Hozan EFRÎNÎ: Li gor biryar û destûr yasaya  Neteweyên Yekbûyî, Suriye ji bo qedexekrina Newrozê û komkujiya Reqayê pêþilkar û tawanbare

 

Hevdîtin: Arî Celal

 
   

Malpera me Chahr.Org,  bi girîng zanî ku ji bo þopandin û naskirina rewþa giþtî gelê Kurd li Kurdistan ê, di warên mafî û siyasî û pîrozkirina Newrozê û komkujiya Reqayê, hevdîtinek taybet digel rojnamevan û nûnerê Komeleya Kenedî-Kurdî Ya Mafên Mirovan Li Kurdistan, rêzdar, Hozan Xelîl Murþid Efrînî pêþbixin, herweha rêzdar Efrînî bi awayeke sade û zelal bersivên pirsyarên me da û bi vê þêwazê ku  li jêr ji bo Malpera me Chahr.Org dazanîn:

Chahr.Org: Hûn wek rojnamevan û çalakvanekî mafên mirovan, rewþê gelê Kurd li Kurdistan û wan þûnên têda dijîn çawa dibînin..?

Hozan Efrînî: Eger mirov bi berferehî li ser wê pirsyarawe bisekinê, di warî þirovekirinê de, dê gelek tiþtên cur be cur derkevin holê. Ji ber ku gelê Kurd bi hezaran sale ku  li ser xak û þûnwarên xwe ne, bi berdewamî jî xwedanê rûmet û navbangên xwe bûne û ti carî jî xiyanet li direws û  hevcîwarên xwe nekirine. Lê mixabin herdem jî ji aliyê direwse û ew desthilatên ku li ser Kurdistan ê de zalbûne û dagîrkeriya xwe didomînin, gelek binpêkirin û pêþilkirina mafên mirovan li hemberî Kurdan kirine û ta niha jî berdewamin.

Rewþa mafê mirovan li çar aliyên Kurdistan, hîn jî gelek bi nerewayî tê binpêkirin û naye parestin, çi li Tirkiye, Îran, Suriye û Îraqê jî, li her aliyekî welat binpêkirin û çawsandin bi rêjeyaka pir mezin heye û roj bi roj berferehtir dibe, lê mixabin ew bûyerên binpêkirinê yên ku li dijî gelê Kurd birêva diçe ji aliyê  rêkxistina mafên mirovan yê neteweyên yekgirtî ve, bi cedi nayê hiþyarîkirin û ti biryar û sizeyên pêwîst naye bicîkirin, ev nêzîkbûn jî wek alîkariyek mezine ji bo ew rijîmên ku welatê me dagîrkirine ye.

Chahr.Org: Rewþa dawî yê rojavayê Kurdistan ê çiye û bi taybet piþtî bûyera pîrozkirina Newroz ê li bajarê Reqayê, hûn di aliyê mafî û desturî de çawa wê komkujiyê dinirxînin ku di demekê de bû ew roj ji aliyê (UN)ê ve û di yûnîsko ve bi rojeke cîhanî û yasayî hatiye raghandin û ji aliyê sekretêrê giþtî a neteweyên yekbuyî ve Newroza Îsal bi peyamekê li hemû gelên aryanî pîrozkir…?

Hozan Efrînî: li rojavayê Kurdistan ê,  pêtir ji 3 milyon û nîv kes heye, lê belê li gor destur yasaya bingehîn yê Suriye, ti xal yan jî ti tiþteke nû ku rastiya hebûna mafên gelê Kurd li nav stan û nexþeya welatê Suriye binasîne, di ara de nînin.

li rojavayê Kurdistan ê, rewþeka pir aloz heye û ta niha jî ti çareserî  jib o wê rewþê ne ji aliyê rijîm û ne jî opozisyon ve nehatiye dîtin. Roj bi roj ber bi nelihevî û alozbûneka gelek dijwar ve diçe, lê gelê Kurd nerihetiya here mezin û zêde dikþne û hemû Newrozek lê dikin jehir û ziqnebut, lê gelê Kurd bi berxwedan û qehremantiya xwe, bersîva wan nêzîkbûnên nerewa dide ên  dûr li pirensîp û rêzbendiyên mafên mirovan ku bi xwe li ser wê morkirine.

Ji sala 1986 û ta îro jî, rojên Newoz ji bo Kurdên Rojavayê Kurdstan, bûne rojên xwînrijîn û birîndarî û berxwedaniye. Di hmû Newrozeka pîroz de, rijîma bass û peyayên xwe yên bikirêgirtî, hewlî têkdan û ji navbirina wa roja pîr wê dane, lê ta niha jî ti kes ji wan tawanbaran ji aliyê desthilat ve nehatine dadgehkirin û binpîkirina mafên mirovan li berçav nagirin.

Li gor birya û destûr yasayê rêkxistina Yunîsko ku ser bi Neteweyên Yekbûyî ye, di 30-09-2009 an de li Newyorkê ew pêþniyara ku ji aliyê welatên Îran, Efxanistan, Tacîkestan, Qîrxîstan, Ozbêkistan, Ezirbeycan û Tirkiye ve hatibû pêþkêþkirin, daku weke rojeke Cîhanî û cejneke fermî bê nasandin, piþî ku (UN) lêkolîn û liserçûn ji bo wê  rojê kir û bi piraniya dengan Roja Newroz wek rojaeka Cîhanî hatiye destnîþankirin û di 14-11-2009 an bi fermî hatiye ragihandin ku êdî ew roj ji bo 300 milyon kese ku di serteserê cîhanê de tê pîrozkirin û dibe rêz ji b o wê rojê bê girtin û were pîrozkirin.

Lê mixabin dewleta Suriye îsal jî xwe negirt û careke din Jî Newroza Medan  li bajarê Reqayê  kir bi nexweþî û þînî û komkujiyeke nemirovî û bi hovîtî li dijî xelkên sivîl ku tev jin û zarok û kal û pîr û gencan pêkanîn. Di Roj.Tv ê de, hate pêþandan ku Pêþkêþkvanê ehenga Newroz ê li ser þanoyê bang li hêzên taybet yên rijîm dike û dibêje teqe li me gelê me mekin em aþitîxwazin, lê mixabin teqekirin û avêtina rusiyan her li ser sere milet bi hovîtî berdewam bû.

 Tê wê wetayê ku dewleta Suriye, endam Neteweyên Yekbûyî ye, ew biryara ku ji aliyê (UN)ê ve derketiye,  bicî nekir û du tawanên qirêj  bi hevra kirin, ya yekê, binpîkirin û rêznegirtina biryar û vîna neteneweyên yekbuyî ku welatê Suriye jî bixwe pesendkiri bû, ya duyemîn jî ewe ku di roja cejina Newrozê ku ji aliyê 300 milyon kes v ji 3000 sal vet ê pîrozkirin û bi awayeke hovîtî û dûr li mentiqî mirovan ew komkûjiya pêkaniye.

Li gor biryar û destûr yasaya Neteweyên Yekbûyî, Suriya ji bo qedexekrina Newrozê û komkujiya Reqayê pêþilkar û tawanbare.

Ev nêzîkbûn, di demên pêþ de, dê gelek kêþe û kêþmeyên bê wêne bi xwe re bîne. Li hember wê yekê jî, gelê me her banga aþitî û demokrasiyê dike, gelê me xwedanê vîna Azade û gelek baþ li dîroka xwe yê borî û niha jî têghîþtiye û bi þêwazeke guncaw kar û çalakiyên xwe birêve dibe û amadeye ji bo bi destxistina maf û azadiyên xwe di çarçoveya welatê Suriye de û dilsoziya xelkên me li aliyên dinî mKurdistanin, dê tekoþîneke bê wêne jî pêþbixînin.

Chahr.Org: li bajarê Silêmaniyê çalakiyek ji aliyê rewþenbîr û xwendevanên rojavayê Kurdistan ê ve pêkhat, di belavokê de hatibû zanîn ku kesayetî û partiyên siyasî her çar aliyên Kurdistan beþdar bûn ji bilî partiyên siyasî yên rojavayê Kurdistan, gelo ji bo çi ew nehatin û diba ku ew çalakî ji aliyê wan ve,  pêk bihata …?

Hozan Efrînî: raste ew çalakiya bi destpêþxeriya rewþenbîr û xwendevanên me li Silêmaniyê hate li daristin û partî û aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê jî hatin vexwendin, lê mixabin,  wek ji me re hate ragihandin ku ew beþdar nabin û hindek ji wan partiyên civata siyasî jî endam û xwendevanên xwe hiþyarî da bûn daku beþdarê wê çalakiyê nebin.

Em pir xemgînin bûn ku di rojek wisa de, helwestên cuda ji nava me derkevin hole, kak Ebdulbaqî û kak Þelal û kak Mihemed Hemo û kak Behcet jî wê yekê baþ dizanin ku çiqas çalakiyên ku ji aliyê partiyên civata siyasî ve hatine kirin,  ez bi wan re hem alîkar bûme û hem jî beþdar bûme wek kasayetiyek serbixwe û bê alî.

 Lê mixabin nizanim ji ber çi mijarê bi vî awayî biryar standin û beþdarî çalakiyek wisa ku gelek girîngiya wê jib o riswakirina komkujiya ku li dijî gelê me pêk hatiye hebû.

Li hemberê wê yekê,  gelek þandiyên partî û rêxistin û kesayetiyên her sê aliyên din ên Kurdistanê ji siyasetvan û hunermen, perlementer û jimareyek ji hêzên paresin jib o parestina cihê çalakiya me beþdarê wê çlakiyê bûn û em spasdarê wane ne.

Armanca me ji wê çalakiyê ew bû ku em komujiya Reqayê riswa û þermezar bikin digel amadekirina raportek jib o nivîsgeha (UN) ê li Hwelêra paytext.

 

Chahr.Org: Îro, Baþurê Kurdistan ê rizgar û Azade, gelo rewþa Kurdên wê alî ji yên aliyên dinî Kurdistan baþtir nîne..?

Hozan Efrînî: Weko têzanîn ku rewþa Kurdan li her aliyên welat hîn jî tewaw û guncaw ne bû ye. Lê   her çiqas li Baþûrê Kurdistanê, herêmeka Azad û nîv xweserî heye, lê ta niha jî ew navçeyên ku ji aliyê rijîma binkeftî yê dîktetor ve ji Kurdistan ê hatibûn birîn, nehatin vegerandin.

Rewþa gelê me I herêma Kurdistanê,  ji demên borî baþtire û dê baþtir jî bibe, ji ber ku aboriya xwe roj bi roj zêdetir dibe û çandin û petrol ber bi zêde bûn û berferehbûnê ve diçe.

 Lê dîsan jî li gor destûra nû yê Îraqê ku pêwîste li gor xala 140,ê ew navçeyên qitkirî hemûyan vegerînin ser nexþeya herêma Kurdistanê. Lê mixabin hîn jî tiþtek ji bendên xala destûrî   ya 140, ê,  ji aliyê hikumeta navendî a fedral ve, nehatiye bicîkirin. Hin ji hêzên þoven yên di nava dewletê de ku zalin, bi hîç care naxwazin xala 140, ê were rojeva perleman û civata wezîran ya Îraqê.

Ew aliyên þoven yên Îraqî, bi berdewamî di hewildanên nerewa de ne, dako ew  xala destûrî pêk neyê û ew þûnwarên ku ji herêma fedral hatibûn birîn venegerin  ser nexþeya herêma Kurdistan ê ku navçeyên qitkirî evin; Kerkûk, Dûz Xormeto, Xaneqîn, Bedre, mendelî û Þengalin.

 Weko tê pêþbînî kirin ku dîsan jî,  pêþeroja herêma Azad,  dê her di metirsiyê de be, çumkê li Îraqê,  hîn jî, hêzên þoven xwedan rol û biryarin. Ew mijar, di demên pêþ de, dê gelek ser îþî û neliheviyê bi xwe re bîne holê.

Ji ber wê yekê, ew erk dikeve ser milê seroketiya herêm û serkirdeyên Kurd ên li Bexdadê  ku nûneretiya Kurdan dikin. Dibe  ku Kurd di perlemana Îraqê de yekgirtî bin, wek, serokê Herêma Kurdistan ê  birêz Mesud Barzanî jî, di gotinek xwe de dibêje:” li herêma Kurdistan ê de nakokî û kêþeyên me Kurdan çi dibin bila bibin, lê dibe li Bexdadê em yekbin”. Ew helwest gelek di cihê xwe de ye û dibe hemû hêzên Kurdan di perlementoya Îraqê de her yek rêz bin û berjewendiyên neteweyî di ser hemû tiþtî re bigirin.

Chahr.Org: gelo  posta serok komariyê careka din bikeve dest  Kurdan, Mam Celal ji bo pêþroja Îraqê dikare hêz û aliyên raqî ji hev nêz bike, daku parestina berjewendiyên gelê Kurd û ên din ku di Îraqê de dijîn were kirin, yan hûn çawa dibînin--?

Hozan Efrînî: bê guman Kesayetiya Mam Celal ji b o Îraqîyan gelek girîng û mezin e, ji bo wê yekê pêwîste aliyên Erebî û Tirkmanî nebin asteng û rêgiriyê nekin ji bo posta serok komariyê  ji Mam Celal re, bi taybet piþtî ku derket hole ku role Mam Celal di avakirina Îraqê de û di pêþxistin û ji hevnêzîk kirina hêzên Îraqî ji bo parestina berjewendiyên Îraqê gelek diyar û li ber çav bûye, kesekî  ji Ereban, nikare wek Mam Celal bi dilsozî xizmeta Îraqê bike.

Di vê care de, Îraq dê pêwîstiya xwe zêdetir bi rolê Mam Celal hebe. Ji ber ku Mam Celal, digel hemû aliyên Îraqî xwedî rol û pêwendiyên baþe, bi taybet piþtî ragihandina encamên hilbijartinan û derketina nêrînên cur be cur li ser pêkanîna hikumeteka hevbeþ û bi rêkkeftin, dê gelek zehmet be ku postê serok komariye ji bilî Mam Celal, bikeve destên kesayetiyên þovenîst û dijbi Kurd, weke Oseme Nicêfî û Tariq Elheþimî, dê terezuya siyasî û ewlekariya Îraqê hemû bighure û rewþ aloztir dibe, wê demê ew kes nkarin bandore xwe li ser pirsgirêkên Îraqiyan bikin û egerê bûyerên çavrê nekirî dê bên holê.

Ez di wê bawerê de me ku aliyên Kurdî, dê nebin rêgir ji b o posta Mam Celal, heta bizava Gorran jî dibe bipejirîne ku ew post ji bo Mam Celal be, her çiqas j bandor û desthilata wê postê kême jî, lê ji bo me Kurdan, dê her girîng be.

Chahr.Org: gelo bi nêrîna we; rewþa Bakurê Kurdistan ê li gor salên borî baþtir ne bû ye, bi taybet di pîrozkirina Newroz a îsal de gelek nêrînên cuda û li berjewendiyên doza gelê Kurd derketine pêþ, div ê derbarê de hûn çawa dinirxînin..?

Hozan Efrînî: li Bakurê welêt, hijmara gelê Kurd bêtir ji 25 milyonan heye, 22 parêzgehên Kurdan heye, lê rewþ, gelek hestyare, ev bêtir ji 30 salan ne, gelê Kurd bi rêberetiya Partiya Karkerên Kurdistan, dikarî bikeve nava tekoþîn û xebateke tev bi berxwedan û lehengî, piþtî xeweka kûr û dirêj,  careka din hiþyar bû û vîna xwe yê azad bi destxwe xist.

 Di demeke berê de  ku bi ti carî nikarî bû,  bibêje ez Kurdim û nikarî bû xwedî li mafên xwe ên xwezayî derkeve û di jiyana xwe de bibe bi xwedanê vîna xwe yê azad. Lê  îro bi eþkere dibêje ez Kurdim û ne Tirkê çiyayî me, xwedan mafim û ne trorîstim.

Ev pêngav gelek cedî û di cihê xwe de bû, êdî gelê Kurd li Bakur bûye xwedanê doz û þoreþ û cemewereka berfereh û xurtvîn. Bi taybet bi sazkirina partî û rêkxistinên siyasî, wek HEP , DEP, HADEP, DEHAP, DTP Û BDP ê ku îro 99 e bajar  û bajarok di bin destê BDP ê de ne digel 20 perlementer û endamê sosyaldemokrat a navneteweyî ye.

Newroz a îsal hemû rastî derxistin holê ku ji bajarê Geverê,  ta Amed û Stenbulê tev bi reng û dîmenên Newroz a Medan xemilîn.

Herweha, Serokê  komara Tirkiye, Ebdulah Gûl jî bi xwe aigir vêxist û di nava berpirs û endamên xwe de, Newroz pîroz kir.

Tenê li paytexta Kurdistan ê bêtir ji yek milyon û nîv kes beþdarî ehenga û þahiya pîrozkirina Newroz ê bûn, bi coþ û xweþyeke mezin û dûr li kêþe û kêþme bû, bi wê pêngavê,  gelê me rastiya doza xwe ya rewa nîþanê nêrîna giþtî yê herêmî û Cîhanî jî  da, bi balkêþî, got bijî azadî, na jib o koletî.

Lê metirsî hîn jî bêtire û egera kodetayekî serbazî jî li dijî hikumeta Dad û Geþepêdanê di ara de heye, dibe tevgera rizgariya gelê Kurd, gelek bi hûrdarî vê yekê li berçav bigire û tekbîr û berheviyên pêwîst û cedi bigre berdest, daku komkujî û bûyerên ne mirovî dernekevin holê û dîroka borî li me dubare nebe.

Chahr.Org: li Amedê, di cejna Newroz ê de, Serokê berê yê DTP a girtî rêzdar Ehmed Tirk û serokê BDP ê rêzdar Selahedîn Demîrtaþ careke din jî bi eþkere û li pêþ yek milyon û nîv kes anî ziman ku pirsgirêka Kurd bi bê Ocalan û PKK e çareser nabe, gelo tirkiye vê nêrînê dipejirîne yan dê pêþeroja wê pirsgirêkê çawa be..?

Hozan Efrînî: bi rastî, ev pirsyareka hestyare, eger rastî bê gotin her tale û eger naye gotin dê her taltir û tawan be, lê ezê wek hizir û bîrê xwe bînim ser ziman. Eger em li Newroz a Amed û wane û gever û Riha û stanbulê binirin û bi zanistî û mafperwerî binirxînin, dê gotina herdu berêzan di cihê xwede be ku di ware piraktîkî de pirsgirêka Kurd li Bakurê welêt bê Ocalan û PKK e dê ti çareseriyeke rast û guncaw û tewaw bi xwe re nayîne, ji ber ku partiya Aþitî û demokratîk jî li ser bingehê gelê Kurd ava bûye û gelê Kurd jî bi piranî jî digel PKK û rêberê Koma Civakên Gelê Kurdistan de ne, ev tê wê wetayê ku bi bê Ocelan û PKK e ti çareseriyek baþ li bakurê Kurdistan çênabe.

 Chahr.Org: div ê dawiyê de Îsrail 6 balefirên cengî bê þofêr firoþ bi Tirkie, aye ev jib o Kurdan metirsîdar nine..?

Hozan Efrînî: bi rastî ez bi xwe ji siyasea Îsrailê ya li hemberê gelê Kurd dike nerihetim, ji ber ku Îsraîl baþ dizane ku dewleta Tirkan div ê demê de tenê digel Kurdan di þerr da ye, herkes nasdike ku ew firokeyên nû û modêrine  ji bo lêdana Kurdan e, gereke welatê Îsraîl ew kar nekiraya.

Kurd ne dijminê çi kesiye û nejî yê çi welatiye, gelê Kurd çi li Kurdistan û çi li deverên din yê Cîhan, her aþitîxwaz û demokratxwaze û tekoþîn dike jib o maf û azadiyên xwe.

Hêvîdarin ku hemû welatek hewi bide bax û gurzên gul û çîçekan bidin bi Tirkiye, ne top û tang û firokeyên cengî be.

Chahr.Org: gelo weko Îran cejna Newrozê pîroz dike, rê dide bi gelê Kurd daku bi azadî Newroza xwe pîroz bike..?

Hozan Efrînî: Îran yek ji wan welatên ku bi fermî cejna Newrozê pîroz dike, lê Kurd jî dikar bi þêwazekî normal pîroz bike, lê eger bi têgeha siyasî amadekariya wê rojê bikin, desthilat dê destêwerdanê bike.

Li welatê Îran ê, Newroz wek cejneka sembolîke, jib o wê yekê jî div ê Newrozê de gelek serok komarên wan welatên ku têda Newroz tê pîrozkirin li Tehran ê kombûn û Newroz bi hev re pîroz kirin k serok komarê Îraqê jî Mam Celak jî hatibû vexwendin û beþdarî wê cejnê bû.

Chahr.Org: Gelo hûn wek nûner û serokê nivîsgeha Komeleya Kenedî Kurdî Ya Mafên Mirovan li Kurdistan, çi piroje û bernameyek we  ji bo  gihandina raport yan jî lêkolînkirin li ser wê komkujiya reqayê heye..?

Hozan Efrînî: çalakî û xebatên komeleya me dê zêdetir jib o rojavayê Kurdistan ê be, ji ber ku ew alî ji hemû aliyan zêdetir pêwîstiya xwe bi çalakiyên mafperweriyê heye, me wek nûneretiya Kurdistan ê, jib o þermezarkirina wê  komkujiyê daxuyaniyek jib o nêrîna gîþtî da û li ser malperên elektironî weþand, herweha jî me ew bûyer bi þêwazekî nûçe û agahî bi gelek kanal û televizyûnên herêmî û cîhanî jî ragihand, di GELÎ KURDISTAN û KNN û SIPÎDE de jî lêdwan û dîdar di derbarê wê komkujiyê de hatin pîþxistin.

 Hevalên  me,  li welatê Kenedayê, di derbarê vê mijarê de, dê dîdar û çalakiyan digel saziyên Navdewletî û bi taybet Neteweyên yekbûyî pêþbixin, ji ber ku komeleya me jî bi fermî endamê (ÎNC) YE.

Lê, di rastiya pirsgirêkan de,  pirsa gelê Kurd, wek tava heyvê û rojê, ji hemû aliyek ve tê dîtin û naskirin.  Ji bo wê yekê jî,  ji îro û pê ve ti hêz û alî nikarin nikoliyê li wê rastiya derketî û bi serkefî bikin. Vîna gelê me dê bibe ronahiyek ji bo gihandin bi armanc û hêvîyên xwe.

Hêvîdarim ku Newroza bê, bibe roja Azadî û wekhevî û rizgariya gelê Kurd û hemû gelên blindest, daku binpêkirin û bê rêzî li hemerî mirovan kêmtir bibe û mafên mirovan li go peyman û carnameya Neteweyûn Yekbûyî bên parestin.

27-03-2010

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org