“Tiþtên
Millî Divê Di Ser Siyasetê Re Bin”
Hevpeyivîn
bi Abdullah Keskin re
Husên
Duzen
Avesta,
di weþangeriya kurdî de mînakeke zaf balkêþ e. Mîna dezgeha
malbatê Abdullah Keskin û xanima xwe Rûken û xuþaka xwe Songul dest bi
weþanê kirin. Yek ji wan weþanxaneyên ku bêyî gurûbeke siyasî dest
bi weþanê kir û bi dûmahiya gelek salan gelek berhemên hêja weþandin.
Ev tiþtekî nuh bû ji bo weþangeriya kurdî, ji ber ku gelek caran weþanxane
bi destê komên siyasî vedibûn, pirr dom nedikir, dihatin girtin. Ez
bawer im ku ji asta profesyoneliyê jî Avesta mînaka herî balkêþ e, bêyî
ku ez keda wan weþanxaneyên ku berî wê di mercên zaf dijwar de xebat
kirin nebînim. Kedkarên Avesta, neçarbûn ku her tiþtî bi keda xwe ji
tune ava bikin. Serketinên vê weþanxaneyê encamên sebreke mîna ya gêrgêrîkê
ne. Belkî jî Peyvên Abdullah, ku dibêje „hêdî hêdî ez ferq dikim
ku motîvasyonên min kêm dibin, ez diwestim“ jî vê rastiyê ji me re
dibêjin. Ez
ji 1993 û vir de Abdullah nas dikim. Her ku ez diçim Stenbolê ez û wî
bikêmanî heta 2 an 3 ê þevê þiyar dimînîn, gelak caran jî heta
ronahiya sibê. Sohbeta ku ez pêþkêþî we dikim jî beþekî ji wan
sohbetan e. Abdullah
ne tenê dizane bê çi berhemên nuh li Tirkiyê derketine, ew li ser
jiyana wêjeyî ya Kurdan û cihanê jî agahdar e. Her çû barê weþanxaneyê girantir bû, jijmara
pirtûkên Avesta bêtir bû, pê re jî dema wî ji bo wêjeya cihanê kêmtir
bû. Ji
ber ku „poþman nebûye û baweriyeke wicdanî li ser dadgehê nehþtiye
ku ew ê vî sûcî dubare neke“, dadgerê
tirk di dozeke li dijî Abdullah Keskin de hewcedariyê bi kêmkirina cezaya
ku li wî hatibû birîn nabîne. Serokê
komiteya Azadiya Weþanê ya Navnetewî Hal Fessenden wisa
nafikire:“Abdullah Keskin bi cesareteke mezin pirtûkên ku ji hêla siyasî
ve hasas in, yên li ser Pirsa Kurd, pirtûkên ku li Tirkiyê demeke dûdirêj
qedexekirî bûn, yên li ser babetên rojane, xebatên jinan, yên li ser
çanda Mezopotamyayê û yên li ser wêjeya rojhilat û rojava weþandine.
Ji ber ku baweriyeke Abdullah a qewîn ji bo azadiya ramanê heye û
listeyeke pirtûkan a cihê weþandiye, em kêfxweþin ku em vê xelatê didênê.“
Ev
peyv di di sala 2005an de ji bo dana xelata Jery Laber ku Yekîtiya Weþangerên
Amerîka bi PENa Navnetewî re dide,
hatibûn gotin. Beî
ku ez dirêj bikim, min dil heye ku niha ez we tev li Abdullah Keskin bêhêlim,
bila ew ji we re bahsa weþangeriya kurdî û xebatên Avestayê bike.
H.
Düzen: Ka
em ji avakirina Avestayê dest
pê bikin: Kengî we dest bi weþanê kir? A.
Keskin:
Dawiya 1995, lê fermî destpêka 1996. Di
1997 de bû limîted þîrket. KITÊB
NE TIÞTEKÎ PÎROZ E H.
Düzen:
Pirtûk ji bo te çi ye? A.
Keskin: Pêþî
bo min kitêb e, ne pirtûk e. Giranî û cihekî mezin ê kevn ê kitêbê
heye di bîreweriya kurdî de. Di zarokatiya me de, li ba me, du tiþt pîroz
bûn: nan û kitêb. «Kitêb» di nav qalikekî tozgirtî li ciyê mustesna
yê malê daliqandî bû. Hemû rastî tê de bûn, lê kesî nizanibû bixwîne.
Li ba me «kitêb» Qur’an bû. Di nav vê sêrê de ez nêzîkî kitêban
bûm, dema min fam kir ku ew kitêba berê û ên em dixwînin ne eynî kitêb
in, kitêbxaneyeke min a piçûk hebû, pêwendiyeke min a baþ bi kitêban
re çêbûbû. Di jiyanê de yek ji tiþtên girîng ku ez bê wê nikaribim
bijîm kitêb e. Demek dirêj kitêb ji bo min armanc bû, jiyana min pir
kitêbî bû. Vêga ji wî qalikî derketime, kitêb wasitayeke ku pirî
caran bi armancê re têkel dibe; jiyan bi kitêbê tenê nabe, bê kitêb jî
nabe. Guhertinên mezin bi kitêb çêdibin, kitêb dikare rê li ber her «xeletî»
û «xirabiyê» veke. Divê kitêb ji ezmanan dakeve jêr, çima pîroz be,
bila bibe parçeyekî ji jiyana rojane. Di zemanên postmodern de jî ji girîngiya
kitêbê tiþtek kêm nebû, bo têgihiþtin, rast û çewt, hê jî wasita
herî girîng e, lê ne mutlaq e, wek ku me Kurdan di tarîxa xwe de nîþan
daye, jiyanek bê kitêb jî «mumkin» e. Tu dikarî kitêbê red bikî, lê
bi kitêb. H.
Düzen: Te
karîbû wan vizyonên dema avakirina Avesta pêk banyana, yan bi demê re
guhertin di vîzyonên te de çêbûn? A.
Keskin: Guhertineke
zêde çênebû. Lê profîla weþanxaneyê ancex di 10 saliya wê de diyar
bû. Vêga
nêzîkî 30 seriyal kitêb di kataloga me de hene. Ji % 80yê van destpêkê
em li ser difikirîn. Hin tiþtê ku em difikirîn û me pêk neanîn jî
hene. Wergera edebiyata dinyayê bo kurdî, me nikaribû em zêde bi pêþ
bixin. H.
Düzen: Tê
bîra te me çawa hev nas kir? A.
Keskin: Ez
ne þaþ bim dema li Özgür Gündem,1993, min edîtoriya rûpelên kultur
û huner dikir, tu hatî serdana rojnameya Welat ku destpêkê ez
berpirsiyarê wê yê giþtî bûm, ew jî li eynî avahiyê bû, me hev nas
kir. H.
Düzen: Baþ
tê bîra min, piþtî me hev naskir, pir di ser re nebuhurî, te dev ji
Welat berda, û te her dixwest di warê weþangerîyê de tiþtinan bikî.
Çi cara ku rêya min bi Stenbolê diket babet her ev bû. Biryara
avakirina Avesta çawa pêk hat? A.
Keskin: Berî
ez dest bi karê rojnamegerî bikim, dema ez li Anqere di unîversîteyê de
xwendekar bûm, min di avakirin û redaksiyona hin periyod û weþanxaneyan
de cîh girtibû. Serpêhatiya min a bi Welat û Özgür Gündem re zêde
dom nekir. Min nexwest di rojnameyên Tirkan de jî cî bigrim. Tu bi xwe þahidê
gelek tiþtan î, hevdîtinên me yên ji bo karekî muþterek negihîþtin
tu encamê. Wî çaxî me bi xwe xwest em riyekê deynin ber xwe û bimeþin.
H.
Düzen: Li
gor mercên Tirkî yên weþangeriya kurdî Avesta di nava çend salan de
gelek berhem weþandin, ne xurû kurdî bin jî, ji sedî zêdetir ên kurdî
jî di nav wan de derketin. Pirtûka we ya herî dawîn kîjan e û çendemîn
e ji pirtûkên Avestayê? A.
Keskin: Di
nav 11-12 salan de dor 240 kitêbî hatiye çapkirin. Kitêba dawî ku me
daye çapê jimara 239 li ser dinivîse, þi’rên Þikoyê Hesen, «Payiz
û Ba» ye. Lê 4 kitêbên Keskesorê û soraniya kitêba Jonathan Randal
ne di nav vê jimarê de ne. KES
NIKARE ME WEK WASITA BI KAR BÎNE H.
Düzen: Bi
dirêjahiya van salan re Avesta bê navber her sal bi dehan pirtûk weþandin.
Li ser vê serketinê gelek caran, li gelek cîhan hat axaftin. Dihat gotin
ku Avesta vî karî wisa kare bibe serî ji ber ku alîkariyê ji hin
deveran werdigre. Ka em sirra karê Avesta ku ji tune dest pê kir û ewkqas
biserket, ji te bibhîzin. A.
Keskin: Bi
rastî ji bo min tim û tim zehmet bûye ku ez li ser karê xwe bipeyivim.
Di van 12 salan de 12 hevokên min tune ne li ser Avesta. Gerek e kar bi xwe
bipeyive. Lê gelek caran dema mirov bêdeng dimîne ev wek kêmasiyekê an
jî wek qebûlkirinê tê famkirin. Bo wê wek agahî dibêjim. Em karekî
entelektuelî dikin û li ber çav e. Ezê çi ji kê veþêrim? Her tiþtê
me eþkere ye, tiþtekî bi dizî em nakin. Alîkariya ku ez bigrim ji bo ez
nebêjim tu sebeb tune. Ew derûdorê ku dibêjin alîkarî didin me, ji
herkesî bêhtir ji bo me problem derxistine. Bi dehan mînakên vê hene. Lê
em tim bi mesuliyet hareket dikin. Em ne weþanxaneyeke angaje ne, di nav
kurdan de notr in. Em destûr nadin ku kes me wek wasita bikar bîne. Ev
ne ciyê propagande ye, lê ne yê heyfstandinê ye jî. Tiþtekî baweriya
me pê hebe, di cî da be, objektîf be, em qet jê tawîz nadin, li piþt
disekinin. Þahmaran dema dest pê kir ji her 4 parçan nivîskar hebûn.
Hin kes tenê Kejal Ahmed dibînin dibên ev Yekîtî ye? Hin Fatma dibînin
dibên ev PKK ye, ê din Jîla dibînin dibên ev Komele ye, Axîn û Jana
û Xelat dibînin me bi ser hin partiyên ku me navê wan nebihîstiye ve
didin. Jula, Tirîfa û Selwa bibînin dibêjin ev Partî ne. Em ev hemû ne
û ne yek ji wan e jî. Em
weþanxaneyeke kurd in. Û
di vî karî de «serkeftî» ne. Me ji 12 zimanan werger kiriye, bi seriyalên
Kurdolojî bi taybetî tirkî mixabin bûye zimanekî herî enteresan, kesên
ku li kitêbê kurdî nedixwestin binêrin, xelat dan bi dehan bergên kitêbên
kurdî. Em çi çêbikin ji aliyê ticarî ve wê ji kurdî û tiþtê li
ser kurdan xirabtir nebe û em dikarin bikin. Roja pêþî yek ji argumentê
me ew bû ku eger kesek jî kurdî nexwîne emê kitêbên kurdî çap
bikin, bo xwe... Bo xeyalê zarokatiya xwe, bo peyvên ku me pê dinya nas
kir. Tu bi xwe baþ dizanî piþtî çend sal bi çi awayî me komputer
stand. Hê jî zehmetiyên me xelas nebûne. Li dinyayê li kîjan welatî
tu 100 kitêb çap bikî problemek te namîne. Me 240 çêkiriye, bi rastî
ez behsa probleman bikim kes bawer nake. Piþtî wê kêfa min ji stûxwarî
re naye. Bi xwe, bo xwe dikim, çi zehmetî jî hebe ne muhîm e. Lê bi yek
gotinê bêjim, tiþtê ku em li ser piya hiþtine; hezkirin û heyecana kar
e, objektivîzma prensîban û bi çi sebebî be bila bibe bêtawîzbûn e. H.
Düzen: Dawud
Rêbiwar, di nivîsa xwe ya li ser pirtûkên di sala 2007 de weþyayî de,
dibêje «bi zêdebûna pirtûkan re, hejmara berhemên qels jî her diçe zêde
dibe». Gelo
ev tê wateya ku her çû nîsbeta di navbera pirtûkên baþ û xerab de bêtir
bû, yan tê wateya ku hejmara pirr pirtûkên xerab jî pirtir kirin? A.
Keskin: Ez
jî di wê baweriyê de me, kitêb pir bûn lê jimara kitêbên bê kalîte
zêdetir bû. Vê kir ku mesafeya di navbera kitêb û xwendevan de dirêjtir
bibe. Di destpêka avakirina Avesta de jî yek ji xalê girîng ku me serê
xwe pê diêþand ev bû. Ne hewceyî minet û gazinan e, Xanî ji dêvla me
hemûyan ew kiriye. Berî bazarê gerek e hizir bikî ku tê çi pêþkêþ
bikî. Baweriya min ew e ku «tiþtê baþ» wê di jiyanê de ciyekî ji
xwe re veke. Ev cî ne pêwist e tim li gor maddiyatê bê pîvan. ME
TIM TEHAMMUL TERCÎHÎ SANSÛRÊ KIRIYE H.
Düzen: Belê,
«tiþtê baþ» wê ber xwe veke; Nexwe vatiniyek
ji ya weþangêran jî ew e, ku berhemên baþ derxin pêþ û xwedî
li nivîskarên biserketî derkevin. Gelo di vî warî de xwediyê Avestayê
dikare çi bibêje? A.
Keskin: Di
vî alî de li gor pîvan û îmkanên xwe tiþtê ji me hatiye, me kiriye.
Bi dehan nivîskarên kevn, ên nû, ji parçe û diyalektên din hatine çapkirin.
Hemû dîwanên Cegerxwîn ku di 40-50 salî de bi rêkûpêk nehatibûn çapkirin,
di mehekê de wek 10 cild bi hev re çap bûn. Tevî meseleyên giþtî
detay jî derketin pêþ. Kitêbên tarîx û lêkolînê ji çarçoveya ansîklopedîk
a «Kurd û Kurdistan» derketin. Ji antropolojî ta lêkolînên teorîk di
her warî de lîteraturek çêbû. Hin mijarên derve, Rojhilata Navîn ku
kurdan jî elaqedar dikin me xwest em derxin pêþ. Wek ku em dibînin kesê
di polîtîka dewletê de xwedî tesîr in ji van kitêban pir istîfade
dikin, êdî ev çiqas baþ e, ez nizanim. Em bêkompleks hareket dikin,
rexneyê ciddî carna jî xirab li ser Kurdan çap dikin, lê xetê me yê
sor jî hene. Em tehammulê her tim tercîhî sansurê dikin. Kitêb bo
herkesî ye, divê ne kêmî standardên giþtî be. EZ
AVESTA LI HEMBER XWE JÎ DIPARÊZIM A.
Keskin:
Belê min xwend û hinekî þaþ mam. Fikra min ew e ku di nav nivîskarên
kurd de kesê herî dawî heqê wî û gazinan heye Helîm Yûsiv e. Bi te jî
ne tiþtekî seyr e ku nivîskarekî dînê bajarê xwe estetîze kiribe,
xistibe nav çîrokeke surreel, dema behsa hin tiþtê konkret bibe, ewqas
gotinên beloq bi kar bîne? Ez wan rexneyan qet nagirim ser xwe. Lê gotinên
giþtî û gilover jî dikarin qenaeteke xirab çêbikin. Li ser wê min jê
re got ku di nivîsa wî de tenê cellad û qurban hene, ez kîjan ji wan im
û bi herduyan jî ne razî me. Me kurt birî û qerar da ku pêwendiya me
ya kar li vir bimîne bo herdu aliyan jî baþtir e. Ji ber ku herdu jî ji
hev ne razî ne. H.
Düzen: Qederê
min ji Helîm fam kir, mebesta wî di wê nivîsê de ne rexnegirtin li
Avesta bû. Îcar
ku rewþ ev be, çima we «kurt birî û qerar da ku pêwendiya» we ya karê
bi hev re bidawî bê? A.
Keskin:
Di hemû jiyana xwe ya nivîskarî de bi me re kar kiriye. Helîm Yûsiv yek
ji mînakên «serkeftî» ê kurdî ye. Îmaj û têkiliyên nivîskar me jî
elaqedar dike. Ev kar bi hev re ne. Tevî ku ji her kesî bêhtir li ser
qelsiyên weþanxaneyan disekinim jî, bawer nakim yek ji wan biraderan bi
niyeteke xirab dike. Rexne dikim, bi xwe karê wisa nakim, lê wan piçûk jî
nakim. Nivîskarekî ku di þertên kurdî de tu problemeke wî ya cidî
tune ye, ji bo çi ji herkesî bêhtir dike qarewar? Min
jê re got ku em vê digrin ser xwe, hin kes wisa fam dikin. Got çawa dibe,
ez jî dizanim ne em in, ji ber ku me tiþtên wisa nekirine. Dikarîbû vê
bi awayekî munasib îzah bikira. Ji dêvla rast bike, «qiseyên qor»tir
kirin; «rexne ev cinayeta mezin.» Ez van tiþtan li her ciyî, bi her awayî
dikarim bipeyivim. Min heta niha bersiva yek rexneyê nedaye. Ez nabêjim
neke, ez dibêjim zelal bike. Eynî wek dema kitêba wî dixwînim. Ev der
ne çapxane ye, weþanxane ye; ji bo tiþtekî pir piçûk em fedakariyên
mezin dikin, tawîzê nadin û îcar bi awayekî pir xerîb bixwazin te
bixin bin tohmetê. Mesuliyetên min ji yê kesî ne kêmtir in, min ev weþanxane
li hember xwe jî parastiye. Di karê me de aqil û dil pêkve ye, gelek
caran jî em didin pey dilê xwe, ji ber ku bi rastî ev kar ne karê aqilan
e. Ez qebûl nakim tiþtê di jiyana xwe de ji herkesî bêhtir min xwe jê
dûr xistiye, bê û bi ser min de biqelibe. ‘Cinayet’a
mezin ev e. H.
Düzen: Tu
çi li ser wan rexneyên tê de dibêjî(mafê telîfê, mafê çapê, neçêkirina
çalakiyan ji bo nivîskaran hwd.)? A.
Keskin:
Me bi nivîskarê «malê» re peymaneke nivîskî çênekiriye. Lê heta
niha yek rêz ku me bê destûra nivîskarê wê çap kiribe tune ye. Rast
e, em li ser kitêbê dinivîsin ku bêdestûr nayê çapkirin. Ev ne ji bo
ku em kitêbê ji nivîskarê wê biparêzin ji bo kesî din bêdestûr kopî
neke. Sembolîk e. Piraniya nivîskaran jî ev nekiriye problem. Nivîsandina
li ser kitêbê jî eger nivîskar nexwaze bi tu awayî hukmê wê tune. Ez
bi xwe tu caran naxwazim nivîskaran bi peyman girêbidim. Heta vêga jî
problemek bi vî awayî di navbera me û nivîskarên me de çênebûye. Ji
bo çapeke nû ya kitêbeke kurdî bibe em pir kar dikin, lê pir bi zehmet
dibe. Bi vî awayî her tiþt rojek temam dibe. Destpêkê tîrajên me 2
hezar bûn, piþt re bûn 1500, vêga 1000-1200 e. Mesela çalakî bo nivîskaran
ne tenê karê weþanxanê ye. Tevî wê jî me bi dehan konferans û îmza
çêkirine. Dema em ne êmin bin ku wê elaqe bibîne em çênakin. Ji aliyê
maddî ve ya herî baþ jî xisar e. Lê gerek e îmajê xirab neke. Li vir
dema nivîskarekî tirk elaqe nebîne ew kêmasiya wî ye. Lê dema kurd be,
ev dibe kêmasiya hemû kurdan û zimanê kurdî. Vê bi salan e li dij me
bikartînin. Dibên binêrin kurdî elaqe nabîne, nabêjin, organîzasyon
xirab bû, reklamek baþ nebû... Dibêjin
serbest bikin, kes naxwîne. Moralê nivîskar û yê me jî xirab dibe. Tevî
wê jî em dikin, çend hebê pir serkeftî jî bûn. Lê her tiþt di wext
û tama xwe de baþ e... Tiþtekî ez bawer bim ku fêde heye dikim,
baweriya min pê nebe nikarim bikim, nakim jî. Me konsepteke pir taybet bo
Þerefnamê çêkir. Çapeke taybet, çapeke normal, kokteyl-konferans-pêþengeha
minyatur û çap û wergerên cihê yê Þerefnameye, kitêbek li ser
minyaturan... Bo nasandin wek diyarî defter, bi hezaran afîþ û tiþtên
din... Tenê ji bo em karekî nîþan bidin, em nakin. Li gor xwe pêwist
bibînin û zanibin wê deng bide, bingehek jê re çêdikin, amadekarî
dikin... Em naxwazin belasebeb rojevê bi tiþtên pûç û vala îþxal
bikin. Li ciyekî ku însan ji kar bêhtir hez ji behskirina kar dikin,
dikine qerebalix ev yek çiqas tê teqdîrkirin, nizanim lê dizanim ku di vê
helwesta xwe de em ne tenê ne. H.
Düzen:
Hûn mafê telîfê çawa çareser dikin? Tê gotin ku pirtûkên kurdî
gelek caran mesrefa xwe dernaxin. Ev ji bo hemû nivîskar û pirtûkan
derbas dibe, an îstîna hene? A.
Keskin:
Di karê ku em didin kirin de, pereyê ku em didin tu caran ne kêmî
standardê Tirkiyê ne. Tenê masrefa em ji bo wergerê dikin, heta niha kê
kiriye? Em hesabek bikin? Lê mixabin þertên kurdî û bi giþtî þertên
me destûr nadin ku em bo her kitêbê pere bidin. Ê ku em pere nadin jî
em tu caran bi wan re hesabê kitêban nakin. Çend bo wan pêwist in, çiqas
birine, bi rastî ew ji min bêhtir dizanin. Û heta niha derengî, meselê
poste ne tê de tu problemek di navbera me û nivîskaran de dernetiye. Ji
kerema xwe tu dikarî ji wan bipirsî, ez tiþtek nabêjim; ezê jî ji vir
hîn bim; ka Helîm Yûsiv çend heb kitêb ji „Mirî Ranazin“ standine?
Eger ji her yek tîraja bi sedan kitêbê kurdî zêdetir nebe, eger negihîþtibe
4 reqeman kî çi bêje ser seran. Ji Fatma Savci bipirsin, Fawaz Husên,
E.Huseynî, Î.Colemêrgî (Hesenê Metê ne tê de) ka bê çend ji kitêbên
xwe girtine? Lê ez vê jî bêjim em ji vir û pê de wisa nakin. Ji
jimareke maqûl derbas nabin. H.
Düzen:
Gelek caran jî gazin dibin ku weþanxane, sembolîk be jî, dilê nivîskarên
xwe xweþ nakin. Qe nebe piþtî pirtûk derket, di dema xwe de çend liban
ji bo wan û hezkiriyên wan naghînin nivîskaran. A.
Keskin:
Di vir de, gerek e ez li xwe mikur werim; nizanim bo çi lê me dilê
biraderekî xwe wisa þikandiye ku bi rastî li dinyayê tiþtê herî dawî
ez bixwazim dilþikestina wî ye. Îzahek jê re tune, bo wê xwe nasipêrim
„qederê“. Daweyên tazmînatê yên demên dawî ku me der heqê postê
de vekirin, ne ji bo nîþandana sebebekê ye, belkî dixwazim xwe îqna
bikim, lê bi rastî carna dibînim ku her tiþt derbas bûye, bûyî sebebê
waz’eke nexweþ. Ez ji xwe dizanim, nîvê þevê jî kitêb derkeve diþînim,
tînim, kes nebe bi xwe diçim. Nivîskar jî belê bi kêmasî bi qasî me
heqê wan heye. Lê
rast e, carna kitêb me gêj dikin. Piþtî kitêb derdikeve zêde rehet
dibin, kes nebîne jî nabe derd ji me re. Aliyekî ê ’jiboxweçapkirin’
ê xirab î bi vî rengî jî heye. COGRAFYA
NA KULTUR Û ZIMAN ESAS E H.
Düzen:
Tiþtê ku ji weþanên Avestayê her çû bala min bêtir kiþand, kêmbûna
berhemên nivîskarên bakur bi xwe ye. Gelek berhemên ji derve hatin weþandin,
lê ligel ku di van salên dawî de bi dehan nivîskarên pexþanê li bakur
derketin jî, kêm ji wan di nav weþanên Avestayê de derketin pêþberî
xwendevanan. A.
Keskin: Nizanim
çima lê bi rastî min heta niha bi vî awayî lê nenihêrtiye. Tenê di
destpêka Þahmaran de me xwest her 4 parçe û hemû diyalekt hebin.
Mixabin di zazakî de me nikarîbû tiþtek bikira. Rast e, em bi sînoran
ji hev veqetiyane, lê wek kultur na. Vêga ez difikirim bi dehan nivîskarên
bakur ku cara yekem ji Avesta derketine hene. Meriv dikare ji lîste bijmêre.
Lê tiþtek ku ez lê dialiqim heye: Cegerxwîn, Celadet Beg, Kamiran
Bedirxan ji Bakur in an ji Rojava ne? Ebdurreqîb Yûsif ji Bakur e an Baþûr?
Þerefxanê Bedlîsî Bakur e an Rojhilat e? Û Ehmedê Xanî ji kîjan
welatî ye? Yek tiþtê em lê dîqat dikin; nivîskarên kevn ê bêxwedî,
kesên parçeyên din ku di þertên ji me xirabtir de dijîn, em karibin
berhemên wan derxin. Parçeyê mezin wek birayê mezin e, tu mecbur î li yê
«derveyî bazîne» bifikirî. Bo me parçe, cografya na kultur û ziman
esas e. Mesele me nedixwest em dest bavêjin klasîkan. Lê di nav ewqas sal
de ka çend çap û tefsîrê Cizîrî û Xanî hene? Kes
nake, an jî pir kêm dibin. Ev 2 sal e em li ser Xanî û Cizîrî kar
dikin. 6-7 versiyonên nû ê Mem û Zîn wê derkevin. Ev karekî giran e,
ji her alî ve. Lê ka wê kî bike? Kîjan akademî û enstîtû? Klasîkên
girîng ên kurdî wek ku me Þerefname bi kurdî çap kir, bi konsepteke
taybet wê bên çapkirin. H.
Düzen:
Gelo rewþa weþanxaneyên Kurdan ku pirtûkên kurdî derdixin li Tirkî çawa
ye? Wek mînak pirtûkên kurdî dikarin
di ser hemû pirtûkfiroþan re bên xwestin? A.
Keskin:
Na! Hin zincireyên mezin ên kitêbxanan qet cî nadin kitêbên kurdî. Wek
D&R û Remzi... Em bi xwe her çiqas ji aliyê ticarî ve rîsk jî be,
þertê me yê bi belavkaran re ew e ku kitêbên me yê kurdî jî belav
bikin, kêm an zêde. Lê dîsa kitêbên kurdî pir kêm tên belav kirin.
H.
Düzen: Kêm
tên belav kirin, ne bi wateya ku kêm tên firotin an xwendevanên wan kêm
in ne wisa ? A.
Keskin: Di
herdu wateyan de jî... Tiþtê kêm bê belavkirin wê kêm bê firotin jî
û tiþtê kêm bê firotin wê kêm bê xwendin. Lê divê em qebûl bikin
ku ji xeynî van sebebên ku em li ser dipeyivin problemeke cidî ya kurdî
heye. Yanî kitêbên pir baþ derkevin û baþ jî bên belavkirin dîsa ev
problem çareser nabe, karekî dûdirêj û sîstematîk divê ji bo ku kurdî
encamên polîtîkayên asîmîlasyona dewletê ku hê jî didome, bertaraf
bike. Vêga xwendevanê kurdî qet tune ye, kesê heyî bi xebateke þexsî
ji xwe re fêr bûye. Kes ji mekteban hîn nebûye. Bo wê bawer im mînaka
kurdî bo zimanzanan pir balkêþ e. Seyyah û misyonerên ewrûpî hê
sedsala 17an þaþ diman ku ev ziman, kultur, wek civat kurd, çawa li ser
piyan dimînin? Lê Kurdan bi awayekî xwe gihandin sedsala 21ê. Ev
serkeftineke tarîxî ye, bo parastin; ji ber ku kesek di þertê îro de
dikare bi qasî wezaretek kulturî ya berî 20 salan kar bike. Kurdî kefen
qetand, lê bo jiyaneke «nû», bo ku em bigihîjin mustewa miletên din rêyeke
pir dûdirêj hê li ber me heye. WERGERÊN
TIRKÎ DIVÊ WEÞANXANEYÊN TIRK BIKIN
H.
Düzen:
Van çend salên dawî gelek berhemên kurdî hatin wergerandin ser Tirkî.
Hindik bin jî çend mînak di nav weþanên we de jî derçûn. Gelo çi
bandora van wergeran çê dibe? Bandoreke neyênî li ser belavbûna berhema
resen nake? A.
Keskin: Me tenê 2-3 mînak
di nav „Doðu Rüzgarý“ (Bayê Rojhilat) de derxistin ku bi tirkî ye
û ji edebiyatên modern ên zimanên Rojhilat pêk tê. Tevî wê me
nexwest em seriyalek edebî bi zimanê tirkî çêkin. Tirkiya wan berê
nedifikirîm ku tesîreke xirab li ser kurdî çêbike. An jî eger daxwazek
hebe tu nikarî rê li ber bigrî. Piþtî tecrubeya „Hawara Dîcleyê“
2 fikrê min guherî. „Hawara Dîcleyê“ 1 berî tirkiya wê derket, di
demeke kurt de me hewl da çapa duyem tev de 3 hezar çap bû. Cildê 2 û
tirkiya wê bi hev re derketin, hetta tirkî berî kurdî bi hefteyekê
derket, 1 berî bi 2 salan herdu çap jî xilas bûn. 2 heta niha ancex gihîþtibe
hezarî. Tu bixwazî nexwazî tirkî tesîreke xirab li ser kurdî kiriye. H.
Düzen:
Gelo ev wergerên ji kurdî bo Tirkî çiqas belav dibin?
A.
Keskin:
2-3 mînak ne tê de bi giþtî xirab in. Gelek caran ji kurdî kêmtir
belav dibin. Her kitêb ne yên Mehmed Uzun in. Bi tirkî xwendevanekî wî
yê baþ heye. Eger weþanxaneyên tirk bi xwe bixwazin edebiyata kurdî
wergerînin tirkî qet îtîraza min tune. Baþ dikin. Lê li ba me mixabin
bi giþtî nivîskar bi awayekî ne normal didin wergerandin û piþtre derî
bi derî digerin. Pêþî diçin ên tirkan, dema li wir rû nedin wan ew çax
vedigerin ên kurdî. Me ji berê de ev dît, bo wê me nexwest em bikin.
Wek prensîb kitêbek ku bizanibim pêþî ji weþanxaneyeke tirk re çûye,
lê nanerim. Ji ber ku ez muamela duyemîn bi nivîskarên kurd re nakim,
destûr nadim ku kes wê muamelê li gel me bike. KURDÎ
TENÊ EDEBIYAT Û FOLKLOR E? H.
Düzen:
Tu di mercên Tirkiyê de weþandina pirtûkên duzimanî çawa dibînî? A.
Keskin:
Em civakeke pirzimanî ne. Dîasporaya kurdî li dinyayê tev de belav bûye.
Normal
e em bi gelek zimanan kitêban derxin. Lê ez bixwe pêwist nabînim tirkî
û kurdî, eger ne „mecburî“ be, bi hev re derxim. Ji ber ku ne „du
ziman“ in, zimanek û 0.1 in. Ji kovarên ku bi tirkî-kurdî derdikevin
diyar e, haya kesî ji kurdiya wan nîne. Divê kurdî ji bin siya tirkî
derkeve, pêwendiyeke normal ne mumkin e di navbera wan de. Xwendevanê tirk
kitêbeke ku rûpelek jî kurdî tê de be nastîne, ê herî demokrat jî.
Nivîskarê tirk jî nayên kitêbên xwe yên nû nadin weþanxaneyeke kurd
ku tevî kurdiya wê çap bike, bi saya xwendevanên kitêba nû a nivîskar
kurdî jî bikeve malên cihê. Kitêbeke kevn ku êdî li tu ciyî nayê çapkirin
bo çi derxim hember xwendevanên kurdî? Potansiyela entelektuelî a kurdan
dikare di hin zimanan de ji tirkî pêþdetir be. Ji dêvla wê em dixwazin
tiþtên ku di tirkî de tune ne wergerînin kurdî û kurdî jî ji çarçoveya
edebiyat û folklorê derbixin; kurdî bibe zimanê lêkolînan, disiplînên
cihê. Elaqa xwendevan mixabin zêde cesaret nade mirov. Di van mehên pêþ
de em weþanxaneyekê çêdikin, tenê bo kitêbên zarokan. Di wir de em
difikirin bi kurmancî-soranî, kurmancî-zazakî kitêban derxin. Alfabeyên
latînî û erebî biceribînin. NASNAME
Û KULTURA KURDÎ ZÊDE POLÎTÎZE BÛYE H.
Düzen:
Di van salên dawî de ji aliyê siyaseta kurd ve jî hinek hewldan hatin
kirin; hin kampanya ji bo zimên hatin pêkanîn, lê belê bi min wa tê ku
eleqeya ji bo kurdî piçekî kêmtir bû, ma ne diviya bû zêdetir bibûya,
an ez þaþ im ? A.
Keskin:
Rast e, li Bakur herçiqas hassasiyeta li ser ziman bilind dibe elaqe ewqas
kêm dibe. Du tiþt hene: Yek, gerek e herkes ji xwe dest pê bike. Tiþtê
tu ji civakê dixwazî tu çiqas dikî? Dido, hassasiyetek ne ji dil e, bêhtir
bo siyasetê wek argumentekê bi kar tînin. Ev
bi talûke ye. Tiþtên
millî divê di ser siyasetê re bin. Nasname û kultura kurdî pir polîtîze
bûye. Hin tiþt li gor þert û mercan gerek e ji nû ve bên tarîfkirin. KURDÎ
DIBE ZIMANÊ BAJÊR
H.
Düzen:
Bandora van pêlên dawî yên nijadeperestiya Tirkan li ser
belavkirina pirtûkên kurdî çi ye. Pirtûkfiroþ dikarin pirtûkên kurdî
li Tirkiyê bixin vitrîna
dikana xwe? A.
Keskin:
Demên dawî rewþ pir xirabtir bû. Berê kêm jî be kitêbên kurdî
diketin vitrînan, vêga na. Eger weke 6-7 sal berê bûna, rewþa me gelekî
baþtir dibû. Hin ciyên ku 6-7 sal berê dema 40-50 kitêbê me hebû me
bi wan re kar dikir, vêga em bi wan re kar nakin. Normal gerek e pêwendî
pir xurttir bibûya, lê berevajî dibe. Kitêb 5 qet zêde bûne, elaqe zêdetir
bûye, lê ciyê ku em ligel wan kar dikin kêmtir bûne. Hin kesê ku xwe
li ber her tiþtî wezîfedar û ji her tiþtî re mafdar dibînin, mudaxele
dikin. Dibên van kitêban nefiroþin. Ne
kitêbê kurdî, jixwe ew tune ne. Nahêlin kitêbê bi tirkî jî belav
bibin. Kitêbxane jî «ji tirsa» wan dernaxin pêþ. Li ciyekî ku hê jî
mirov ji ber ku li kolanê bi kurdî dipeyivin an zengilê telefona wan î
destan bi kurdî lê dide beramberî êrîþa dibin, dibe ku ev tirs normal
be. Lê ev aliyekî meselê ye, ê tarî, ê ronak jî ew e ku kurdî tu carî
li vî welatî daxilî jiyana bajaran nebûye. Di gelek saetên rojê de li
kolanên metropolên Tirkiye tu dikarî li bayê kurdî rast were. Pozîtîf
û negatîf; herdu bi hev re ye. QEDEXEKIRIN
JÎ STATUYEK E
H.
Düzen: Naveroka
pirtûkên kurdî ji aliyê dewletê ve tê qontrol kirin, pirtûk tên
qedexe kirin? A.
Keskin: Naxêr!
Ne kurdî yê tirkî jî berî çapê nayên kontrolkirin. Ev ferqeke baþ a
Tirkiye ye ji dewletên totalîter î din ên Rojhilata Navîn. Piþtî kitêb
derçû li gor qanûna çapemeniyê gerek e 25 nusxe ji dezgayên dewletê
re herin. Piþtî wê dixwînin û qedexe dikin, biryara mahkemekirinê
didin. Lê ji 91 ve pir kêm kitêbên kurdî hatine qedexe kirin. Mesele nêzîkî
20 kitêbên me hatine qedexekirin. Tenê 2 kurdî ne. Ew jî dawe lê venebû.
Dîtina min ew e ku ji ber dewlet tu îtîbarê bi ziman û kultura kurdî
nade, kitêbê kurdî qedexe nake. Hin kitêbên kurdî hene ku bi tirkî
bin muheqqeq wê bên qedexekirin, lê nayên. Qedexekirin jî statuyek e,
zimanê kurdî hê jî li vî welatî wek devokeke mahallî tê dîtin.
A.
Keskin:
Ba-lê! Kitêbên tirkî hin jê... Ên kurdî vêga me neceribandiye, lê
berê ne mumkin bû. Sala 2000ê dema me ferhenga Salah Sa’dallah a ingilîzî-kurdî
derxist, me xwest em reklam bidin Radikalê, qebûl nekirin. Dîrekt nabêjin
na, ji wê xirabtir dikin, dûdirêj dikin, lê bêencam. Rojnameyên
din bawer im wê dîrekt bêjin na. Bo wê em jî xwe naxin waz’ekî wisa
de ku bêjin em we naxwazin. Na, em we naxwazin, ji ber ku eger em gavek ber
bi we de bavêjin gerek e hûn dehan bavêjin. Hûn «sûcdar» in, ne em.
Gelek kitêbê me yê ku þansê wan î danasînê jî heye, bi rastî em ji
gelek ciyan re naþînin. Kesê tu îtîbarê bi kultur û zimanê min neke,
hewcedariya min bi teqdîra wî nîne. WEÞANGERÎ
NEBÛYE SEKTOR
H.
Düzen:
Vê dema dawî çend nivîs li ser weþangeriya kurdan hatin nivîsandin.
Min dil heye em kêliyekê li ser þêweyê xebata we rawestin. Pirsgirêkên
we yî bingehîn çi ne? A.
Keskin: Pirsgirêka
bingehîn em nebûne sektor. Ev jî dawiya dawî bi statuya Kurdan ve girêdayî
ye, meseleyeke siyasî ye. Herçiqas ez bi xwe li dijî têkelbûna siyaset,
îdeolojî û vî karî me, lê bi rastî meseleyê ku em bi salan e pê re
rû bi rû dibin ne meseleyên weþangerî ne, meseleyên kurdayetî ne. Em
wek weþanxane li dinyayê li çi cihî me ji %20ê karê heta vêga ku me
kiriye kiriba, rewþa me sed qet baþtir dibû. Ne wek gazin wek tesbît dibêjim;
ji ber ku tevî hemû zehmetî û xireciran jî, «ji halê xwe razî» me.
Em ne sektor in, ne bi serê xwe ne, parçeyek ji sîstema Tirkiye ne, sîstemek
ku tu qîmet bi hebûna me nade. Û em nikarin sîstemeke xweser çêbikin,
wek dema salên 60-70yî entelijensiya û siyasetvanên kurdî cî di nav
FKF, TÝP de nedîtin, ji tirkan veqetiyan, rêxistinên serbixwe ava kirin,
an jî di salên 80yan de derûdorên îslamî ji ber ku nikaribûn kitêbên
xwe bi riya sîstema heyî belav bikin, alternatîfek nû çêkirin, bi xwe
kitêbxane û þirketên belavkirinê çêkirin. Me ji zû de mecbûrî vê
dikin, çêkirina wê jî ne zehmet e, 99 dema li Diyarbekir me Avesta ava
kir, me dixwest em bêjin 1 û dewama wê jî were. Lê avakirin ne zehmet
e, meþandin û domandina kar zehmet e. Potansiyela kulturî ya kurdan bi
qenaeta min têra sîstemeke nû nake. H.
Düzen: Qederê
min ji van çend nivîsên vê dawiyê ku li ser weþangeriya kurdî hatin
nivîsandin fam kir, bi navê cihê hatibe zimên jî rexne li tunebûna
editörên weþanxaneyan tê girtin. Rewþa
Avesta çawa ye? A.
Keskin:
Belê, bê edîtorî ev kar çawa dibe? Yek kitêba ku me çap kiriye û bi
kêmasî 2 caran nexwendiye nayê bîra min. Jixwe ji %60-70 kitêbên ku em
çap dikin ne ku ji ciyekî ji me re tên, em bi xwe biryar didin, program
çêdikin, gelek jê werger in, gelekê kevn hene, nivîskar qet nikare bibîne
an jî werger e ji zimanê wê fam nake. Bê amadekariyek ciddî ev çawa
dikare bibe. Bi taybetî wergerên Kurdolojî ên ku bo tirkî me kirine,
karek pir ciddî dixwazin. Tu li ser piya lê binêrî jî ev diyar dibe.
Herkes li gor þertê xwe sîstemek bo xwe çêdike. «Edîtor» û «þêwirmend»ên
endîrekt ên li derdora me, li welatekî din weþanxaneyek ne mumkin e bi
pere karibe çêbike. Ev jî taybetiyeke kurdî ye ku di hin halan de
dezawantaj dibe awantaj. A girîng ku meriv zanibe û karibe bilivîne...
KURDISTAN
HIN CARAN BO JINAN GORISTAN E H.
Düzen:
Vê dema dawiyê we dest bi rêza pirtûkên jinan “Þahmaran» kir.
Mixabin keda edîtora vê rêzê Rûken derneket pêþ. Wek ku ev rêz ne ji
aliyê jineke ku bi kêmanî em wê ji du pirtûkên wê yên wergerê
nasdikin, derketibe li ser vê rêzê hat axaftin. Tu ê karibî
hizra derxistina rêzeke pirtûkên jinan piçekî vekî ?
A.
Keskin:
Rûken ji ber karê xwe yên din nikare wek berê elaqedar bibe, lê dîsa jî
bi taybetî li ser Þahmaran pir cidî disekine. Dema me nû weþanxane ava
kir, dixwest kovarekr jinan a kurdî bi navê Þahmaran derbixe. Weþanên
periyodîk zehmet in. Piþt
re bo xwendinê çend sal ji vir dûr ket. Piþtî vegerê me xwest dîsa
aktuel bibe. Me berê jî kitêbên nivîskarên jin çap kirine lê ne cihê.
Þahmaran tenê berhemên edebî yê nivîskarên jinên kurd çap dike. Di
þertê normal de bi baweriya min pêwist nîne nivîskar wek jin-mêr ji
hev veqete. Lê ji bo kurdî pêwist bû û ev li gelek welatên dinyayê
heye. Mesela jin di civaka kurd de pir girîng e, piþtî mesela millî yek
ji meseleyên me yê herî dijwar e. Rol û statuya jinan pir kêm e di
civakê de. 10-15 salên dawî «cinayetên namûs»ê bûne problemeke
mezin. Herçiqas ev mesele li hemû welatên Rojhilata Navîn hebe jî, em
nikarin dilê xwe bi vê rehet bikin. Divê em problemên xwe bibînin,
carna xeberên em dibihîzin nîþanên pir xirab didin. Hin deverên
Kurdistanê wek mezbehe ne, ne Kurdistan e goristan e ji bo jinan.
Potansiyeleke ewqas mezin ku nîvê civakê ye, çawa dibe qet roleke wê
nebe. Edebiyata kurdî jî edebiyateke bi simbêl e, nêr e. Di civakeke
tradisyonel de dezawantajên jinbûnê pir zêde ne li gor mêr. Bi Þahmaran
me xwest em deriyekî nû vekin, resmekî din nîþan bidin. «Jinbûn »
girîng e, lê tu caran ji bo çapkirina kitêbekê têr nake. Ji bo hemû
kitêbên ku em çap dikin, tiþtê bo me herî girîng berhem, tekst bi xwe
ye. Nasnameya nivîskar zêde ne girîng e, dikare travestî jî be, ew tercîhên
þexsî ne. A girîng berhem e. Û belê bo me ji çi gotiye zêdetir çawa
gotiye, yek ji xalê herî girîng ev e. Þahmaran cesaret da gelek jinan ku
nivîsên xwe ji bin balgiyan derxin. Kovar jî bawer im wê hinekî din texîr
bibe. H.
Düzen:
Heta niha çend pirtûk derketine? Wer xuya ye ji bidestxistina
agahdariyên çewt derxistina vê rêzê jî bû babeta rexneyê. A.
Keskin: Heta
vêga 12 kitêb derketine. 10 þi’r, 1 çîrok, 1 ceribandin. Heta dawiya
salê gerek e li dor 20 kitêban çêbibe. Þahmaran yek ji seriyalê me yê
ku herî zêde reaksiyonên pozîtîf hatine. Gelek ji wan tên wergerandin,
dosyayên taybet çêdibin di kovarên tirkî de. Ne ku em çêdikin, ew
kovar bi xwe qerar didin, çêdikin. Li
unîversîte mumkin e 2-3 tez li ser bên amadekirin. Vê adarê li
Diyarbekir û Stenbolê çend aktivîte çêdibin, kurtefilm ê durust
bibin. Eger
temayek xurt nebe ewqas tiþt nabin. Ji ber ku mijara jin bi serê xwe têra
xwe xurt e, hewce nîne nivîskar be. Mesela rexne, zêde tiþtek min nebihîstiye.
Tenê dibêjim, xwezî! Çi
dibên mesela?
A.
Keskin:
Ne rast e. Heta niha li Avesta 60 kusur kitêbên þi’rê çap bûne. Tenê
10 jê yê jinan e, ji 6an 1. Hemû kitêbê Þahmaran wek rûpel bi qasî
«Dîwan»a Ehmed Huseynî nakin ku 6 kitêb me wek 1 kitêbê çap kiribû.
Nivîseke ku behsa mustewa dike û bi xwe pir bê mustewa û bê nezaket e.
Di wir de ji xeynî fantaziyên demode behsa çi dike, nizanim. Bi du awayî
weþanxaneyan rexne dike. Ên ku 600 Euro ji nivîskar werdigrin û yên ku
600 Euro ji berhema nivîskar qezenc dikin. Bila yek derkeve bê we ji
filankesê/î 6 cent wergirtine! Me herdu jî nekirine, me bi hev re kar
nekiriye, kitêbên wî bi riya biraderekî ji me re hatin di demeke pir
xirab de ku wê salê me tenê kitêbek kurdî çap kiriye. Þertên weþanê
nebûn. Mineta me ji kesî nîne, hê berî ez Avesta ava bikim, min go ez
dixwazim ji kurdî pere qezenc bikim. Dema ez ji kurdî pere qezenc bikim ezê
xwe serkeftî bihesibînim. Ev ne qusur e. Lê bi rastî eger ez bêjim li
firotinê dîqat dikim, wê ne rast be. Kitêba kurdî ya herî baþ bê
firotin jî heta tê firotin çavê mirov derdixe. Þahmaran jî yek ji
projeyê me ye ku bi rastî pê þanazî dikim û xwe pê serbilind dibînim.
Ji xwe fantaziya wî ya cinsî û maço nîþan dide ku ev kitêb bo kurdî
çiqas pêwist in, bi taybetî bo psîkolojî û sihheta aqlî. Naxwazim li
ciyekî ku bêkarakterî bûye karakter, wijdan û haysiyet ewqas nizm bûye
bibim aliyek. EM
NE FÎGURAN IN H.
Düzen: Di
Cotmeha 2008 de Tirkî mîna „Welatê Mêvan“ beþdarî Pêþangeha Pirtûkan
a Navnetewî ya li Frankfurtê dibe. Tu dibêjî wê bi weþanxane û nivîskarên
Kurdan re beþdar bibe an bêyî wan? A.
Keskin:
Wek ku ez dizanim weþanxane û nivîskarên kurd beþdar nabin. Bibin jî
bi serê xwe, ne di bin siya Wezareta Kulturî ya Tirkiyê de. Hemûyan
nizanim lê ji çend weþanxaneyên ku min pirsî re vexwendname neçûye. H.
Düzen: Nexwe
ji we re, wek Avesta, vexwendname hat? A.
Keskin: Belê,
hat. Wezareta
Kulturî ya Tirkiye komisyonek ji Yekîtiya Weþangerên Tirkiye çêkir. Bi
dirûþma «Tirkiye bi hemû rengên xwe ve» li dor 100 weþanxane beþdar
dibin. Hemû masrefên wê wezaret digre ser xwe. Lê
me nexwest em beþdar bibin. H.
Düzen: Çima? A.
Keskin: Ji
ber ku di bin siya Wezareta Kulturî de çêdibe. Elaqeya wê bi YWT ve nîne,
em bi xwe jî endamê YWT ne. Wezaret parçeyek ji hikumetê ye, polîtîka
hikumetê diyar e ya ji bo ziman û kultura kurdî. Em ne fîguran in ku
herin li wir me nîþan bidin û kirêtiyên 80 salî veþêrin. Polîtîka
Tirkiye ya li ser ziman û kultura kurdî bi rehetî dikare çawa ku
zimanzan dibêjin wek «jenosîda zimên», «jenosîda kulturî » bê
bilêvkirin û ev polîtîka di eslê xwe de hê jî neguheriye. Di van þertan
de beþdarbûn, bi hev re dîtin bo me þerm e. Pêþî gerek e wek mirov,
wek dewleteke medenî muamele ligel zimanê me bikin. Hê jî herfê
alfabeya me dikin problem. Di van þertan de helwesta me ji bo wan çiqas
girîng e, nizanim; lê ji bo me bi xwe, girîng e. H.
Düzen: Sala
2007 cara yekemîn welatekî ne xwedî dewleteke serbixwe beþdarî pêþangeha
Frankfurtê bû. Ew jî Katalonya bû. Ne wek «Welatê Mêvan» lê disa jî
li ser navê «Çanda Katalanî» wek
welatê mêvan beþdar bû. Berî Pêþangehê û di rojên pêþangehê de
gelek nîqaþên balkêþ pêk hatin. Gelek
niviskarên bi esil katalan lê bi Sipanî dinivîsin beþdarî pêþangehê
nebûn, ji ber ku ne mîna mêvanên sereke hatibûn vexwendin. Katalanan bi xwe jî got
îsal Katalonya mêvan e û ne Spanya, lewra divê kesên bi katalanî dinivîsin
li pêþ bin. Çapemeniya Tirkan jî beþdarî vê gotûbêjê bû û tirsa
xwe ya ku ev lîstikek e, û dibe piþtî çend salan Kurdistan ji mîna
Katalonya beþdar bibe, anîn zimên. Gelo ji bo vê Tirsa Tirkan sedem
hene? A.
Keskin: Þertên
Kurdan û yên welatên din cihê ne. Ez bawer nakim di demek nêz de Kurdên
bakur dawet bikin, þertê ku rojava û rojhilat bên dawetkirin tune ne. Lê
eger xebateke baþ bibe parçeyên din mumkin e çend salê din bi baþûr
re beþdar bibin. Eger em berê xwe bidin baþûr û xebateke cidî bikin,
ew çax Tirkiye jî mecbûr dimîne formuleke din bibîne. Ew çax ev dibe
mesela desthilatê. Em tabi’ê kê ne? Ji bo me ev ne meseleyeke nîqaþê
ye, lê ez ne êmin im ku plan û projeyeke dezgayên kulturî yê Kurdistanê
(Baþûr) hebe. Ji bo vê hê zû ye. H.
Düzen:
Qederê min rewþa standa wezareta rewþenbirî ya Kurdistana azad îsal li
Frankfurtê dît, tu hêviya ku di van çend mehên pêþiya me de xwe amade
bikin neda min. An
ez reþbîn im? A.
Keskin: Min
nedîtiye lê ji gelek kesan bihîstiye. Intibayê min jî bi wî awayî ne.
Beþdarbûna bi vî awayî bêmane ye. Mumkin e ji fêde bêhtir zerarê
bide wek gelek tiþtên din. H.
Düzen: Gelo tu xebatên ji
bo avakirina yekîtiya weþanxaneyên kurd hene? A.
Keskin:
Na. Divê pêþî bingeh jê re çêbibe. Zehmet e. H.
Düzen:
Çawa, mebesta te bi „bingeh“ çi ye? Ma birastî jî zahmetînin ku
nikarin bên çareserkirin hene? A.
Keskin:
Mebesta min wek ku me berê behs kir, weþangerî bibe sektor. Li ciyekî ku
ji %60-70 kitêbên ku çap dibin bi perê nivîskar çap bibin, behskirina
yekîtiya weþanxaneyan hinekî luks e. Emê yekîtiya çi çêkin? Divê pêþî
weþanxane hebin, ev xurt (bi)bin. Piþt re tiþtên din. Hê jê re maye. H.
Düzen: Ma ku xebateke wisa
tune be, Kurd dikarin bi aweyekî birêkûpêk beþdarî pêþangeha îsal
bibin, an qe nebe beþdarî nîqaþên ku li ser vê babetê bibin? A.
Keskin: Rêxistina
Efûya Navnetewî(ai) ji bo panelekê ez dawet kirime. Em çend kesên ku
„li Tirkiye bi zimanên din weþanê“ dikin beþdar dibin; kurd, ermen,
cihû... Dîsa jî emê hewl bidin ku bi awayekî, bi serê xwe beþdar
bibin. H.
Düzen: Rewþa weþangeriya
baþûr çawa ye? Gelo weþanxaneyên wir, dikarîbûn di bin mercên azad
de bingehê weþangeriyeke ku ji bo perçeyên din jî bibe mînak daynin? A.
Keskin: Baþ
û xirab e. Baþ e; ji ber ku tiþtên 20 salan dernediketin vêga di mehekê
de derdikevin. Bi sedan kes kar dikin. Bi
milyon dolaran pere serf dibin. Karê pir baþ tên kirin. Lê
mixabin weþangerî li wir jî nebûye sektor. Hetta em hinekî ber bi
sektorbûnê ve carna diçin û tên, li Kurdistanê ev qet tune. Ger
hikumet pere nede ji %70-80 tiþtê ku derdikevin, wê nikaribin derkevin.
Alîkarî gerek e bi þert be. Ji
bo demek dirêj jî pêwist e lê divê li gor plan û program be. Hedefek
weþanxane hebe ku piþtî çend sal bi xwe, bi karê xwe karibe li ser
piyan bimîne. H.
Düzen:
Te got „Alîkarî gerek e bi þert be.“, tu karî piçekî vekî? A.
Keskin: Dewlet
prensîb û qaîde ye. Lê li ba Kurdan, mixabin bi vî awayî kar nabe. Vêga
tu ji çi zimanê ewrûpî wergerê bikî çend fon hene ku tu serî lêbidî.
Ev ne alîkarî ye, hevkarî ye. Tu tiþtekî dikî; li gor „menfaet“ û
prensîbê wî be, dibe þirîkê bar. Li Kurdistan ev ne mumkin e. Wezareta
Kulturî ya Tirkiye sala 2006 bo wergera bulgarî ya kitêba Orhan Pamuk,
„Kar“ (Berf) 6 hezar dolar da weþanxaneyeke bulgarî. Pamuk yek ji nivîskarên
li dinyayê ku herî dawî ihtiyaciya wî bi vê yekê hebe. Lê ji bo hin
tiþt cîbicî bibin wezaret dike û li ser Orhan Pamuk nake minet. Hikumet
gerek e hevkarî li gel projeyan bike. Armanca
wan projeyan diyar be. Çawa dema îhaleya rêyekê dide mutahidekî li her
tiþtî diþopîne, gerek e vê jî biþopîne. Li dinyayê li tu welatî
nabe ku hemû kitêb û rojname... ji %100 li ser hesabê dewletê bin.
Kurdistan ji welatê ewrûpî ne dewlemendtir e. Alîkarî bike ku weþanxane
an rojname di nav 5-10 sal an jî çend pêwist be, çerxek ji xwe re çêbikin.
Sîstemekê
ava bikin. Li dinyayê tev de ev zêde karekî ticarî nîne lê bi kêmasî
gerek e karibin piþtî demekê li ser piyê xwe bimeþin. Ev
mecburî ye. ÞERTÊ
ME Û BAÞÛR CIHÊ NE H.
Düzen: Tê
gotin ku vê dema dawî xebatên weþanxaneyên bakur bi weþnxane û dezgehên
baþûr re bêtir bûne. Ez bawer im tu jî gelek caran diçî baþûr û têyî,
heta niha projeyên ku we bi hev re birine serî hene? A.
Keskin: Pêwendiya
me ya bi Baþûr re ne tiþtek zêde konkret e, bêhtir romantîk e û hê jî
di merhaleya hevnaskirinê de ye. Bi vî halê xwe jî pir girîng e lê li
ser navê xwe, zêde nikarim bêjim ku têkiliyeke xurt a kulturî di
navbera me de heye. Wek proje nîne, baweriya min tune ku zêde bibe jî.
Problemên siyasî, kulturî... rê li ber vê digrin. Zêde girîngî bi
bakur nayê dayin û wek ku êdî „em“ wek „bar“ekî tên dîtin.
Kurdên bakur bo baþûr ne bar in, hetta destê baþûr li hember Tirkiye
xurt dikin.
Abdullah
Keskin li Hewlêrê Em
problem û mesuliyetên serokatiya kurd a siyasî dizanin, ev tiþt ne hêsan
in, lê dîsa jî tiþtine din dikarin bibin. Problema
alfabê pir cidî ye. Kurdên bakur ku pêwendiya wan ji aliyê siyasî ve
bi baþûr re xurt e gelek caran roleke negatîv dilîzin. Girîngiya ku li
Hewlêr-Silêmanî bo weþanxaneyeke xirab a ereb didin bi hemû weþanxaneyên
kurd nadin. Pêþengeha minyaturên Þerefnamê li Diyarbekir me tevî DSM
vekir, eger li Yozgat bûna þaredariya bajêr bêhtir elaqe nîþan dida.
Ez wek tesbît van dibêjim, ne wek gazin an ku hêviyeke min ji van tiþtan
heye. Derûdorên fermî çiqas ji vî karî dûr bin ewqas baþ e. Herçiqas
aliyekî vî karî yê siyasî hebe jî karê kulturî di nav Kurdan de,
gerek e di ser siyasetê re be. Ev meseleyên herkesî ne. Aliyekî pir
taybet ê vê pêwendiyê nîne. Wek ê welatên din e. Tenê ferq ew e ji
ber bazar kesat e, lihevkirin bêhtir bi devkî ye, ne bi peyman e. H.
Düzen: Bila pirsyara dawî
jî ji te re be. Gelo tu xwe çawa his dikî, piþtî ewqas sal û pirtûk,
hestin çawa bi weþangerekî xwedî vizyon re dihêle? A.
Keskin: Ez xwe wek Albay
Buendia, lehengê romana “Tenêtiya Sedsalan” a Marquez dibînim. Piþtî
jiyaneke bi bahoz û tofan çiqas ber bi “þoreþ”ê ve diçe, têdigihê
ku diþibe ew kesê li dij wan þer kiriye. Piþtî dibin desthilat dibîne
ku hevalê wî yê „þoreþvan” ji zalimên dîktatorya xirabtir in. Dev
ji her tiþtî berdide, diçê gundê xwe. Tenê masiyên ji zîv çêdike,
difiroþe turîstan. Diya wî Ursula þaþ dimîne, ji ber ku Buendia tiþtekî
nake, ne maleke nû, ne tiþtekî din, tenê bi perê zêde, zêdetir zîv
dikire û masiyan çêdike. Piþt re fam dike ku tiþtê kurê wê li ser
piya dihêle ew mijûlbûna kar e, rûtîn e. Eger
ne hezkirina ji vî karî bûna, ez bawer nakim ku min bikaribûya li ser
piyan bimama. Lê hêdî hêdî ez ferq dikim ku motîvasyonên min kêm
dibin. Diwestim. Û dizanim ku tu kes nayê hawara min. Di nav civakeke bêwijdan
de bêdengî dengê herî berz e gelek caran. Kitêbên „min“ î ku me
ji qalik û nivîþtên stûyan daxistin, ew peyvên sade û kevnar, ewê jî
nikaribin me biparêzin. Zimanê me yê ku nikare xwe li derve biparêze wê
çawa karibe me li hember bêbextiya „mal“ê biparêze? Wek wî feqiyê
hê di çaxê zarokatiyê de gotibû, „bi van herfan nenivîsin, ev herfên
þeytanî ne, ji zêdekirina guneh“ên me pê ve wê bi kêrî çi bên,
ez nizanim. H.
Düzen:
Evdila, te dît em dîsa negihîþtin dawiya sohbeta xwe. Piþtî van peyvên
te yên dawî min dixwest em hîn jî dom bikin, lê belê em neçarin ku
berdewamiya vê sobetê bihêlin rojeke din, belkî di mercin din de. Sipas
ji bo ku te dema xwe ya bi nirx ji min re veqetand.
Husên
Duzen Mehemed Uzun Abdullah Keskin (Stenbol 1997) A.
Keskin:
Ez jî pir spasî te dikim. Cara
yekem e ez jî li demên buhurî vedigerim. Tu bi xwe þahidê her tiþtî yî.
Mumkin e li ser karê me, tu hin tiþtan ji min baþtir jî bizanibî. Bo
min zehmet bû “ta bi derzî vebikim.” Mihemed bûna digot, “Serê xwe
neêþînin, emê þevbuhêrkeke din li darxin!” Bi vê munasebetê ez wî
bi hesret bi bîr tînim. Tu baþ dizanî, her tim ji bo me kaniya moral bû.
Spas! 22.02.2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org