|
110-mîn
salvegera rojnameya ''Kurdistan'' pîroz be Hozan
X. Efrînî
Piþtî
derbasbûna 109 sal di ser vêketina mûma yekê a yekemîn rojnama kurdî
bi nave "Kurdistan" ku di sala 1898 an
bi bû,bi serpereþtîya herdu rewþenbîrên yên bira,Miqdad û
Ebdirihman Medhet Bedirxan li bajarê Qahîreyê hatibû weþandin û pitþre
li Cinêv û londin û careke din Qahîreyê. Weku
þoreþeke hizrî bi nav dikim,jiberku ew herdu rewþenbîrên ku bi vê karî
rabûn, her bi mebesta destpêkirina þoreþeke hizrî bû ye ku xizmeta niþtimanîya
xwe bikin.. Jiber
vê yekê jî kar barên rojnamevanîya kurdî roj bi roj pêþkeft û
derbasî nav medyeyên navnteweyî bûn, ev jî di rûpelên dîrokê de,
ciheke teybet digire. Herwa
rojnama kurdî a ku bi dû rewþenbîran
destpêkiri bû, îro bi hezaran rewþenbîrên cur be cur derketine holê,
çi ji hêla nivîskarî ve wek,romannivîsî, çêroknivîsî, helbestvanî,
gotarnivîs, rojnamenivîsî û çi ji hêla bîrdozî ve bê her ew þoreþ
mezin û berdewam bû ta roja îro… Belê
ev tev berhemên malbeta Bedirxanîya ne,yên ku ji tevahî berjewendîyên
xwe yên tesk û biçûk dûr keti bûn, ten jibona xizmet kirin a
xebata niþtimanîya kurd li her çar alîyên Kurdistan bû ye, ev jî
tiþteke pir giran û bihaye,jibona ku þoreþa hizrî a gelê kurd fereh
tir bibe. Jibona
fereh kirina kar û xebatên rojnamevanî netewî kurd li Kurdistan û li Cîhan
de, dibe ku her rewþnbîr û siyasetvanên kurd, xwe bi dil û can bidin
ber vê erka mezin û giran, ta ku ev xebat bi serkeftî berdewam be, û
hizra netewî di nave cada kurdî de ber belav bibe. Lewra
jî ez bang li hemû rewþenbîrekî niþtîman perwerî kurd dikim ku xwedî
li xebata rojnamevanîyê derkevin, jiber ku xebateke pir pîroz û giran
qedere. herwa
banga min bi teybet jî, jibona xwedîyên çapxaneyên kurdî heye, dibê
ewna jî hewil bidin ku bibin bi pira pêþveçûna çapemenîya neteweyî
jibona çapkirina pirtûk û rojnameyên kurdî. Her
yek ji me tiþtên ku dikevin ser milên wan bi bê miqrisî divêt ci bi ci
bikin, ta ku bibin xwedî bîr û ra û bîrdozeke niþtimanî, ku bikaribin
bi serbilinî di nav meydyayên dîrokê de cî bigrin û bi serfrazî bijîn,
ta ku navên wan têkevin nava
rûpelên dîrokê. Lê
di serî de dibê ku tevahî xwedîyên çapxaneyê n kurdî li Kurdistan û
li cîhan de alîkarîya wan rewþenbîrên ku xwazyarê bi berhem anînên
nû û teze ne bin, bê ku bêjin ev filan bîrdoze yan rêbaze, her
berhemeke ku di xizmeta þoreþa hizra neteweyî da bê, pêwîste alîkar
bin ji bona erkên niþtimanîyên xwe pêk bînin,
di dîrokê de dibin xwedîyên mora zêrîn bin. Ez
di dawîyê de salvegera 110 mîn
a rojnamegerîya kurdî a bi navê '' Kurdistan'' hati bû weþandin, destxwaþîyê û
pîrozbahîyê li hemû rewþenbîr û siyasetvan û gelê kurd
yên xebatar û di nave tekoþîna netewî li her çar alî Kurdistan
û Cîhan dikim, jibona berdewamîya wan bi berhem û xebatên þoreþa hizrî
neteweyî ya kurd de, bi taybet li helbestvanê mezin berêz
A. Balî destxwaþîyeke
pir biha û giran jêra dikim, jiber ku di avdara 2008 an de bû bi xwedîyê
berhemeke nû dîrokî bi nave(Antolojîya Helbedtvanên Kurd yên sedsala
dawî) ku helbestên 343 Helbestvanên kurd li her çar alîyên Kurdistan
û cîhan bi hevxistî û bi çar ciltan derbasî weþangerîyê kirîye, ev
jî çalakîyeke mezine jibona yekîtîya zimznê zikmakî ye .
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org