Doza rewa û dadwerên ne rewa …?

 

Hozan Xelîl Murþid

 

 

Doza rewa ango xewendarî li mafên rewa û dadî derketine,û li hemberî ne rewa bûnê tekoþîn û rêbaza bi dîmokrat bûn, û derxistina rastîyên kû veþartîne,,lê eger mirov pir bi zirav li dîroka gelan sêr bike, wê gelek tiþtên sêr û semer  bibînin, bi taybet di derbarê maf û azadî û doza rewa de,li nav baxçe û zevî yên dadwerên ne rewa de.

 Di roja îro de ,bêtir li 231 welat kû ji hêlî saziya welatîyên yekgirtî ve têne naskirin û bi fermî den pê didin, herwa hindek welat ji wan  hene 50 hezarî derbas nake û endame li (un) de, lê mixabin mîletî kurd  kû 50 milyûn derbas dike ,ne tenê ne endame, herwa navjî di listên wan re derbasnabe .

Ev rûreþîya dadwerîya sîstema navnteweyî nîþan dide

Kû çend bi rewa û wek hevî kar û barên xwe yên dîrokî birêve dibe,jiber kû mafên 50 hazar kes heye jibo bibe bi dewlet, lê mafê 50 milyûnî nine bibe bi xwedî maf û jiyaneke azad wek hemû gelên din…

Baþe mafê gelan çawa ye yan çawa dest pê dike û çun bi dest dixin. Eger bi çek û þerr be ji  kurdan bêtir kesî jibo azadîya xwe þerr nekirîye, eger bi xizmet û alêkarîyê gelên cîran û direwse  be,disan jî kesî ji gelê me bêtir nekirîye,eger bi aþtî û dîmokratî jî be hîç kesikî ji me bêtir ew rêbaza bi gurî yasa û magezagonên navneteweyî ci be cê nekirîye.

ma gelo  gelê me û çibike ta kû bikaribe bibe bi endameke normal di nav sîstem û rêdana jiyanî ya gelên cîhan…?.

Ma gelo tewan li ser kêye …emin yan dijbere…?.ma gelo derfetike baþ wek gelên dinî li cîhan , ji gelê kurd re çê bibe yan na…?eger çê bû bizava rizgarîya neteweyîa kurd li her çar perçên welat wê çiqas jê re amede bê ,…?.

lê lê mixabin her derfetik kû çê bûye yekser neyarên me dest ji hemû nakokî û dijberîyên xwe berdane ,û li ser tinekirina gelê kurd li hev hatine, û þûrên xwe dane ber milên gelê me, ji serdemên selcûqî û osmanî û ta sefewî û ataturkî û sadamî û esedî xumeynî, lê herdemjî dadwerên rojavay ve hatîye dadgekirin û di dawîyê de kurd bûye bi qurban berjewendîyên tesk yên welatên rojavayî , çi firansa,,birêtanîya,rosîya,û bi taybet  emerîka , ji ber kû rûleke mezin û ne rewa hebû di peymana cezayîrê de û di têkdana þoreþa neteweyî gelê kurd li baþûrê welat bi rêberetîya rihmetî nemir mile mustefa de…

herwa bûyerên kû di dîroka borî de qewumîne nîþanê wê rastîyê ne,

Îro roja ser li nûve li xwe vegerîne, jibo derxistina  wan rastîyên  kû hindayî bi bûn, sîstema berê ya cîhan têk çû û sîstemeke nû hate hole, gelek welatên bi çûk û gelên bê maf bûn bi xwedî dewlet û maf û azadî ,

lê gelê me bû bi armanca çakûç û sindan ,li baþûr piþtî bi hazaran qurbanî dan ji komkûjî bi komal ta enfal û kîmye baranî, teze di bin navên cur be cur de ta kû ev deskeft hate bi destxistin,.lê careke din çavên neyaran teng bûn, û dest bi xwandina ayetên qirkirina gelê kurd kirin, rijîmek  di bin nave hebûna pkk de gefan dike, rijîmeke din di bin nave hebûna pjak ê de gefan dike, û rijîma sûrê jî virda wê da xwe lib a dike, jibo ew þofînîyeta xwe ya dîrokî li dijî gelê kurde bîne hole,û beþeke xwe li kûþtina kurd da de hebe,  herwa rijîma bagdadê jî bi nave firotina petrolê ya kurdistanê gefan dike, kû her çend kurd jî di serwerê wê da jî ci digirin lê diyare ereb bi hêztire .

Eger em van nêzîketîyan berçav bikin jimere  rastîyên nû derdikevin hole, kû evin,

-emerîka û rosîya ser li nûve ketine nava milmilanî û fereh kirina sînoran

-careke din cemser têne avakirin, lê mixabin kurd têda çî nagire…

-mijara lûbnan û fîlestîn , ji nûve gerim,û destên îran û sûrê jî pir fereh bûye, û metirsî jî bêtir dibe.

-lêdana hizib ala nêzîk bûye ,jibo gelê lubnan careke bibe bi qurbana îran ê wek sala 2006 an, çumkê her kû lêdana îranê nêzîk dibe hizib ala xwe derdixe pêþ.

Lê mixabin jibo mijara doza rewa a gelê kurd , ta niha ne kongirek yan jî giftu goyek çareserî nebû ye, îro li anqerê serdozgerî biryara daxistina dtp kû bi milyûnan yapî û leyengerên xwe li bakûrde heye ,û 221 reveber û serkirdey çalakî dtp her yekî 5 sal ji kar û xebata siyasî dûr dixin ,li mixabin hemû hikumet û dewletên dine bê dengin,.. jiber kû gelê kurd xwedîyê doza rewa ye, û doza xwe  li ser masa dadwerên ne rewa de têne ,dadgehkirin.ev jî dibe bi sedema kû doza rewa li ber çavên neyaran bi terror û bi eþqîya were jimartin,lê dîrok û felek wê her carekê bibin bi xwedî wîjdan û dadwerên ne rewa ji ser masa dadgehîyê dûr bixîne û gelê kurd êdî bi be bi xwe maf û azadîya xwe.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org