Xewna
Dîrokê – Pirtûka Dr. Zorabê Bûdî Aloian
Husên
Düzen, 12.12.2004
Carnan
navê pirtûkekê ji danasîna herî biserketî jî çêtir wê
dide nasîn. ”Xewna Dîrokê” jî yekî wisa ye. Pirtûka Dr.
Zorabê Bûdî Aloian berî çend hefteyan derket. Wek ku ji navê
wê jî diyar e, pirtûk bi agahiyên dîrokî, xewnên dîrokê
dest pê dike. Di ber re nivîskar 10 rawêjan rêz dike. Rawêjên
di vê pirtûkê de li ser serê xwe hatine çikandin: ”Gava
neyar qira gelê te biîne, biratiya wî bixwaze.”,“Rê nede
xwenda û zanyaran; bila ramana azad geþ nebe.”
Piþtre
xewn tên. Xewna Zemînê
Çavsût yek ji wan e:
Zemîn
di xewna xwe de dibîne, ku “Zinarek li ber ava deryayê hûr
dibe û bedenên neferên mala wî diqeliþîne. Di bin perçeyên
keviran de apê Zemîn yê hezkirî Bahozê Cengawer dinale û di
xwîn û xederê de li termên artêþevanên xwe yên hiþkbûyî
dinêre.” Tu kes nikare vê xewnê þirove bike. Giregirên
Kurdan civînekê çêdikin û Zemînê Çavsût wek berdevkê xwe
diþhînin ba hezretî Muhammed ji bo ku daxwaza Kurdan a
pejirandina dînê Îslamê ji wî re bibêje. Gava hezretî
Muhammed derî vedike di cih de þaþ dimîne, ”li ber wî
merivekî berz, mîna çiyayên Yemenê, xweþeng, mîna bostanên
Xeyberê, piþtrast, mîna helbestên Imrulqedeys, û bihêz, mîna
pehlewanên romî” sekinîbû. Hezretî
Muhemmed cara duwemîn dipirse ”Te got, tu kurd î?” Zemîn
awireke ji xemîra sor tahltir davêjê û dibêje:”Em Kurd in
û serbilind in!” Hz. Muhammed bêhna xwe teng dike û vê nifirê
dike:”Ya Rebbî, vê civakê di navbera xwe de negihîne
serketina çu yekîtiyan!”
Ji
vir û pê ve,vebêjer vedigere destpêka çîrokê. Ji
destpêkê xwendevan dizane,ku Wezîrê Bexdayê di sala 267´an
de katibek þandibû ku efsaneyên Rojhilatê yên li ser kurdan
tomar bike û veguhêze ku «hemû çîvanokan yên bi kêrî
Xelafetê werin hilbijêre, bi qelem bike û destnivîsên li dijî
siyaseta pêxemberê me biþewitîne. Bila serê Kurdan heta-hetayî
kûz bimîne.»
Lewra
Katib li gor ku jê hatiye xwestin bûyera jor diguherîne. Navê
berdevkê Kurdan Zemîn dike Baxduz, ji ber ku hem bilêvkirina
Baxduz nexweþ e, hem jî wateya wê-kesê ku mêwên rezan didize
ye. Jê û pê ve ew wî wek kesekî «madetirþ, zaf sik û kirêt,
bêperwerde û dilkevir» ku mîna nokerê Turkistanê « yê
Tirkên Oguz ên serserî.» nîþan dide.
Li
çiyayê el-Cîbalê serhildana kurdan difetise… Xewna Zemînê
Çavsût neþirovekirî dimîne.
Di
beþê yekemîn ê «Xewna Dîrokê» de ev û çar serpêhatiyên
din hene, ku li ser bûyerên dîrokî hatine avakirin.Di pêþgotina
pirtûkê de nivîskar bi xwe dibêje, “Ev xewna ku li ser koka
lêkolîn û dersên dîroka Rojhilata Navîn þîn bûye, basa
Kurdistana me dike.” Li gor wî “Jiyana îro jî, digel xêrxwaz
û xêrnexwazan, pismam û kîndaran, xewnek e”.
Xewn,bûyerên
dîrokî û fantaziyên nivîskêr tev li hev dibin.
Di
beþê duwemîn de heft essay hene, ku nivîskar bi
berpirsiyariyeke zanyarî gelek agahdariyên dîrokî di wan de anîne
zimên. Bi alîkariya portreyên kesên girîng ji dîrokê
vegotin sivik bûye, ku xwendevan bi hêsanî gelek agahdariyên
zanistî jî werdigire.
Wek
mînak, ji bo vegotina pirsgirêka baþûrê Kurdîstanê nivîskar
portreya serokwezîrê berê yê Macaristanê bi kar aniye. Graf Pâl
Taleki yek ji endamên Komisiyona Civata Neteweyan (League of
Nations) bû. Di 30´ê Îlona 1924´an de biryar ji bo þandina
komisiyonê hat dan, ji ber ku hîngê hem Komara Tirkiyê û hem
jî Brîtanya Mezin dixwestin bibin xwediyê mandanta Wîlayeta Mûsilê(baþurê
Kurdistanê wê hîngê wisa dihat bi nav kirin). Komisiyon
diçe Mûsilê, lêkolînê çêdike û pêþniyariyeke dîrokî pêþkêþî
Civata Netewan(Cemiyetî Aqwam) dike:”ji bona çareserkirina dirêjaxayan
divêt, dewleta kurd li Wilayeta Mûsilê were avakirin û
naskirin.” Lê ev pêþniyazî tê red kirin ku bi salan “dibe
sedema komkujiyên li Îraqê û zimandirêjiya regezperestên
tirk”. Nivîskar bi gazin dibêje, ku ”îro siyasetmedarên
kurd bi yekdengî sond dixwin, ku em serxwebûnê naxwazin” li
gel ku ew rapora fermî ya Civata Neteweyan ku li ser bingeha
zanistiyê hatibû amadekirin û vekirî dibêje:”Kurd ji ber dîrok,
pergala civakî, ziman, çand û demografiyê gerek e, bibin
xwediyê dewleteke seraza.”
Di
gotara li ser pirsgirêka Kurdên Kafkasiyayê û Kurdistana Sor
de vegotin li dora portreya Wekîl
Mustefayev digere.Peyv tê ser gelek kirinên balkêþ yên vî
Kurdê ji Kafkasiyayê û pê re jî rewþa Kurdên qafkasiyê û
babeta Kurdistana Sor û helwesta Ezeriyan, hin Kurdan jî li dij
tê vegotin. “Êzdatî û Kurdewerî” bûye babeteke ku bi
portreya Þêx Adî kurê Musafir´ê ku “ji Þamê, ji
malbata Benû Umeyiya-yan Emewiyan-bû, lê di damarên wî de xwîna
kurdan jî dikiþiya.” re hatiye hûnandin.
Vê
dema dawiyê pirsgirêka kurdan di çarçoveya peywendiyên Tirkî
û Yekîtiya Ewropayê de tê nîqaþkirin. Nivîskar bi gotara
“Ewropa li himber Tirkan” tev li vê nîqaþê dibe. Piþtî
ew awirekê davêje sedsala 17an, dîsa vedigere ser bûyerên îro.
Di wan salan de Imperatoriya Osmanî hin welatên xaçparêz (Yûnanistan,
Macaristan…) dagir kiribûn. Bi gelek deh salan welatên Ewropa
di bêdengiyê de stratêjiyeke hevbeþ î nû amade dikin. Di
sala 1683´an de artêþa Osmaniyan li perê Viyanayê têk diçe
û piþtre rêvebirên Kostantînopolê mecbûr dibin, ku pergala
dewletê diguherînin.”Mixabin, derebeg û siyasetmedarên kurd
berjewendiyên xwe di vê guhertinê de neparastin.”(49) Ev þaþiya
dîrokî dibe sedemê ku her çû “asta serbestiya Kurdistanê”
nizimtir bû, lewra di sedsala 19an de mîrekiyên kurdan dikarîbûn
bên hilweþandin. ”Ev pêvajoya xwewindakirina siyaseta kurd ji
genosîda çandî re, ya li bakur di sedsala 20an de cih girt, rê
vekir.” Nivîskar peralelên balkêþ di nav peywendiyên Ewropa
û Tirkan ên sedsala 17an û roja me de diyar dike û tê ser vê
teza bingehîn:”Kurd, ji ber nebûna stratejiya xwe ya rasteqîn,
ji guhertina rewþa cîhanê re amade nîbûn û dev ji tirkan
bernedan.” Piþtî ku ew balê dikþîne ser hoyên cîhanê yên
dema me(têkçûna kampa sosyalist, xurtkirina fundamentalistên
îslamî) û pê ve sekreterê PENa Kurd rojhilatnas Dr. Zorabê Bûdî Aloian pirseke zaf
zelal ji kurdan dike:”Gelo taqet û zanebûna kurdan heye ku îcar
armanca xwe nîþanî ewropiyan bikin û siparaniya xwe ji duriþmên
biratiya kurdan û tirkan rizgar bikin?”
Di
beþê sêyemîn de du Qewlên ayinî yên Êzîdiyan li ser sofiyê
bi navûdeng Mansûrê Hellac hene; yek ji nav êzîdiyên li
Ermenîstanê û ya din ji nav êzîdiyên li baþûrê Kurdistanê
hatiye girtin. Nivîskar herduwan dide berhev û balê dikiþîne
ser zimanê wan î zelal û li gel ji hev dûrbûna herdû hereman
diyar dike bê zimanê wan çiqasî nêzî hev e, ku hêza zimanê
Kurdî rê dide. Mîna beþên din li vir jî nivîskar peyvên
xwe bê þirove nehiþtine: “Zargotina Êzîdiyan, çawa parçeyekî
wêjeya kurdan, nîþan dide, ku gelê me rêza mirovên biyanî jî
digire û amade ye, ku ji hizrên nûxwaz û ciwan fêr bibe.”
Di
beþê „Hest û Hesret“ de çend helbest û parçeyên pexþanê
hene.Li vir jî diyar e bê nivîskar çiqas bi hostayi zimên bi
kar tîne. Wek mîna:
Xwezayî
hejiya
Þerbet
rijiya
Deriyan
Steyrk
heliyan
Ava
kaniyan
Çikiyan(110)
“Çavên
me dibînin, çawa dar û giya piyasê dikin û çawa dewarên
gundiyan bi zimanê mirovan dipeyivin. Dewsa baqa gul-sosinan em
gezgezik û stiriyan pêþkêþî kebaniyên xwe dikin. Dewsa çîrok
çivanokan em gazinan ji zarokan re þirove dikin. Keç û xortên
serfiraz li mizgeftan koma xwe xurt dikin, li Kaniya Spî dersên
berxwedanê distînin, li dêr û kenîseyan gunehên bapîran
paqij dikin, li Baba Gurgur ji hêza êgir dadiqurtînin.”(104)
Li
gel ku Zorabê Bûdî Aloian li bajarê Rûstavî,Gurcistanê
hatiye dunyayê, di kêm deverên pirtûkê de devoka Kurdên
Sovyeta berê derdikeve pêþ. Kurdiya wî standardizekirî, zelal
e. Bêþik dewlemendiyek zimanê kurdî ye, ku merov di „Xewna Dîrokê“
de rastî hevokên mîna vê tê:
“Bidûrketina
evîna wî, navê kîjanê mejiyên wî weke Riya Kadizan a
ezmanan bi hêvî dikirin.”(24),
Ev
forma vegotinê li deverên din î Kurdistanê tune ye. Ev hevokên
ku di Almanî de jî hene(Relativsätze) û diyar ku di nav Kurdên
Kafkasiyayê de belav bûne. Dibe ku ew berê li deverên din jî
dihat bikaranîn û her çûye kêm bûye.
“Ji
ber ku paþnavê wî li Ewropayê þaþ hate xwendin, ar-Rûhî
dewsa ad-Dûgî, niha ew çawa Alroy tê nasîn.”(44)
Ev
hevok jî mînakeke din e ku cûdabûna bikaranîna Kurmancî li
Sovyetistana Berê nîþan dide; ez bawer nakim ku peyva „çawa“
bi vê wateyê li tu devereke din a Kurdistanê tê bi kar anîn,
ku ew jî bêtir dewlemendiya zimên rê dide.
Lê
her çiqas kêm bin jî merov di „Xewna Dîrokê“ de pêrgî
wan hevokên bê präposition tê:
“Baranê
aveke gur reþande konê Hesen…”(27)
Diviyabû
li pêþiya peyva „kon“ präpositiona „ser“ hebûya.
Ji
aliyê xwe îfadekirinê ramanên nivîskêr vekirî ne. Ew bênderên
faktên neþirovekirî li ber xwendevanan çênake. Ew baþ
dizane, ku dubarekirina agahdariyên ansiklopedik ji bo xwendevan
barekî bê feyde ye; peyv û ramanên ne nirxandî, yên li hewa
daliqandî di „Xewna Dîrokê“ de kêm peyde dibin. Pirtûk
weke koleksiyoneke neteweyî ye; gelek bûyerên dîrokî têde
hene.Barê van agahdariyên dîrokî di gelek deveran de herka
vegotin dijwar kiriye. Wek ku nivîskar gotibe ev hêjahiyên me
ne, divê haya her kesî ji wan hebe.
Mixabin
mîzah di pirtûkê de kêmtemsîlbûyî ye, li gel ku sernivîsa
beþê dawî “xewna Kenok” e jî.
Ez
dixawzim bi hevokeke “Xewna Tarîxê” dawiya vê nivîsê bînim
ku beþek ji wê jê re bûye sernivîs:
“Kî
çi dibêje, bila bibêje, lê zimanê me mezintirîn desthilata
me ye!”
--------------
Xewna
Dîrokê,115 r.
Dr.
Zorabê Bûdî Aloian,
Apec,
Stockholm 2004
Buha:8,-Euro
Navnîþana
xwestinê:
Dr.
Zurab Aloian
Grosse Krankenstr. 5-6
28199 Bremen
Tel: 49421/2233808 û 49173/1368171;
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org