|
Janên Dara Hinarê Hoþeng Osê
Hingî diçirisin…! Tu dibê qey kulîlkên te ji êgirin!. Mîna lêv û sermemikên perîderyiyên ku taya dilbijokiya dawiya mehê li wan daye, diçirisin. Mîna alava weteyên helbestên Ehrîmen diçirisin. Ji þerm û fedyan, ji tirsa azadbûnê, ji tingijandina derûnî, ji kelkela xewnan, diçirisin…!.
***
Mîrata vê þeva tewtewe, çavên xwe berdane kuþtina min. Dizane bê ez ji zimîna bêdengiyê re, li ser te taxêvim, lê nizanê bê tu çawa porê xwe yê gulgenimî berdidî newalan û ji memikên xwe re li ser min taxivî. Ev þeva sêwlek, çavên xwe berdaye kutiþina min, mîna ku li Þamê, Beyrûtê, Helebê, Qamiþlo, Qendîlê, Amedê û Stenbolê…, ez hatim kuþtin. Tu jî, ne ji avê, ne ji axê re, ne ji êgir, ne ji bê re dipisî: ev zarok, çima ewqas tê kuþtin?!.
***
Li tenbûrê dinerim. Ew, li birînên min dinere. Ev tenbûr, beþek ji darekê bû… Ev dar, beþe ji daristanêkê bû. Ev daristan beþek ji welatekî bû. Ev welat, beþek ji çîrokekê bû. Ev çîrok, dibe ku beþek xewnekê be. Ev xewn, dibe ku beþek ji janekê be. Ev ji jan dibe ya jinekê be. Ev jin, dibe ku bibe awaza têlên gelek tenbûran.
***
Tenbûr di himbêza min de ye. Carna tu dibê qey tu tenbîrî û dimbêza min deyî!. Tu dibê qey bûme þîrmijek di himbêza te de, hingî giriyam, di xew ve çûm!. Tu dibhîzî…?. Li tenbûrê dixim. Stirana Mihemed Þêxo ji te re dibêjim… “Leyla hat û xwe di min xwerkir… go dildaro te çi bi min kir… Te dil…”.
***
Li ber van awazan, divê êdî tu tazî razê. De lorî lorî dara hinarê… lorî lorî. Çiqas çûk û bilbil ser guliyên te hêlînan çêkirin dema borî. Çiqas helbestvan, sawêr û gotinên xwe di oxira te de rijandin, ji gerdena te re kirin mercan û morî. De lorî, tirs bi gorî. Feleka qehp bi gorî. biyanî, zindana xeman, zeviyên pirsan, pirsên kujer, kujerên ciwaniya te, ciwaniya kaniyê, kaniya peyvê, peyva esman, esmanê zaroktiyê, zaroktiya berxikan, berxikên li ber sînga min, sînga welêt, tev bigorî… de lorî lorî.
***
Va bi te re me… Ji xew radibim, diçim serþokê xwe ji te diþom, taþtêm dixim, li kolanên biyanê digerim, birînan dijmêrim, jana vediçêrim, siya te digel peyala meyê vedixim, û ta mirinê, em hev di dergûþa peyvan de dilorînin. Va tu bi min re yî… Vê helbestê dinivîsînî, dixwînî, dikenî, digrî, li xwe digerî, ji xwe ditirsî, ji min ditirsî, li ser min ditirsî, dadikevî daristanên min, digel peyvên min radizî û digel sawêrên min vediciniqî.
***
Ji payizê hezdikî, ji ber tu mîna jineke rût û dazî dibî. Payiz ji te hezdike, ji ber tu di vê demsalê de bi Ermenî distirê, bi Kurdî birînên xwe didêrî, bi Erebî digel evîndaran dinalî, bi Zazakî ji nêrgizan re dibî pêxember, bi Farisî digel reþkê þevê radizêy û bi Siryanî, ji nêriyê berberojan, çar cêwiyên þikestinên min ji biyaniyê re tînî.
***
Eyî dara hinarê… Newêrim te bînim ber çavên xwe. Ditirsim sivên te min jehrî bikin û ji govaþtinên tenahiyê re bihêlin. Newêrim ji xelkê re bêjim bê tu çawa min, ji min didizî û min di navbera xwe û çiyê de parve dikî. Newêrim li janên te guhdarbikim, ditirsim bibim Zembîlfiroþek xwekurj. Newêrim li janên te guhdar nekim, ditirsim bibim Siyamendkî serserî. Newêrim bibim janên te, ji tirsa bibim dara kizwanê. Newêrim nebim janên te, ji tirsa nebim dermanê te. Eyî dara hinarê… Bi qasî roja qiyamtê, bihna min teng bûye. De ka ji min re bi Ermenî bistirê lê. Dilê min dibje qurtek xew û gezek xewn li bin siya te. Dilê min dibije ez piþta xwe bi qurmê te buxrînim. Dilê min dibije te birevînim salên nûgihîþtine… Dilê te dibije çi, eyî dara hinarê?. Carekê, xwe ji tirsê vedize, û tazî bi havînê re têkeve dîlanê. Wê çaxê dê bibim rê û tu rêwî. Wê çaxê, tê bibî mêwa tirî û ez meya te. Wê çaxê, dê janên te bibin çivîk û ber bi Xwedê ve bifirin.
Stanbol 10/5/2010
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org