Tirafa Dildarekî

 

Hoþeng Osê

 

Kêra xwe dide ser perengên dilên min…

Bi qasî sed dojehî disincirîne û kezeba min dax dike.

Firyada min, “ayet l-kursî” dihejîne, dilerizîne û bi girî vedike.

Dibim xwelî.

Maçek dide min…

Hezar adar ji xwîna min difûrin.

Ji nû ve, dibim mêrga xezalan, daristana qumrî, bilbil û gambelekan.

Ji nû ve dibim newroza Mem û Zînê, dipijokiya Siyamed, kela dilê Ferhad û cirîda hespê Derwêþ.

Dîsa vê gawirê, dê kêra xwe bi pêtên dilê min bisincirîne û kezeba min dax bike.

***

Hewldidim pêre biaxim.

Telefon, pence, derî û dilê xwe asê kiriye.

Mail û nameyan diþînim, tewþ e.

Dikim hawar… dibim vedeng.

Berî didim girî ta dibim tiraf.

Nivîs, min ji wê direvînin.

Helbest min vegerînin wê.

Min gelek gulên bi stirî dîtin…

Lê gul û bi kêr!!?...

Xezal û bi penc!!?...

Pisîk û bi xencer!!?.

***

Win dibîn in çi li min hatiye?.

Ev 11 sal in, nexweþê wê me.

Her þev, pêjna wê tê.

Radihêje kêra xwe, bi pêtiyên dilê min disincirîne

… û kezeba min dax dike.

Qêrîna min dibe dûman…

Helbestên min dibin tiraf.

Berî berbanga sibê…

Careke din maçek dide min…

Hezar cîhan û sed gerdûn li govenda min dihêwirin.

 

Stenbol

26/4/2010


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org