Divê Cîhê Navenda PENa Kurd Erdê Azad Be*

 

Husên Düzen

 

Berî niha bi çend heftiyan di Peyama Kurd(hj.50) de gotareke sitî Selwa Gulî bi sernivîsa „Çima Navenda PENa Kurd ne li Kurdistana azad e!?“ hat weþandin.

Piþtî ku  balê dikþîne ser hin gengêþiyên li ser birêvebirina PENa kurd û pirsgirêkên pê ve girêdayî helbestvana Duhokî diyar dike ku ew naxawaze, „liser xalên hûr û yên di encamê de mefa nadin pirsa wêjeya Kurdî û pêþvebirina wê“ raweste. Lê dixwaze babeta ku ji nivîsa wê re bûye sernivîs bîne qada danûstendinê; Bi kurtahî Selwa dibêje ew dem hatiye ku navenda PENa Kurdan biçe beþê welatê wan î azad û mebesta xwe bi van peyvên xwe î xweþik li duhev rêz dike:

“Ji demeke dûr û dirêj ve, li wî parçeyê ku ev roka bi xwîna þehîdan hatiye azadkirin, miletê Kurd li deverê bi Kurdî perwerde dibit, bi Kurdî wek zimanekî fermî diaxivît, bi Kurdî xewnan dibînit, çiya, teyr, tilûr, devî, dehl û gelîyê wê jî çîrok û destanên qehremaniyê ji êkûdu re vedibêjin, ango hiþê Kurd, bi Kurdî hatiye perwerdekirin û eve ye ciyawaziya vî parçeyî ji yên din.“

Ev peyvên xanima hêja zaf zelal in, pêdiviya ku merov tu tiþtî lê zêdebîke tune ye.

Mixabin, li gel ku ev çend hefte di ser belavkirina vê gotarê re derbas bûn jî tu kesekî deng nebir xwe. Dîsa hat dîtin ku ne siyasetmedarên Kurdan tenê li hember pirsgirêkên  di warê xebata xwe de xwedî mejiyekî giran in, herweha niviskar jî kêmzêde xwedî helwesteke wisa ne.

Min jî dil heye ku ez vexwendina sitî Selwa ya ji bo gengêþiyeke li ser vê babetê bipejirînim û hin hizrên xwe li ser naviroka gotara wê bitevahî û bitaybetî jî wan pirsên wê yî balkêþ pêþkêþ bikim. Bêguman dê bersîvdana hin pirsyarên wê bimînin ji wan kesên ku wê pirs ji wan kiribûn. Hêviya min ew e ku di van rojên festîvala wêjeyî li Duhokê ku ji gelek deveran nivîskarên kurd li wir kom bûne de ev babet balê bikþîne û li wir jî karibe bibe babeta guftûgoyeke biber.

Ez qet tê nagihêjim:

-Aya rêvebirên PENa Kurd li hêviya çi ne? Bo biryarekê negirin ku piþtî çend mehên din kongreya xwe ya ku divê di sala 2006´an de bê pêkanîn li erdê azad pêk bînin? Di heman kongreyê de dikare biryara veguheztina cihê navendê ji Welatê Xwerîbiyê bo erdê azad bê standin.

- Gelo çima niviskarên baþûr deng ji xwe dernaxin? Piþtî van derfetên van salên dawuyê ku Kurdan bidestxistine, ma çu sedem hene ku PENa kurd neyê welatê xwe? 

- Seba çi gelek niviskarên kurd î hêja watiniya xwe naynin cîh û nabin endamê PENê? Ma heta kengî ew ê li derveyî karê PENa ku ji ya wan pê ve ne ya kesekî din e, mîna bûka xeyidî bimînin? Ma ne ew bi xwe ne ku her ji bo ramana azad tevdigerin, gelêkên wan ji bo hindê ketin hebsan, gelek ji wan ji bo wê ji mecbûr bûn ku dev ji welatê xwe berdan û li surgûnê dijîn. Ku rewþ ev be çawa rêxitineke wek PENê ku sedemê damezirandina wê ji bo ramana azad bû dûrî xwe dibînin? Ma ne gerek van kesan bi hemû hêz û derfetên xwe li rêxitina nivîskaran PENê xwedî derketina?

Li ser PENa Kurd gelek tiþt hatin nivisandin, gelek gengêþî bûn. Lê mixabin qederê ku ez têgiþtim ev gengêþî ji aliyê kesên ku li ser ramana bingenhin ya PENa navnetewî ne agahdar bûn hate kirin. Ku hinek ji wan li ser agahdar xuyadikirin jî di demke an cihekî nerast de ev gengêþî kirin .

Mixabin piþtî ewqas gengêþî û ewqas salên temenê PENa Kurd jî ew bawerî bi min re ma ku li ser hîmên bingehîn yên PENê hîn gelek kêm tiþt tên zanîn. Lewra ez dixwazim pêþî çend xalên bingehîn derxim ber çavan, dure hin çend pêþniyariyan pêþkêþ bikim:

1.Dema ku di sala 1921 de PEN wek rêxitina niviskaran li Engilistanê hate damezirandin ramana avahiyên di ser dewletan re hîn nuh bû. Þerê cîhanê yê yekemîn taze qediyabû. Gelek xirbe û ramanên þovenist û totaliter li pey xwe hiþtibûn. Lewra hîngê hin sedemên ku PEN li dij bû û hin jî ku dixwest bidest bixe hebûn. Sedemên ku li dij bû þer, komkujiyan gelan, neteweperestiya þovenî û neyartiya nijadan bûn, sedemên ku hîngê dihatin xwestin azadiya peyvê, xweþbînî û nirxên din yên bingehîn ên demokrasiyê bûn.Remana PENê ya bingehîn ew bû ku bi riya wêjeyê bandor li ser siyasetê jî bê kirin û mirovatî di ser sinoran re bi riya wêjeyê dîsa ber bi hev ve bê. Diviyabû li her welatekî PENa niviskarên ku bi zimanê wî welatî dinivîsînin bê damezerandin. Lê diviyabû ku ew wêje di ser sînoran re bê derbas kirin û ji bo berbihevanîna gelan roleke erênî bilîze. Merov dikare bibêje ku „Yekitiya Newên Yekbûyî“ ya niviskaran bû.

2.Li gor rêbaza PENa navneteweyî, pejirandina endamtiyê  di navenda PENa welatekî de divê ji aliyê rêvebir û endamên wê navendê bê pêþniyarkirin. Pivana bingehîn ji bo ku kesek ji bo endamtiyê bê pêþniyarkirin divê nirxa karê wê/wî yî wêjeyî be. Ev awayê wergirtina endamên nuh ji prensibake bingehîn a PENê tê: Ne herkesê ku dil heye bibe endam karibe serî ji bo endamtiye li navendê bixe, lê belê divê ew kesên ku karên wêjeyî ên bash dikin ji aliyên kesin din bên pêþniyarkirin.   Bi bi riya vê prensîbê nivîskarên wî walatê li bêjingê tên xistin; yê ku bibe endam divê xwediyê berehemên ji hêla wejeyê ve binirx be, û wek kes jî xwedî prensipên exlaqî be ku ne bi pereyan bên kirîn û ne jî bi zora dewletê ne jî bi ya tu ramanên diktatoriyel bên tewandin. Ev pirensîb ji bo PENa navneteweyî zaf giring e û ji hemû nevendên welatan jî pêkanîna vê prensîbê dixwaze.  Baweriya PENa navnetewî ku digot „The pen is mightier than the sword.” (Pênûs ji þur bihêztir e.)hîn jî rêberiyê ji kar û xebatên PENê re dike.

3. Navendên PENê ne yên dewletan û ne jî yên erdnîgariyan in. PEN di destpêkê de jî wek rêxitina nivîskaran, rêxitina zimanan bû, lê bi   “Exil-PEN”a Almanan li derveyî Almanya PENa yekemîn a ku nebi dewletekê ve lê tenê bi zimanekî û wêjeyekê ve girêdayî bû hat  damezirandin. Pisþtî ku Hitler hatibû ser desthilatdariyê PENa Almaya wek karekî xwe î yekemîn telegramek jê re shandibûn ku ew bi wî û siyaseta wî re ne. Ev helwest bû sedema ku PENa Almanya hate avêtin û piþtre PENeke nivîskarên alman li derveyî welêt hat ava kirin û piþtî ku þerê cîhanê bi dawî hat jî PENa Almanyaya ji nû ve li Almanya ji Faþizmê azadbûyî hat dameziransin. Armanca avakirina navendên PENê yên zimanên cihê ew e  ku her gel bi riya zimênê xwe çanda mirovahiyê bitevahî bipêþde bibe û li dijî þer, þovenizmê û dijminahiya gelên din derkeve.

Wek ku ji van xalan jî diyar dibe rewþa Kurdan û ya ziman û wêjeya wan ji ya hemû gelên din bêtir pêdiviyî bi pêkanîna van xalên li jor heye.

Rewþa ku PENa Kurd tê de ye nikare li gor van prensîbpên bingehîn tevbigere. Ji bo vê jî çend sedem hene:

-Niviskarên Kurd yên biserketî her li derveyî PENê bûn û mixabin hîn jî li derve ne.

-Kesên ku di PENa Kurd de heta niha aktiv bûne ji niviskaran bêtir piraniya wan akademisyenên disiplînên zanistî î cêhê bûne. Li gor rêbaza PENa navnetewî ew kesên ku ne di nav kar û barê wêjeyê de ne nikarin bibin endam jî.

- Siyasetmedarên kurd gelek caran ji bo bejewendiyên xwe yî siyasî xwe tev li karên PENê dikin.

-Di malpera internetê ya PENa Kurd de li jor hêla rastê wek damezrîvan navê Hüseyin Erdem heye. Bêyî ku ez tu tiþtî li ser kesatiya vî ciwamêrî bibêjim, divê bê zanîn ku wî berhemeke bitenê jî bi kurdî nenivisandiye.  Qederê ez dizanim bi eslê xwe ji bajearekî Kurdîstanê ye lê hin tiþtên wî bi Tirkî derketine. Mala wî ava ku di dawuya salên 80´î tevî çend kesên din PENa Kurd damezirand. Ji ber ku ew di wê demê de ji Partiya Komunist ya Turkiyê nuh veqetiyabû û ji Almanya Rojhilat hatibû ya rojava wî dixwest ku bi dunya azad re bikeve pêwendiyan. Gava wî dît ku navenda PENa kurd tune wî ji bo serîlêdanê serî kiþand, lewra divê merov spasya wî û wan kesên ku pê re dest bi vî karî kirin bike. Lê gelo divê ev yek bibe sedemê ku hetabiheta navê tirkînivîsekî li ser malpera  PENa kurd bimîne? Bêguman mebest ne ew e ku ez li vir gengêþiyekê li ser Hüseyin Erdem vebikim, lê ev jî dîyar dike ku PENa kurd divê li welatê xwe vegere û pê re jî li ziman û wêjeya xwe. Ku wek sembol navek pêwist be di diroka wêjeya Kurdî de nav gelek in. Ka em li Duhokê avahiyeke mezin ava bikin û navê Ehmedê Xanî lê bikin û bila ji PENa kurd re jî bibe navend ku ew her sal mazûbaniya gelek konferansên navnetewî bike. We got çi?

- Wer xuyaye ku ku PENa Kurd di rewþa xwe ya niha de ne ji hêla diravî ne jî ji aliyê kesan ve dikare ji bin watiniyên xwe rabe. Di navendên PENên welatên din de gelek kes di koma rêvebir û Komiteyên din de akktiv dixebitin. Gelekên ji wan xwedî ji yekê/î bêtir serkreteran in. Wek mînak di PENa Tirk de  de zêdeyî 30 kesî dixebiritn; di komîteya nivîskarên jin de 15, komîteya mafê zimên û wergerê de 4, komîteya nivîskarên di zîndanê de 6, komîteya niviskarên ji bo aþitiyê de 7 kes kar dikin. Di serokatiya PENa Alamya de zêdeyî 10 kesan hene. Di koma rêvebir a PENa Kurd de tenê 5 kes hene. Ji ber ku hejmar hindik e gelek caran karên ku tên kirin li ser milê kesekî dimîne. Wek mînak karên darayî ne bi destê berpirsyarê diravî yê fermî tên kirin, ew bi destê serokê PENê tên meþandin. Berî bi çendakî sekreterê PEN ê dev ji sekreteriyê berda, ev kar jî berpirsyarê karê û barê diravî wergirt ser xwe. Ez di vê Adara îsal de çûbûm baþur û min dît ku li wir gelek niviskarên ku bikaribin bi kar û barê PENê re rabin hene û ji aliyê derfetan jî li wir karên bêtir dê karibin bên kirin.

Ku Navenda Penê biçe erdê azad dê karê PENa kurd ji gelek aliyan ve hêsantir bibe:

Rewþa aborî dê çêtirbe, ji ber ku bi sedan nivîkarên kurd li wir dijîn û ku navenda PENê nêzîkî wan be dê pirraniya wan bibin endam. Jê pê ve wek Sponzor dê wezareta rewþenbîrî an jî wezaretin din bikaribin alîkariya projeyên PENê bikin. Qederê min ji çavkaniyên cihê bihîstiye ku Serokwezîrê herema Kurdîstanê Nêçirvan Berzanî nirxeke bilind dide wêjeyê, lewra  ne dûrî aqil e ku alîkariya hukumeta heremê jî ji bo PENê bibe.

Di rewþeke wusa de dê PENa kurd karibe konferansên li ser zimên û wêjeyê li dar bixe. Ku PENa Kurd karibe mazûbaniya Karên baþ bike dê nirxê wê li ba PENa navnetewî jî bilib bibe. Hîngê dê karibe hêsantir li niviskrên li beþên din jî xwedî derkeve.

Eger PENa Kurd bibe xwediyê derfetên diravî ew ê bê pirsgirêk karibe beþdarî Konferansên navnetewî yên li ser kar û xebatên PENa navnetewî bibe. Danûstandina bi niviskrên dunyayê re dê ber niviskarên Kurd veke û ew ê derfetê bibînin ku ji ezmûnên çandên din jî sudê werbigrin.

Ku PEN li ser wî erdê ku zimnê endamên navendê zimanê fermîye be, dê peywendiya niviskran û zimanê ku pê dinivisînin geþtir bibe. Ji xwe ji bo ku PENa kurd ne li ser erdê ku ew li ser navê wî hatiye damezirandin tu sedem tune ne. Ma di rêbaza PENa kurd xala 3. de nehatiye nivîsandin ku

“Armanca komelê bipêþvebirina çand, û berî hertiþtî ziman û wêjeya kurdî ye.”?

Di van salên dawî de gelek gengêþiyên balkêþ li ser rewþa dunya sisiyan û ya jinan li tevahiya dunyayê çêbûn. Gelek caran hat gotin ku sedema rewþa xirab-feqîrî û nezaniya- li dunya sisiyan emperyalizm û ya sedema çewusandina jinan jî mêr în. Li gel ku rastiyek di van tezan de heye jî bala min hertim aliyekî din ê babetê dikþand û hîn jî dikþîne: Gelo çima mirovên li dunya sisiyan xwedî li nirxên xwe derneketin û hiþtin ku welatên emperyalist wan bixin vê rewþa ku ew tê de ne? Aya çima jin derfetê didin zilaman ku ew karibin jinê  di rewþake bindest de bihêlin.?

Îca ku ez ji gelek nivîskarên kurd dibhîzim ku PENa Kurd dibin bandora vê yan wê rêxistinê an partiyê de ye ew tiþtên li jor tên bîra min. Gelo çima nivîskarên kurd ku beþekî mezin yê temenê xwe di xebata ji bo ziman û wêjeya Kurdî derbas kirine li derveyî rêxistina xwe dimînin? Ku vê helwesta xwe dom bikin ne ew bi xwe ne ku dihêlin rêxitinek ku ji bo xebatkarên wêjeyê, nûnerên peyva azad ava bûye bikeve bin bandora wan ramanên ku sedema çêbûna PENa navnetewî tekoþina li dij wan bû.

Min dil heye ku ez banga xwe ya li jor dubare dikim bi hêviya ku hûn li min megrin:

Ka em li Duhokê avahiyeke mezin ava bikin û navê Ehmedê Xanî lê bikin û bila ji PENa kurd re jî bibe navend ku ew her sal mazûbaniya gelek konferansên navnetewî bike. We got çi?

 

Husên Düzen, Hamburg

21.09.2005  



* Ji ber ku li ser gotareke ku di PK de derketibû radiweste, ev gotar ji PK re jî hatiye shandin.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org