|
Dr.
phil. Hussein Habasch ROJA ROJNAMEGERIYA KURDÎ Û KONFERANSA BEDIRXANIYAN Hevpeyvîn
li gel Dr. Hussein Habasch
Bi bûneya cejna rojnamevaniya kurdî û bestina konfiransa Bedirxaniyan ya çaremîn peyamnêrê rojnameya Kurdistanî Nuê, berêz Þihab Osman hevpeyvînek li gel me kir. Em herdu jî yekraybûn, ku ev hevpeyvîna bi herdu kurmanciyan belavbibe; di rojnameya navbirî de bi ya baþûrî û di malperên Internetê de bi ya bakûrî. 1-
Hûn yê rêzdar û wek pisporekî rojnamevaniya kurdî çawa rola
rojnameya Kurdistan û 22-ê nîsanê di bizava siyasî û ronakbîriya
Kurdistanê de dinirxînin? Rojnameya
Kurdistanê bingehên pûblîsîstî, siyasî, çandî, civakî û zimanî
di dawiya sedsala 19-an û di destpêka sedsala 20-an de di dîroka
rojnamevaniya netewî de numakirin; þaxine wan ta sedsala me ya 21-ê jî
berdewam in. Ta em xwe ji rayên gelemper biparêzin û ewên di cuda jêderên
liser wê çapemeniyê nivisîne dubarnekin, em çend hevokan ji rojnameyê
temaþbikin û bi kurtî liser wan rawestin. Ev hevokina di gotara „Weten,
welat“ de (hejmar 9, 1898, r.2) ji salan de bi mêjiyê me ve zemirî ne:
“Welatê kurdan wek cismekî (govde; leþ) birîndar, bêhal maye“.
Wateya wê; Kurdistan welatekî birîndar e û çare ji dermankirina birînên
wê re hîn ne hatiye dîtin. Ew birîna ji sala 1898-an de û ta nîsana
2007-an hîn xedar e û wê hîn demsaline din jî bimîne. Ev gotiya
(meqole) tenga rewþa siyasî û ronakbîrî wê serdemê û ya serdema me
raberdike. Em kanin li vir bibêjin, ku li Baþûrê welêt ta radeyekê ew
birîna sarêj bûye, lê metirsiya vebûnê tim heye; divê hewil bê
dandin, ku ew li wir careke din venebe û li aliyên dine welêt
jî ew kû bibe. Rojname pir ramanên ronakbîrîyê belavdike, ji
wana em liser vê ramanê hûrbibin; ew hizrên pêþketî ji ola îsalmî
dike rajeya xwandevanên xwe, ku nabe kurd di bin zordestiya mamorên
(femanber) zalim de bimînin, eger ew wê rewþê qebûlbikin, Kurdistanê
ji dest wan biçe: „Divê hûn mamorên zalim ji welatê xwe derîxin“
(r.3), çinkê Xwedê edaletê emir dike û ji Quranê jî ayet aniye ta
raya xwe pê bihêzîne. Ramaneke din balkêþ raberkirî û ta niha jî
ektuel e, ku rutbe û nîþanên xunkar (sultan) dide mîr û axayên
Kurdistanê jiber dîn (ol; ayîn) û namûsa wan ve ye:“Heyfa min ji wî
mîrî re têt ku dîn û namûsa xwe ber nîþaneke zalimî
difroþe. Ew bi wê nîþanê þad dibe lakên nizane ku ew nîþana
mala wî re birîneke bê dermane“ (r.3). Giqas
kurd hene, ku nîþanên xwe ji dijminan birine û ta niha dibin?! 22-ê nîsanê
rojeke pîroz e di dîroka gelê Kurdistanê de. Li Tarawgeyê rojname bi
serbestî tê belavkirin, lê paþê dijwariyên xunkar Elbdihemîd liser wê
zêdedibin. Kurdistan mîrata koçeriya siyasî jî ji mera dihêle; her di
nîsanê de jî (14-ê) sala 1902-an tê daxistin. 2-
Wek hûn dizanin bi saya azadî û hikumeta Kurdistanê rojnamevaniya
kurdî gavine nû avêtine nav qonaxeke nû, hûn yê rêzdar wê guhartin
û azadiyê çawa dibînin? Rojnamevanî
û her çalakiyeke zanistî û giyanî tenê di mercên azadîyê de geþdibin
û pêþdikevin. Her diyardeyek jî erênî û neerêniyên wê hene. Eger
rojnamevaniya kurdî bi cûr û klasîfîkasiyonên xwe di rajeya pêþketina
gel de be, ew erênî ye. Eger bi vajayî wê be û bingehên hestên netewî
bêne kûkirin û rexneya rûxandinî bibe deselatdar, wê çaxê
peydakirina raya giþti ku yek ji fûnksionên serekî ye di rojnamevaniyê
de bi nêgetivan te amêtekirin. Pirbûna
hejmara dezgehên çapemeniyê ne nîþana serketinê ye; ew di qonaxa niha
de birçîbûna serbestîyê dinumîne, li meraqa li xwe xwedîderketinê
digere. Piþtî demekê ewê hêdî hêdî hindabibin, çinkê konkorêns çend
biçe, wê ferehtir bibe û ew orgenên kêmdiravî wê rawestin, ew qanona
bazara serbest e. Di vê biwarê de divê ev rastiya tal jî bê pêþber
kirin; ew jî kêmaniya kadirên rojnamevanên profêsiyonal e. Kurdistan
niha hewcedariyê wan e, divê ew bêne gihandin; tivinga pêþmergayetiyê
bibe qelemê pêþmergayetiyê. 3-
Di van mercên Kurdistanê de ta çi radeyê rojnamevaniya kurdî
havil (sûd) ji konsêpta azadiya derbirînê diye û li prosêsa dîmokratîzekirna
Kurdistanê çiqas ew erka mêjûyî hatiye berpakirin? Piþka
yekemîn ji vê pirsyarê bo ew pisporên li Kudistanê dijîne, lê eger em
çend peyvan liser porsêsa dîmokratîzekirina Kurdistanê bibêjîn, emê
weha bibersivînin, ku dîmokratîzekirin peyveke devkî ye, lê bilêvkirin
û navandina wê jî serketinek e, çinkê ew di roja peydabûna xwe de ne
li Kurdistanê û ne jî li navçeyê bicih ne bûbû, bê war bû, her di
nav rûpelên kitêban da bû, ew govdeyekî biyanî bû di hemî serdemên
borî de. Rast e dezgehin bi nav dîmokratîyê li Kurdistanê peydabûne, lê
mixabin ta niha formaliteta wan deselatdartir e. Gi
demê qanon bibe deslatdar û dezgehên medenî bêne avakirin, wê çaxê
binçîne ji dêmokratîzmê re tên danan û paþê xelk hêdî hêdî hîndibe
bi wê bête perwerdekirin. 4-
Dinyaya rojnamenvaniyê pir fereh bûye…di vê serdema global û têknolocî
de rojnamevaniya kurdî jî di biwara malperên êlêktronî de gavine baþ
avêtine. Di vê babetê de em çawa kanin baþtir wê destketina mezin bêxine
berjewendiya netewa xwe? Berî
hemî gelan kurd dêndarê vê pêþketinê ne; li gor raya me qezenca me tê
de ye, jiberku tu gel li dinyayê
tune ye, wek kurdan ewqas
zordestî û sinorên siyasî di nav axa wî de ji aliyê kolonyalîstan de
hatibine danîn. Kurd jî bi pêþketî wê bikartînin, ji her aliyên zanînê
de mera agahdariyan liser kurd, Kurdistanê û liser kesayetiyan dibîne, ew
kurdan ji aliyên giyanî û moralî de jî dewlemendike, sînor diçirîne,
di çend saniyan de mera dikeve quncên tewrî dûr ji Kurdistanê û li
dinyayê, her wê tenê sedsala 21-an kire mala piraniya kurdan, berî
wê kurd pir dûr bûn ji aliyê ramanî de ji hevçerxa xwe. 5-
Wek hûn dizanin îsal 109 sal di ser derketina rojnameya Kurdistan
re (22-ê nîsanê cejna rojnamevaniya kurdî ye) derbasdibe û fîstîvala
çaremîn ya Bedirxaniyan li Berlînê tê bestin. Di demekê de ku
rojnamevan, sendikaya wan û kenalên rageyandinê li Kurdistanê bê beþ
in ji wê fîsttîvalê û ji bilî wê hin pisporên rojnamevaniyê û bi
taybetî yên li Elmaniya dijîn vexwandî wê fîstîvalê ne kirine; di vê
biwarê de raya cenabê we çî ye? Rojbûna
rojnamevaniya kurdî berî 109 salan li her kurdekî pîroz be. Ew rojeke pîroz
e li ba kurdan; her çalakiyeke dilsozane bi wê bûneyê bêtê kirin, ew
cihê rêzdariyê ye. Garemîn
konfiransa Bedirxaniyan li Berlinê bi piþgiriya hikumeta
Herêma Kurdistanê tê bestin û ji aliyê „Kurdische Studien“
(Berlin), Havîbûn (Berlin) û dezgeha Bedirxan (Dihok) hatiye birêvexistin
û çar kesan pilana amadekirina wê hildane ser milên xwe. Em
nizanin ji bo çî ew bûneya li Berlînê tê þahînetkirin. Kî zane,
belkî siba fîrmeke tourîstî li Kurdistanê derkeve û pêþniyaz bike,
ku bûneya 110 saliya rojnamevaniya kurdî liser hêvê bike. Em nikanin tê
bigîhinin, jibo çî li Kurdistanê rojnamevan xemgîn in û nikanin bi wê
bûneyê þabibin; ji xwe Kurdistan nikane bê Berlin, yan sala tê biçe
ser hêvê. Wê çiqas baþbuya, ku Kurdistana tarawgeyî li Kurdistana Azad
bihata hemêzkirin. Me
kerta vexwandinê di 13-ê nîsanê de wergirt, ku em kanin di konfiransê
de çawa guhdar piþkdar bin. Ji aliyê êtîkî de pêdivî bû em yek ji
gotarvanên konfiransê bana, jiber van du hoyên sakar: Em yekemîn kes in
di dîroka rojnamevaniya kurdî de, ku tîtileke zanistî Dr. (ph.D) sala
1983-an wergirtî. Ya duhemîn
jî; ji sala 1980-T
em mjijûlî kovara Hawarê û Bedirxaniya ne. Ji
40 Mîlyon kurd em 8 kesan- çi bobelatek e ji neteweyekê re, ku ewna kêmpispor
be!!- dinasin, ku lêkolînên xwe liser rojnamevaniya kurdî kirine û tîtilên
Dr. (ph.D) wergirtine û ne yek ji wan rêzdaran vexwandî konfiransê nebûye;
ji wana 3-ê jî li Elmaniya dijîn. Em
vê hevpeyvînê bi dawî bînin û jibo dîrokê weha biencimînin ku di
21/22-ê nîsana 2007-an li Berlinê konfiranseke tourîstan hate bestin.
Bila ev nifira Kurdaxê jî dawiya zêrînî be: „De mila çavên
dijminan birijin“ û yên kurdan geþ bibin, daku baþ hevdi bibînin
û kanibin li çavên hevdi temaþbikin. Bonn
16-ê nîsana 2007-an
Dr. Husên Hebeþ |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org