|
Rojnivîsên Pezkoviyekî Hoþeng Osê
Çiqas
bihna te, li vê þevê tê...! Çiqas
ev þev, li porê te tê...!. Çiqas
porê te, li bê tê...!. Û
çiqas ba, li toza min tê!. *** Ez
kavilên heft gunda me. Sêwiyê
heft çema me. Xwîniyê
heft gura me. Kuþtiyê
heft xezala me. Bi
qasî heft mirinan dijîm. Biqasî
heft stêrkan dirjêm. Biqsî
heft þoreþan vêketî me... De
were min di paxila xwe de bilorîne.. aþbike
û vemirîne. *** Ez
hîna berxê ber þîrim. Hîna
fêrî dûrbûnê nebûme. Bi
kûve derî...?. Tê
vê havîna reben, bi kûve bibî!?. Çima
payizê hînî guvaþtina min dikî!?. Þopa
birînên min didî ber baranê!. Hemû
nameyên min dixî binê kevirekî û
bîranînên min didî ber bê!. *** Haho...
haho... gidînê, bê
ev ba, çýqas li porê te tê!?. *** Dema
min berê xwe da mirinê... Hayê
min ji min nebû. Tew
hayê min ji birîna min ya yekem, tune bû... ne
ji wêne ya min ya dawî hebû... Ne
hayê min ji rê, ne ji rêwiyan. Ne
ji ayetan, ne ji niviþt û lavêjan. Tenê
hayê min ji helbesta min ya nîvçe... Evina
min ya nîvçe... Û
qehweya min ya nîvçe hebû. *** Jana
wî çiyayî, xezalan dide ber bayê sawêr û xewnan. Jana
wî çiyayî, dilbijokiya pezkoviyan hardike. Jana
wî çiyayî... demsalên
zexel dihêre... demsalên
mexel hêrsdike... demsalên
avis, dide ber qolincan... û
demsalên stewr avdide. Jana
vî çiyayî, ne dihêle ez binivim, û ne bimirim!. *** Xezaleke
çiyayî kete kirasan. Kevnikê
xwe yê bi xwîn, binaxkir. Li
þûna wî, pûng þînhat. Þervaneke
hate bihnkir û wêneyek li ber kêþand. Marek
di nav de hêlîna xwe veda. Bibileke
sirûdeke xwe avête ser. Cendirmeyek
hat û pêlê kir. *** Bi
lerz û kelogirî, di oxira peyvê de tu çûyî. Tu
dar û dar çûyî... Rê
û rê... Gorstan
û goristan... Çol
û çol... Çem
û çem... Gund
û gund... Þev
û þev... Û
sla û sal, tu çûyî. Ger
tu bêy min vegerî, tê av û av herî!. *** Memikên
te, di nava destên min de gihiþtin. Geh
dibûn hirmê, geh xox. Geh
dibûn helbest, geh kevok. Xewên
þevan difirandin. Rojê
mestdikirin. Halanan
didan baranê… cih
û demê zîz dikirin. Memikên
te, du oxirên bê vegerin. *** Ne
mîna dîwaran... Ne
mîna derya... lê
mîna kuþtaran, ev kêlîk, min dorpêç dikin. Mîna
stranên Eyþe Þan pergî min tên. Mîna
ava Zapê, rê li min dibirin. Mîna
guran min hembêzdikin... Û
mîna qehpikan, dev ji min diqerin. *** Çi
xwînsar bû. Lêv
xav û reng kal bû. Qurre
û bi paye bû. Bi
serê tiliya silav dide. Bi
serê poz taxêve. Bi
bejna xwe ya zirav û bilind, û bi fêkiyên xwe yên teze...
xwe pir didît. Lê
wê gawirê, qîza Xwedê bû. Dilê
keviran jî dibijand xwe. *** Neviyên
guran, min ji vira diqetînin. Derya
dibêje: ji vira neçe... Tu
dikarî li vira jî bimirî, lê bê bîranîn... Bê
nasname... bê xewn... Bê
þîn û kêl. *** Min
bêriya çiyayên xwe kirye. Pir
bêriya vexwarina çaya wê derê kiriye. Bêriya
xewa li ber xoþexoþa kaniyê... Gera
li nav çiya... Lixwekirina
cilê gerîlla... Dîlana
ligel wan... min
pir bêriya wan kiriye. Ditirsim
bimrim û careke din çiya ne bînim. *** Nih
têghiþtim bê striana Ciwan Haco 'bîrîndar kirim xerîbiyê' çiqas
tale!. Hîna
ji xatirxwetinê re derenge. Rê
li ber min teng dibin û oxira min, hîna gêje. Ne
mozîk, ne nivîs, bendewariya min bidawî dike. dîwarê
li hinberî min, ji min re dibêje: di
nîvê þeva înê de, bi destê xewneke xwe, tê bê kuþtin. Pencereya
li kêleka min ji min re dibêje: Berî
berbanga siba pênþembê, bi destê helbesteke xwe î nîvçe, tê bê kuþtin. Þev
ji min re dibêje: li ser baskê helbesteke xwe î mê, tê bifirî. Ýstanbol
1/10/2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org