|
|
Navên
Kurdî
Hüseyin
Kartal
Çapa Duyemîn ya
berfirehkirî
Adar 2008
Weþanên HAN
 |
- Xwîshk û
birayên hêja,
-
- pirtûka mine
navan bi chapa duyemîn ya berfirehkirî derket. Chapa yekemîn
xwedî 18 hezar nav bû û di sala 1992 an de ji aliyê Weshanên
Kurdistan li bajarê Osnabrückê derketibû. Chapa duyemîn (nû
2008) ji aliyê Weshanên HAN li bajarê Berlinê derket û ji 60
hezarî zêdetir nav tê de hene.
-
- Ez ji We re
pêshgotina chapa nû û bergê pirtûkê dishînim, bi hêviya ku
Hun di malpera xwe de belav bikin daku ev pirtûk bigîje destê
dê û bavan ku navên kurdî
li zarokên xwe bikin.
-
-
- Pirtûk
ev e:
-
- Hüseyin
Kartal
- Navên
Kurdî
- (60
Hezar Navên Kurdî)
-
-
- Bihayê
pirtûkê bi mesrefê postê re: 20 €
-
-
- Navnîshana
xwestinê:
-
- Weshanên
HAN
- Bülowstr.
56-57
- 10783
Berlin
|
- Tel.:
030-23 55 25 40 /
Mobil: 0157 743 53 072
yan jî 0178 780 76 83
- Fax:
030-23 55 25 41
- E-Mail:
han-grafik@hotmail.de
-
- Hesabê
Bankê:
- Gazîn
Onur Han
- Deutsche
Bank Berlin
- Kontonummer:
6287262
- BLZ:
10070024
-
-
- Bi
silavên germ û biratî
-
- Hüseyin
Kartal
|
|
- Navên
Kurdî (60 Hezar Navên Kurdî)
- Hüseyin Kartal
-
- WEÞANÊN
HAN - 4
- Ziman – 1
-
-
- Çapa duyemîn ya berfirehkirî
- Adar
2008
|
- Edîtor
- Zeynel
Abidîn Han
-
- Karê
Grafîkê
- Gazîn
Onur Han
-
-
- Çap û Girêdan
- HAN-GRAFÎK
- Verlag&Werbeagentur
- Bülowstr. 56-57, 10783 Berlin
|
-
- Tel.: +49 (0) 30 23 55 25
40/42/43
- Fax:
+49 (0) 30 23 55 25 41
- Han-grafîk@hotmail.de
-
-
- ISBN: 978-3-940997-03-6
|
-
-
- Ji
Dêvla Pêþgotinê
-
-
-
- “Navên li vê
pirtûkê hemû xwedî mane ne. Hemû nav ne pêþnav in, hin ji van
navan dikarin mina paþnav yan jî cinav bên bikaranîn. Dibe, ku
mane û avasaziya navan ji aliyê gelek kesan ve ne zelal bin. Ev
nayê we maneyê ku nav bixwe di nav xwe de ne zelal in. Heta ji min
hat min navên Erebî û biyanî nexistin vê pirtûkê. Dibe, ku
hin nav wek erebî bixuyên, lê bingehên tu wekheviyên wan bi
Erebî re tune ne. Gelek gotinên Erebî jî, ger bi bingehîn li
ser bê kolandin mîrov dibine ku ne Erebî û ne jî ji familya
zimanên samî ne. Piranî bingehên wan îranî(arî/awestî) ne. Mîrov
Rojhîlata Navîn berî Îslamiyetî bîne berçavên xwe, wê
bibine ku gelên samî dibin tesira çand û zimanên îranî(arî)
de bûne. Zor biharûmetên çand-ziman û diyanetî ji gelî mezra
botan girtine. Ev tiþtekî zor baþ e, ne xirab e; ger gel jî hev
berjewendî bibînin. Divê di berjewendiyê de nankorî, xunmijî
û zordarî tunêbe.
- Navên tirkî
di vî pirtûke de tûne ne. Gawa min li pirtûkên navên tirkî
meze kirin, min dît ku zêdêtirî navê wan êranî û erebî ne.
Yên êranî jî, bi taybetî piranî kurdî ne. Gelek navên tirkên
„sosyete“ li metroplên mezin û bajaran bi kurdî ne. Haya
gelek kurdan ji wan navan tûne û piranî haydar jî nizanin ew nav
navên kurdî ne, ji ber vî jî wan navan li xwe nakin, diçin li
kuderê navekî erebî hebe wî li xwe dikin.” (Ji pêþgotina çapa
yekem).
-
-
- Dê û bav, keç û
kur û xwendevanên hêja,
-
- bi
çapa duyemîn ya navên kurdî em dîsa bi hev re ne. Carekî din
gelek serêþî û tevlîheviya serî dibe para xebata min. Daxwaz
ew bû ku ev xebat mîna leksîkonek mîna ansîklopediyek yanî mîna
ferhengeke navan bikete destê xwendevanan, destê dê û bavan daku
navên li zarokên xwe dikin bi mane bizanin. Emê hêviya xwe ya
derxistina ferhenga navan bihêlin çapeke din. Ez derxistina
ferhengeke navan ya ji aliyê kesekî tenê rast jî nabînim. Ev
yek karê saziyek e. Saziyeke ferheng û ziman dikare xebateke wiha
bigire nav bernameya xwe û li bingeh û maneya navan ya; ji aliyekê
etîmolojîk, ji aliyê din maneya rojane lêkolîn bike û pêþkêþî
xwendevanan bike. Keda yek nivîskarekî têrî bingeheke xurtaniya
bi vê yekê nake. Ez dîsa jî dixwazim, ger ramana xwe mîna
projeyeke bidim pejirandin, li ser maneya navan û bingeha wan ya etîmolojîk
bixebitim.
-
- Di
çapa yekemîn de nêzîkê 20 hezar nav di pirtûkê de cîh
digirtin. Di çapa duyemîn de ev hejmar ji 60 hezarî bihurî. Nav
di bingeh û awayên xwe de ji nûlêzêdebûnê bêtir li ser
bingeha berê berfireh bûn. Bingeha berê li ser lêkolînên etîmolojîk
bû. Bi etîmolojiya kîte û peyvên navçêker maneya wan ji aliyê
avahiyê hatibû ronîkirin. Ji ber ku lêkolîna bingehîn û etîmolojî
bi zimanê almanî bûn, zêde bala kesên me yên ku navlêker nekiþand.
Ji xwe ew lêkolîn ji bo wan kesên ku li ser nav û ziman dixebitîn,
bû. Ji ser çapa yekemîn ve 14 sal derbas bûn. Di van 16 salan de
gelek guhertin çêbûn, çanda kurdî ji firehiyê ber bi kûrahiyê
çû. Lêkolîn û nivîs zêde bûn. Nivîskar û lêkolînvan gihiþtin
hejmareke hejayê peyvê. Navên zarokan xwe ji navên klasîk û dînî
ber bi navên kurdî veguhestin. Ev yek jî ji bo çapeke duyemîn bû
hewes, rê vekir.
-
- Em
hîn di destpêka lêkolîna navên kurdî de ne, em di destpêka
komkirin û raxistina ser rûpelên reþ de ne. Ev komkirin û pêþkêþkirineke
firehî ye, divê ber bi kûrahiyê ve vegere. Lêkolîna navan ji
du beþên bingehîn pêk tê: komkirin û afirandêriya serzemînê
çand û zimanê kurdî û hûr û kûrahiya lêkolînî ji aliyê
bingehzanistiyê ve. Vekirin, raxistin û zelaliya bingeha kîte û
peyvên navçêker dikare maneya rast ya navan derxe holê. Ev yek
xebatek e li pêþ wan kesan ku bi mijûliya vê karê ve serêþ
in.
- Derxistina maneya
Navan
-
- Bikaranîna
vê pirtûkê û derxistina maneyên navan; navê ku ez li zarokê
xwe dikim, tê çi maneyê?
-
- Her
kesekê/î ku zimanê kurdî baþ dizane, maneya kîte û peyvên
navçêker jî kêm zêde dizane. Mirov dikare li ser maneya kîte
û peyvên navçêker hûr bibe û maneya wan derxe. Lîsteya ew kîte
û peyvên navçêker ji aliyê maneya wan di vê xebatê de hatiye
rêzkirin, lê dibe ku li hin deverên Kurdistan bi maneyên din jî
xemilî bin, mirov dikare wan maneyan jî lê zêde bike. Mînak: Hatjînda.
Ji van peyvan pêk hatiye: hat-jîn-da yanî ew kes hat û jiyan da.
Mînak Gulperî ji gul û perî pêk tê, gelek maneyan di nav xwe de dihewîne,
mîna gulê periyan, taca periyan, guleke ji cîhana periyan, gulek
ji rewþa me dûr, em nas nakin yan jî periyeke gelek xweþik mîna
gulek ûwd. Gelek nav yek mane ne yan jî xwediyê maneyeke diyar
in, mîna Berfîn: kulîlka berfê, kulîlka spî ya zivistanê ku di nav berfê
de derdikeve û tê maneya mîna berfê spî jî. Zozan:
Havîngeh, ciyê mirov havînê derbas dike. Azad:
serfiraz, serbixwe, sebest. Havîn:
Tavistan, desmsala tavîn, germ. Zagros,
Cudî, Agirî, Gebarî, Nemrût, Sîpan: navên çiyayan e ku
hinek xwediyê maneyên din in jî. Ferat,
Dijle, Aras, Munzur, Botî:
navên çeman e û pirmane ne. Hin çem navên xwe ji herêm û çiyayan
werdigrin û bervajî…
-
- Hin
nav hene ji mirov re biyanî dixuyên, mîna: Rodîn,
Robîn, Roder, Zara, Alale, Jînþeng, Jiyana, Lorya, Lora, Narînara,
Walora, Walorya, Ramîn, Zarkava, Farna, Jînviya,Kenveda, Janmîra,
Janja, ûwd. Lê mirov li kîte û peyvên wan yên pêk hatine
binêre, dibîne ku ji gotinên bingehîn yên kurdî tên: Rodîn
ji ro/j(tav û roj) û dîn(dîtin, ol yan þêt) pêk tê. Roder
ji ro û der(derva, derketin)
pêk tê. Zara dikare pircûre beþ bibe: za(ja,
jî, ji dayik za, derket, çêbû, roj jî dizê), ra(navê xudayê rojê ye û paþkîte ye jî). Lê Zara dikare wiha jî bi dabeþ bibe: Zar(ziman, devok, girîn û ahûzarî), -a(pêvekek e, û mê(femînîn) pêk tîne, girêdayî, xwedîbûn
e). Robîn: ro û bîn(tîne û dibîne). Narînara:
bi gelek awayan dabeþ dibe; narîn-ara,
nar-în-ara, narî-n-ara, narîn-a-ra, narîn-ar-a, narîn-a-ra.
Bi her dabeþbûnê re dikare maneyên nû bide. Alale:
al-al-e, alal-e (tê
maneya al al e, yan rengîniya
belek, çav digire ûwd.). Jînviya:
jîn(jiyan, temen), viya(bihurka
vînê, îrade yan
daxwaz). Kenveda:
ken-ve-da, ken-veda (ken
vekir, coþeke ken anî holê).
-
- Bi
awayê jorîn derxistina maneya navan hêsan e. Wekî din di çand wêjeya
kurdî ev nav yan jî navçêker bi piranî hene, mirov dikare ji
wan jî feyde bigire. Maneya navan afirandineke civakî û gelerî
ye ku bingeh dide pêþketina lêkolînên zanist. Mîna ziman nav jî
ji wê afirandêriya dîrokî ya bingeha avahiya çanda gelan tê.
Nivîskar û lêkolîner li ser vê bingehê xebata xwe ava dikin,
hinek ji wan tînin ba hev, hinekan dabeþ dikin û rewþên nû
diafirînin lê ew bi xwe ji xwe tiþtek lê zêde nakin; li ser wê
hebûnê dibin afirander. Ev xebata me jî wisa bê dîtin û
pejirandin ji me re ji bo xebatên pêþ dibe hêz û alîkarî.
-
- Hin
nav gelek biyanî û çêkirî bixuyên jî hemû li ser wê bingeha
binavkirî ava bûne û me ji xwe tiþtek lê zêde nekiriye; tenê
wê bingehê li ser afirandêriya wê bi kar aniye û vê bikaranînê
bi qasî zanîna xwe ya lêkolînane hunandiye. Hêvî û daxwaza
min ji nivîskar û lêkolîneran û ji xwendevanan ew e ku bi çavekî
rexnegirî, bi ramanên vekirî û wêrekiyeke sivîlane vê xebatê
binirxînin. Tundiya rexne li ser xebatê zerar nade, xebatê xurt
dike. Her kesek xwedîmaf e ku xebateke li ser çanda wî çêbûbe,
rexne bike, kêm û kurtahî, çewtiyan sererast bike. Bi vê hêvî
û bendemayînê navên kurdî li hemû zarokan pîroz bin; zarok
dikarin van navan fireh û belav bikin û bidin jiyandin.
-
-
- Hüseyin
Kartal
-
- 2008
-
- Maneya kîte û peyvên
navçêker:
-
- (Li vê derê
tenê maneyên kîte û peyvên navçêker hatine danîn, lê ev ne
maneyên bingeha lêkolînî ne. Ew beþ dikare li ser etîmolojiya/bingehzanistiya
ziman pêk bê).
-
-
- a-:
‚-an’ pêveka pirhejmar, di peyva rojane de tîpa `-n’
dikeve‚-a’ dimîne;
aîdiyeta mê, ya.
- Ab-:
av, avahî jî ji bingeha vê peyvê ye.
- Adar-:
1) meha adarê; 2) agir.
- Ak-
pêveka navçêker di devokên din yên îranî de:‚-ag’.
- Agir-:
agir, adar, atar, adir, atûr ûwd.
- An-:
1) pêveka pirhejmar, binêre: ‚-a’;
2) ya / ya; 3) di nav
peyvê de: dostane, azadane…
- Ar-:1)
agir; 2) arvan, ard; 3) bê deng; 4) sade, xweþik 5) arî;
6) þerm, heya; 7) tam û bîna
tûj.
- Aram-:
bê deng, sukûnet, huzur, bêhnvedan.
- Arî-:
1) ari, xweþik, hêja; 2) alî, kirax, teniþt; 3) sade, saf.
- Av-:
av, beriqandî, aramî, avadan.
- Ava-:
1) avadanî, avahî; 2) çanda avdanî û xwezayê;
-
3) þênî, xweþik.
- Azad-:
serbest, serbixwe, bêbend.
- Asû-:
berbang, rojê sibê, asûg
-
- Ba-:
1) ba, hewa 2) li cem, teniþt.
- Baha-:
1) fiyat, deðer, kýymet; 2) aðýrlýk, deðerli.
- Bahar/Bihar-:
demsalek, xweþik, reng û ronahî.
- Bal-:
haydarî, hayjêbûn, haydan, dîqet, li cem, li ba, bejn,
zihîn, aqil.
- Bala-:
bilind, berz; baldan, baldarî, haydan, b. bal.
- Ban-:
1) xanî, banî; 2) mera, merge; 3) bang, gazî.
- Bang-:
deng lê dan, deng kirin, gazî.
- Bar-:
1) bar li ser piþt 2) bar, (koka dema niha) ji baranê;
-
3) derbarê; 4) berhem,
mahsul.
- Baran-:
baran, dilopên avê.
- Ber-:
1) beriya tiþtek, pêþ, bereyî 2) teniþt, li teniþt, alî;
-
3) nifþe, qabîle; 4) fîþek.
- Berz-:
bilind, jor, pîroz.
- Berzan-:
ber zayînê, eþîr û herêma Berzan.
- Bexþ-:
diyarî, koka dema niha ya lêkera bexþînê.
- Bext-:
bext, þans, qeder.
- Bê-:
‚bê: pêvekeke neyiniyê; koka konjuntîv û fermanî ya
lêkera hatinê.
- Bêj-:
ji gotinê, gotinên çandî.
- Bêrî-:
1) bendewarî, pan; hez û hesret; 2) pêþwazî, anîn ber;
3) bê hay; 4) chûna ber pez.
- Biha-:
biha, rûmet, hesabê bilind.
- Bihar-:
b. bahar.
- Bihîþt/bihiþt-:
cenet, ciyê xweþ.
- Bira-:
kurê dê û bav, bilader, kak.
- Birîn-
1) birîn, pizik, êþa laþî û giyanî; 2) jê kirin, qut kirin.
- Bîn-
1) bîn, bêhn, nefes, hilm; 2) koka dema niha ya lêkera
dîtinê.
- Bîr-
1) hafiza, bîranîna tiþtek, mejûyî 2) kûrahî, bîra avê.
- Bor/a-:
bihurk, bihurîn, koka dema niha ya lêkera
borîn/bihurînê, erdê neçandî, kon.
-
- Can-:
1) can, jiyan, giyan; 2) jêhatî, bi can, taze, zindî.
- Ciwan-:
xortanî, ciwanî, spehî, xweþikahî, taze, nû.
- Cî-:
herêm, cî, war.
- Cot-:
1) hejmarên cêwî 2) ajotina erdê.
- Çav-:
1) çav, çaw, dîde; 2) çavik, kunik, pencere.
- Çem-:
1) ava diherike, rûbar 2) çav.
- Çen-:
çene, gelek kêm û biçûk.
- Çê-:
1) baþ, rind, xweþik 2) hilberandin, çêkirin.
- Çira-:
ronahî, ronî, lambe.
- Çiya-:
ko, girêk, çiya.
- Çîn-:
1) sinif 2) koka dema niha ya lêkera çandinê.
- Çû/n-:
rêwîtî, rêgirtin, çûn.
-
- Da/n-:
1) dan/dayîn, tiþtê hatiye dayîn; 2) dem, danê sibê/êvarê,
nîvroj; 3) dahn; 4) vala.
- Dad-:
yasa, adalet, huquq, qanûn.
- Dank-:
çêkerê (pêveka navçêker) cî û war ji bo tiþtan, mîna
xwelîdank, guldank ûwd.
- Dar/dara-:
pêveka îktîdarê, hukumdariyê; qudret, tewan;
baston, þekil, zengîn
- Das-:
aletekî ziraî, orax.
- Dem-:
1) wext, dem bi dem 2) bê av, bostanên demî;
-
3) dewir, demsal; 4) dema çay.
- Deng-:
deng, veng; gotin, þan, nav, xeber.
- Der-:
derva, cî, mewkî, mehel, war, derî, narehetî.
- Dest-:
1) organa dest; 2) komek cil, dane, komik, qelîte, .
- Deste-:
deste, dozdeh, hejmarek ji tiþtan.
- Deþt-:
rez û erdê rast, bê girêk, firehî.
- Dev-:
organa peyv, xwarin û ramûsanê.
- Dê-:
dayik, mak, mayik
- Dêw-:
1) dev; 2) dîva (xudawend); 3) mezin, qirase,gewre.
- Dil-:
organa dil, maloka êvîniyê.
- Dî-:
1) koka dema bihurkê ya lêkera dîtinê; 2) yekî din, ya
din.
- Dîl-:
kole, bende.
- Dîn-:
1) dîn ji daena, ol 2) þêt, dîwane, bi çolê ketî 3) ji
lêkera dîtinê.
- Dot-:
1) keç, qîz 2) koka dema bihurkê ya lêkera dotinê.
- Doz-:
dawa, pirs, þop, mîkdar, çiqasî
- Dûr-:
dûr, li ciyekî din.
-
- Em-:
em, pronavê pirhejmar yê yekemîn.
- Endam-:
1) endam, bejn(a xweþik), xweþikahiya balkêþ,
spehî; 2) endam, uye, aza.
- Ev-:
bernavê kesîn yê hejmara seyemînî nêzîk, bernavê
destnîþanî.
- Evîn-:
eþq, hez û zewq.
- Ez-:
bernavê kesîn yê yekhejmara ewil.
- Êþ/în-:
sinc, êþ, eziyet, keser; koka dema niha ya lêkera
êþandinê.
- Êvîn-:
b. evîn.
-
- Far-:
berîqîna raman, xweþî û ronahiya mejî, rengê çav yê
diberiqe.
- Farna(h)-:
beriqîna navdar, navdarî, çîrûskvedana mejiyê mirov.
- Fer-:
ronahiya çav, beriqîn, hêz, taqet.
- Fêr-:
hîn(bûn), têgihiþtin, fêr bûn, tewana mejî.
- Fir-:
koka dema niha ya lêkera firînê.
- Fire(h)-:
fireh, firewan, dirêjahî, firehî, pahnî.
- Firaz-:
pîroz, azad, serbest, berz, bilind, payebilind, dilberz.
-
- Ga-:
ga û heywanên-(pîroz), hêz.
- Gah-:
1) car, carna; 2) rawestgeh, ciyê bêhndanê;
-
3) cî, cîwar, warê mirov.
- Geh-:
în, pêveka navçêker, geha dest, b. gah.
- Ger-:
1) ger, peyase, koka lêkera gerîn ya dema niha;
-
2) eger, þayet; 3) gîrdap.
- Germ-:
germ, samîmî, dostane, germa laþ.
- Gewr-:
rengek, gewrî, lêhatî, spî, spehî; gewre: mezin, bilind, ristîn.
- Gir-:
mezin, qerase, girê migro, gurî, kîn, pêveka navçêker,
koka lêkera dema niha ya girtinê.
- Giran-:
giran, giraniya karakter, cidî, bi hêz.
- Gîn-:
pêvekeke navçêker, binêre: `în´.
- Gor-:
1) goristan, gora aramiya dawî; 2) anegor, li gora
min; 3) gorîn, guhertin.
- Go(t)-:
koka dema niha ya lêkera gotinê, peyv, guh.
- Guh-:
organa bihîstinê, guh, teniþt, qirax.
- Gul-:
gul, (çîçek), þên, bi kêf; nexweþiyek.
- Gur-:
lawirek dirinde, soz, sift, tehdît, þuphe.
-
- Hat-:
koka dema bihurkê ya lêkera hatinê.
- Hem-:
hem, ev û ew, girêdankek.
- Her-:
her, hertim, daîmî û koka dema niha ya lêkera
herînê(çûn).
- Hev-:
pê re, bi hev re, hev, yên hev, lêhatî.
- Heval-:
heval, hogir, dost, yaran; cot, cêwî.
- Hew-:
êdî, hîç, qet, heb.
- Heyv-:
hîv, meh.
- Hez-:
eþq, hez, kêf; heyelan, herî.
- Hêvî-:
bendewarî, lava, daxwazî, xwestek.
- Hêz-:
qiwet, qewî, stûr, alîgir, piþtgir.
- Hiþ-:
aqil, mantiq, fikir, hîs, tewana ramanî, hafiza; bê deng
be!.
- Hîv-:
b. heyv, peyka dinyê.
- Ho-:
baneþana bangê(ji bo nêr/mêr), deng û bang dan, aha,
hîn, fêr.
- Hov-:
wehþ, derveyi, dirinde, nedîtî.
- Hozan-:
kilambêj, stranbêj, dengbêj(gelerî); serhiþk,
kêrnehatî.
- Hûr-:
biçûk, parçe û parî; organên hindurîn.
-
- Jan-:
êþ, sinc, keder, nexweþî.
- Jar-:
zeyif, bê taqet, feqîr, hejar, ciliz; jahrî.
- Jen-:
dema xwarinê, firsend, ji lêkera jendinê: lêdan, deng
derxistin.
- Jeng-:
jeng, pas.
- Jêr-:
jêr, li bin.
- Ji-:
ji, ji tiþtek, ciyek; pêþpêveke rêzimanî.
- Jin-:
jin, pîrek, afrat, mê.
- Jî-:
1) jiya/n; 2) tiþtekî din bi ser de(pêvekeke rêzimanî);
-
3)
yay ji ûrê heywanan ji bokeman ûwd.; 4) koka dema
bihurkê ya lêkera jînê
- Jîn/jiyan-:
jiyan, emir, temen, heyat.
- Jîr-:
xebatkar, bi aqil, bi ceht, zeka tijî.
- Jor-:
ser, banî, menzel.
-
- Ka-:
1) kanî, li kuderê; 2) rengdêra biçûkiyê; 3) ji qeselê ka,
heywan dixwin.
- Kam/a-:
bejin; daxwaz, xwestek, kî, bextewar, dahn lê dan, rê li ber avê
girtin, nem, kif.
- Kanî-:1)
ka li kuderê(?); 2) kaniya avê; 3) metalîk
- Kar-:
1) xebat, mijûlî; 2) koka dema niha ya lêkera karînê;
3) qezenc; 4) lehîm, qeynax; 5) karik, pêveka navçêker; 6) amadebûnî.
- Kej-:
1) çûr, zerik; 2) bilindahiya çandiniyê; 3) tiftik.
- Ken-:
ken, koka dema niha ya lêkera kenînê.
- Ket-:
1) koka dema niha ya lêkera ketinê; 2) nefel, argud, once.
- Kew-:
1) balindeyek, çivîkeke xweþik; 2) baca; 3) ji hiriyê
ben; 4) daxa birînê.
- Kezî-:
hunandina por; memika guh.
- Kêm-:
kêm, ne temam; îltîhab, birîn.
- Kur-:
1) law(ik), ciwan; 2) nehêja, 3) tiraþ; 4) bayê tund;
-
5) bejî; 6) bihaya dowîzê.
- Kûr-:
1) kûrahî, bin, bingeh; 2) karik.
-
- Lav/an-:
bendewariya hêvîtijî, arezû, niyaz, daxwaziya
tund.
- Lerz-:
hejok, hejîn, koka dema niha ya lêkera lerzînê,
erdhej, zelzele.
- Lez-:
zû, ecele; koka dema niha ya lêkera lezînê; hez û
tahm.
- Lêv-:
lêv, leb; aliyê tûj, teniþt.
- Lîz-:
lîstik; koka dema niha ya lêkera lîstin/leyistinê.
- Lor-:
1) eþiretek; 2) lorandina zarokan; 3) awayekî
stranbêjî; 4) penîrekî nerm; 5) gilover.
-
- Ma-:
man, rawestan; koka dema bihurkê ya lêkera mayînê;
peyva pirsînê.
- Mal-:
mal, milk, xanî, hêlîn.
- Man-:
b. ma; man, mayîn.
- Mana-:
1) mane, wate; 2) bahane, xapînok.
- Med/ya, mîdya-:
împaratoriyek, bav û kalanên kurdan tên
pejirandin; mesafe.
- Meh-:
hîva tijî, meh, meaþ.
- Mend-:
1) pêveka navçêker; 2) giyayê penîrê; 3) ji taqet
ketin, westan, bê tevger, sakîn.
- Mêr-:
mêr, nêr, maskulîn; wêrek, leheng.
- Mîhr-:
dostî, yaranî, roj, êvîn, navê xwedayek.
- Mîr-:
b. mîhr/mî(h)r/mêr, mîrza, prens, beg; mîrê kapê.
- Mor-:
reng, mor, mohr; mêþ, morî, moristang; muhur, moriya laþî.
- Morî-:
rengê mor, morî (moristang), morî: morîk, meherk,
dane.
-
- Na-:
na, nabe, ne belê.
- Name-:
reþbelek, name, nivîs, dokuman; pêveka navçêker.
- Nar-:
1) hinar; 2) agir; 3) mêr(<nayr/nairi); narîn.
- Narîn-:
narîn, nazik, xweþik, zarîf.
- Nas-:
kesên nêz, ne biyanî, mirovên nêzîk, aþîna, pêveka
navçêker.
- Nav-:
nav, nam; navîn, navend, hundir; kêlî, navber, bere.
- Navîn-:
tê de, nawîn, mîna nav, di nav de, ne alî, bê alî.
- Naz-:
naz, cilwe, xwe giran kirin.
- Nerm-:
ne hiþk, milayim.
- Nêz/îk-:
ne dûr, bê navber; birçîtî.
- Nîv-:
ne tam, nîv.
- Noþ-:
li ba vexwarinê tê gotin, afiye, vexwarin.
- Nû-:
ne kevn, nû, taze; nenas.
-
- Pa-:
1) ling; 2) parastin, nobedarî, ji lêkera pan/payînê.
- Pak-:
pak, paqij, baþ, dilxweþ, rind.
- Pal-:
xwe dan ser, alî; çiyayê bilind, piþt, mû.
- Pale-:
karkerê erd û ziraî, irgat.
- Pan-:
b. pa-, pahn, rawestan, li hêvî man, întizar kirin,
bendewarî bûn.
- Par-:
1) pay û par; 2) sala bihurî; 3) piþtvan; 4) hinek, hin
alî.
- Pare-:
pirî perçe, qet; bi êþ.
- Pel-:
1) pelê darê, talaþ, koma tezek, 2) beþ; 3) cilê kevn; 4)
rûpel.
- Pembe-:
rengek, pembe.
- Per-:
1) per û bask, çeper; perê aþê; 2) pel; 3) stû; 4) pere
- Perest-:
bi bawerî girêdayî, secdeker, secdeyî
- Perî-:
1) perî, cin, hûrî, spehî; 2) ventîlator; 3) ronahî; 4)
hezkirî, berçav; 5) bela wela.
- Perwaz-:
per lê dan, firîn
- Perwer-:
hezker, terbiyeker, li dor ger, bi per, xwedîker, n.
- Pê-:
1) bi wî/wê re; 2) ling, pî.
- Pêþ-:
ne li paþ, pêþeka navçêker, rûyê beriyê, nas û mirovên
nêzîk
- Pir-:
gelek, zor, zêde; pireh; biha, pirdana çivîkê; hember.
- Pîr-:
bi temen, bi emir, zana, pêþeng, edet, teqelîd.
- Pîroz-:
mibarek, pîroz, lêhatî, miqedes.
- Por-:
por, kezî, mû, pirç; girtî.
-
- Ra-:
1) xudayek; 2) rê; 3) pêþekek lêkerçêker; 4) tamar;
-
5) kok; 6) þanîdan.
- Rah-:
kok, rê; b. ra.
- Ram/a/n-:
1) hiþ, mejî, fikir, îde; 2) stûxwarî, belengazî.
- Reng-:
reng; koka sor.
- Reþ-:
1) rengek, tarî, kabûs, kêrnehatî; 2) pîroz (mishefa
reþ).
- Rev-:
bazdan, dûr çûn, têk çûn.
- Rê-:
rê, ciyê meþê, xet û ciyê avê.
- Rêz-:
1) peyhevî, cemhevî; botanîk: rexa tiriyê; 2) rûmet;
-
3) dor, dûvik.
- Ro/j-:
tav, roj, spehî, germî.
- Rona-:
ronahî, zelalî, spehî
- Ronî-:
ronahî, zelalî, spehî.
- Rû-:
rû, rîþ, çehre, sîma.
-
- Sal-:
sal, temen; dem; kevirê pahn.
- Sar-:
ne germ, sar; pêveka navçêker.
- Saz-:
1) avahî, sazî; 2) enstrumanê muzîkê; 3) nîzam, xebata bê
ariza; 4) pêveka navçêker.
- Sed-:
hejmara 100.
- Ser-:
li ser, bilindiya li ser beden, serê mirov, pêþeng, jor.
- Sê-:
hejmara 3.
- Sêv-:
mîwe, sêv, xweþik, þîrîn.
- Sî-:
1) siya tiþtek 2) hejmara 30; 3) nota; 4) cîger; 5) nefret
kirin.
- Sor-:
1) rengê sor, 2) agirîn, disotîne, 3) tûj.
- Soz-:
1) koka dema niha ya lêkera sotinê(þewitîn),
-
2) peyman, peyvdan, soz.
- Spas-:
teþekur, þukranî, mersî.
- Spî-:
1) reng, ronahî; 2) kurmikê laþ û serî.
- Stan-:
pêveka cî, war û welatan diyar dike, mîna Kurdistan,
standin; zivistan, erd.
- Sêr/k-:
1) stare, stêrk, li asîmanan diberiqe; 2) hêstir/rondik,
3) dan ser hev, ciyê nivînan.
-
- Þa/d-:
bi kêf û xweþî, bextewar, dilxweþ, þad.
- Þah-:
hükümdar, xanedariya civakên îranî, payebilind,
b.þad.
- Þan-:
1) nam, meþhûrî, navdarî, þohret; 2) pizikên rû;
-
3)
alamet, îþaret, diyarde; 4) þanîdan; 5) mil(organ);
-
6) malhingiv, petek.
- Þar-:
1) bajar, zivîl, belediye; 2) þal; 3) mêtin
- Þen-:
bi kêf û ken bûn, þên û xweþî.
- Þeng-:
1) þên, coþ, bi cîlwe, þox û þeng, 2) jiyangeh, mal,
xanî; 3) rûyê bizinê nêr.
- Þer-:
ceng, þer, xirabî.
- Þev-:
þev, tarî, dijberê rojê.
- Þên-:
1) þen, kêf, moral, xweþ, bi can; 2) tewan, karîn,
qudret.
- Þêr-:
heywanek dirinde; wêrek, leheng, bêtirs.
- Þîn-:
1) rengê þînê mîna av û derya 2) xemgînî, yas, matem;
3) çember; 4) sewz.
- Þîr-:
1) vexwarin: þîr, þîre; 2) þûr; 3) cahniya yek salî.
- Þîrîn-:
1) þekir û hingiv þîrîn in; 2) bi coþ hêrîþ, qêrîna
hespê.
-
- Ta-:
1) ji ciyekî ta ciyekî din, dirêjî û dûrî 2) agirê nexweþî
û sermagirtinê; 3) ben, pembû; 4) qat, tebeqe; 5) alî,
alîgir; 6) reh, kok; 7) yek, tenê, dane; 8) bejn û bala;
9) telîsek tijî sêv.
- Tac-:
sembola hükümdariyê, kumê serê xanedanan, taç;
taca kulîlkê, taca serê jinan.
- Tar-:
1) pêveka navçêker; 2) çembera nexþandinê; 3) tax;
4) þalgam; 5) pêçeka serî; 6) baçe, komkirina pere;
-
7)
aletekê muzîkê; 8) kortika stû; 9) rêya di berfê de;
10) taze, nû; 11) meger; 12) xafik.
- Tarî-:
1) tarî, reþ; 2) þêniyên taxê; 3) taze.
- Tav-:
ro/j, ronahiya rojê, tîrêjên rojê.
- Ten-:
1) ten, beden, laþ; 2) tenê, tenahî, bêkes.
- Teng-:
1)ne fireh; 2) eynî, mîna yekê/î; 3) teniþt, rex, cem;
4) tax; 5) kindirê pahn û fireh.
- Tev-:
1) hemû, giþ, bi hev re, yek; 2) tevlî, têkildar.
- Tilî-:
tilî, pêçî (organ); tilîliya kêf û zemawendî.
- Tov-:
tov, toxim, sperm, nifþeyên dahatû.
- Tu-:
1)hîç, qet 2) bernavê yekhejmar ya duyem; tu.
- Tû-:
mîweyek e li ser darê çêdibe, dara tûyê.
-
- Vala-:
1) vala, tê de tiþtek nîne 2) bala, bilind.
- Van-:
1) pêvekek e ku pîþe diafirîne; 2) bernavê pirhejmar
yê sêyem û yê þanîdana nêzîk.
- Veger-:
ji ciyek þûnek bi paþ ve hatin, vegerîn.
- Veng-:
deng.
- Vîn-:
1) daxwaza pêwîst, îrade 2) pêveka navçêker;
-
3) Leker.
-
- Wan-:
bernavê pirhejmar yê seyem; bajar û goleke navdar
li Kurdistanê,.
- Wer
|