Rexnekirina Êzîdiyan bi Muslumanan neketiye

 

Husên Düzen

 

(Çend peyv li ser roportaja rojnamevan Ilona Rothin ku wergera wê di PK 24(18.2.05) de hat çapkirin)

Di despêka salên 9o´î de ez li Hannovera Almanyayê beþdarî þevekveke çandî bûm. Di dawuya bernameyê de Þivan Perwwer bi çepkên temaþevanan derket ser dikê. Piþtî ku wî çend kilam gotin min dît ji nivþkê ve tevliheviyek, xirepiþek di salonê de çêbû. Di nav wê qelabalixê re dengê Þivan bilindibû:

“Kirîvê vê sibê  ezê bi çiyayê Þengalê,

Gola Smoqiya diketim îro gelî di gelî da,

Di gelî de, di gelî de kirîvê lê lê…”.

Dîna min dît ku çend xort xwe radikþînin û dixwazin ber bi dikê ve biçin lê hejmareke zêde ji temaþevanan wan digirin, li ber wan digerin û nahêlin nêzîkî dikê bibin.

“Kirîvê tu zanî ev gunehê min û te çi ye,

Ewqas þop û rê li min û te girtiye,

Ji min û te ra bûye sûc ku ez misilman im

Tu jî êzîdî ye, kirîvê lê lê….“

Her ku dengê hunermend bilind dibû xortan bêtir hêz didan xwe ku êrîþî ser dikê bikin. Gava Þivan dît ku bi biryar in û durahiyeke ne pirr ma ku xwe bighînîn ber dikê mecbûr ma ku klama xwe qut bike. Di wê kêliyê de Þivan rabû ser xwe û bi dengekî xeniqî bang kir:“Law, hûn nizanin hûn çi dikin! Hinek bi we dilîzin! Ez Ozanê gel im! Hinek we bi qestî dîþînin ser min!“ Piþtî ku min ji çend kesên li der û dora xwe pirsî ka gelo mesele çi ye û pê ve min mebesta xortan baþ fam kir, bêyî ku ez mebesta Þivan fam bikikim bê wî bi „hinekan“ kî qest dikirin. Xortan nedixwest ku Þivan wê kilama ku keçeke êzîdî dil ketiye  xortekî musluman bibêje. Min berê jî ji gelek der û dora Êzîdiyan bihîstibû ku ew kilam hestên wan dêþîn e, ji ber ku li Kurdistanê gelek caran keçên wan ji aliyên Muslumanan ve bi zorê tên revandin. Wek tê zanîn çi bi zorê çi bi xweþî be ku keçeke êzîdî ji aliyê yekî musluman hat revandin dê û bavê wê keçê hew dihêlin ew keç vegere mala bavê xwe. Ji ber ku Muslumanan ev yek zanîbûn û hejmar û hêza wan li gelek deveran ji ya Êzîdiyan bêtir bû rewþ ji bo xwe bikartanîn,lema ev yek di kilamên muslumanan de jî gelek caran tê vegotin.

Ango wan xortên ku êrîþî Þivan dikirin ne ji bo ku ew li dijî evîna keç û xortekî bûn, an jî li dijî gotina klameke evînî bûn; wan di awaza wî ozanê li ser dikê de êþa kesên ji ola xwe his dikirin. Qîrîna hunermendê ji maleke musilman wê bêhnikê êþên wan tanîn bîra wan.

Lê mixabin Þivan ne di rewþeke wisa de bû ku karibe helwesta wan fam bike. Bi qîrîn hîn jî dixwest ku bûyerê bi komployeke neyarên Kurdan îzah bike. Li gel ku dengê xortekî bi ser yê wî diket: „Dev jê berde Þivan, bi kilama Derwêþê Evdî lawukê êzîdî bernameya xwe dom bike!“

Gelo Þivan Perwer van salên piþtî wê bûyerê li ser helwesta wan ciwanan fikirî? Gelo hîn jî di konserên xwe de kilama „kirîvê“ dibêje?

„Tê bi þêxa þêxê Melekê Tawus ke,

Were di ser derd û kula re ramusanekê,

Bi ser can û cesedê kirîvê xwe de ber de kirîvê lê…,

Kirîvê heger xêr be bila ji dê û bavê te ra be,

Heger gune be bila sedqa ber serê feqîrê we be kirîvê lê.”

Hêvîdarim ku qe nebe ev beþê kilamê ku xuþk û brayên me yên êzîdî zaf jê aciz dibûn ji wê kilamê derxistibe.   

Piþtî ku min wergera reportaja Ilona Rothin di Peyama Kurd de xwend û nivisa hêja Emer Tuku ya ku ji bo weþandina wê roportajê Peyama Kurd bi tundî rexne dike jî gihîþt destê min ev bûyera Hannoverê hat bîra min.

*  * *

Vê dema dawuyê di çapemeniya Almanan de li ser babeta zewaca bêdil û çewusandina keçên ku bê riza dê û bavê xwe dizewucin tê rawestin. Li gor îstastîkên UNO li tevahiya dinyayê salê li dora 5000 cinayetên namusê dibin. Gava merov li nûçeyên nexweþ yên kuþtina ciwanên ji bo ku bê riza malbata xwe bi evindarê xwe re zeucîne û hatine kuþtin mêze dike hejmara êzîdiyan ji ya gelên din ne zêdetir e. Lewra nîqaþa vê babetê wek fenomeneke çanda êzîdiyan çewt û nehqî ye. Bêþik bûyereke giring e û divê di cihê xwe de bê nîqaþ kirin bêî ku bibe alava êþandina hestên olekê an gelekî.

Ez dibêjim Peyama Kurd diviyabû ku gotareke wisa çap nekiriba:

a)ji ber ku gelek çewtî tê de hene,

b)ji ber ku xwedî û pirraniya kedkarên PK kurdên musluman in û muslumanan di dîrokê de gelek tadayî li Êzîdiyan kirine;ev rastî mafê kesên musluman ji destê wan digre ku bibêjin em rojnameyeke azad in û em dikarin li ser her babetê bi awayê ku em dixwazin binivîsin. Ez dibêm mafê tu muslumanî/ê-bi taybetî yên Kurdan- tune ku êzîdiyan ji bo naveroka ola wan tewanbar bikin. Ku rastî be jî mafê wan tune ku li ser biaxivin îca ku derew be sûc e jî.

Ilona Rothin beri ku vê gotara xwe amade bike li ser Êzîdiyan, ol û çanda wan ranewestiyaye. Ku wê berpirsyariya xwe anîbûya cîh dê ew çewtiyên mîne „Êzîdî ji xwedê bawer nakin“ an „Keçên Êzîdiyan bi xwerzê û birazyên xwe re dizewucin“ nekiribana. Lê ku ZDF an jî I.Rothin çewtiyên wisa kiribin jî PK ne mecbûrbû ku wan wergerîne Kurdî û di nav Kurdan de jî belav bike.

Ku mebesta wergerandin û çapkirina vê roportajê „ji bo balkiþandina ser wêneyê Kurdan di medyaya elmanî de“ be jî divîyabû ji ber hasasiyeta babetê qe nebe ramanên yeke/î êzîdî jî di heman hejmarê de bihata çapkirin.

Êzîdî civakek olî ne û ziman û ola wan bingehê Kurdatiyê ye. Kurdên êzîdî di malên xwe de bi kurdî dpeyvin û kovarên wan hemû bi kurdî ne. Sedem jî ev e, ku li gor Êzîdatiyê mirov bi Xwedê re bi kurdî dipeyve, ango zimanê kurdî zimanê herî bi nirx e.
Lê mixabin muslumanên Kurd-bi taybetî li bakurê Kurdîstanê- gelek tadeyî li wan kirine. Mixabin Kurdan nikarîbû endamên vê ola kurdan î kevintirîn li welatê wan biparastina, lewra gelekên wan mecbûr man ji welêt derketin û hatin li Almanya û welatên Ewropa ên din bicîh bûn.

Ji bo hemû Kurdan þererefeke mezin e ku li baþûrê Kurdîstanê hejmareke mezin Êzîdiyan dimîne. 

*  * *

Wer xuyaye ku ev reportaj bi lez hatiye wergerandin bo Kurdî. Di wergerê de gelek çewtî hene. Sirwan Heci Berko wek rojnamevan kar dike û wî gelek nûçe, roportaj û hevpeyvînên biserketî belav kirine. Lê xuyaye ji hîmên wergerê yên bingehîn neagahdar e, lewra ez dixwazim li ser çend mînakên çewt ên wergera wî rawestim.

Wergera reportajê wusa dest pê dike: “Gulçîn û mêrê xwe ji dê û bavê xwe reviyane…”. Ez bawerim dê tavilê bala xwendevanan kiþandibe ku “ji dê û bavê xwe reviyane” bi gohê mirov xweþ nayê, ji ber ku rastiya vê beþa hevokê divê “ji ber dê û bavê xwe reviyane” ba. Dibe ku merov bibêje çewtiyên wisa dibin, Peyama Kurd hîn di despêka weþana xwe de ye, lewra divê merov bala xwe nedêyê ka bê ji hevokekê peyvek kêm an zêde ye. Lê mixabin hevako li jor ji aliyê wateyê jî çewt hatiye wergerandin. Li gor wergera  Sirwan merov tê dighêje ku Gulçîn û mêrê xwe ji ber dê û bavê herduwan reviyane, lê di almaniya nivîsê de diyar e ku ew tenê ji ber dê û bavê Gulçinê reviyane.  Wergera hevoka 2. ya reportajê jî wisa ye:”Gulçin Kurdeke êzîdî ye û mêrê xwe yê musilman li pêþiya “Standesamat”a elmanî zewicand”. Forma “li pêþiya..” almanî ye, kurd “li” tenê bikar tînîn. Lê ku ji aliyê samantîk jî hevok ne çewt ba me yê ew jî bida xatirê temenê Peyama Kurd ê ciwan. Bêguman xwendevan ji xwe pirsiye bê gelo Gulçînê merê xwe bi kê re zewucandiye. Di Almaniya vê hevokê de hatiye gotin ku “bi mêrê xwe re zewuciye”. Di hevoka 3.an de jî tê gotin ku dê û bavên Gulçînê zewaca wê bi yekî Musluman re wek “bêrûmetiyekê” dibînin. Mixabin ev peyv jî wateya peyva Almanî “Schande” nade. Peyva “Schande” hîn girantir e. Di peragrafa 2. de jî peyvên Gulçînê bi vî tehrî hatine wergerandin:”Dê, bav û brayên min tim dîn dibin.” Di orjînala almanî de ji dêvla lêkera “dînbûn” ê “ausrasten” heye, ku kêm zêde tê wateya “ji cihê xwe derket” ku bi demê re wateya “ji serhiþê xwe çûn” an jî “ji hêrsan dînbûn” wergirtiye. Ji bo ku bihata famkirin diviyabû “ji hêrsa dîn dibin” an jî bi idiomeke din a Kurdî “bi cinan dikevin”, an jî “kirasê xwe diçirînin” bihata wergerandin. Lê disa jî dê nebuya wergereke biserketî ji ber ku almaniya vê hevokê ev e: “Dê û bavê min ji hêrsan dîn dibin, birayên min ji xwe wisa ne...”.

Hevoka „Gulçin divê ser xwe jiyana xwe bitirse.“ jî ne rast an jî ne vekirî hatiye wergerandin. Kêm zêde almaniya wê ev e:„Divê Gulçin bitirse ku jiyana xwe ji dest bide.“

Mixabin di wergera Sirwan de mînakên wusa zaf in û ez naxawzim li ser hemiyan rawestim.

Di hin deveran de jî mebesta wegêr, an baþ nayê famkirin an jî agahdariyên çewt hene ku diviyabû wergêr ew an serrast bikrana û wegerandana an jî bi têbiniyekê diyar bikra ku ev agahdarî çewt e. Mînak: „Hîn di cwaniya xwe de, keç ji bo zewacê bi xwarzê yan pismamê xwe re têne girêdan.“ Li vir diviyabû ku wergêr zanibûya ku peyva „xwarzê“ ne di cîh de hatiye bikaranîn. Ji ber ku li gel peyva „Cousin“ ku tê wateya pismam, mixaletî, kurxaltî û kurmet, peyva „Neffe“ jî hatiye bi kar anîn ku tê wateya „xwarzê“ û „birazê“.  Her kurdek û kesên li ser çanda Êzîdiyan agahdar in dizanin ku di ola wan de jî zewaca keçekê bi xwarzê an biraziyê wê re qedexe ye. Ev yek jî dîsa diyar dike bê Ilona Rothin  li ser êzîdiyan û çanda wan çiqas kêm tiþtan dizane. Heman tiþt ji bo hevoka „Ew baweriya xwe bi xwedê naynin, lê bi melaîketan.“ jî derbas dibe. Diyar e ku rojnamevana me di babeteke wisa giring û bingehîn de jî li ser ola êzîdatiyê ne xwedî agahdariyin serrast e. Lê qe neba diviyabû wergêr ev zanîbûya û bi têbiniyekê bal bikþanda ser van çewtiyan û diyarbikra ku baweriya Êzîdiyan bi xwedê heye û ku li gor ola êzîdatiyê xweda afrînerê dinyayê ye û piþtî wî jî melaîket tên. 

Ji van mînakên li jor jî diyar dibe ku divê tu carî wergêr di karê xwe de ecele neke. Û jê girinktir jî prensîpa ku divê merov ne peyv bi peyv lê wateya hevokan wergerîne qet ji bîr meke.

*  * *

Peyama Kurd rojnameyeke xurû bi Kurdî ye û qederê ez dibînim pirdengiyê  di nav rûpelên xwe de dihewîne. Rexneyên Emer Tuku û êzîdiyên din di cîh de bûn, lê divê merov bûyerê mestir jî meke. Þika min tune ku dê berpirsyarên PK bi aweyekî medenî dawuyê li vê nîqaþê bînin; ez bawerim ew baþ dizanin gava ku helwesteke mirov dibe êþandina hestên civakekê merov çi dike.

 

22.02.2005,HusenDuezen@aol.com

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org