|
ROJA JIN A CÎHANÎ Û TÊGEHA AZADIYA JINAN..
Hozan
X. Efrînî Di
hemû salek de û di roja 8ê Adarê de, gotin û wiþeya Jina ,kole,
blindest, sitem lêkirî, Azad, ji aliyek ve jî,
wiþeya koþtin, þewtan,
doza rûmete û bi zordayîna mêr her li ser manþêt û rûpelên rojname,
malper û kovarên herêmî û cîhanî de ne, lê mixabin, ta niha jî tu
çareseriyak bicîkirî nehatiye pêkanîn ji bilî nivîs û gotinan tu
piraktikek li berçav nîne. Jin
û azadiya wê herdem di rojeva cîhanê de ye, lê di rastiya wan çêrêkirin
û anîna ser ziman de, tu pêþkeftin û berheviyên piraktîkî bi cî
nekirine, ji ber ku, pirsgirêka azdiya jinê, bi esanî naye çareserkirin,
pirsgirêkên bi wê girîgî û mezinayetî yê, tenê bi gotin û bi ivîsan
û bi rexneyan nakeve warê çareseriya piraktîkî. Weko
em hemû dizanin ku 8 ê Adarê buye roja jinên navneteweyî û di wê rojê
de bi milyonan manþêt û nivîs û daxuyanî tên weþandin û bi hezaran
þûn û cih jib o li darxistina ahengên bîranîna we rojê tên pêkanîn,
çi aliyên ramyarî, civakî sivîl, çandî û h.d. Eger
mirov van hemû kar xebaên ku jib o pîrozkirina wê rojê ((8ê Adarê)) tên
kirin pir bi hûrî binirxînê, gelo dê çi xalên cuda derkevin hole…? Bi
rastî, di encam de, mirov tu cudayî û guhirtinek rasteqîne di wê warî
de nabîne, ji ber ku di piraniya welatên cîhanî de, rêjeya binpêkirina
mafên jinan, her diçe bilind ibe û rêzgirtin li jinan, tennê wek rêkleme
bi kartên, lê di warî piraktîkî de, tu hewildan û pirojeyên ku
xizmeta azadiya jinan bike nayên dîtin û nakevin warî piraktîzekirkirina
rast û dirûst. Her
çiqas çêra pêþkeftin û mafperweriya jinan li welatên wek Emerîka
û Ewrupayê dikin, lê hîn jî gelek kême û jin wek amêrek bi
kar tê, bo nimûne jin dibe bi serok wezîr û dewlet, lê wê jina nikare
bi awayekî rasteqîn xwedî li rastiya jinan derkeve, ji ber ku bi hevîrên
mêr salarî hatin þêlandin û amedekirin. Ew
jinên ku dibin bi desthilat, wek Margirêt Tatçir, Endêra Gandî, Tanso
Çîler, Benezîr Boto, Engêle
Mîrkil, bi dîmen û heykel wek jinên azad û serbest, xwe didin nîþan
kirin, lê di derbarê bi cîkirina
pirojeyên pêþxistina azadî û bilindkirina asta rêzgirtina rijîmên di
bin desthilatiya xwe de, li
hemberî mafên jinan gelek
lawaze, daku jin xwe di rêza wekheviyê digel mêran bibîne û bibe
xwedana destpêþxerî û gotin û vîna azad, hîn pir maye û gelek dem pêwîste
jib o wa derfeta zêrîn ku ji bo jinê
pêk were. Eger
em werin ser rewþa jinê li Kurdistanê, dê gelek tiþtên cur be cur
derdikeve hole, çi ji aliyê koþtin û þewandin ta sivikirin û hêriþ
kirin ser rûmeta jinê dirêî heye. Bi
taybet li baþûrê Kurdistanê û li bajarê Batmanê li bakurê Kurdistan. Li
baþûrê welêt, binpêkirina maên jinan her berdewame û ta niha jî ku
hikumeta Kurdî û perlementoyek neteweyî jî heye, lê ta niha tu pêngavên
cedi û li ber çav nehatine avêtên. Di
hijmara 12 an de, ya kovara wrvîn, hatiye
weþandin ku Li gor amarêkî saziyeka Almanî ku li herêma Kurdistan ê
û li parêzgeha Silêmaniyê pêkaniye, wisa encamên wê derdixîne
hole ku ji koyê 1113 jin ku 2325 zarokên
keçik hene, lê ji wan jî, rêjeyê 1373 kes hatine sinetkirin, ew
tê wê wateyê ku rêjeya ku ên hatine sinetkirin gîþtiye 59%. Herweha,
ji aliyek din ve, li bajarê batman li
bakurê welêt, hijmara xwekuþtin û xweþewtandina jinan bi rêjeyekî
mezin pêktê û tu çareserî jî ji bo wê pirsgirêkê
hîn jî nehatiye dîtin û roj bi roj dijwartir dibe û her
berdewame. Wek
me bi gîþtî anî bû sernivîs ku Azadî bi þêwe û heykelan nabe, lê
azadî bi rêzgirtina rastî dibe û rêzgirtin jî ewe ku destpêþxerî ya
jinê be û bi naverok û þêwea jî her jinek azad be, daku bikaribe civakê
rizgar bike, eger jin rizgar nebe, civak jî rizgar nabe. Lê
pûwîste ew bazirganî û rêklemênbi jinê tên kirin dib û bi yek carî
ji hole rabin û nemînin, daku jinek azad û xwedana vîna azad derkeve
hole, ji ber ku azadî jin tenê ne bi cil û berge û ne bi derketina ji
malane û bi tenê xwe be. Azadiya
jinê di hemû warên jiyanê de ye, dibe jin çi ji aliyên siyasî, civakî,
hunerî, bergiriya rewa, her beþdar be û xwedana biryarê be. Li
gel silavan Kurdistan-
Silêmanî 8-3-2010
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org