|
112 emîn Salyada rojnameya "Kurdistan" pîroz be
Hozan
X. Efrînî
Em hemû
ji bona vê rojê xwe bi berpirsyarin ji bo pêþxistina pirojeyên azadiyên
bîr û remanan û hizir û hiþên neteweyî yên ku ji aliyê malbeta
welatparêz û ser rêberên Kurdan, Bedirxaniyan ve destpêkiribû û di
roja ro de mina nasnameya me yên rewþenbîrî û çandî hatine destnîþankirin. Berîya
112 salê borî, yekemîn rojnameya kurdî bi nave "Kurdistan" ku
di 22-04- 1898 an de, bi serpereþtîya
herdu bira yên ronakbîr û rewþenbîr, Miqdad û Ebdirihman Midhet
Bedirxan li Qahîreyê, li paytexta Misirê dest bi weþana xwe kiriye. pitþre
li Cinêv û Londin û careke din Qahîreyê berdewamiya wþanên xwe dikir. Weke tê
zanîn ku weþandina rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke niþtîmanperwerî
û çandî ji aliyê hemû Kurdan ve tê naskirin û nirxandin. Salroja
despêkirina weþandina rojnameya
"Kurdistan", îro ji aliyê hemû dem û dezgehên kurdî li her
Kurdistan û cîhanê tê bi bîanîn û bi taybet ji aliyê Hikûmeta Herêma
Kurdistanê ve ku dezgaheke fermî ya Kurda ye, weke destpêka rojnamegeriya
kurdî tê naskirin û bi coþeke mezin û bi nir tê pîrozkirin Ev roj,
mina rojeke dîrokî ji dîroka gelê me yê beheremende, ji ber ku
þoreþeka hizrî û çandî destpêkiriye, ez wek rojnamevanek, vê
rojê bi roja destpêkirina þoreþa hizrî li Kurdistan bi nav dikim, ji
ber ku ew herdu rewþenbîrên ku bi vê karî rabûn, her bi mebesta destpêkirina
þoreþeke hizrî bûne dako bikarbin bi wê pêngavê xizmeteka zelal û
sade pêþkêþ bi gelê Kurd bikin, mina ku bav û bapîrên wan bi
berdemamî di nava þoreþan de bûne dako kar û xebateke resen ji b o azadî
û rizgarkirina niþtimanîya xwe bikin. Di roja
îro de, kar û barên rojnamevanîya kurdî ber bi bilind bûnê ve dice,
roj bi roj pêþdikef û derbasî nava ragihandin û medyeyên navnteweyî
dibin, ev xebat dê di rûpelên dîrokê de, þûneke teybet bigire. Eger em
li dîroka borî binêrin ku rojnameya kurdî a ku bi du rewþenbîran destpêkiri
bû, îro bi hezaran ronakbîr û rewþenbîrên cur be cur yên Kurd
derketine holê, çi ji hêla nivîskarî, romannivîsî, çêroknivîsî,
helbestvanî, rojnamenivîsî û çi ji aliyê bîrdozî û hizrî ve bê,
ew þoreþ mezin û berdewamiya wê ta roja îro jî heye û bi weçerxaneke
bê wêne di guhirtin û vekþandinê daye. Ji bo
rastiya dîrokê herdem bê vebiriqandin û naye ji bîrkirin, berhemên
rojnamegeriya ku îro li Kurdistanê heye, tev berhemên malbeta Bedirxanîya
ne, yên ku ji tevahî berjewendîyên xwe yên kesayetî û êlwaryên tesk
û biçûk dûr keti bûn, daku xizmeta pêþkeftina xebata û tekoþîna
rizgariya niþtimanîya kurd li her çar alîyên Kurdistan bikin. Ev kar
û têgehên ku ji aliyê Bedirxaniyan ve pêþkeftibûn, tiþteke pir giran
û bihaye, ji bo þoreþa hizrî þ çandî a gelê kurd berfereh tir û
serfiraz bibe. Ji bo pêþxistin
û fereh kirina kar û xebatên rojnamevaniya neteweyiya Kurdî li Kurdistan
û Cîhan, dibe her rewþnbîr û siyasetvanên kurd, xwe bi dilsoziya wê
rojê bizanin, bidin berhevkarên erka mezin û giran, daku ev xebat bi
serkeftî û bi rêzdariy ve bê
berdewam kirin û hizra netewî di nava cadeya kurdî de bê belavkirin û
cieke taybet hebe. Lewra jî
ez bi girîng dizanim ku weke erkekî neteweyiye ku hemû rewþenbîrekî
Kurd, hewil bide bo xwedî derketin li xebata rojnamevanîyê azad a Kurdî,
ev xebat û tekoþîn, jib o me Kurdan pir pîroz û giran qedere, ji ber ku
nasnameya me bi cîhan û gerdûnê dide naskirin. herwa
yek ji erkên herî mezin dikeve ser þanên xwedîyên çapxaneyên kurdî,
j bo pîroz û rêz girtin li vê rojê, dibê ewna jî hewil bidin bi
awayeke rastexwe bikin bi pira pêþveçûna çapemenîya Kurdî dako pêþkeftina
têgehên rojnamegeriya Kurdî berferhti bibe xwestên giþtî pirtir bibin,
jib o wê yekê jî pêwîste çapkirina pirtûk û rojnameyên kurdî bi
esanî bicîbikin. Ew erkên
ku dikevin ser milên wan bi bê miqrisî bên bîkirin, dako bibin xwedî bîr
û reman û bîrdozeke niþtimaniya azad, bi serbilindî di nava meydyayên
dîrokê de cî bigrin û bi serfrazî bijîn, navên wan dê têkevin nava
rûpelên dîrokê, ev ji b o wana cihê serbilindî û serfiraziye. Lê, belê
ezê herdem, banaa xwe ji bo tevahî xwedîyên çapxaneyên kurdî li
Kurdistan û li cîhan dubarebikim ku yek ji erkên we ên niþtîmanî ewe
ku hûn alîkarîya wan rewþenbîrên ku xwazyarên weþan û derxistina
berhemên nû bikin, bê ku bê gotin ku ev nivîs alîgirê filan û bêvan
bîrdoze yan rêbazêye, her berhemeke ku di xizmeta þoreþa hizra neteweyî
de be, pêwîste pêre alîkar bin, dako erkên niþtimanî yên xwe di warên
piraktîkî de pêk bînin, hrewha, bi rastî ewna dê di dîrokê de bibin
xwedîyên mora zêrîn. Ez bi
dileke gerim û hizreke xweþger
ve, salvegera 112 mîn a rojnameya kurdî a bi navê '' Kurdistan'' li hemû
gelê me û bi taybet li xanima Kurd a mezin, xato ''Sînem Bedirxan'' pîroz
dikim. hereha,
jib o salyada rojnameya Kurdisan ku di roja 22-04-1898 an de li Qahîrê
paytexta Misrê hati bû weþandin, pîrozbahîyê li hemû rewþenbîr û
siyasetvan gelê kurd yên xebatar dikim, bi taybet yên ku di nava tekoþîna
rizgariya netewî de li her çar alîyên Kurdistan û Cîhan cih digrin û
wan silav dikim. ji bo
berdewamîya wana di nava kar û xebatên þoreþa hizrî neteweyî kurdî
de, dibe ev roj, bi rojeke cejin bê nasandin û bi taybet bi wergerandina
we rojê bo warî piraktîkî û bi dilsozî bê pêþxistin û parestin. Ev roj
roja derketina hizrên rast û dirûstin, roja ronahîkirina rastiyên veþartîne,
roja bi destxistina bîr û nêrînên azade, roja nehîþtina sitem û ne
rewatî li dijî gelê Kurde. Baweriya
min b pêþxstin û serkeftina vê rojê heye ji tekoþîna siyasî û ta
tekoþîna hizrî, bi reaneke azad dibêjim salên li pêþ me, dê bibin
salên azadî û serfiraziya gelê Kurd û Kurdistan. Hozan
Xelîl Efrînî Kurdistan 22-04-2010
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org