|
Oxira Dara Hinarê Hoþeng Osê
Rojnivîs 1 Diponijî… Birîn xwe jê re kirin kiras. Jan, jê re bûne aso. Her êvar, tif felekê dikir ku çawa ji hembêza zaroktiya wê, wê revandî, ji ber pencereya wê, ji ber awêneya wê, ji nav defter û qelemên wê, wê revandî û avêt nav diranên biyanî û tirsê. Her þeveq, ji xwe re digot: sibe dê li min nebe sibe… Fincana jehrê ji dest diket. Tiþtek nepenî wê aþ dikir.
2 Þitla wê, zû qumiçandin. Lê dîsa bi derngî jiya. Ewqas çekûz bû, ta ku fêkiyên xwe ji ber çavên bayê jî vediþartin. Lên niha, hingî lehiya evînê ji dilê wê pêl dide, ji keviran re jî dikene.
3 Weke dilê çûkê, dilê wê lêdide. Weke keça nûgihîþtî, li dora xwe digeriye. Daristan, nizanîn bê çi lê hatiye!?. Ba jî, bi guman lê dinerî. Ax û þev, dizanîn, xem û janan kokên xwe berdane wê, lê ew bi perîkên evînê anha difire… difire… difire… bi tirs!.
4 Buhar bidawî dibû, biskên wê xunavî bûn, damarên wê rewa bibûn… Ji paþ dûmana kînê, du çavên gurî, awir dexesiyê lê dikþandin û davêtin kokên wê. Dema diçû serþokê, li gencîneya mercan û moriyên xwe dinerî û bangî evîndarê xwe dikir, dikir pistpist: Ji berîkirina te, hal bi min ve nema… Ka tu li kurî!?. Dîwar, guhên xwe mûç dikirin û kêrên xwe tûj dikirin.
***
Destnivîs
Sira bayê roja qiyametî griya û qîriya: Kî dikare desnivîsa vê evînê bi dawî bike!?. Cizîrî got: nikarim… Hingî dara hinarê bi jan û evîne, ditirsim bibim mirîdê wê. Elxeyam got: Ger win ji min re derya bikin mey û esman bikin peyal, dê nikarbim jan û evîna vê darê derbirînim. Elhelac got: ka ez heft carên din werim çamîxkirin û þewitandin, belkî karibim jan û evîna vê darê têbighêm!. Þîrazî got: ji ku diwêrim vê destnivîsê bixwînim, tew îja wê bi dawî bikim ha… de werin li min û vî barî!!?. Mem, Ferhad, Siyamend, Romyo, Qeys…, xwe avêtin dohejê û gotin: Êgir ji me re çêtire ku em vê destnivîsa pîroz bi sawêrên xwe kirêt bikin. Þehîd, Hozan Serhed got: Dê vê destnivîsê temam bikim. Rahiþt tenbûra û got: “ey lê çûka serê darê…”… ey lê dara min a hinarê…!.
***
Bê oxir
1 Sawa xweþikbûna wê, tevzînokan dida bê, û çola bêrîkirinê dida ber qolincan. Sawa xweþikbûna wê… Wey sed hezar subana Xwedê ji sawa xweþikbûna wê re ku mirinê bi matmaynê dikuje û jiyanê dibe ber tapanên wa weyîlê!. Ax û of, ji derdê sawa wê û sawa janên wê ku oxira bê oxire!?.
2 Siya wê ji min re bikin darbest, dengê wê bi kefen kin. Ev karxezala pêjinkuj, kêvroþka tirsok, ez kirin derwêþ û evldalê xwe. Em ji hev re bûne oxira bê oxir.
3 Li Stenbolê, þîna min, nû li darketibû. Yûsiv bûm, nih di bîrê de werbibûm. Ev Zelîxeya gawir, birînên min nermijandin û ber bi lehiya pejna xwe ve, ez bi firê xistim.
4 Çîvçîva memikên wê esmanan serxweþ dikirin. Nûxuriya barana gulanê bû. Her ku dikeniya hinarkên rûyê wê aso ji hal dixistin. Her ku sema Girit, hinarkên sînga wê dibûn oxira dîn û helbestvanan. Bavê wê, meha qir û qeþayê bû. Diya wê, meha nîsanê bû. Ew nûxuriya barana gulanê bû, hîna bi heftokan dilêst, xem û janan, ew ji xwe re revandin. Tim di xewa xwe de dibîne bûya dara sêvan û xelke kevi, kêr û gulleyan berdidin wê. Tu dibê qey, weke perperîka nû ji qalikê xwe dertê. Xwedê wê ji oxira êgir biparêze
Stanbol 18/5/2010
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org