|
Koçberê Hoþeng Osê Tenahî,
eþq û bêrîkirin, min digvêþin… û
çavên te yên melûl ji derya re dikene. Dikim
bi çolan kevim. Çol
dikin bi min kevin. Þûna
zixtên kêran di dengê min de nemaaa. Cihê
girî di geweriya min de nemaaa. War
ji xemên min re nemaaan. Gor
ji xewnên min re nemaaan. Aso
ji sawêrên min re nemaaa. Vedengên
persar û beyebaniyan ji qorîn û zarînên birînên min re nemaaan …
û enaaam neman koçerê… Bîhoka
sor û zerê Mêkewa
li ser bênderê… Bêndera
janên berê… Binere
li vê derê. Parsekim
û çavên min li destên te û kenê çavên te ye. Dimirim
û guhên min li hêviya degê te ye. Her
tu li derya biner î Nasbike
li te dinerim. Esman
im, de dilê xwe ji min re ve, û bigrî. Bi
serê halê min de bigrî. Bi
ser xweliya min de bigrî. Bi
ser giriyê min de bigrî… ta hîv birjê û ji birca xwe derê …
û emaaan neman koçerê *** Berî
11’e salan ez hatim kuþtin. Piþtî
11’e salan, ez 11 sal hatim kuþtin. Destên
min toza çiyê bû û dilê min çemeke xwînî. Çavên
min du findên qes bû û gewriya min hewara Xwedê. Piþta
min bajerkî mirî û sînga min hêlîna teyrê beratan bû. …
berî 11’e salan tu pêrgî min hatî, ez zembîlfiroþekî dînoke bûn. Piþtî
11’e salan ez pêrgî te hatim… Tu
cîhanek ji xem û jan û þikestinan bû. Û
“hebû tinebû… Hebû
ez û tu” …
de aaax û yeman koçerê. *** Hingî
min ji te hezkir, biqasî heft welatan min te birîndarkir. Hingî
tu ji min reviyî, biqasî heft dojehan, te min xwe û derya birîndarkir. Her
ku li derya biner î, li te dinerim. Her
ku derya li te dinere, li xwe dinerim. Çiqas
dirvê te bi esman dikeve!. Çiqas
dirvê birîn û þikestinên te bi yê min dikvin!. Dereng
e… Havîna
min li ber dergehên te qerimî… De
careke din dilê xwe ji sira bayê serê sibê re veke. Dikim
biçilmisim, de bi kenê çavên xwe dîsa min avde. Dikim
bi,arim… Ji
min re bibe cîhanek pemba û þînar, da bibim tavanek wetayan û bi ser te
ve bibarim. Serê
xwe deyne ser sînga min û bigrî, û destê xwe ji bindan berde.
Evîna
min ji gumanên xwe re nehêle. Bihêle
serê xwe deynim ser sînga te û têra çiyayê Cûdî bigrîm. Evîndar
gunehin û gunehkarin… Xwedê
di gunehên wan de dibûre. De
ka veneke defterên berê… Emaaan
neman koçerê. *** Ne
ez ji te têr dibim ne derya. Bes
e, em ji xwe direvin. Qedera
te ye, ez pêrgî te bêm. Qedera
min e ez dînê te bim û li pey te bikevim. Ne
sûcê te ye, ne yê esmên e. Sûcê
minrinê ye… …
û aaax û yeman koçberê. Ýstanbol 21/4/2010
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org