|
Pencere Hoþeng Osê
Þev çû… Ev bêdengî çiqas har û tal e!. Ev kêlîk, çiqas sert û asê ne!. Bi desmêjim. Min helbesta duh ji te re nivîsandî kire tejik. Va ji te re hatim sicûdê. Pencere li min vebû û tu ber bi min ve hatî. Di destekî te de xencerek, di yê dî de tasek av. Te xencerê di balgiya min de çikand û tasa avê da min. Min li tasê nerî, du masiyên þîn têde dîtin. Te got: ev çavên te ne. Min got: bi qurbana te bin. Rabûm ser piyan, birûska ronhaiya te li min da. Ez bûm çem… tu derya. *** Þev çû… Bi desmêjim. Dengê azana melê tê. Dengê giriyê min tê. Dengê te tê. Pencere li min vebû û tu derhatî. Rahiþtî xencera xwe û tasa avê. Bi þevê re çûy û min ji girî re hiþtî. *** Þev çû…, ma tu êdî hew tê lê!?. Ez ranazên, kengî bê te xew tê lê. Pencere li min vebû û tu derhatî. Min rahiþt tasa vala, da ber çavên xwe, tijî hêsir kir û da te. Te qurtek vexwar û yê may, rijandî deriya. Ez bûm pût. Lê xwîn ji cigera min, ber bi pencerê ve, diherikî.
Stanbol 22/4/2010
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org