… Werin Sêva!

 

Hoþeng Osê

 

Etarim…

Ravekarê razên baranê me.

Barê min, çar welat û keriyek xezal e.

Tiliyên min ji xewan ketin, û sawêrên min ketin canga sêvên te, ey qîza tirs û þikestin û gumanan.

Sêvên te xwe avêtin bextên peyvan, û ez kirim heyvanê dînbûnê.

Nizanim, min çi ji pira mijê bû!…

Bihna minrinê, çola barikirinê, qelaçê bîranînan, gunehên pêxemberan, bajarên bê dûnde, gundên sêwî, axa kelogirî, sîronên taboyan, pencereyên biyaniyê, karwanên diltezeyan, refên dilsojan, vê þeva qehp û pêjna te, min çi ji van tevan bû, ey gaweirê!?.

Ne rêwîbûm tenha bimeþim…

Te ez di çala xwe de werkirim.

Xezalên min yên kujer ne besbûn, te jî, xwe werkirî dil û helbestên min!.

 

***

 

Etarim…

Gotina Didim bi hestan. Hestan Didim bi birînan. Birînan Didim bi þopa xencaran. Birînê xemûþkirî Didim bi du sêvan ji sêvên xelatê. Xelata mirinê, mirina mirinê.

Etarim…

Werin kil û kildanan, benîþtê daran, ta û dezî, guhar û xizêman…

De werin, berî êvar min ji xwe re bike hesp û þeveqa sibê min biqurtîne.

Werin, berî bibim taþtêya çav û lêvên wê, firavîna sêvên wê, þîva jan û ahînên wê.

 

Werin çirokên þervana difroþim…

þevanên berfê, berfa dumahiyê, dumahiya peyvê, despêka janê, jana welêt, welatê rojê, roja çiyê, çiyayên þervanan.

Janên dilên me gîhane, werin sêva.

Evîna dilên me gîhaye, werin peyva.

Xewinên dilên me gîhane, werin lêva…

“sêvên gundê me gîhane” werin… neyên… werin… neyên… werin mêwa.

 

17/5/2010

Stenbol

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org