|
Tu Min Dixwîni.. Hoþeng Osê
Bi
dengekî kul... Bi
awirên zuha... Bi
siyeke tagirtî... Bi
biheke çikiyayî... Û
bi hêviyeke þil... Weke
berxê xwe bavêje ber kêrê min
xwe avêt himbêza te. De
ka ji min re stirana jaroheyran bêje. Ne
zindîme... Lê
ev kolanên gij, dikin min bixwin. Ne
rêwî me... Lê
ji bêrîkirina dîtina te, dikim xwe bixwim. Ne
avî me.. Jixwe,
li nava baxçên stiriyan þînhatime. Ne
bejî me... Jixwe,
rewrewkên vê tenahiyê min dibin û tînin. Ne
xwiya me... Jixwe,
ev gêreiya pirsan, li min digere. Ne
winda me... Hey
bêbav qîza bêbava.. tu li kur dinerî!?.. va me... va me…!. Divêm
xwe li ber te ragirim.. Lê
barana çavên te nahêle. Divêm
ji te dûrbikevim.. Lê
derya nahêle. Ev
dilê mine, halan dide vî bajarê tolaz. Ev
kenê mine, stêrkan davêje govenda xwe. Ev
giriyê mine, destnivîsên xemên derya paknûs dike. Ev
ezim, weku en ez bim, têm diziya bihna memikên te. Ev
en ezim, weku ez bim, li peravên derya, dîsa tême kuþtin. Hey
bêbav qîza bêbavan... Ev
ezim, weku ne ezim, ji te re dinivîsînim... Û
tuyî, weku en tuyî, min dixwînî. Ýstanbol
12/9/2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org