|
|
- Deh
Deqên Zêrîn
-
-
-
- Husên
Duzen
-
-
-
-
- Her
çû di jiyana wêjeyî ya Kurdan jî de bêtir qala wergera wêjeyî bû.
Di van salên dawî de gelek berhem ji zimanên din hatin wergerandin
ser Kurdî. Ji Kurdî jî gelek berhem hatin ser zimanên din. Van rojan
di rûpelê kovar û rojnameyan, malperên internetê û bernameyên
televizyonan de jî ev babet her tê gotûbêj kirin. Gelek caran
pirsyar ji min jî li ser babtê tên kirin, lema ez dixawzim çend hizrên
xwe yên di derbarê wergera wêjeyî de bi we re parvekim. Bêguman ev
her deh xal, piþtî azmûnên min li ba min zelal bûne. Kerem bikin,
ez van deh deqên zêrîn diyariyî hevalên xwe yên wergêr dikim:
-
-
- 1)
Berhema ku tu dê wergerînî, tu
bi xwe helbijêre. Ger merc vê derfetê nedin te jî, barê wergera
berhemên xerab an lawaz tu carî negere
ser xwe. Berhemên ku ji hêla wêjeyî ve xwedî nirxekî bilind in,
helbijêre.
-
- 2)
Berî tu dest bi wergerê bikî, berhema ku tu dê wergerînî
heta dawiyê bixwîne. Ger te
carekê fam nekir, careke din bixwîne. Famkirin piþtî xwendinê,
werger jî piþtî famkirinê tê. Lezgînî û wergera wêjeyî li hev
nakin.
-
- 3)
Serê xwe zaf bi teoriya wergerê re neêþîne. Ger tu dixwazî
wergereke biserketî biafirînî, azmûnên xwe bi xwe bike. Wergêrên
wêjeya bedew ne di zanîngehan de, belkû bi azmûnên xwe tên
perwerdekirin.
-
- 4)
Di kêliya wergerandinê de, ne mîna profesorekî zanîngehan, lê
belê mîna hunermendekî tevbigere. Ji bîr neke wegera wêjeyî ji
zanistekê bêtir hunerek e.
-
- 5)
Ne pev bi peyv, lê belê wateya berheman wergerîne. Tu wek wergêra/ê
wêjeyê, ne peyv an hevokan, lê belê tu berheman werdigerînî.
-
- 6)
Ji ber ku wergera wêjeyî, ji zimên bêtir bi gelek tiþtên
din ve jî mijûl dibe, watiniya xwe di zanîna zimanzaniyê tenê de
nebîne. Ji bo wergereke biserketî divê tu ji zimanê resen û yê
armacê bêtir xwedî agahdarî bî; divê tu paþbingeha herdû zimanan
a çandî jî baþ nas bikî.
-
- 7)
Ger ji te bê berhemên hemû zimanan wergerîne ser
Kurdî. Yên kurdî jî wergerîne ser hemû zimanan, ji wan
zimanên ku serdestan bi rêya wan xwestiye Kurdî tune bikin pê ve. Ji
bîr neke, wergera berhemên kurdî ser van zimanan alîkirina asîmîlasyonê
ye.
-
- 8)
Di destpêkê de, giranya xwe ji helbestan bêtir bide ser
wergera pexþanê. Bi tevahî zimanê kurteçîrok û romanê derfetên
weregereke biserketî bêtir pêþkêþ dikin, ji yê helbestê. Ji xwe
li tevahiya dunyayê, pexþanê xwe wek cûreyê
wêjeyê ji helbestê bêtir
da pejirandin.
-
- 9)
Ji zimanê resen wergerîne; heta ji te tê ji zimanê duwemin
wernegerîne. Ger di berhemekê de hevokin ji zimanekî din derketin pêþberî
te, wan bi orîjînala wan re bide berhev, ger ew ji zimanê armanç
hatibin wergerandin, wan rasterast bigre nav wergera xwe ji dêvla ku tu
wan wergerîne. Heta ji te bê rê li ber wergera wergerê bigre.
-
- 10)
Naverokên çewt wernegerîne. Ger te dît ku naveroka beþeke ji
berhemê çewt e, rastiya wê wergerîne û bi jêrenotekê diyar bike bê
te çi serast kiriye.
-
-
- HusenDuezen@aol.com,
04.09.2007
|
|
|