|
DÎROKEK BI BERXWEDANA GEL HATIYE AFRANDIN… Beþên 1, 2, 3 Hozan
X. Efrînî BEÞA YEKEMÎN Di
dîroka borî de gelek biserhat û buyerên cur bi cur li dijî gelê Kurd
li ser xak û stana welatê xwe ku bi hezaran salin têda dijîn
pêk hatiye. Lê
ew hemû koþtin û komkujiyên ku hatine kirin, tenê ji aliyên dewletikî
an rijîmekî ve nehatiye pêkanîn, hereweha ji aliyên hemû hêzên ku di
dema xwe de xaka pîroz a Kurdistan ê dagîrdikirin ve, ew buyerên ne
mirovî û dûr ji pirensîpên demokrasî û þarestaniyetê dihat bi rêvabirin. Ev
belge û rastiyên ku ji aliyê nivîskarên dîrokê ve hatine ser nivîs
û di nava rûpelên dafêr û pirtûkên dîrokê de hatine bicîkirin, Wan
rastiyana derdixîne holê, ji ber ku ji serdemên Sumerî û Aþuriyan û
ta Osmanliyan ((Tirkan)) û Ereb û Farsan ve, felsefeya komkujiyan li ser
gelên rojhilata navîn nehatin rawestandin û bi taybet piraniya wê li dijî
gelê Kurd bicîdikirin, ta îro jî berdewamiya xwe bi dijwarî heye. Lê
di rastiya wê de, gelek tiþt hene da ku bi hûrî were þirovekirin û çareseriyeka
rasteqîne jj bo wê bê dîtin.Ji ber ku gelê Kurd, tenê di navbera çar
neyaran de nîne. Lê belê di navbera gelek alî û sîstemên cur bi cur
de dijîn û bi hemû awayekî êriþ û dijeyatiya bê wêne li dijî Kurd
pêkhatiye û pêktên, ta niha jî tu çareserî di wî warî de nehatiye dîtin. Gelê
me di dirêjiya dîroka xebata xwe a rewa de, her dem destên dostaniyê û
hevaltiyê dane dij ber û neyarên xwe kiriye daxwaza aþitî û biratiyê
kiriye. Lê mixabin herdem, ji aliyen dijberan ve bi lêdan, têkdan, ji
navbirin, komkujî û nikolî kirin hatiye pêþwazî kirin û gelek dijwar
û bi hovîtî bersîvên Kurdan dane. Eger
mirov li rûpelên dîroka borî sêrbike û pir bi baþî bercav bike, dê
gelek encamên sêremer û
piraktîkiî bi destbixe, yên ku
di derbarê rewþa giþtî yê gelê Kurd û neyartî û dostaniya ku pêra
hatine kirin bibîne, hin ji wan encamên ku tên berçavên mirovan,
evin: Dûrketina
Gelê Kurd, Ji Xwendin û Xizmetgûzariyan. -Dûrketina
gelê Kurd ji xwendin û xizmetgûzariyên, hizrî, çandî, civakî û
jiyanî, ên pêwîst. Ew jî bi sedema rêgiriya desthilatdarên ku
Kurdistan dagîr û bindestkirine bûn, çumke eger rê bidana gelê kurd
jib o pêþxistina xwendin û xizmetgûzariyên ku felsefeyên jiyana gel pêþdixin,
di wê demê de, dê çavên wan zûtir vebibana û ev rewþa ku niha gelê
Kurd têda dijî çênedibû.Çumke gelê Kurd xwedanê gelek destan û
destkeftên dîrokê ye. Neyarên
gelê Kurd, bi berdewamî dijeyetiya kesayetiyên xwendevan û pêþkevtîxwazên
Kurd dikirin, çi bi pîlangerî û çi bi aþkere ji holê radikin û bi tu
carî rê nedane gelê Kurd ku hewil bide jib o pêþbikevin û bibe xwediyê
vîna azad û biryardan. -
Bandorê olî û ayînên cuda li ser kesayetiya Kurd bi þêwazekî pir
fereh buye û civak jihevxistiye. Ev jî buye sedema ku perçebûn û
nelihevî û paþkeftineka bê wêne di nava civaka Kurdan de çêbibe, ew têgeha
ku ji aliyên older û ayîndarên rêkeyên Neqiþbendî, Geylanî, ji
aliyek ve û Elewî, Ezîdî û fileh, ji aliyek din ve, bi navên parestina
pirensîpên olî û ayînên
ku bi çewtî ji aliyên Mile û Þêxên ku girêdayî dagîrkerên
Kurdistan ê, hatine nasîn û bicîkirin.
Ji bow ê yekê jî, gelê Kurd yeketiya rêzên neteweyetî xwe ji
hev pijiqandî û hatine belavkirin. Bo nimûne wek çawa di sala 1514 an
de, di þerê navbera Osmanî û Sefewiyan de derketibû û Kurdên ayîn
sune bi serokatiya Îdrîs Bidlîsî, çûne pal Osmaniyan (tirkiye) û Kurdên
ayîn þî,a, çûne pal Sefewîyan
(Îranî) û bo care yekê ku Kurdistan dibe bi du perçan. Axe,
Mile û Þêxan -Desthilatiya
Axe, Mile û Þêxan, her bi þêwazekî gelk balkêþ li ser gelê Kurd hebûye.
Ev siyaset ji hemû rengên þer û cengan
metirsîdar tir bûye jib o civaka Kurdan, ev jî ji siyaseta wan
desthiladarên bi navên Îslaman û li jêr perdeya Îslamî bûn ê,di
derheqê gelê kurd de bicî dikirin. Axe
û Þêx wek nûnrên desthilatên dagîrkeran li wî gundî û wê navçeyê
bûn, bê fermanê Axê gundan, nedibû ku kes zarokên xwe biþîne
debistanan yan bi jin bike yan jî serbest berdin ku dûrî desthilata Axê
bin. Lê li hemberî wê yekê jî, Axan nikarîbûn bi bê ferman û desturên
dagîrkeran tu pêngavê bavêjin, ev, tê wê wateyê ku Axe yekser wek polîsekî
baþ jib o parestina desthilata dagîrkeran, kar û xebat bi rêva birine û
dibin. Mile
û Þêxan heman kar kirine lê bi awayekî cuda û deshilatên dagîrkeran
bi fetwe û nifiran parestine, wek çawa Mileyê Xetî li baþûrê
Kurdistan li hemberî þoreþa mîr mihemed Rewandizî fetwe dank u ew kesên
bi mîr re binher gawirin û dê di agirê guhiþtê de biþewtin. Îxanet,
Ez Ezî û Ne Hezî. -Îxanet
û ez ezî û ne hezî. Wiþeyên ne pejirandîne, her çiqas jib o mirovan
pir giranin, lê mixabin di dîroka gelê Kurd de, her wek hêvana meyandina
mast di her serhildan û þoreþekê de hebûye û bi taybet îxanet, bi rêjeyeka
pir bilind di têkdan û þikestiya þoreþên Kurdan de, cihê xwe digirt. Herweha
çiqas serhildan û þoreþên gelê Kurd têkçûne, sedemên herî serekî
xedir û îxanet û parestina berjewendiyên tekekesî teng bûye, ew kiryar
jî, li ser
berjewendiyên giþtî re tê girtin, ku gel û doza rewa ya wê ne. Ev
berbextiya ku bi serê gelê Kurd yek bi dûv yek re tên kirin, hemû ji jêderên
îxanetê tên. Ji bo wê yekê, dibe ew têgeh û kiryarên xerap yên ku
dibn bi sedemen paþkeftin û ji navbirina deskeft û armancên gelê me, ji
aliyê rewþenbîr, siyasetvan û xebatkarên civakê sivîl ve bê
riswakirin û tu carî nayê pejirandin û bi tundî bê þermezarkirin. Lê
têgeha ez ezî, ew jî nexweþiyeka din yê bê dermane ku derd û kulên
gelê Kurd her zêdetirkiriye, gelek
car ji ber bi serxistina deng û bang û xwestên xwe, kesên bi hêz yan
xwedanê biryarê, pir caran, gel
fedayê wê têgeha ez ezîtiya xwe yê teng kiriye, jib o wê yekê, ew
nexweþî û têgeha bê derman ta roja îro jî, di nava rêzên partî û
rêkxistinên me de bandore xwe bi hêze û tu çareserî jib o wê nehatiye
dîtin, ew perçebûn û cudabûnên ku di nava refên gel de hene ji berhemên
wê têgeha nerewa ye. DÎROKEK
BI BERXWEDANA GEL HATIYE AFRANDIN BEÞKA
DUYEMÎN (2) Ew
encamên ku li beþka yekmîn hatine bi bîrxistin û ser nivîs, hindekin
ji wan encamên ku ji rastiyên dîroka borî yê gelê me ne. Di roja me îro
de, hîn hindek ji wan têgehên ku hatine zanîn, berdewamin û gelek bi
bandorin. Ji bo wê yekê, ji
erkê me hemûyane ku hewil bidin da ku wan têgehên ne rewa û bê sûd ji
nava civakê Kurdî
nehêlin û bê bandor bikin. Lê ew jî, dê bi þoreþeka nu yê
hizirî bibe, bê þoreþeka hizirî tu pêngav û pêþkeftinên bi encam
çênabin. Gelê
Kurd, di hemû qonaxekî de, rastî du bûyeran bûye. a yekemîn, îxanet
e, ya duyemîn jî, berxwedanî ye. Ev tê wê wateyê ku gelê Kurd, di
tevahiya jiyana xwe de, li hemberê xiyanetê,
herdem berxwedan kiriye û ta îro jî, îdame heye, lê, îro gelê
me xwedan biryar û vîna xwe yê azad e. Eger,
em, bi hûrî rewþa Kurdistan
ê, ya îro, bînin ber çavan, hilbete, dê gelek tiþtên renge bi reng
derkevin holê. Bo nimûne þoreþên gelê me, çi li Bakur, çi li Baþûr
û çi li Rojhilat û Rojavayê Kurdistan ê be, her bi dilsozî kar û
xebat û erkên xwe yên neteweyî bi cîkirine. Lê
mixabin, li hember wê jî, neyarên gel her destên xwe yên qirêj dirêjî
nava rêzên gel û rêkxistin û saziyên wê kirine û li gorî lawaziya
wan kesan ji xwe re xolam û peyayên xizmetyar peydakirine û li hemerî
serok û rêberên þoreþên Kurdan bi karanîne. Ev
têgehên bitirs û qirêj yên ji
serdemên Bedirxaniyan, Babanî û Þêx Se,id, Seyîd Riza, Axayê Simko,
Qazî Mihemed, Berzanî nemir û þehîd Qasimlo û ta rojên îro
jî mane û berdewam dikin, cihê nerihetiya wîjdanê mirovan e. Lê
belê, wek tê zanîn, ta niha, ne tevgera me ya siyasî, ne jî kesayetiyên
bi bandor tu çareserî yan ezmonek, ji dîrokê borî negirtine û ew aliyên
ku girtibin jî, bi temamî wernegirtine û metirsî bi roj bi dûv roj re
çêdibin û ji bo pêþeroja Kurdan, pirsgirêkeka mezin û aloz û bê wêne
çê dibe! Her
çiqas neyarên me sexit û dijwar bin,lê mixabin, ji bilî metirsî û têgehên
ku di nava civaka me de hene, welatên dîmokrat û xwedan hêz û biryar, yên
ku xwe bi dostên gelê me dizanin, di warên piraktîkî de bi awayeke
sivik û ne rewa nêzîk bûnan nîþan didin û herdem xwedanê helwestên
lawazin. Di
sala 1916 an de, bi rêkeftineka hevbeþî di navbera desthilatiya Firansa
û Îngilîzan de ku hatibû îmzekirin, careka din welatê me Kurdistan, ji
du parçan kirin bi çar parçan. Piþtra
birîna gelê Kurd her çû fereh bû û bê derman bû. Ji du rijîman em
xistin bin destên çar rijîmên dijwar ku ti carî dan bi hebûna gelê
Kurd nadin, heya bi tevger û rêxistinên siyasî re jî dibêjin; cudaxwaz
yan têkder an jî terrorist. Ev
rewþ, ta roja me îro jî, gelek
bi cedî berdewamiya xwe heye. Welatê Firansayê,
ji hemû dagîrkrên Kurdisatanê, ziravtir siyaseta parçegeriya
Kurdan û zalbûnê bi rêvabiriye. Ew
parçeyê Rojavayê Kurdistan ê ku di bin destên xwe de, dikarî
bike bi sê parçe, navçeyan ku pêkhatine ji
Cizîrê, Kobanî û Kurdaxê (Efrîn)ê da ku ti carî gel li hemberî
wan serî hilnede, heger hilbidê î dê ji hev pijiqî be û nelihev be.
Welatê
Firansisan, bi wê gava xwe ya bi kîna dagîrkeriyê, gelê Kurd li Rojavayê
Kurdistanê ji piraniya mafên xwezayî û rewa bê Beþ kir û riyên
azadiyê ji dest girt, da ku gelê Kurd ti carî nikaribe daxwaza azadî û
rizgariya xwe ji bin dagîrkeriya Firansayê bike. Lê
her çiqas tekoþîn û berxwedaniya gelê KIurd li hemberî siyaseta wê
welatî hebûye û bê helwest nemaye. Lê, hal û mercên herêmî û
navneteweyî ne guncaw bûn û ne di berjewendiyên Kurdan de bûn. Ji
ber ku her têgehên ne rêk yên her welatek ji wan welatên dagîrkeran,
berî hemû tiþtî bîr li berjewendiyên gelê û welatên xwe dikin, piþtî
wê, înca bîr li rêklam û piropagandeyên pûç û tewrîk dikin jib o
demokrasiya sextet bidin nîþandan û bifroþin bi gelên din. di
aliyê piraktîkî de, kar û xebatên wan welatan, dê gelek lawazbin, ji
ber ku siyaseta tewriya wan, gelek dûre û nakoke ji siyaseta piraktîkiya
wana. Demokrasiya wana tenê ji bo na parestina berjewendiyên xwe digel
welatên dagîrker û serdestin. Li
hemberê wê yekê, gelê Kurd
ta niha jî, bi çavekî dostanî li Emerîka û Ewropa dinêre. Lê belê,
di piraktîk de, em gelek lawaziyê ji aliyê wan ve dibînin û bê
helwêstin û nikarin berþivên tund bidin Tirkan, heman tiþt jib o Rewþa
me li Rojavayê Kurdistanê, JI ber berjewendiyên Îsraîl, Emerîka û
Ewropan naxwazin fiþarekî rast bidin Sûriye û parestina gelê Kurd
bikin. Ta
niha Emerîka û Ewropa li hemberî ew siyaset û komkujiyên ku rijîma
Bass bi derheqî gelê me li Rojavayê welêt dike, tu helwêsteke çedî û
piraktîkî nîþan ne da ye. Li
Rojavayê Kurdistan ê, rewþeka pir dijwar û bê wêne heye, ta niha jî
ti çareserî ji bo wê rewþê ne ji aliyê rijîm û ne jî opozisyon ve
nehatiye dîtin û Roj bi roj, ber bi aloziyeka gelek dijwar ve dice. Lê,
her çiqas gelê Kurd ji destên rijîmê desthilat, ne rihetiya hereî
mezin û zêde dikiþîne, lê, dîsan
her Newrozekê jî pîroz dike û xwînê jî dide. Dewleta
Sûriye, di her cejneka Newrozê de, dest bi koþtin û birîndarkirina gelê
me dike û wê roja pîroz têkdide, lê gelê Kurd bi berxwedana xwe, bersîva
wan nêzîk bûnên ne rewa dide, ên ku gelek dûrin ji pirensîp û rêzbendiyên
mafên mirovan ku bi xwe li ser wê morkirine. Li
gor bendê 8, an, a carnameya cîhanî ya mafên mirovan: Ji b o parestina
mafên bingehîn ên ku yasayê pêþkêþ kiriye, mafê hemû kesekî heye
ku di demên destdirêjî li mafan bê kirin, daxwaziya dadgehê bikin da ku
ew maf bêne parestin. Li
gor bendê 5, an ya carnameya cîhanî ya mafên mirovan: Nabê ti mirov bên
eþkencekirin û sizekirin, reftarên tund û tîjiya hovîtî û rûmet
birinê jî digel mirovan, nayekirin. Li
gor herdu bendên ku ji aliyê carnameya cîhanî ya mafên mirovan ve
hatiye pejirandin û bûye wek destureke fermî û ji aliyê piraniya welatên
cîhanî ve hatiye erê kirin. Ji
sala 1986 û ta îro jî, rojên Newroz ji bo Kurdên Rojavayê Kurdstan, bûne
rojên berxwedaniye. Di hmû Newrozeka pîroz de, rijîma bass, hewilî têkdan
û ji navbirina wa roja pîroz daye. Lê,
di rastiyê de, ta niha jî ti kes ji wan tawanbarên ku kokujiyê bi derheqê
gel kirine, ji aliyê desthilat ve ne hatine dadgeh kirin û serbest û
azadin. Di
roja 12e Adara 2004 an de, kom kujiyeka mezin ji aliyê peyaên rijîma Bass
ve li dijî genc û xelkên sivîl û bê guneh hate pêkanîn, li Cizîrê
û ta Kobanî û ta Kurdaxê, zêdetir ji 37 lawên Kurd þehîd ketin û bi
dehan birîndar bûn û bi hezaran jî hatin zîndan kirin ku hindek ji wan
jî di jêr eskenceyê de þehîd ketin. Li
hember wê komkujiyê, ne (UN) û ne jî Emerîka û Ewropa, ti helwêsteke
cedî û piraktîkî li hemberî Sûriye nîþan nedan, dengên nerizayetiyê
bilind nehatekirin, gelo ev tê çi wateyê..?
Li
gor biryar û destûr yasayê rêkxistina Yunîsko ku ser bi Neteweyên Yekbûyî
ye, di 30-09-2009 an de li Newyorkê ew pêþniyara ku ji aliyê welatên
aryanî ve ku li rojhilata navîn û Asya, Qafqasiya û hindek ji welatên
Balqanan ve, hatibû pêþkêþkirin, da ku weke rojeke Cîhanî û cejneke
fermî bê nasandin, piþtra (UN) biryar da ku ew
roj bibe bi rojeka Cîhanî roja Newroz wek rojeka Cîhanî hatiye
pejirandin û di 14-11-2009 an bi fermî hatiye ragihandin ku êdî ew roj
ji bo 300 milyon kese ku di serteserê cîhanê de tê pîrozkirin û dibe rêz
ji b o wê rojê bê girtin û were pîrozkirin. Lê
mixabin dewleta Suriye îsal jî xwe li hemberî vîna gelê me negirt û
careke din jî Newroza 2010 an li
bajarê Reqayê kir bi
komkujiyeke ne mirovî û bi hovîtiyeka bê wêne li dijî xelkên sivîl
ku tev jin û zarok û kal û pîr û gencan pêkanîn. Di
televizyona gelê Kurd Roj.Tv ê de, hate nîþandan ku çawa w xortê ku
benameyên þahiya ehenga Newroz ê Pêþkêþdike, bi mîkrefonê bang li hêzên
taybet yên rijîmê dike û dibêje tikaye, tikaye; teqe me kin teqe li gelê
me mekin, em gelikî aþitîxwazin, lê mixabin teqekirin û avêtina
rusiyan her li ser sere milet re bi awayeke hovîtî berdewam bû ta du bo sê
kes þehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn ji bilî girtî û binçavkiriyan. Lê
ji bexta gelê Kurd e ku serok
komarê Suriyê duh li ba welatên Emerîka û Ewrupa tawanbar bû, îro jî
dostê here nêzî wan e. Þandiyên
Emerîka û Ewrupayê, her dem
li paytexta Surye Þamê ne, roj bi roj pêwendî xurtir dibin. Libnan
bi dewlet û hikumet û opozisyona xwe ve, careka din, vegeriyan ser awaza
borî û def û zirne ji bo Þamê hatin lêdan. Lê,
ev nêzik bûn, dê ji bo dîrokê bibe bi demxeyeka reþ, ji ber ku xwîna
wan pakrewanên azadiyê bê bersîv namînin, gelê me di her demekê de
amadeye ku bi sere xwe û bi vîna xwe ya azad bergirî û parestina xwe yê
doz xwe ya rewa bike. Ji
mafê hemû gelên cîhanê ye ku ji bo bi dest xistina maf azadiyên xwe yên
rewa, tekoþînê pêþbixin. DÎROKEK
BI BERXWEDANA GEL HATIYE AFRANDIN BEÞKA
SÊYEMÎN (3) Ji
ber ku ji mafên her miletikiye ku tekoþîn û berxwedanê ji bo na hebûna
xwe bike û bi piraktîk, bicî bike. Bo
nimûne, di demên borî de û di despêka salên 1961 ta 1990 de, tevgera
me yê Baþûrê Kurdistan ê her çiqas li hember rijîmê Bas yê dîktetor,
þoreþger û berxwedanvan xwedan maf û doz bûye, nerîna Emerîka û
gelek ji welatên Ewropayê, ji bo tevgera siyasî Kurd li Baþûr, gelek bi
nerewayî dijimartin, dijeyetiya tevgerê pir bi cedî dikirin. Bo
nimûne, di dema ku li bajarê Firansayê konfiransek jib o mijara komujiya
Helebçeyê ji aliyê wî welatî ve û bi destpêþxerira xato Denyal Mêtêran
ve, hati bû l darxistin û seketêrê gîþtî yê Yekitiya Niþtîmaniya
Kurdistanê Mam Celal hati bû vexwendin, lê mixabin, bi daxwaza Emerîka,
Tirkiye, rê neda bi Mam Celal, da ku biçe beþdarî wê konfiransa dîrokî
bibe jib o þirovekirina rewþa wê komkujiyê. Gelek
caran di raghandin û rojname û kovarên Emerîka û Ewropan de, navên
pêþmerge û serkirdeyên Kurd yên Baþûrê Kurdistan ê ku niha berçavtirîn
rêber û seroketiyên Îraqê tên nasîn, bi rêgirvan û îsyançî didan
nasîn û bi çavekî ne rewa li doza gelê me dihat nerîn. Herwiha,
rêkkeftina ELceza,êr ê, nimûneya herî li berçave, çawa wezîrê
dervayê Emerîka pîlana ELceza,êrê bi serxist û þoreþa pîroz a
Kurdan Bi Seroketiya Nemir, Mustefa Barzanî ji hevxist û pêþmergeyên
Kurdan ji hev belav kir û þoreþ ji nav birin. piþtî
ku welatên Rojavayê û bi taybet Emerîka, dostaniya Sedam Hisên ji dest
dan, gelek guhirtinên bê wêne hatin çêkirin, bi taybet, helwesta xwe bi
qasî 180 pileyî li hemberî Kurdan veguhirt û êdî ew Kurdên ku berê
bi rêgirvan û îsyançî bi navdikirin, îro di ragihandinên xwe de kirin
þoreþvan û dozvanên doza rewa, lê ev jî her baþe eger dubre me ne xapînin,
gelo ma qey mirov van tiþtan ji hev dernaxîne..? Ma qey rastî di bin tûran
de dê her veþartî bimîne..? Lê
belê, þanseka me Kurdan li Baþûrê
welêt hebûye ku dost û serdilkê Emerîka, Sedam Hisên, dê li hemberî
Berjewendiyên Emerîka bikeve þaþtiyan û dê bibe bi neyarê Emerîkan,
piþtra Emerîka dê berê xwe bide tevgera Kurdan û neçar bibe pêwendiyên
dostaniyê digel Kurdan pêþbixîne, da
ku li dijî rijîma Sedamê xwînrêj bi kar bîne, piþtra tevgera Kurdî
li baþûrê welêt ji aliyê welatên rojavayê ve, bi nûnerên gel û þoreþger
hatin jimartin, çimkê eger we ne ba ya, Emerîka îro bi esanî ne diket
nava Îraqê û ew cihê ku îro têdaye, dê ji b o wana xewin û mehal
biba. Piþtî
wa alîkariya mezin ku rêberên partiyên Kurdan ji bo azadiya gelên Îraqê,
bi hêzên hevpeymanan re kirin, ta Îraq rizgar bû, bi tybet herdu deverên
here girîng bi rijandina xwîna pîrozî pêþmergeyên gelê Kurd hatin
azad kirin,lê mixabin, piþtra, ew soz û peymanên ku bi ziman da bûn
Kurdan bicî nekirin, da ku welatên Erebî û Tirk û Farisan nerihet nebin
û ji helwesta Emerîkan razîbin. Li
Bakurê Kurdistan ê, di qonaxeke gelek hestyar de derbaz dibe, gelê me bi
piþtîvaniya genc û lawên her çar aliyên welêt, di nava tekoþîn û
xebateke bê sînor de ne, ji ber ku ewna bi hûrî û bi baþ rastiya riya
xwe naskirine ku xwediyên doza rewa ne, bi pirensîp û pirogramin, ew tekoþîn
tev bi dilsozî û bi berxwedaniyê birêva diçe. Lê
mixabin, ji ber ku ta niha jî
Berjewendiyên giþtî Emerîka û welatên Ewrupayê bi Tirkan re zêdetirî
yê Kurdan e, Emerîka û Ewrupa, dê zû bi zû Kurdan nepejirînin û dê
bi terrorist û teþqelçî bijmêrin, da ku berjewendiyên xwe li ba
Tirkiye biparêzin. Lê,
ew roj jî, dê were ku mîna bi serê Sedam Hisên hat, dê bi serê Tirkan
jî bê, ne dûre ku li bakurî
welêt, Emerîka bibe nêzîktirîn dostê tevgera Kurdan, ew
tevgera ku bi terrorîstî dizanin, dê bi þoreþger û xwedan doz bizanin
û dê rêberê wê ji Îmraliyê azad
bikin û mîna serokê baþûrê Efrîqayê yê sembolîk û þoreþger
Naylson Mandêla jî, dê di koçka sipîda bê pêþwazî kirin. Dibe
hindek kesên xwepirzan dibînin, bi nêrînên min nerihet bibin û min bi
nivîskarekî xeyalcî yan jî bi…….binasînin, lê ez van tiþtan ji bo
dîrokê dinivîsim, ez jib o derxistina rastiyên doza me ya rewa dinivîsim
ne ji bo dilxweþkirina dilan û mirazan û tiþtên din… Ji
ber ku ti kesî bawer nedikir ku rojek dê bê, Mandêlayê ku di nav
lîsteya terrorê ya Emerîka de cih digirt, jib o roja ji dayikbûnê bo wî
welatatî bê vexwendin, û wezîrê
dervayê Emerîka xato Hîlerî Kilînton jî destê Mandêla maçkir, taw
ê demê jî, Mandêla her di lisî terrorê de bû. Ji
ber ku Emerîka pir baþ dizane ku tevgera Kurd li Bakurê Kurdisatn ê
ji bo mafên gelê xwe dixebite û aþitîxwaze, bi berdewamî çêra
aþitî û biratî, wekhevî û demokrasiyê dike, lê li hember wê jî,
serleþker û hikumeta Tirkan, hemû tiþtî bin pê dikin û rastiyan vediþêrin
û partî û rêkxistinên sivîl bi terrorîst
tawanbar dikin û muleta xebata legal ji wan distînin. Di
vir de, pirsyaek xwe derdixe hole; Aye Emerîka nizane kî mafdare û kî
tawanbare..? Heger
Emerîka û Ewrupayê bibêjin ji ber ku Partiya Karkerên Kurdistan ê serkêþiya
tevgera Kurdistana Bakur dike û Partiya Karkerên Kurdistan ê jî di lîsta
terrore de ye, em alîgirê wê tevgerê nakin, jib o wê yekê em digel
Tirkiye ji bo ji navbirina Partiya Karkerên Kurdistan ê têdikoþin. Baþe,
heger em bibêjin bername û pirogramên Partiya Karkerên Kurdistan
ê li dijî siyaseta Emerîka û ya welatên Ewrupayê ye, gelo aye tevgera
Îhsan Nuredîn Paþa, Þêx Se,îdê Kal, Seyîd Rizayê Dêrsimî, çi bûn,
li deijî welatên rojava nebûn..? Aye
ewna jî xwedan bername û pêrewên navxweyî li dijî Împeryaliyê bûn..? Aya
ewna jî ketibûn nava lîsteya terroristan, a bi nav û bang ku ji aliyê
Emerîka û Ewrupaya demokrat ve t ê serpereþtî kirin.? Çima
ti welatên Cîhanî di demên borî de jib o ew komkujiyên ku li Zîlan,
Dersîm û Pîran li dijî Kurdan pêk hati bûn, dengên xwe li hemberî
Tirkan bilind nekirin û negotin; gelê Kurd mafdare û hûn ne mafdarin.
Heta Neteweyên Hevgirtî jî negotin Tirkiye jib o komkujiyên li dijî
Kurdan tawanbare..? Lê
mixabin, ew welatên navborî, berjewendiyên xwe dixin ser berjewendiyên
gelê Kurd û hemû gelên blindest û stem lê kirine. Li
Rojhilata Kurdistan heman tiþt heye, ta niha ne welatên Ewropa û ne jî
welatên Emerîka, piroje yan bernameyeka cedî ji bo piþtgiriya tevgera
Kurdan di arada nînin, ne bi aþkere û ne jî bi nihênî, ji ber ku ta
niha jî hewil didin ku welatê Îranê nerim bikin û qazenc bikin da ku li
hemberî dest ji çêkirina wizeya otomî berde û bi welatê Îsraîlê re,
nerîna dijmantiyê rawestîne û bibe bi welatek bê leyan û dan bi hebûn
welateke Cihû di navçeyê de bide. Em
jî, weke gelê Kurd, digel mafên hemû gelên Cîhanê ne, gelê Israîlê jî di nav de ye. Di
rewþkê wiha de tevgera Kurdan dibe Qurbanî ji b o wan terezuyên siyasî
yên di navbera hêzên herêmî û cîhanî de tên pêþxistin. Lê
bi awayekî nûjen û ji yê berê cudatire, her çiqas jî em di dilê xwe
de dibêjin rewþa dinê hatiye guhirtin û neyarên me nikarin weko caran
sitem û xedrê li me bikin, Emerîka û demokrasiyên Ewropan bi hêzin, lê
mixabin di rastiyê de me Kurdan, çi li rexê bakur û çi li rexê rojava
û rojhilatê ti sûdeke berçav wernegirtî, çi Emerîka û çi Ewropa, di
serî de berjewendiyên xwe û yên gelên xwe di ser hemû tiþtî re diparêzin
û bi bingeh digrin. -Hozan
Xelîl Efrînî -Kurdistan )
30-04-2010
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org