|
Stêrkek ji
nivîskariya kurdî vekiþî! Hüseyin
Kartal Dilê me
hîn bi þîna Nazif Telek ve kesertijî bû, niha jî birêz Uzun ji nav me
koça dawî kir. Koça dawî ji bo nivîskarên mîna Uzun ne gotineke di
ciyê xwe de ye, ji ber ku ewê bi berhemên xwe bi me re be. Ewê mîna stêrkek,
wêjeya kurdî bixemilîne, rêberiya nifþeyên nû bike. Lê
dîsa jî ew bi xwe ji nav me bar kir. Em hew dikarin bi wî re sohbet
bikin, eþ û xemgîniyên wî yên ku kurd zimanê xwe kêm bi kar tînin,
êvîna wî ya li ser Amedê, dilniyaziya li ser gelê wî ji devê wî
guhdarî bikin. Em nikarin bang lê bikin, jê re name û emailan biþînin,
telefon vekin. Em nikarin gazî bikin ku bê li ser wêjeya kurdî
bipeyive, konferansan bide û em lê guhdarî bikin. Berhemên
xwe li pey xwe hîþtin, ka emê çawa bê afirandinên nû û bê nivîskarê
dilêvîna Amedê bêhna xwe bînin! Birêz Mehmet Uzun, birayê delal bi
rastî hîn gelek zûbû. Ev wisa nebû. Çend sal in ku ez hewl didim bêm
Amedê, nikarim. Çend sal in ku hêviya min hebû, emê li Amedê bên ba
hev û sohbeta xwe ya li ser ziman û wêje bidomînin. Tirsa ku te hertim
dianî ziman, ku ciwanên Amedê piranî ne zimanê dayik dipeyivin, dilê
min hîn jî diguvijîne. Bi çûna te û hin nivîskarên din dibe ku rewþ
hatibe guhertin, dibe ku xewna te ya ziman û çand hatibe cî… Ez gelek
dûr im, û bi salan e neçûme, hîsên xwe nikarim bînim ziman. Hevalên
mîna te bi pênûsa xwe dûrbûna mine warewanî ji Amedê nêzîk dikirin.
Ezê niha vê dûrbûnê çawa nêzîktir, vê firehiya rê çawa ber bi
Amedê tengtir bikim? Bêrî û
xemgînî di dilê her mirovê ku ji welat dûr e, xurt e. Ev bêrî ne tenê
bêriya ax û giyayê welat e; bêriya beþer û niþteciyên welat e, bêriya
dost û heval, yar û êvîndaran e. Dûrbûna ji welat çiqas bidome, dem
dirêj bibe, dûrî ewqas kûr dibe, hêvî dirêj dibe û bendewar kêm
dibin. Elaqeya bêriya welat gelek bi bêriya bendewaran heye. Bê bendewar,
bê çavrê hêviya ber bi welat jar dibe, biyanîbûn dest pê dike. Di demeke
gelek kurt de sê nivîskarên kurd koça dawî dan ber xwe: Yunis Ehmed,
Nazif Telek û Mehmed Uzun. Ev windahiyeke mezin e ji bo wêjevaniya, ji bo
nivîskariya kurdî. Kek
Mihemed dibe ku em pircaran bi bîr û raman, bi xebat ji hev dûr bûn, lê
min hertim bi kêf nivîsên te xwendin û rûmetê da keda te. Ez rûmetê
tenê nadim berhemên te, herwiha didim ked û jîriya xebatane, sebir û
metaneta azadkirina parçeyek ji pêþeroja çand û zimanê kurdî, ku tu
bi berdewamiyeke dûrnefes pê re rabûbûyî. Di qelsiya tewanê nifþeyên
xwe, di derbarê zimanê kurdî de bê westan bi israr meþîn, maneya hebûna
berhemên te û yên wekî te hîn zêdetir dike. Ji ber ku di dema destpêka
berhemên te de kurdî hîn zêde nebûbû zimanê nivîsandina nivîskaran,
kesên kurdînivîs bi tiliyên dest dihatin hejmartin. Min gelek
zêde ji „Rojek ji Rojên
Evdalê Zeynikê“ hez kir. Berhema te ya herî bûbû romaneke tewa
„Ronî Mîna Evînê - Tarî
Mîna Mirinê” bû. Bi “Bîra Qederê” te çeþna wêje û xweþiyên
cîhanê nêzîkê xwendevanan kir. Di “Siya Evînê” de te serhildan û
xemgîniya evîna kesên têkoþer danî ber me. Te xwast bi “Hawara Dîcleyê”
eposa dused sal rabûn û ketina mîrnîþînan
di serhildana netewî de bînî ziman. Mehmed
Uzun ne tenê nivîskar û perwerdevanê hezkirina zimanê xwe bû, têkoþerê
aþtiyê jî bû. Li ciyê xwe nedisekinî, ber bi çar aliyê welat û
gelek deverên cîhanê digeriya û mane û pêwîstiya aþtiyê ji bo
kurdan dianî ziman, li ser vê yekê gelek nivîsên wî hene. Têkiliyên
wî yên wejevanî berfireh bûn. Birêz
Uzun yek ji wan nivîskaran bû ku li gel rexneyên tund, rûmêtê jî didît.
Berhemên wî bê rexne nediman, her berhem gelek bal dikiþand ser xwe, bi
erênî yan neyînî rexne lê dibûn. Niha
nifþeyeke xurt nivîskarên kurd gihîþtiye, keda kek Mihemed tê de ne kêm
e. Pêwîstî pê heye ku em rûmet û derfet bidin nivîskarên xwe yên
zindî, rê li ber wan vekin ku wêje, ziman û perwerde pêþvetir,
berfirehtir bibe. Ez
bi dilovaniya nivîskarên hêja gelek xemgîn im. Sê stêrk ji asîmana
nivîskariya kurdî vekiþîn, sê pênûs rawestiyan. Ev payiza vekiþîna
stêrkan e, hêviya min Kek Mihemed yê dawî be. Ev sal li gel destkevtin,
serfirazî û pêþketina kurdewarî, bi þîn û xemgînî ber bi dawiyê
diçe. Tenê mînaka Þingalê bes e, ku neteweyek xemgîn be, þîn bigre.
Rê li ber mirina siruþt, nexweþî nayê wergirtin, lê rê li ber kuþtin
û komkujînê dikare bê girtin. Komkujiya Þingalê wê mîna bîrînek, mîna
þîneke mezin di jînewariya me de bimîne, wisa jî kuþtina birêz Yunis
Ehmed. Ez
êþ û xemgîniya malbata Mehmed Uzun par ve dikim. Sebir û metanet ji hemûyan
re daxwaz dikim. Serê malbata wî, nivîskar û hezkirên wî, serê gelê
kurd sax be! Heta
serê me sax bimîne, ewê di serê me de bijî. 12.10.2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org