rewþê, heke Davutoðlu
bixwesta tirsê têxe dilê Emerîkanan, diviya hîna nîþan bida, ku heke
Komîteya Kar û Barên Dereke ya Kongreya DYE’yê Pêþniyarbiryara
Komkujiya Ermeniyan nas bike, Tirkiye hê bêtir dê têkiliyên xwe bi
‘Hamas’, ‘Hizbullah’, ‘El Qayde’, ‘Talîban’ û Îranê û
hwd. re xurttir bike. Ji ber ku encax mirov dikare daxuyaniya Davutoðlu ya
ku dibêje, ‘Biryaya Komîteya Kongreyê metirsî li ser pêvajoya normalîzekirina
têkiliyên d navbera Tirkiye û Ermenistanê de çêkir’ û daxuyaniya
Abdullah Gül a ku dibêje, ‘Tu giraniya vê biryarê li cem gelê Tirk nîne’
û ‘Tirkiye ji encamên nerênî yên vê biryarê ne berpirsiyar e’, bi
tenê di çarçoveya zirt û fort û xwelêrakiþandina derewîn a li hemberî
DYE’yê bihesibîne. Lê ev gefxwarin û çavsorî xwe dispêre asteke baþ
a ehmeqiyê, an jî, ehmeqdîtina xelkê! Ji ber ku Tirkiye divê tevahiya
YE’yê boykot bike û gefan lê bixwe, beriya ku li DYE’yê gefan bixwe,
ji ber ku YE’yê beriya DYE’yê deng da vê komkujiyê û ew wekî jenosîd
pejirand û hê DYE li ser riya dengdanê ye, heke piþtî sed salên din be
jî, dê deng bê vê zagonê.
Der barê redkirin û nepejirandina Tirkan a komkujiya li hemberî Ermeniyan
de, bi kêmanî, mirov dikare bibêje: Qebehet û sosreteke giþtî ya hemû
gelê Tirk e. Ev karê han bi tenê ji dewletên ku bi mêjiyê êl û qebîle
û eþîretiyê tevdigere der tê. Lixwemukurhatin û pejirandina komkujiyên
li hemberî Ermeniyan ezmûneke þaristanî, demokratîk, wijdanî û rewiþtî
ye li Tirkiyeyê, dixuye ku Tirk û Tirkiye, halê hazir, hê jê re ne
amade ne. Ji ber ku dewleteke bi vî þêweyî, mirov dikare navê wê bike,
dewleta kompleks û aloz kirî, ku rabirdûya wê wê dixeniqîne. Dewleteke
ku paqijkirin û spîkirina rabirdûya xwe ji tawan û qebehetan ji xwe re
kiriye kar, dê qet nikaribe ber bi dahatûyê ve biçe, heke xwe li paþ
1000 rûpûþên Îslamî û Layîsîzmê veþêre jî.
Der barê vê mijar û pirsgirêkê de, daxuyaniya herî bimetirsî ew bû,
ku Erdoðan, dema serdana xwe ya li Îngilîstanê, di Beþa Tirkî ya
Radyoya BBC’yê de gotibû: ‘Heke pêvajoya normalîzekirina têkiliyên
di navbera Tirkiye û Ermenistanê de fêkî û encamên xwe nede, em ê 100
hezar Ermeniyên ku ne rewa li Tirkiyeyê dijîn, em ê wan ji welêt
biqewitînin’. Heke ev daxuyanî jî zirt û fort û bi tenê gefxwarin
be, lê ev baþ dide nîþandan, ku li Tirkiyeyê nevîçirkên Tirkan çi
qasî destên wan di tawan û komkujiyên bav û bapîrên wan de hene.
*Nivîskarê Kurd ê ji Sûriyê
shengo76@hotmail.com
Çavkanî: Ji hejmara 6.4.2010'an a Rojnameya El Hayatê ya navneteweyî ya
Erebî
Ajansa
firatnewoz ANF
http://www.ku.firatnews.org/index.php?rupel=nuce&nuceID=672
|
|
|