|
Keça Tawisê Melek Hoþeng Osê
Çavên te du cejnên deryayî ne. Haho, hawarê… çendîn jan, xemgînî û þikestin ji wan dibarin!!.
Ey þêx Adî… Tu bi pîrozmendiya Laleþa nûranî bikî… Jê re bêje: Neviyê newal û çiyayên Qulpê, gunehe. Birîndarê beriya Mêrdînê, gunehe. Gora bê mirî, miriyê bê gor… Payiza bê buhar, dara bê sî, siya bê xwedî, beyara bê dawî, dawiya bê despêk, despêka axê, axa peyvê, peyva eþqê, gunehe… gunehe… gunehe. *** Ey þêx Þems… Tu bi tîn û tîrêjên roka xwe bikî… Erd û esman jana dilên min nagirin. Dê çawa ev birîn vemire!?.
- : Aþiq fêkiyên dojehê… zindana bê dîwar û ban. Aþiq sêwiyên hebûnê… parsekên kenên mehbûban. Aþiq dergoþa nebûnê… iksîra mirin û jiyan. Aþiq xwekujê evînê… baran û berfa bê esman. Hem kanîne hem jî tîne… gurgura arê bê dûman. Kûçikên mest û zelûlin… mexelin ber lingên yaran. *** Ey þêx Ebûbekir… Tu bi þînbûa esman, keskbûna giya, reþbûna þevê, sipîbûna berfê, bi bihna Nergizê, Nergiza çiyê, çiyayê sêwî, sêwiyê demê, dema xwînê, xwîna zayînê, zayîna wê, bikî… Bere dilovaniyê li min bike. Ji janan, dikim bibim toz. Mîna karikê li bin kêrê, diperpitim. Ji zarzara min, li ser keviran stirî biþkivîn. Rê û kolan bûne kindir li dora qirika min digerin.
- : sed qeder û felek nikarin te ji wê rizgarkin Dem û deweran nikarin birîna eþqê derman kin. Herûher tê bimînî kuþtiyê jana koçrê. Xweziya bi te, em nikarin te ji xewinê þiyarkin. *** Ey þêx Mend… Di bextê reþmarê te de me. Ka dawiya vê çîrokê…? Ka morîka vê kevokê.
- : li Farqînê keleha Zembîlfiroþ heye. Di kelehê de bîreke heye. Di bîrê de Yûsivek heye. Digel Yûsiv, gurek heye. Bi qirika gur ve, qutîkeke daleqandî heye. Di qutîkê de, mareke zer û çav þîn heye. Mar bibe û di paxila xwe de veþêre. Her ku bi te veda, bêje: Hezar sipas û afrîn ji te re Tawisê Melek… Tenê subhan ji xweþikbûna keça te re. *** Ey Tawisê Melek… Tu bi qedrê celal û cemala cîhanê bikî. Tu bi saya heft þêxên Laleþa nûran bikî. Kanî dilopekê ji jehra eþqê tu bide min. Yan jî carekê dilê wê ji min re tu vebikî.
meded… meded… medeeeeed… meded. Ez hatim tewafa bejna qîza te. Bi mecazê maçdikim i,caza te. Qîza te çima ji min xeyidiye?!. Xeyda wê, avêtim ber qapana te.
- : ger tu rêwî bî, rê pirin. Tu çiqas ji wê hezbikî, ewqas ji te hezdikim. Ger bimr e, ji axa sar re ye. Ger bijî, dê ji helbestên te re be. Lê tu…? Tê ne ji xwe re bî. Tu bimrî, bijî, ji wê re yî.
Stanbol 24/4/2010
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org