|
Navdêr I.
Raweyên Navdêran Hozan
Robar
Di
zimanê kurdî de navdêr birekî sereke ye ji birên axaftinê, û jimara
navdêrê bi giþtî 40% ji axaftina me ye, lewra eger em navdêrê baþ
binasin em ê karibin pareke mezin ji rêzmana kurdî jî binasin. Navdêr
navlêkirina zanyar Celadet bedirxan e, navdêr heman wateya bêjeya
"nav" dide ya ku di devokên kurmancî de û her wiha di zaraveyên
kurdî yên dî de jî tê bikaranîn. Lê baþtir e, birekî axaftinê bi têgîneke
(zarawe, têrm) taybet bête navkirin, loma me da pê þopa mîr Celadet
Bedirxan û me navdêr li þona nav hilbijart. Danasîna
Navdêrê Navdêr
heyberekî candar an bêcan an têgehekê
belî dike û dide nasîn, anku kesekî, tiþtekî,
lawirekî, canewirekî an têgehekê bi nav dike û ji cureyên dî cude
dike ku bi navê xwe nêvnas dibe. Raweyên
Navdêran
Her kesê ku bi zimnê kurdî mijûl bûye li ber raweyên
peyvesaziya kurdî carekê rawestiye. Di çarçoveya dariþtina navdêran û
polkirina (tesnîf) wan de, rêzimanzan û zimanasên me nêrînine nêzî
hev dane, lê bi giþtî hin xal bê bersiv mane.
Hin zimanasan navdêr dariþtine du paran: xwerû û nexwerû yan
xwerû û hevbend (hevedudanî), û hinên dî jî navdêr dariþtine sê
paran: xwerû, hevbend û pêkhatî (darijtî). Me dariþtinên herdu biran
pejirandin û ew komkirin ser hev, di encamê de þêweyekî nû ji dariþtinê
bi me re derket, me hewl da em navlêkirinên zimanasan jî ber hev bikin bêyî
ti têgînan ji cem xwe de lê zêdebikin.
Derbarê navlêkirinê de, baþtir e ku têgîna rêzimanî wateya
babetê bide, û ew bêjeyeke taybet be, mînak têgîna "nexwerû"
bi nîþandeka nehîniyê "ne" dest pê kiriye û tenê ew
"ne" herdu têgînan "xwerû û nexwerû"
ji hev cihê dike, ev jî qelsiya zimên nîþan dide, nemaze dema ku berdêla
wê têgînê di zimanê me de berê hebe, lewma ji dêl têgîna "nexwerû"
me têgîna "sazber" hilbijart, ew jî navlêkiria mamoste
Reþîdê Kurd e. Navdêr
ji hêla ray û avakirina raweyê ve dibin du par: 1
-
navdêrên xwerû. 2
-
navdêrên sazber. Û her
parek ji wan di nav xwe de li gor taybetmendiya navdêrê dabeþ dibe, û
dibe çend par: 1.
navdêrên xwerû: 1.1.
navdêrên salt. 1.2.
navdêrên guhêzok . 2.
navdêrên sazber: 2.1.
navdêrên pêkhatî. 2.2.
navdêrên hevbend. 2.3. navdêrên hevgirtî. Bo ev
dabeþî pêtir aþkare û belî be, em ê di þêweyê jêrî de wê þîrove
bikin: 1.
Navdêrên Xwerû (xweber, sade):
Di navdêra xwerû de, tîpên bêjeyê tenê tîpên rayî û
resen in, û ti carî ew ji hev nabin, anku di navdêra xwerû de hîn ti tîp
an pirtik bi ser navdêrê ve nebûne. Navdêrên xwerû dibin du beþ, navdêrên
xwerû ên salt û ên guhêzok. 1.1.
Navdêrên
Salt:
Mamoste
Reþîdê Kurd wateya salt di pertûka xwe de wiha rave
kiriye: "salt; bi tenê, bi serê xwe"[1],
anku ev navdêr bi serê xwe ne, nahên dariþtin û lêker jê çênabin.
Nexwe navdêrên xwerû yên salt nabin bingeh an kok di sazkirina raderên
lêkeran de, û ti carî lêker jê nahên dariþtin. Lê ew dikarin bibin
beþek di navdêrên sazber de. Navdêrên salt tenê kesekî,
tiþtekî, lawirekî bi nav dikin. Wek:
mal, defter, rê, evîn, þer, dê, bav, ker, çem, kevir… 1.2.
Navdêrên
Guhêzok:
Ji navê wê dixuye ku ew tê guhastin û dariþtin, ev navdêrên
xwerû di koka xwe de navdêr
in, lê her wiha lêker jî jê tên çêkirin û dariþtin. Anku, navdêra
guhêzok lêkreke nû çê dike, û dibe bingeh û kok di avakirina radera lêkera
nû ya dariþtî de. Ji vê lêkera nû ya dariþtî re "Lêkera Afrînok"
tê gotin, ev jî navlêkirina Prof. Qanatê Kurdo[2]
ye, lê Prof. Kurdo ew bi tîpa "e" bikar aniye
"efrîmok"[3]
. Hinek
ji navdêrên guhêzok ên lêkerên afrînok çêdikin ev in:
2.
Navdêrên
Sazber:
Navdêra sazber ji du parçan an pêtir saz dibe, bi gelemperî parçak
navdêreke xwerû ye û parçeyê dî yan bêjeyeke dî ye, yan pirtikek[4]
e. Navdêrên sazber li gor cureyên jê saz dibin, dibin sê par, (pêkhatî,
hevben, hevgirtî): 2.1.
Navdêra
Pêkhatî (darijtî, xurdezad):
ew ji navdêreke xwerû
û pêþgirekê an paþgirekê saz dibe, û bêjeyekê bi
wateyeke nû çêdike, anku navdêreke nû ku tiþtek an heybreke nû bi
navdike. Pêþgir:
pêþgir
+ navdêra xwerû = Navdêra Pêkhatî. Pêþgirên
ku dikevin pêþiya navdêran kêm in, ji wan nîþandeka nehîniyê "ne",
Wek: Ne-:
nexweþ, neyar, nezan, nenas,
neasayî, nebaþ, neçê, nemir...
Gengaz e, ku daçekeke resen jî wek pêþgirekê navdêra pêkhatî
saz bike, û bibe parçeyek ji navdêrê, anku bi ser navdêrê ve bihê nivîsandin,
daçekên "bi, bê" pêtirî daçekên dî bi vê
rolê radibin, wek: Bi-:
birêz, birik, bihêz, bikêr, bikar,
biber, bicî, bikul, biêþ,… Bê-:
bêwar, bêmal, bêkes, bêkar, bênav,
bêcan,… Daxuyanî:
wateya "bi" dema daçek be, têvel
e ji wateya "bi" ya pêþgir. "bi"
ya daçek tê wateya (li gel, bi tev). Mînak: ·
Zozan bi
min re çû (Zozan bi tev min çû) ·
Bi
xweþî û bi rêz,
ew hatin û çûn. ( li gel xweþî û rêzê) Lê
dema "bi" dibe pêþgir wateya wê tê guhartin û tê
wateya (xwedî), her wiha wateya paþgira "-dar" dide bêjeyê. Mînak: ·
Birêz
Celadet bedirxan. (xwedî rêz, an rêzdar) Têbînî:
v
Gengaz e, daçek û birên axaftinê yên dîtir jî (wek rayê lêkerê)
navdêreke nû saz bike. Wek:
bikir, bikuj, neman, birêvebir,
bidarvekirin,…
v
Kêm caran, hin daçekên dî jî bêjeyine pêkhatî saz dikin, wek
daçeka "li" . Wek:
liberxwedan[5],
lidarxistin, lixwekirin… Paþgir:
navdêra
xwerû + paþgir = Navdêra Pêkhatî. Paþgirên
ku navdêrên pêkhatî saz dikin zor in, li gor Amed Tîgrîs[6]
di gotarek xwe de gotiye bi giþtî paþgirên kurdî 143'ê ne, ji lewra lêkolînek
taybet jê re divê, em nikarin giþtan li vir rave bikin, lê wek mînak em
ê tenê hinekan ji wan belî bikin: -van:
gavan, tembûrvan, þervan,… -mend:
hunermend, hoþmend, dewlemend,… -bend:
sazbend, kombend, hevalbend,… -bar:
xembar, tewambar,… -baz:
canbaz, serbaz, sihirbaz,… -dar:
guhdar, maldar, birîndar,… -kar:
xwendekar, xebatkar, serkar,… -yar:
hoþyar, zanyar, cotyar,… -menî:
çapemenî, wekemenî, xwestemenî,… -çî:
paleçî, zurneçî, kurtançî,… -stan:
Kurdistan, gulistan, daristan,… -er:
nûser, parêzer, xwêner, bîner,… -ek:
jimarek, wêrek,… -ok:
serok, girînok, þêrînok,… -k:
reþreþk, xaþxaþk, çirçirk,… -î:
kurdî, behdînî, nêrî, sazî,… -ar:
nivîsar, guhar, xewar,… -asî:
kêmasî, kurtasî,… Têbînî:
renge paþgir û birên axaftinê yên dîtir jî (wek rayê lêkerê) navdêreke
nû çêkin: Wek:
badek(badan), birek(birîn),
bêjing(bêtin),… 2.2.
Navdêra
Hevbend (hevedudanî, lêkidraw): Ev
navdêr ji du bêjeyên xwerû bi hev dikeve û navdêreke nû û bi
wateyeke nû saz dike. "Hevbend" navlêkirina Prof.
Qanatê Kurdo ye, bêjeya "bend" gelek wateyan
dide, "peywendî, girêdan" wateyek ji wan e, hevbend
anku hevgirêdayî. Li beramberî wê bêjea hevedudanî heye, ew jî
navlêkirina mîr Celadet Bedirxan e, bi dîtina me, hevbend ji hevedudanî
siviktir û watedartir e. Herdu
bêjeyên ku navdêra hevbend saz dikin watedar in, lê wateya bêjeya nû
ji wan têvel e. Helbet yek ji herdu bêjeyan navdêra xwerû ye, û dibe ku
ew ya dî dîsa navdêreke xwerû be, an hevalnav, hevalkar, yan rayê lêkerê
be. Nexwe,
du bendên navdêra hevbend ev in: Nav
+ nav: cegerxwîn, rêziman, destav… Nav
+ hevalnav: hevalnavê
(rengdêr) ku navdêra hevbend saz dike carnan li pêþ û carnan li paþ
navdêrê tê. Wek: Li
pêþ navdêrê: spîdar,
sorgul,… Li
paþ navdêrê: girspî,
stûxar, zikreþ,… Nav
+ hevalkar: hevalkara
(hoker) ku navdêra hevbend saz dike her dem li pêþiya navdêrê tê.
Wek: Ber:
bernav, berdevk, bermal, berpirs, bernas...
Ser:
serleþker, serdest, serdar, serbajar... Bin:
bindest, binçav, binerd,… Nav:
navçav, navbêj, navbir, navdest, navlep,
navdeþt, navmal... Paþ:
paþeroj, paþguh, paþîv,… Pêþ:
pêþgotin, pêþniyaz, pêþbirk,… Nav
+ rayê lêkerê: xwînmij,
zembîlfroþ,… Têbînî:
Renge ku herdu bêjeyên ku navdêra hevbend saz
dikin ne navdêr bin, renge ew du hevalnav, an
hevalkar û rayê lêkerê an ... Wek:
serhildan, keskesor, … 2.3.
Navdêra
Hevgirtî (bargiranî):
ew ji navdêra pêkhatî
an hevbend û paþgirekê pêk tê û bêjeyekê bi wateyeke nû çê dike
ku tiþtek an heybreke nû bi navdike. Anku navdêra hevgirtî ji sê parçan
bi hev dikeve û hevdu digire, du parçe yên navdêra pêkhatî an hevbend
in, û parçê sêyê paþgira ku bi ser ve dibe. Navdêra
pêkhatî
+ paþgir = Navdêra Hevgirî Wek:
rêbertî, girtîgeh, þoreþgerî,… Navdêra
hevbend
+ paþgir = Navdêra Hevgirî Wek:
rewþenbîrî, serfirazî, rêzimanî,… ·
Renge ku navdêra
hevgirtî ji sê bêjeyên xwerû jî saz bibe. Wek:
berxwedan,… ·
Û renge ku navdêreke
pêkhatî yan hevbend û bêjeyeke dî navdêra
hevgirtî saz bike. Wek:
(pêkhatî) serok + komar = serokomar,…
(hevbend) rêzman
+ zan = rêzmanzan,… Têbînî:
Pêþgirek jî
dikare têkeve pêþiya navdêra pêkhatî, û bêjeyeke nû bi
wateyeke nû çê bike. Wek:
Newêrek,
bêbinî,… Daxuyanî:
bo tevlehevî çê nebe di nav her sê parên
navdêrên sazber de (pêkhatî, hevbend, hevgirtî), em dikarin bi
van têbîniyan wan ji hev cihê bikin: 1.
Navdêra Pêkhatî
ji 2 parçan saz dibe, parçeyê ku pê ve dibe (pêþgir û paþgir)
bê wate ye. 2.
Navdêra Hevbend
ji 2 parçan saz dibe, herdu parçe watedar in. 3.
Heçî navdêra
ku ji 3 parçan an pêtir saz dibe Navdêra Hevgirtî
ye. PUXTE:[7] Em
nikarin bi rêpîvaneke teng nêzî polkirina navdêran bibin, jiber ku
ziman bi demê re pêþ ve çûye û gelek bêjeyan þêweyê xwe yê resen
guhartine û þêweyekî nû standine, wek gelek navdêran þêweyê navdêra
xwerû standine, lê bingeha wan bêjeyeke sazber e, û gelek paþgir di
koka xwe de bêjeyine serbixwe û watedar in. Lewma merov nikare evan bêjeyan bi hêsanî pol bike û ji hev cihê
bike. Wek:
(bêjeyên xwerû) pirtûk, çîrok,… Berçav
e, ku ev navdêr nêzî navdêrên xwerû ne, lê bingeha wan sazber e: ·
Per(t) + ok = Pertok = pertûk = pirtûk ·
Çêr + ok = çêrok = çîrok
(paþgir) -dar, -yar,… ·
Paþgira
"-dar" di koka xwe de raya lêkera daþtin e, ya bi
wateya xwemalî
û edgariyê ye. ·
Paþgira "-yar" di koka xwe de navdêreke serbixwe
ye, yar: yara min. Polkirin
û dabeþkirina navdêran girîng e, bo em peyvesazî û avahiya bêjeya
kurdî binasin, û movikên bêjeyan bibînin. Her wiha ew girîng e, bo
çêkirin û rastkirna ferhenga kurdî. Bi
hêvî me ku ti kes li þaþî û kêmasiyên me nebore, û bersivê bide,
çunkî armanca me tenê pêþxistina zimanê kurdî ye, û rizgarkirina wî
ji piþaftinê. Dê
bidome, beþê duyan II -
CUREYÊN NAVDÊRAN [1] Reþîdê Kurd, Rêziman a ziman ê kurmancî, 1990- beyrût – çapa duyem – kombenda Kawa. [2] Qanatê Kurdo, Gramera zmanê kurdî, 1990 – Stockholm – çapa yekem – weþanên ROJA NÛ:26. [3] Afrînok ji lêkera "afrandin" ê hatiye dariþtin, lewma me ew bi tîpa "a" bikaranî. [4] Pirtik: parçeyek ji bêjeyê ye an bi ser bêjeyê ve bûye, me ew baþtirîn bêje hilbijart beramberî bêjeya ingilîzî "morfem" ew jî navlêkirina prof. Qenatê Kurdo ye, hin nivîskar bêjeya "kît" bi vê wateyê dixebitînin, lê mîr Celadet Bedirxan "kît" bi wateya "syllable" a ingilîzî bikar aniye, lewma em ê pirtik bi wateya "morfem" û kît bi wateya "syllable" bi kar bînin [5] Bingeha bêjeya "berxwedan", "liberxwedan" e, anku (li ber xwe dan). Lê bi egera sivikiyê daçeka "li" ji bêjeyê ketiye. [6] Amred Tîgrîs: lêkera "dê" li daçekên zimanê tirkî naçe, li lêkerên alîkar ên Hindûewropî dice - 19. Cotmehê 2005 - malpera Amîdakurd: www.amidakurd.com [7] Puxte: encama gotinê, xulasse (bi erebî)
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org