|
Aye
dema peymaneke din a Lozan û Ceza'êrê hatîye…? Hozan
Xelîl Murþid Efrînî
Eger mirov bi hestyarî û bi ronahî dîroka
serhildan û þoreþên gelê me di serdemên borî da binirxîne, li gel
dema me ya îro de, û werbêj bike, ma gelo çi cewazîyek heye li navbera
peymanên Lozan 1923 an de û peymana reþ a Ceza'êrê 1975 an de, ya ku
hemo mafên rewa yên gelê kurd binpêkirin û di rojên îro de careke din
hewil didin bi çarenivîsa gelê me bilîzin û bin pêbikin. Lê bi þêwazeke
pir nerm û zirav û ramyarîyên xwe yên pêþêlkar li dijî gelê me li
her çar alîyên cîhan bikar tînin û dixazin siyaseta osmanîyan pêkbîinin
''hesin bi hesin bi kutin''. Ma gelo çira ev hemo lîstok û pîlanên
dijmirov li ser gelê me bikar tên…? Aye gelê kurd, ji ku hatîye ser vê
zevîyê …? Ma cîh û war ji bo hemo kesî heye bi tenha ji bo miltekî
ku xwedî dîrok û kultureke resen û bi hêze û bi hezaran sale li ser
zevî û xaka xwe dijîn, ma gelo ev hemo welatên dijber û neyarên gelê
me, çi ji me dixwazin,…? Carekê nave pîyavkujan li me dikin ,carikê jî
navê rêgiran, têrorîstan, ciduxwazan, bikrêgîrawan, neyaran û hemo
navên ne rew, dûr li rastîya vê miletî kû ji xwe bêtir xizmet bi wan
gelan kirîye,ma gelo ev bacên wê alîkarîye kû selehdîn,ebu muslim
xuresanî,yusif azme,edrîs bedlîsî,meleyê xetî, ji gelên wan re pêþkeþ
kirin....?. Ez hezdikm ji xwenderên hêja re,hindek rastî bînim
sernivîs,ma gelo çira ta niha em rastîya dijminên xwe nasnakin….? Çira
em pir caran þan bi þanê neyaranên gelê xwe hatin bo ser senger û mewzîyên
birayên xwe…?çira em dibin destek ji bo pêkanîna pîlanên qirêj yên
li dijî vîna azad a gelê xwe…?.lewanê be hindek ji me dîrokê yan
neyaran yan felekê bikin bi sedem,
lê bi rastî em sedemin û bixwe xalî bi sere xwe de dikin jiberku eger dijminên me çiqas li me bidin û tu tiþtî li ser me nehêlin û piþtî demeke nêzîkde, bang
bikin yan bibêjin
gerek me bi serî kurdan we nekira wek, çawa kanan evrên div ê dawîyê
de anî ser ziman''kû gereke me zimznê kurdan qedexe nekira''. Lê mixabin
yekser kurdê me bawer dike û xwe nêzîk
dike û nerim dibe, bo nimûne, serokê partrîya gelî komara Tirkîyê,
Deniz Baykal di kongireyekî rojnamvanî de gotibû'' em ne li dijî kurdên
bakûrê îraqê ne, lê em tenha li dijî PKK-ê ne''. Bi rastî hemû
denge û terezoyên
raghandinî û helwêstên layanî kurdî bi piranî hatin guhartin,
li hember bi kesê kû sersextirîn dijminê gelê kurde û ji her kesî
pirtir dijeyetîya xala 140 Kerkukê dike ta
kû ve negire bo ser herêma Kurdistan. Herwe roj be roj gorên xelkê
me li bakûrî welat dikolê û perlemanterên ku bi îrada azad a gelê me
çûne nav perlemanê û rayadarên DTP û doza daxistina DTP-ê û serok
bajarên ku bi hilbijartina rewa bûne bi serekbajar, dike bi armancên nîçîrîya
xwe û ya gurgên har. Lê mixabin, ev rewþ bi hezaran sal liser me diqewimê, îro
binirin li siyaseta durûyî, rayadarên tirkan dibin kesên navbêjîvan
jibo li hevhatina Filastîn û Îsraîlê jibo berqerakirina aþtîyê li
Anqerê û di cihikî din ra hebûna 25 milyûn kurd kû bi hezaran sal li
ser wê axê dijîn den pê nadin û serkot dikin û linav dibin û bi
terror nav zet dikin. Lê ta nihajê gelek ji siyasetmedarên me û rewþenbîrên
me, sergermiyeke cedî nadine bi rewþa bakûrî Kurdistan, wek nemir Îbrahîm
Ehmed digot ''kilîta çareserîya gelê kurd di bakûrî welat da ye…''
ev gotin hêjayî dîrokeke zêrîne .herwa serokê herêm jî gotibû'' em
bi mafên 30 milyon kesê me re ne li bakûr'', herweha Mam Celal jî gotibû''em
pisîkekê jî radestî tirkan nakin, ev helwêst dîrokî ne, lê belê dibê
bi piratîkî jî were bi cihkirin ta kû rolên xwe ên dîrokî bi ser rûpelên
dîrokê de bisepînin. Ez bi reþkavþ bîr û boçûnên
xwe tînim sernivîs, eger kû bizava ramyarîya kurd, bi jîyarîyeke nûdem
û hestyar, nêzîk birewþa îro nebin ,û rewþenbî û ronakbîrên me bê
helwêst bin , wê bibin bi zemîneke xwaþ jibo dûbarekirina peymanên
lozan û ceza'êrê,û ,bi taybet piþtî kû emerîka 9 kesên îranî azad
kirin û wê dîdaran jî bikin,eger îran bû bi dostê emerîka sûrê jî
pêraye ,weko dîyare'' hemû ayetên neyaran bi navê qirkirina gelê kurd
dest pêdike'',herwa dîrokjî tu carî din jî rehmetê li me nakê. Hozan Xelîl Murþid Efrînî, rojnamevan li dezgey ''Aso
Xandan", li Silêmanî
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org