|
Berî
Wergerê Xwendin Tê
HusenDuezen@aol.com ............................................... „Eger
hûn Kurd dixwazin bikevin nav miletên medenî klasîkên edebiyata dunyayê
wergerînin.“ Ebdullah Cevdet
Husên Düzen: Li gor gelek pîvanan werger dikare bê dabeþkirin. Ji bo bersîvandina vê pirsyarê, divê em pêþî wergerê bikin du beþan: Wegera devkî û ya nivîskî. Yekîtiya Wergêran a Navneteweyî, FIT(Fédération Internationale des Trakducteurs) wergerê dike sê beþ: Wergera devkî, wergera teknîkî/zanistî û wergera wêjeyî. Ez bawer im, mebesta pirsyarê wergera wêjeyî ye. Merov dikare bi kurtayî bibêje ku werger veguhezandina nivîsekê ji zimanekî bo yekî din e. Lê divê pê re jî bê gotin ku werger, mîna karekî hizrî û hisî zaf kopleks e. Di karê wergerê de divê gelek hoyên ku carnan hevdû red dikin pêk bên, lewra gelek caran kesên di vî warî de kar dikin, an alaqedar in, gotin ku werger ne mumkun e. Îcar gava ku hûn dibêjin werger „hunereke çawa ye?“, hûn diyar dikin ku werger hunerek e. Van salên dawî li gelek welatan gotûbêj hatin kirin, ka bê werger zanist an huner e. Belê, wergera wêjeyî hunrek e, lewra ji bo pêkanîna wê ji zimanzanan bêtir pêwistî bi hunermendan heye. Gelek caran ji bo wergereke biserketî zanebûna du zimanan têrê nake. Ez ji ezmûnên xwe dizanim ku zanebûna zimanekî ji cihê ku ahgahdariyên di ferhengan de têr nakin, dest pê dike. Divê wergêr xwe bigihîne peyvên di nav peyvan de
veþartî, peyvên ku nehatine gotin, yên ku di ser tevna hevokan re xwe
didin his kirin. Divê hizrên ku hevokên zimanê resen anîne pê ne ji
peyvan lê ji rêzkirin an bicîhkirina wan karibin bên xwendin. Zimanzanê alman von Wilamowitz-Möllendorf hîn di sala 1891 de gotibû: „Tiþtê rast ew e, ku merov guh nede tîpan û bide dûv ruh, ne peyvan ne jî hevokan wergerîne, belku hizir û hisan werbigre û wan ji nûve vebêje. Divê kiras nuh bibe, naverok jî wek xwe bimîne.“ Ji bo amadekirina wergereke baþ divê wergêr herdû zimanan baþ bizanibe. Ji bo ku merov zimanekî baþ bizanibe jî divê merov civaka wî zimanî baþ nas bike. Îcar ka gelo merov kengî civakekê ku ne ya merov e baþ nas dike, çi pîvan ji bo vê yekê hene? Dîtina pîvanekê ji bo bersîvdana vê pirsê zaf dijwar e, lewra ez dibêjim pîvana herî girîng encam bi xwe ye. Dibe ku hûn bipirsin bê encama biserketî çawa diyar dibe? Ya herî baþ ew e ku piþtî werger qediya merov wê
bi dengê bilind ji dosteke/î xwe re bixwîne. Wergera baþ dikare gelek
xulekan bê xwendin; 10, 20 heta bi saetan jî, ya xerab nayê xwendin. Piþtî
çend xulekan merov dilikume, refleksên çav nikarin girêdanên di nav
peyvan de pêk bînin. Awaza xwendinê û wateya peyvan ji hev dûr dikevin.
Eger wergêr bi xwe bawer be, divê tavilê bêje ev xebat hîn ne kemiliye,
divê ez hinekî din li ser kar bikim. W: Wergêr kî ye, xwediya/ê çi hunerê ye?
Ketina nav ziman û cîhana zimanên cuda kiþfeke çawan e ji bo wergêr? Di encama gotûbêjên van salên dawî de, pêwendiyên di navbeyna zimanê resen û yê wergerê de mîna întertextualîtêt ji nû ve hat tarîf kirin û pê re jî geþ kirin. Monopola zankoyan û zimanzaniyê ji ser lêkolînên li ser wergerê hatin rakirin. Niha di nav karê zimanzaniyê de tene wergera pragmatîk(zanistî/teknîk) heye, herçû wergera wêjeyî li derveyî wê hat dîtin. Bêguman werger bêyî ferhengan, bêyî agahdariyên zimanzaniyê, ango bêyî alavên xebatê qet nabe. Lê ji ber ku, bêyî daxwazeke ji hundurê wergêr, bêyî îlhamê jî xebata wergerê nikare pêk bê, mirov dikare bibêje werger hunerek e ku bi zanistê re ji nêz ve têkildar e. Bi taybetî ji bo wergera wêjeyî pêdivî bi hunermendên wergêr heye. Kesayetiya wergêr, xwendina wê/î, ezmûnên wê/î yên di jiyana civakî de zaf girîng in. Wergêr divê ji herkesî bêtir karibe xwe bixe þûna kesên din. Ez tim dibêjim: Berî wergerê xwendin tê, ji bo ku ew berhema ku tê xwendin karibe bê wergerandin jî divê wergêr ruhê wê fam bike, awaza wê nasbike. Ji bo karê wergera wêjeyî zanebûna herdu zimanan têr nake. Wegera biserketî dikare ji aliyê wan kesên ku zimanê biyanî ewqas baþ dizanin ku bi wî ve negirêdayî ne, bê pêkanîn. Kesên ku ji zanîna xwe ya zimên baþ nebawer in, bi peyvan ve zeliqî dimînin, û gelek caran dibêjin ku ew ji ber prensîpên xwe wisa dikin, ne ji ber lawazbûna xwe. Bi ya min, ne wergerekî tirsonek ne jî yekî bipaye dikare wegereke biserketî pêk bîne. Gelek caran ji min tê pirsîn bê ez çi teknîkên
wergerê pêþniyar dikim. Gava ez dibêjim çu tekînikên ku ez bêjim
tune ne û ya herî girîng ew e ku her wergêr ezmûnên xwe bi xwe bike û
ya girîngtir jî ew e ku merov di encamê de wergereke biserketî pêk bîne,
ez ji awirên xwediyên pirsyarê fam dikim ku bersîva min ne bi dilê wan
e. Ev helwest jî bi pirsyara ku me li jor qal kir, ka bê werger huner e an
zanist e, girêdayî ye. Ger werger zanist ba - gelek salan li zanîngehên
Ewropa wisa hat pejirandin - diviyabû merov bi hin teknîkên wê jî girêdayî
bimaya û dê encam jî karîba bihata dubarekirin. Lê afirandina berhemên
wêjeyî ne karekî zanistî ye, qe nebe piraniya nivîskarên dunyayê yên
biserketî ne li zanîngehan bûne
nivîskar. Ez dibêjim, werger jî tiþtekî wisa ye. Ji prensîpên teknîkî
bêtir encam girîng e. Û rêya ku diçe wir jî ne yek tenê ye. Ma ku ji
hemû hunerên din re prensîpa ku merov nikare hunerê bi xwendinê fêr
bibe derbas dibe, çima ji bo wergêr û wergerê jî heman prensip derbas
nebe? Di wergera wêjeyî de gelak caran ji teknîkên xebatê bêtir ew
dengê ku ji hundurê merov tê bêtir dibe alîkar. Carnan jî dibe ku wergêr di berhema resen de pêrgî
agahdariyên çewt bê. Di rewþên wisa de, divê wergêr karibe wan
sererast bike û bi aweyekî destnîþan bike ku wî ew sererast kirine. Ji
ber ku di berhemên kurdî de ez gelek caran rastî çewtiyên wisa hatime,
min pêwistî dît ku vê xalê bînim zimên. W: Pêwistiya wergerê ji çi sedeman derketiye holê,
destpêka wergerê çawan û ji kijan demê dest pê dike? Werger û Ahîda Kevin gelek caran bi hev re tên bilêvikin, wek mînak cara pêþîn ew beriya Zayînê di sala 250 de ji Îbirî hatiye wergerandin bo Yewnanî. Çanda gelekî, adet, bîr û baweriyên wî gelî vedihewîne, ku paþbingehê civakê pêktîne. Wergerên wêjeyî, ku beþek ji jiyana çandî ne, paþbingehê civaka zimanê ku jê tê wergerandin nîþanî civaka zimanê ku bo wî tê wergerandin didin.
W: Rist û rola wergerê di pêþxistina wêje û
civakê de, di hevnasîna netewe û çandên cuda de çi ye? Bêguman
bandora van tiþtan hemiyan li civakê dibe. Lê gava em bixwazin
peywendiyeke raste rast di navbera wergerê û civakê de deynin, divê berî
her tiþtî werger dengvedana ruhê civakê û civak jî dengvedana ruhê
wergerê be. Hîngê dê guhertin karibin di civakê de pêk bên. Mebesta
min ne guhertinên sîstema siyasî an jî aborî ne. Mebest pê ew guhertinên
ji binî de ku civakan daf didin, psîkolojiya wan a civakî diguherînin.
Ji bo van karan divê takekes bên guhertin û bi baweriya min bi rêya
wergerên biserketî jî ev kar dikare gavên baþ bi pêþ de bavêje.
W: Di
paþeroja kurdan de têkiliya nivîskar û civakê bi wergerê re çiqas bû
û hûn niha rewþa wergerê di çi astê de dibînin? Komara
Tirkî, piþtî þerê cîhanê yê yekemîn hemû kesên ku di nav sînorên
wê de man, Tirk hesibandin û bi hemû alav û derfetên xwe Kurdî qedexe
kir. Piþtî avakirina Komara Tirkî, gelek ronakbîr û xebatkarên çanda
kurdî ji neçarî derbasî Sûrî bûn. Di kovara Hewarê de ne tenê hîmên
rêziman û alfabeya kurdî ya latînî hatin danîn, ligel gelek nivîsên
wêjeyî hin mînakên wergerê jî ji zimanên din hatin belav kirin. Bi
wergera Kamûran Bedir-Xan hin beþ ji seyahetnameya Ewliya Çelebî, Çarînên
Xeyam, Hedîsên Pêxember û hwd. derketine. N. Zaza jî çend mînak ji
Fransizî adapteyî Kurdî kirine. Her weha di kovara Gelawêj de a ku di
sala 1939 de dest bi weþana xwe kir û heta 1949´an dom kir, 114 kurteçîrok hatine belav kirin. 82 ji wan
wergerên ji zimanên din(Wilde, Balzac, Cehov, Tolstoi, Ehrenburg û
hwd.), 32 yên nivîskarên Kurd bûn. Piþtî damezirandina Yekîtiya
Sowyetê, Kurdî li wir derfeta
xwe derbirînê dît, gelek mînakên wergerê jî derketin holê. Xebatên herî berbiçav ên wergerê jî li derveyî welêt, bi destê wan kesên ku piþtî cûnteya leþkerî ya 1980 ji Tirkiyê reviyan çûn Swêd û gelek welatên din, hatin kirin. Di van 25 salên dawî de bi sedan berhemên wêjeyî ku di nav wan de ji klasîkan bigirin heta pirtûkên zarokan cîh digirin, hatin wergerandin. Piþtî guhertina hin yasayên Tirkiyê gelekan ji wan derfet dîtin, ku li Tirkiyê jî bên belav kirin. Û gelekên din jî hatin wergerandin. Ji Tirkî bo Kurdî û ji Kurdî bo Tirkî her diçe hejmara wergeran bêtir dibe. Derfetên Kurdan ji bo wergerê ji yê hemû gelên din bêtir in; ji ber ku welatê wan li çend dewletên cihê hatiye parvekirin, Kurd ji xwe zimanên wan dewletan, Erebî, Farisî û Tirkî dizanin. Qe nebe gelek ji wan van zimanan zaf baþ dizanin, û civakên van zimanan jî nas dikin. Jê pê ve gelek Kurd li welatên Ewropayê dijîn. Di van çend deh salên dawî de derfeta fêrbûna zimanên van welatan bi dest xistin; li gelek welatan nivþê 2. an 3. gihîþt ku hem Kurdî hem jî zimanê welatê ku lê dijîn baþ dizanin. Li Rûsyayê, hin komarên Sowyeta kevin jî gelek Kurd hîn jî dijîn, qe nebe li gel Kurdî bi Rûsî û zimanên mîna Ermenî baþ dizanin. Gelekên ji wan piþtî herifîna Sowyetê, neçar man ku biçin welatên din, lê wan ew zimanên ku fêr bûbûn jî bi xwe re birin. Îcar gava ku merov vê neqþê dide ber çavan diyar dibe ku kêm ziman dimînin ku Kurd bi wan re ne di têkileyeke aktiv de ne. Dibe ku wergerên ji zimanên mîna Çînî an Japonî niha bo Kurdî nikaribin bên kirin. Lê mixabin qederê em dibînin Kurd ji van derfetên di destê xwe de kêm sûdê werdigrin. Gelek wergerên ku van salên dawiyê pêk hatin jî ji zimanê duwemîn an sêyemîn hatin kirin, hin ji wan jî ji zimanên ku wergêr di têkiliyeke bisînor de ne. Wek mînak S.B.Sorekliyê ku li Awusturalyayê dijî û bi Ingilîzî re di têkiliyeke xurt de ye, romaneke H.Böll ji Almanî wergerandiye bo Kurdî.(Ez vê dawiyê agahdarbûm, ku S.B.Sorekli ziman û edebiyata almanî di zanîngehê de xwendiye û bi salan wek mamosteyekî zimanê almanî kar kiriye) S.Roþanê ku li Swêdê dijî pirtûka nivîskarê fransiz Guy de Maupassant ji Swêdî wergerandiye. Di salên destpêka surgunê de li Swêdê, nivîskarên wek H. Metê F. Ceweri, S. Demir û gelekên din jî ji Swêdî yan jî ji Tirkî gelek mînakên wêjeya dunyayê wergerandin bo Kurdî. Bi navê „Stille Post“ (posteya bêdeng) lîskeke zarokan li Almanyayê heye, ku piçekî diþibihe bi „Kenê Masî“. Zarok rêz dibin an dibin xelek, yek ji wan dest pê dike û di guhê cîrana/ê xwe de peyvekê an hevokekê bi kurpistî dibêje. Cîranê wê/î jî çi bihîstibe di guhê ya/ê kêleka xwe de dibêje. Gava dor tê kesê dawiyê, ew jî bi dengê bilind tiþtê ku bihîstiye dibêje. Hîngê hemû civak ji kenan li ser piþtê dikeve, ji ber ku her yek ji wan tiþtekî dibêje û cîrana/ê wê/î tiþtekî din fam dike û ji cîrana/ê xwe re dibêje. Gelek caran tu pêywendiya peyv an hevoka destpêkê û ya dawî bi hev re namîne. Îcar ku hemû zarok tiþtên ku bihîstibûn bi deng dibêjin kenê zarokan hîn jî bilindtir dibe. Wergera ji zimanê 2. an 3. jî tiþtakî wisa ye,
lewra ez dibêjim ku ne ji neçarî be divê ji zimanê berhemê yê resen bê
wergerandin. Kesê ku li Swêd dijî ji Swêdî, yê li Fransayê ji Fransizî,
yê li Almanya, Siwîsre û Avusturyayê ji Almanî û hwd., ji xwe li Tirkî,
Iran, Sûrî û Îraqê têra me Kurd hene ku ji wan zimana wergerînin. Berî
bi çend salan M. Aydoðan romana O. Pamuk „Navê Min Sor e“ (Benim Adim
Kýrmýzý) ji Tirkî bi kedeke pirr wergerand bo Kurdî. Mala
wî ava. Lê ez bawer im, ne þert bû ku yekî wek Mustefa - qederê ez
dizanim Swêdiya wî jî têra wergerê heye - wegeranda. Kesên ku li
Tirkiyê dimînin û hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî re di pêywendiyeke
aktiv de ne, dikarîbûn wergerînin. Ku Mustafa ew dema xwe dabaya
wergeradina berhemeke ji Swêdî dê hem pirtûkxaneya kurdî dewlemendtir
kiriba û hem jî ji bo geþkirina peywendiyên di nav Swêdî û Kurdan de
karekî baþ kiriba. Wer
xuyaye ku bi demê re hin nivîskarên ku wergerê jî dikin ev tiþt dan
ber çavan; H. Metê berî bi du salan novela nivîskarê swêdî Göran
Tunström “Jiyana Rastîn” ji Swêdî wergerand, herweha F. Cewerî jî
van salên dawiyê çend pirtûkên ciwanan ji eslê wanî swêdî
wergerandin, yên Astrid Lindgren û hwd. Swêdî zimanê resen î gelek
pirtûkên zarok û ciwanan e. Bi taybetî van salên dawiyê gelek ji wan
hatin wergerandin. Kesên wek Evin Anik, N. Zaxuranî, Serkan Brûsk,
Mustafa Cizîrî û Mehmed Dehsiwar bikêmanî pirtûkek ji wan wergerandine
bo Kurdî. Van 20
salên dawî gelek berhemên wergerandî derçûn, divê hejmara wan hîn jî
bêtir bibe. Heyf e ku kontrolkirina qalîteya wan tê ji bîr kirin. Ka
gelo wergera çend berheman ji van biserketî ye, kêm tê gotûbêj kirin.
Gelek caran merov dibhîze ku berhemên wergerandî qet nayên xwendin, lê
sedem çi ye, heta niha li ser nehatiye rawestandin. Dema ku
di salên 80´yi de gelek pirtûkên zarokan li Swêdê hatin wergerandin,
wergera wan di destpêkê de ewqas xerab bû ku kêm dihatin bikaranîn. Wer
xuyaye ji tirsa guhdarvan an xwendevanên biçûk ên rastgo, herçû
wergera wan çêtir bû. Gelo
heman tiþt ji bo pirtûkên mezinan jî pêk hatiye an na, em nizanin.
Mixabin rexnegiriya kurdî - ku bisînor be jî - li ser berhemên wergerandî
qet ranaweste. Ji bo ku werger karibe bi karê xwe rabe, divê ev rewþ jî
roj berî rojekê bê guhertin. Divê berhemên wergerandî bêyî kontrola
edîtorên xwedî ezmûn qet neweþin. Ji bo ku gotûbêj li ser wan karibe
bê kirin divê di çalakiyên wêjeyî de cihekî taybet ji wan re bê
veqetandin. Û ji her tiþtî jî girîngtir divê bê pejirandin ku werger
karekî zaf dijwar e, û li rêya ku keda wergêran bê bedel nemîne bê
gerîn. Ger ev tiþt pêk neyên dibe ku hejmara wergerên ku nayên xwendin
pirr bibin, lê yê bi kalîte dê her kêm bin û wergêrên jîr î
profesyonel jî dê qet çênebin. Van
salên dawîyê gelek berhemên kurdî li Tirkî hatin wergerandin. Rewþ
gihîþt wê asteyê ku carnan berhem û wergera wê ya tirkî bi hev re
derdikevin bazara pirtûkan. Ev rewþ piçekî me ber bi aliyê wergerê yê
siyasî de dibe. Di dîrokê de werger, bi armancên cihê hatiye pêkanîn;
wergerên Romayê ji Yewnanî xwedî karektereke dagirkerî bûn, wergerên
bo Fransizî yên kilasîk aliyên wan î neteweperî hebûn, wergerên di
dema romantîka Almanya´yê de pêk hatin dikarin lîberal bên dîtin, û
gelo ev wergerên ji Kurdî bo Tirkî tên kirin aliyekî wan î
berdewamkirina asîmlasyonê tune be? Ji bo avakirina nasnameya gelên mîna
Kurdan ziman zaf girîng e, lewra divê cûdatiya zimanê Kurdî ji yê wan
dewletên ku Kurd li wan dijîn, bê diyar kirin. Em dizanin, ku peywendiyên
di navbêna Kurdî û Tirkî de ne mîna yên du zimanên din in.
Qedexekirina Kurdî ya gelek dehsalan, û fêrkirina Tirkî mîna zimanekî
serdest, rê nadin ku danûsandina di nav van herdû zimanan de, mîna ya di
nav du zimanên wek hev de bê dîtin. Ji bo pêkanîna wekheviyê, divê alîkariyeke
pirr mezintir li zimanê qedexebûyî bê kirin. Lewra ez dibêjim ji bo ku
berhemên Kurdî li Tirkî bên belav kirin û xwendin, yan divê hinek ji
wan qet wernegerin ser Tirkî, yan jî piþtî bi çend salan. Mercên
bazara pirtûkên herdû zimanan ne wek hev in. Newekhevbûna gelek salan ne
bi wekhevbûnê, lê belê bi newekhevbûnê dikare ji holê rabe. Bêyî
pêkanîna an liberçavgirtina van xalan dê wergera wêjeyî nikaribe
watinya xwe ya bingehîn bicîh bîne; ew ê nikaribe paþbingehê civaka
zimanê Kurdî nîþanî civaka zimanê Tirkî bide. Berî bi
çend hefteyan wergera hêja Recep Dildar ya romana rahmetî Syit Alp
“Dewran” gihîþte min. Ez pê zaf dilþad bûm. Ez
bawer im Recep kedeke baþ dayiyê. Mamoste Seyit ji Kurdî zaf hez dikir.
Wergerandina van berhemên ku bi destê Kurdan û bi ruhekî kurdewarî lê
bi zimanekî din hatine afirandin, zaf girîng e. Mixabin
hîn jî Kurd giraniya ku pêwist e, nadin wergerê. Ez hêvîdar im ku ev
rewþ jî bê guhertin. Amadekirina dosyayeke wergerê karekî zaf binirx e.
Ez nizanim bê mebest bi „zaravayên kurdî“ çi ye. Ku mebest pê peywendiya di navbeyna Zazakî û Kurmancî de be dê bersiva min cihê be ji bersîva ji bo peywendiya di nav Kurmancî û Soranî de. Ez dibêjim di vê dema ku em tê de ne, ku bi Kurmancî gelek berhemên wêjeyî hene û yên Zazakî zaf bisînor in, divê bi Zazakî jî hîn gelek berhem bên nivîsandin. Lê ji Kurmancî bo Soranî û ji Soranî bo Kurmancî divê gelek ji berhemên hene bên wergerandin an adaptekirin. Bi ya min adaptasyon dê çêtir be. Divê cûdatiya rêzimanî ya di nav zaraveyan de bê destnîþan kirin, lê bê rewþeke wisa ku xwînerên herdû zaravayan jî ji tiþtên ku hatine nivîsandin fam bikin. Wek mînak bi rêya jêrenotan, ferhengokan an jî agahdariyên kurt yên li ser rêzimaniyê, dikarin adaptasyonên bikêrhatî pêk bên.
Ji ber ku li cihekî din bersîva beþeke ji vê pirsyarê hatibû dayîn, ezê li vir kurt bibirim. Wergera, ku dîyalektîka di navbeyna form û naverokê de li ber çavan bigire, ku ne peyv bi peyv lê wateya, ruhê nivîsa resen veguhezîne, dikare wergereke biserketî be, lê belê tiþtê herî girîng encam e. Ji bo wergera pragmatîk(zanistî û teknîkî) naverok berî her tiþtî tê, lewra teknîkên wergerê, an wergerandina peyvan dikare ji bo wê zaf girîng be. Lê ji bo wergera wêjeyî, mijûlbûna bi teorî û teknîkên wergerê re dikare rê li ber wergereke biserketî bigire jî. W: Dema hûn dest bi wergerandina
berhemekê dikin, hûn alikariyê ji çi û ji kê digirin? Husên Düzen: Heta niha alîkara min a herî sadiq telefona min e.
Gelek caran, gava ku ez li peyvekê digerim ew peyv ji hemû ferhengên li
ber destê min difire, nebedîr dibe. Di refika ser maseya min a xebatê de
bi dehan ferheng hene, lê mixabin gelek caran peyva ku ez lê digerim di
tikan ji wan de tune ye. Gelekê caran di rewþên wisa de ez bi telefonê
li dosteke an dostekî xwe digerim û jê wê peyv an biwêja ku pêwîst e
û di tu ferhengan de peyda nabe dipirsim. Ez
niha romaneke almanî werdigerînim bo Kurdî. Berî bi demekê kurdiya navê
çûkê bi almanî « Lerche » ji min re lazim bû. Min dîsa
ferhengên xwe tevdan, lê tikan ji wan ez razî nekirim. Min ji çend dostên
ku ez bi wan bawerbûm pirsî, wan jî babet baþ tev li hev kir; hinekan
got « bet » e, hinekên din gotin « qitik » û
hwd. Piþtî bi çend rojan hevalekî ku min jê pirsîbû bikêf ji min re
got: »Min dît, navê wî çûkî,´kolke´ ye! » Kolke, ket serê
min, lê ji bo ku ez dilê xwe bixim cîh, min li ferhenga Rizgar Baran ya
Kurdî-îngîlizî jî mêze kir, « kolke » di beþê kurdî de
tunebû, min rabû li beþê îngîlizî li « lark » mêze kir,
li hember wê jî « tîtî » nivîsandî bû. Pê re þika min
ji « kolke » re jî çêbû. Min bi telefonê tika ji Firat
Cewerî kir, ku li ferhenga Reþo Zîlan ya bi Swêdî-Kurdî mêze bike.
Firat got di wir de « çûkê zeviyan » û « Kolke »
nivîsandiye. Mesele mezin bû, min li hejmara kovara Kurmancî ya Enstîtuya
Kurd a Parîsê mêze kir. Di wir de jî ev agahdarî hebûn: »Kolke=çûkeke
wek beraþê ye, sînga wî deq deqî ye. » Ez serê we neêþînim
ferhenga Avesta ya « Selahedîn » jî nebû alîkar ; tê
de « þivankuj » û çend peyvên din hebûn, lê neketin serê
min. Dawiya dawî min ji înternetê wêneyê « Lerche » daxist
û ji Enwer Karahan re þand. Mala wî ava, Enwer yek nekir dudu û tavilê
li min vegerand û bi sûndeke cêrikiyan re got ku ew « tîtî »
ye. Min jê bawer kir û Lerche ya almanî kir tîtî, bi tirsa ku sibe
dusbe yek rabe bêje na bavo ev ne tîtî ye. Mixabin
qalîteya ferhengên ku hene jî hîna ji bo ku karibin bibin referenz dûr
in. Di vî warî de jî divê karên kollektîv bên kirin; wek mînak
ferhengên biwêjan û ji bo wergerên zanistî an teknîkî jî ferhengên
di derheqa wan disîplînên zanistî de pêwist in, wek ferhenga mafnasiyê,
ya teknîkî yan jî ya tendurustiyê. Ez
gelek caran jî alîkariyê ji heval û dostên xwe yên alman werdigrim. Di
dema înternetê de bi destxistina alavên ji bo wergerê pêwist hêsantir
bûne. Ji ferhengên baþ pê ve divê di kêliya wergerê de çavkaniyên dîrokî,
yên erdnigariyê û neqþên welatan û gelek caran jî planên bajarên ku
bûyer lê derbas dibin li ber destê merov bin. Berî
ku em bên dawiyê, min dil hebû ku ez çend peyvan ji hemû hevpîþeyên
xwe yên wergêr re bêjim: Mîna hemû pîþeyên din karê wergerê jî
hin prensîpên etîk ji me dixwaze ku divê em rêzê li wan bigrin. Bi
tevahî karê wêjeyê û bi taybetî jî werger û lezgînî qet li hev
nakin. Ku hûn ji berhema ku hûnê wergerînin hez nekin, ku hûn ji zimanê
ku hûn jê werdigerînin an bo wî werdigerînin hez nekin, çêtir e ku hûn
karekî wisa nedin ber xwe. Di
salên 90´î de rêxistineke amerîkî hin beþên Încîlê bi mesrefeke
zaf mezin dan wergerandin bo Kurdî. Tê bîra min, ji çend dewletan kurdînas
dibirin Bulgarîstanê û li wir ji Yewnaniya kevin werdigerandin bo kurdî.
Her ku beþek jê diqedandin ji bo kontrolê ji min re diþandin. Beþê
yekemîn încîla Lûqa bû. Îcar
bê înellah! Min ew li gel pêþniyariyên xwe ji wan re þand. Piþtre
herçû wegera paqijtir hat. Nizanim bê wê komê karê xwe cidîtir kir an
hinekî din ew kar dom kirin. Ew xebat dawiyê bi navê Încîl(mizgînî)
li Stenbolê hate weþnadin. Ez bawer im ku ew mînakek ji wergerên Kurdî
yên herî paqij e. Mixabin ez heman tiþtî nikarim ji bo wergera quranê
ya li ba min heye bibêjim. Bi
hêviya ku mînakên biserketî ji me re bibin alîkar di xebatên me yên
dahatû de. (Ji ber ku beþin girîng ên vê hevpeyvînê di kovara
W(hj.12)de nehatibûn weþandin û piþtî nivîsa min a Netkurdê „Pîvanên
Werger û Qusandinê“ gelek kesan li tevahiya bersîvên min pirsîn, ez
dixwazim tevahiya pirsên Fatma Savcî û Dilawer Zeraq li ser navê W û
bersîvên xwe pêþkêþî we bikim. HD)
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org