|
Li
Kosovo dîlan û li Kurdistan pilan
Hozan X. Efrînî, efrinzan@gmail.com Piþtî
ku Yekîtîya Sovyeta berê ku hate roxandin gelek welatên cur be cur hatin
avakirin û bûn bi xwedîyê nasname û pênasên neteweyî yên xwe li her
deverên cîhan, herwa bi piranî jî ji hêla Amerîka û UN ve hatine pîrozkirin,
lê mixabin li welatê rojê jî(Kurdistan), her kuþtin û qirkirina kurdan
hatiye pîrozkirin û erêkirin. Îro
li Kosovo dîlan e û li Kurdistan jî pilan e, ma ev çi jiyan e……ev çi
demokratî û dadwerî ye…ma gelo parastina mafên mirovan
va ye…darijtina têgehên wekhevî û demokrasîyê di cîhanê da
ev e….ma rêzgirtin li vîna gelan ev e…. Di
van çend
rojên pêþîn da li welatê Sirbistanê, welatekî nû hate avakirin û
yekser ji aliyê Amerîka û UN de hate pejirandin û pîrozkirin. Lê
îro li Kurdistan tev kuþtin û qirkirina kurdan ji hêla Amerîka, Îsraîl
û welatên Ewropa ve têne piþtgirîkirin û bêdengî li hemberî kiryarên
Tirkiye, Îran û Sûriyê berdewam dikin, ku roj bi roj li bakur û baþûr,
li rojhilat û rojava lêdan û têkdan e, tev þînî û berxwedan e, roj nîne
dayîkên kurdan bi dîlan û lîlan bin, lê her dem bi girîn û dilgiran
in. Bi rastî ev rewþ êdî pesend nabe, wîjdan jî pesend nake, ku ev rewþa
mirovan be… Di
demeke kin da li rojavayê Kurdistanê, li bajarên wek Qamîþlo, Efrîn û
Kobaniyê bi sedan welatparêz û xebatkarên kurd bê tewan, ji hêla peyên
rejîma Baas ve hatin girtin û bê ser û þûn bûn; herweha bi lêdan û
îþkence dan, ta ku toþî newaþî û nelibarîya tendirûstîyê bûn,
herwek bûyera þehîdbûna mamoste û siyasetmedarê mezin î Kurd,
perlementer Osman Silêman Kobanî, ku bi tewanê livandina hestên neteweyî
yên gelê kurd li hemberî rejîma baasî da dike, jiberku wek rêberekî
gel di xweda dît, ku serkêþîya xwepêþandana gel li bajarê berxwedan
û kurdiyetiyê(Kobaniyê) bike û pêkanî, lê bi rastî bi serbilindî jî
erk, kar û xebata xwe ya neteweyî bi cih kir û bi serfirazî jî tevlî
karwanê pakrewanên rêya rizgarî û azadiya gelê Kurdistan bû; eva jî
vîna gelê me lawaz nake, belkû bi hêztir jî dike û dengê rastiya doza
rewa a neteweya Kurd bilindtir kir… lê mixabin her bêdengîya hêzên
navnetewî ye…. herwa li bakurê welat jî ciwanekî 16 salî xistin bin
dolabên panzer û zirupêþan û ew wek mîrolan pelixandin… her bê dengî
ye….herwa li rojhilat jî ciwan û xwendevanên kurd, bi êþkencedan û lêdan
tên kuþtin û xelkê sîvîl jî yên ku li nêzîk sinoran dixebitin ji
bona pariyek nan jî bi destên pasdarên Ecem têne gulebarankirin …dîsa
jî her bê dengî ye. Li baþûrê Kurdistanê ku herêmeke azad û fedral
e û li jêr kontrola Amrîka da ye roj bi roj ji hêla balefir û firokên
cengê yên tirkan ve têne bomebarankirin û her bê dengî ye…ma gelo ta
çi demê her bêdengiya hêzên navnetewî wê bidome?…. Ta çi demê wê
piþtgiriya dagîrkerên Kurdistanê bikin?…Ta çi demê siyasetmedar û
rewþenbîrên me wê hêla sor derbas bikin?….Ta çi demê partî û rêxistinên
me wê bê lobî bin û her berdest bin,
bê deng û bê reng bin?….Li Ewropa jî hewlî daxistina Roj-Tv dikin, ku sembol û pênasa tevahî raghandin û medyayên
kurdî ye. Ma kes dikare nikolî li vê rastiyê bike, ku di demekê da
televiziyona-MED-TV dest bi weþana xwe kir, tu kesî Kurd bawer
nedikir, ku tiþtekî weha bibe û ta roja îro jî wek
nûneretiya medyayên Kurdistanî tê dîtin; wek çawa Partîya
Demokrata Kkurdistana Îranê bi partîya serekî û dayîk tê naskirin,
jiberku partîya yekê bûye li Kurdistan, herweha Roj-Tv jî wisa ye. Ma
gelo ev çi sîstem û bêmafî ye, ku bi derheqê gelê me da dibe û her bê
dengî ye… Dema
ku ez vê nivîsa xwe dinivîsînim, rexne û helwest digirim, ez xwe jî di
nav da dibînim, wek rewþenbîrekî Kurd….Eger em li rastîya siyaseta
navneteweyî binêrin û baþ binirxînin, gelek tiþtên nû û sere û mer
derdikevin holê, wek çawa gelê Kosovo serbixwebûna xwe radigihêne, Amerîka
û hêzên navneteweyî pîroz dikin û rêz ji bo vîna gelê Kosovo
digirin; em jî Amerîka li ser wê helwêstê piþtgirî dikin, lê dibe
wek çawa rêz li vîna gelê Kosovo digirin, bila nîvê wê jî ji vîna
gelê kurd ra bigirin, emê spasdarê wan bin heta hetayî. Lê mixabin ta
roja îro jî, ji ber hindik berjewendî, ne Amerîka û ne jî Ewropa rêz
li vîna gelê kurd negirtine; ji bilî mijara mafên mirovan û demokrasiyê
tiþtek nebûye. Ta niha jî gelek rewþenbîr û siyasetmedarên amerîkî
û rojavayî di xwe da nabînin ji herêma Kurdistanê ra bibêjin
"Kurdistan", belku bi bakurê Îraq bi nav dikin. Ev jî bêrêzîyeke
mezin e li hemberî vîna azad a gelê kurd û Kurdistan. Lê emê her bibêjin
li Kosovo dîlan û þahî ye û li Kurdistan jî her pilan û têkdan û þînî
ye…û bê dengiya welatên navcîhanî ye…. Li
gel rêz da Hozan
X. Efrînî
Silêmanî,
efrinzan@gmail.com
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org