JI BO SALVEGERA SERHILDANA 12,Ê ADARÊ 

 

Hozan X. Efrînî

 
   

 

 

Salvegera  serhildana pîroz a 12,ê Adarê ya 2004 an- ji bo gelê Kurd li Kurdistan a  Suriye rojeke dîrokî û cihê serfiraziyê ye, buye bi roja hevgirtin û li hevnêzîbûna gelê Kurd ji herêma Cizîre(Qamîþlo) ta Kubanî û herêma Kurdaxê(Efrîn) û hemû deverên din yên rojavayê Kurdistan û Suriye.

 Lê rastiya wê rojê, bi nirxeka pir giran û biha hatiye zindîkirin ku wek tava rojê derketî  holê, ji mafê tu hêz û aliyan nîne ku nikoliyê li destkeftên wê serhildanê bikin, ji ber ku di wê rojê de serhildaneka berfereh û yekgirtî ji aliyê gelê Kurd ve li dijî sîstema desthiladariya Bass pêþkeftibû û bû roja xurtvîna gelê Kurd, jib o wê yekê, tê pêþbînîkirin ku ew roj, dê bibe bi roja yeketiya rêzên gelê Kurd li  Kurdistan a Suriye û di heman dem de, dê bibe bi yeketiya rêzên gelên Suriye bi giþî,  çi Kurd, çi Ereb, çi Ermen, çi Aþur û Suryanî û çi Tirkman û çi Çerkes bin.

Hevkariya gelên Surye bi hev re, dê bi bîranîn û pîrozkirina roja 12ê Adarê dest pê bike, çumkê, ew roj bûye sedema þikandina pûtên 40, 50 salî ku ji aliyê desthilatên ku bi serokatiya  partiya Bass yek bi dûv yek re ku hikumeta Suriye bi rêvabiriye, partiya Bass, bi berdewamî neheqî li rastiya hebûna gelên din yên ku di wî welatî de dijîn û nikoliyeka bê wêne jî li wan  kiriye.

Ji bo wê yekê, em wek Komeleya Kenedî-Kurdî Ya Mafên Mirovan, serî rêz û rûmetiyê li ber bîranîna wan pakrewanên gênc ku xwe fedayê doza rewa yê gelê xwe kirin ji Cezîrê ta Kurdaxê datînin.

Herweha  gelek bi pêwîst dibînin ku wê rojê bi awayekî pir berfereh binrxînin û girîngiyek mezintir bidin ê, lê dibe ku ne tenê ji aliyên Kurdan ve, ew nirx bê dayîn, lê belê dibe ji aliyê gelên din ve jî bê dayîn, bi taybet ew gelên ku  mîna gelê Kurd sitem û ne rewayî li wan hatine kirin.

Komeleya Kenedî-Kurdî Ya Mafên Mirovan, pir bi girîng dizane ku hemû partî û rêkxistinên sivîl û bi taybet yên ku jib o parestin û bergiriyê li mafên mirovan dikin û alîgiriya kar û xebat civaka sivîl dikin,  gelek bi dilsozî û hevparî hewil bidin jib o pêþxistina têgeha demokrsî û mafên mirovan, daku rastiya wê rojê, gelek mezin bê nirxandin, pêwîste jib o welatê Suriye bikin bi roja þikandina pûtên ne rewa û jêrdestiya reþ ku ji 40- 50 salên borî ve tê perestin.

Her Bijî  Serhildana 12,ê Adarê

Namirin Pakrewanên Azadiyê

Wekhevî Û Dosteyatiya Gelên Suriye

Komeleya Kenedî-Kurdî Ya Mafên Mirovan

Nûneretiya Herêma Kurdistan

12-03-20-1

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org