|
|
Mafê
Ramana Azad û Îbrahim Güçlü
Husên
Düzen, HusenDuezen@aol.com
- Malpera
HPGê ya fermî, di 22ê Çeleyêpaþîn(22.01.08)de nivîseke bi sernivîsa
“Ajanê dewleta kûr Îbrahîm Guçlu” weþandiye.Di nivîsê de parêzer,rexnegirê
civakî,çalakvanê þitiyê, siyasetmedar
û kurdperwerê nas Îbrahîm Güçlü wek “ajanakî dewleta kûr û
kadirekî JÎTEM-ê” hatiye nîþandan. Hevoka dawî ya wê nivîsê
ya ku ji aliyê raya giþtî ve wek dayina emrê kuþtinê hate
nirxandin ev e: ”Ciwanên welatparêz baþ dizanin û dinansin çawa
ev seyên ku xwe gur dihesibînin û dizûrin bêdeng bikin.” Gelek
kesatiyên kurd nerazîbûn xwe anîn zimên û piþgiriya xwe bi Îbrahîm
Güçlü re eþkere kirin. Mixabin heta niha tu daxuyanî ji aliyê PKK
nehatin belavkirin û ew nivîsa li jor qalbûyî ku gelek heqaretên þexsî
jî tê ne, nehat daxistin. Ev rewþ nearamiyê bi raya giþtî ya kurd
re çêdike. Bi hemû awayê xwe nivîseke tehdîtwarî ye. Êrîþeke
vekirî ye ji bo mafê jiyanê û ramana azad.
Ji çar xalên Charta PENa Navnetewî yek ji wan li ser mafê
azadiya ramanê ye.Di xala 4. de hatiye diyar kirin ku
„PEN, dan û standina ramanan a ku divê rê li ber neyê
girtin diparêze“. Piþtre dibêje endamên PENê xwe berpirsyar dibînin
ku ew «li dijî hemû þêweyên çewusandina azadiya bîr û baweriyê
li welatê xwe yan jî di civakeke ku ew aîdî wê ne de « derkevin.
-
- Divê
PENa kur û hemû endamên wê li hemberî vê êrîþa ser mafê remana
azad bêdeng nemînin. Ji bo agahdariyê ez nivîsa xwe ya ku di 2006´an
de di Netkurdê de weþiyabû pêþkêþî
we dikim:
-
- „
Xortê Ku Natewe: Ibrahim Güçlü
-
- Bi salan e ku bi wêrekî,
eþkere derdikeve pêþberî Raya Giþtî, bêyî ku yasayên Tirkiyê yên
li ser înkarkiran Kurdan çêbûne bide berçavan. Ku wicdanê wî jê
dixwaze ew di ser wan re dimeþe. Lewra di vê dema dawiyê de „Bêîtaetiya
Sivîl” û navê Ibrahim Güçlü bi hev re tên bilêv kirin.
-
- Li gor Hanna Ahrend, cûdayetiyeke
mezin di navbeyna çalakvanekî Bêîtaetiya Sivîl û kesekî kirmînel
ku bêîtaetiyê dike ew e ku ziravê kesê kirmînel ji Raya Giþtî
diqete, lê kesê ku bi aweyekî sîvîl bêîtaetiyê dike,
vekirî li ber çavê raya giþtî derdikeve pêþ, guhdarî li wijdanê
xwe dike û bi zanembûn ji bo demekê li dijî zagonên heyî
derdikeve.
-
- *
*
*
-
- Berî bi çend meham min
di gotara xawe „Êþ û Þerm“ de de qala helawesta Îbrahim Güçlü
ya di televizyonên Tirkan de kiribû:“Wek mînak di van mehên dawî
de du caran Îbrahîm Güçlü beþdarî programên televizyonên Tirkan
bû û bi serfirazî helwesteke wêrek rêda, gelek nerînên balkêþ
anîn rojeva gotebêjê û întîbayeke baþ li ser raya giþtî hiþt,
helwesteke ku moralê Kurdan bilind bike derxist pêþ.(Siheta te xweþ
be, kek Brahîm!)“
-
- Piþtî wê nivîsê
xwendevanekî min di nameyekê de ji min re nivîsî:
„Tu bi Ibrahim Güçlü pir serbilind bûyî. Ibrahim di çend
televizyona da ji bona pirsa Kurdî baþ axiviye.
Çima Ibrahim ewqas vekiri li Tirkiye
behsa Kurda dike û dibêje serokê min Mesût Berzanî ye.Dewlete
nikari ku PKK e taswiye bike û hezeke li dijî PKKe derxine.
Ez ê kê bînim kê bînim. Ez ê
mirovên wek Ibrahim bînim ji bona armanca xwe bi kar bînim.“(20.01.2006)
- Qey
îroniya jiyanê ye ku niha jî Îbrahîm Güçlü û hevalên xwe
Zeynel Abidin Ozalp û Sedat Ogur ku dixwestin li dijî erîþkarî û
planên artêþa tirk yên li ser sînorên baþûrê Kurdistanê ji
Amedê heta Xabûr bimeþin, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin(02.05.06)
û adinî rojê di dadgehê de, dozger di îddianameyê de ew bi
„piþtgirîkirin û propogandaya armanca PKKê“ tewanbar kirin û
cezayê hepsê ji wan re xwest.
Dadgehê
jî ev daxwaza dozger bi cîh anî û hersê çalakvanên kurd
birin hepsa Amedê ya tîpa D.
-
- *
*
*
-
- Îbrahim
Güçlü xwedî hiþmendiyeke xurt e, lewra serpêhatiyên ku hatine serê
wî û gelê wî ji bîr nake. Hîn di zarokitiya xwe de
mîna zarokekî jîr bal kiþandiye ser xwe. Wek þagirtê
dibistana seretayî li gundê xwe li van peyvên nijadeperestên Tirk yên
cîranên xwe guhdarî dikir:”Li van Kurdên bi terî mêze bikin. Ew
di dersên xwe de bi ser dikevin, û zarokên me bi ser nakevin.” Piþtî
bi salan parêzer, rexnegirê civakî û çalakvanê aþitiyê Îbrahim
dibêjê:“Ev gotinên cîranên me ji bo min dibûn qamçiyekî ku ez
bi pêþ de dibirim, xirsa nava min bêtir dikir.” Di wan hoyan de, li
gundê Heciyan ku nêzîkî navçeyeke Enqerê bû jî wî dev ji zimanê
dayikê berneda. Gelek caran, li
gel qedexekirina Kurdî bi destê dewletê Îbrahim ji devê merivên
xwe jî peyvên mîna “Ku tu bi kurdî biaxivî tu ê bisernekevî”
dibhîstin. Balkêþ e ku di
jiyana xwe ya siyasî de jî her pêrgî van du tiþtan bû Ibrahim Güçlü:
Li aliyekî zilm û helwesta tund a dewletê û li aliyê din jî
helwesta Kurdan a nerm ku ji wan pê ve bikêrî gelek kesan tê.
-
- *
*
*
-
- Ez
Îbrahîm Güçlü ji salên 70´î de nas dikim. Ji bo ku vê kesatiya
kurd, bidim naskirin min dil heye ez
kêliyekê vegerim wan salan:
- Min
di navenda salên 70´yî de di Dibîstana Mamosteyan de li Amedê
dixwend. Hîngê MC (Eniya Netewî) li ser desthilatdariyê bû. Ji ber
ku di wê eniyê de faþîstên Tirkan jî hebûn, bi hêsanî dibîstan
ketibûn bin bandora wan. Li dibîstana me bi xwe piraniya mamosteyan û
Îdareya Dibîstanê hevalbendên MHP bûn,lewra gelek tadayî li me
xwendekarên kurd dihat kirin. Carekê ez ji dibîstanê bidurxistim û
ez neçarmam dibîstanê berdim. Li derve hevalekî ji min re got biçe
Dilan Pasaji, li wir Kurd hene wê alikariya te bikin. Ez çûm wir.(Piþtre
ez fêrbûm ku buroya Weþanxaneya Komal bû). Di nav çend kesên rûniþtî
de zilamekî li dor sîh salî hebû. Pantorekî qedîfe, fanêreyekî
hirî lê porê wî qederê tê bîra kin bû. Min ji wan kesan re qal
kir bê dibîstana me di çi rewþê de ye. Hema min dî wî zilamî kêliyekê
li min mêze kir û got ka rabe em biçin. Hîn jî min ew nas nedikir.
Min bi nerîneke bipirs lê nerî, mîna ku ez bêjîm bi ku de? Bêyî
ku ez tiþtekî jê re bêjim wî got: ”Navê min Îbrahin Güçlü
ye. Emê
niha herin dibistana te. Ezê bêjim ez weliyê Husên Düzen im. Û ku
ji te pirsîn bêje erê rast e. Ezê mêzekim bê ev kuçik çi dozê
li we dikin.“ Ez di cihê xwe de þaþ mam. Heta
hîngê ez rastî awirin wisa tije dilsozî nehatibûm. Peyvên wî
derfeta ku ez çu tiþtî bêjim ji min re nehiþtibûn. Hema min dît
ku min û wî daye tengala hev û em ber bi dibîstana me de diçin. Hîngê
nuh kelecana min kêm bû, min dilsozî û nefisbiçûkiya wî bêtir dît,
li gel ku bi her gavê re mereqa min bêtir dibû jî.
-
- Li
ber dergehê dibîstanê kontrola polîsan hebû. Hema min dît bê pirs
kek Îbrahîm nasnameya xwe derxist û got ku ew weliyê min e, divê bi
îdareya dibistanê re biaxive. Bi wê helwestê ji gotina „kerem
bikin“ pê ve çu derfet ji wan re nehiþtibû. Em çûn ba cîgirê
mudur. Gava ku li wir jî nasnameya xwe rê wan da û got ez weliyê Husên
Düzen im, min dît cîgirê mudur di cihê xwe de çû û hat, devê wî
li hev herbilî. Mîna
ku li ser diziyekê hatibe girtin. Di wê kêliyê de ez zarokê wî
temenî, ku roj dermas nedibû me li Ameda Kurdan lêxistin û siqêf
nedixwarin, bûbûm temaþevanê wê rewþê.
-
- Piþtî
wê rojê hevaltiya kek Brahîm û min dest pê kir, ku gelek caran ji
ber sedemên cihê-çi siyasî çi erdnîgarî be- em ji hev dûr
diketin jî, piþtî demekê, carnan
piþtî bi salan gava me hev dîsa didît me hev nas dikir. Her
carê ez ji nû ve dibûm þahidê wê wêrekî û helwesta wî ya vekirî.
-
- *
*
*
-
- Bêguman
girtina Îbrahim Güçlü û hevalên wî ne bûyereke ji rêzê ye.
Gava ku Kurd nikaribin li vê helwesta wan xwedî derkevin, bes dikare
bibe îsbat bê ew çiqas dûrî armancên xwe ne.
-
- *
*
*
- Di
Pirûka M.Emin Bozaslan “Ýçerdekiler ve Dýþardakiler” de serpêhatiya
“xortê ku nediket» heye. Berî bi 2 salan li ser pirsa hêja Ferhat
Saðniç, kek Ibrahim dibêje, “ew xort ez im” û qala wê bûyerê
dike ku min dil heye bi kurtahî pêþkêþî we bikim:
- “Me
biryar dabû ku em çend xortên „TÝKKO” nedin destê MITê ku wan
bibin û îþkenceyê bi wan bikin. Leþkeran derdora hebsê bi tankan
girtin. Roja 2 Adara 1972´an
serê sibê bi gaza ku direþandin ser çavan dest bi operasyonê kirin.
Komeke taybet ez birim, li min xistin. Piþtî ku îþkenceyê dest pê
kir ji hucereya cîranê min qîrîniya du hevalan gihîþt erþê xwedê.
Hîngê min bi dengê bilind got:”Tirsonekno, faþîstno li wan nexin.
Va ez li vir im.” Ez xistim hucereyekê. Gava derî vebû serbazê wan î
bixwenebawer dest bi heqaretan li min kir. Min jî bersîva wî bi
peyvin siyasî da. Ez derxistim meydanê.
Her destekî min ji alî du leþkerên bi hêz hat zeft kirin. Di serî
de serbaz û leþkeran iþkence bi min kirin.
Goþtê devê min rabû û goþtê hêtên min berjêr ve
daliqiyabû. Yên ku bi min îþkence dikirin digotin, “çima
tu naqîrî”, “çima
tu li ber me nagerî”, “çima tu nakevî”
û bi ser min de diqîriyan.
Ji çavên Îsmail Beþîkçî hêsir diherikîn. Ez ne poþman im. Ku
niha jî ew rewþ derkeve ber min, ezê heman tiþtî bikim.“
-
- *
*
*
-
- Ev
bû hefteyek ku kek Îbrahim dîsa li Amedê di hebsê de ye. Þika min
hîç tune ku ew Ibrahîm Güçlü´yê ku di despêka salên 70´yî de
derketibû hember dadgeha leþgerî, ku hebûna Kurdan inkar dikir, û
gotibû „Dozgerê faþîst baþ guhdarî bike! Li dunyayê Kurd
hene!“ û bi dudirêjayî îsbata hebûna Kurda kiribû dê niha jî
bersîva pêwist bide. Ka bê Kurd dê karibin sûdê ji vê wêrektiya
sivîl werbigrin an na, emê bibînin. Lê ez ji hevaltiya xwe û wî ya
zêdeyî sîh salî dizanim, ew ê dîsa xortê ku natewe be. Ez dizanim
niha xuþka Gülfer jî bêriya wî dike, lê ewê disa mîna van 40 salên
dawî kêfa wê ji helwesta kek
Îbrahîm re bê, ez baþ dizanim! 08.05.2006“
-
- HusenDuezen@aol.com,31.01.2008
|
|
|