|
Tobe…! Hoþeng Osê
Ezê
þevê bidim sûndê, þeveqa sibê bidim talda þevê, taya bêrîkirinê
bidim peyvê, qeymaxa xewinê deynim ser kefa destê xwe û dilê xwe bigvêþim
ser wê û bidim ber lêvên wê… û bêjim: Ez
bi diyarê Yûnana þewitî ketim bi behre yeman. Dibêjin..
Efrodêta min nexweþe û ji te xeyidiye çendîn sal û deman. Haware
li min, stêrkno, ev serê çenidk û çend salên xwînî ne, nexweþê wê
me. Bûme
dûma derya, mija peyvan, keldomana jan û xeman. *** Ezê
derya bidim tobê, da bes bizarî çavên te bike. Dê
êþê bidim tobê, da bes nêzî mêbûna te bibe. Dê
gulgeniman bidim tobê, da ber çirsînê xwe ji biskên te wergirin. Ezê
rengê pemba bidim tobê, bere bes giyanê xwe ji dêmê te bidize. Dê
newqa xezalê bidim tobê, da bes nazikbûna xwe ji newqa te birevîne. Ezê
hevirmêþ bidim tobê, da bes nermîna xwe ji laþê te bistîne. Û
ezê kevir bidim tobê, bere bes hiþtkbûn û zivirbûna xwe ji dilê te
binoþe. *** Beroj,
Beyrût û Þam, min didin sûndê, helbestên min didin oxira çiyê, weneyên
min didin avê, cil û bergên min didin hilkehika êvarê, dengê min didin
te û zarokekî min ji te, didin talana bayê kur, da ez bes bibim aþiqê
te, ey mêkewa moranê. Ji
girî, çavên min bûne fîncana xwînê. Ji
min, girî bûye mehrîcana xwekujan. Derizî
me… Wey
li min dayê, kesek nîne dilopek ji kenê wê bi ser kezeba min a sincirî
ve berde!. Dibên:
koçbera te nexweþe… Vêja,
xewa peyvan çawa dê bê!?. *** Xeyda
wê, min dide tobê, da bes ji wê re binivîsîn. Bêdengiya
wê min dide tobê, tenahiya wê min dide kêrê, gulanê dide derya û
derya dide helbestê, helbestê did çûkan, û çûkan dixe paxila wê, da
di xew de, neyêm diziya bihna memikên wê yên serhildêr. *** Tobe
li ber destê te û derya û þevê, ji niha pêvde, ez aþiqê te bim. Tobe
li ber destê te û Xwedê û Tawisî Melek, ji niha virde, ez ne bim aþiqê
te. Tobe…!. To
.. be…! To…! Stenbol 4/5/2010
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org