Pisîk Û Derya

 

Hoþeng Osê

 

 

Bi tena xwe, xemên derya dihijmart…

Derya jî, bi tena xwe, þikestinên wê dipîvand.

Carna bi libên qûmê, carna bi kefa pêlan…

Carna bi gewdên binavbûyan, caran bi zixurk u qafikan…

Carna bi ronahiya çirayên ji dûr, carna bi borîna dnegê keþtiyan… di pîvand.

Bi tena xwe, bi ser halê xwe de diponijî û evîndarê wê, ji paþ derya, bi ser xwe û wê de diponijî.

Hayê wê ji derya tunebû ku peyambêre navbera wî û wê ye.

Tew hayê wê nebû ku birîna wê xwîn jê tê.

Pir ji payizê ditirs e…

Lê li xwe mikur nayê.

Pir ji wî hezdike, lê li xwe mikur nayê.

Pir wî dikuje, lê li xwe mikur naye.

Dibêje: ji derya hezdikim.

Dizane ku evîndarê wê, ji wê û derya û Beyrûtê hezidike.

Ji paþ çiyayê Qaf bangî wê dike:

Pisîka min… va me.

Di navbera te û derya de bûme keldûman.

Di navbera min û derya de tu bûy pisîkek þeperze.

Navbera min û te de, peyv bûye derya, derya bû þev, þev bûye sitran, sitran bûye kanî, kanî bûne çem û çem bûye derya.

 

Ýstambol

21/4/2010

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org