Lêvên qeliþîn

 Hozan Xelîl Murþid

 

Ji evîna demê ta...

Evîna  xemê....

Ji destanên  dîroka borî....

Ji qêrîna zarokên  horî....

Ji lorîna  jinên  aþûrî....

Ji lêvên qeliþî, henes bi henes....

Ji hest û hestyarên jînê...

Dengê xum  xuma awrên reþ û tarî

Li ser zemîna welatê rojê de

Mîna dengê roja rabûneê,

Dest bi barîna zîbikên

Yek – tonî dikin

Li ser...

Zarok û zîçên welatê me

Li ser....

Ax û hîmên me

Li ser...

Bax û daristanên  me

Li ser

Av u çemên me

Li ser....

Jîn u jîndarên me

Dengên þîq þîqa

...birûskan

...ba birûskan

...lehîyan

...bahozan

...tofanan

tev di nava xwezeyî ya

ci û warên me da...

Ma gelo ev çi rabûne....?

çuma her tiþt li ser

Lêvên qeliþî de tê...

Lêvên qeliþî…

Bê av û bê nan dimîne

 

Ji çiya û newalên heyî

Ji kort û çalên heyî

Ji av û çemên heyî

Bi navê lêvên qeliþî

Bang dikim...

Hawar dikim

Gazî dikim

Qêrîn dikim

Û dibêjim….

Êdî bes….

Bese nebarînin

Zibikên yek tonî

Bese xum xuma

Ewrên reþ û tarî

 

Bese þîq þîqa ba biruskan

Bahozan…

Lehî û tofanên Tekder

Dengên berber

Bese nequrçînin

Gul û nêrgizan

Bese miçiqandina

Gol u çeman

Bese ser kot kirina

Lêdana dilan

êdî

Beseee...beseee...bese

 

Hozan xelîl murþid

15-8-2003

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org