ÎKRAM BALEKANÎ
navnîþana
elektronîkî: balekani@hotmail.com
Çand, wêje û
zimanê neteweyekî zor girîng in. Heta mirov dikare bibêje ku nîþaneya hebûna
neteweyekî çand, wêje û zimanê wê neteweyê ye. Ev yek di Rojhilata Navîn
de bi aweyekî eþkere diyar e jî. Wekî mînak, li welatê me her kes diþibin hev.
Ango heta mirov bi yekî re qise neke, yan çanda wî/ê nebîne mirov nizane ku
ew ji kîjan gel û neteweyê ye. Ji ber ku li welatê me, ligel me, tirk, fars,
ereb, asûrî û gelek kesên din dijîn. Ew hemû jî ji aliyê fîzîkî ve diþibin
hev. Tekane riya ji hevcudakiririna wan jî çand û ziman e.
Lê mixabin gelê kurd girîngiyê nade vê yekê û li çand, wêje û zimanê
xwe xwedî dernakeve. Lêkolîner kêm in û li ser mijarê naxebitin. Ku hebin
jî bi zimanê biyaniyan karê xwe dikin û ew bi çavê biyaniyan jî li mijarê
dinêrin. Kesên ku bi kurdî dinivîsin û dixwînin jî kêm in. Sedema yekem
û ya herî bingehîn ol e. Eger kurd hemû li ser yekê olê bûna dê ev
nakokiyên heyî ji holê rabûna û niha wêjeyek xurt û zimanê yekgirtî yê
kurdan jî hebû. Ji bo mînak mirov dikare gelê ereb nîþan bide. Heke mirov
bala xwe bidê, erebekî þamî ji yekî riyazî yan bexdayî fêm nake. Lê hebûna
Quranê ku pirtûka wan a olî ye bûye sedem ku zimanê wan yê yekgirtî pêk
bê û ew baþ ji hev fêm bikin. Heman tiþt ji bo kurdan jî derbas dibe. Em bêjin
ku kurd hemû zertuþtî bûna wê çaxê dê pirtûka wan a olî Avesta bûya.
Lewre her kesê dê ji Avestayê fêm bikiraba û dê zimanê yekgirtî yê
kurdan jî pêk bihata. Yan eger ew êzîdî bûna dê her kesê ji Mishefa Reþ
fêm bikiraba û li gorî wê qise bikira. Niha heke êzîdiyekî ji Urmiyê bê
bal êzîdiyekî Midyadê tu cudahî di navbera devako wan de nîn e ew jî bi
saya Mishefa Reþ pêk hatiye...
Sedema duyem. bikaranîna tîpên cuda dîsa darbeyekê li pêþketina çand û
wêjeyê dide. Em bibêjin ku li Baþûr jî tîpên latînî bihatina bikaranîn
û ew berhem hemû biketina destê kurdên li parçeyên din, dê bi awayekî erênî
bandor li mijarê bikiraba û dê xizmeteke mezin ji bo pêþketina wêjeyê hebûya.
Her wisa berevajî vê yekê jî rast e.
Sedema sêyem jî þert û mercên erdnigariyê yên welêt û herêmê ne. Ji
ber ku di navbera me de sînor hene (ligel vê yekê sînorên derûnî û pîskolojî
jî hene), hatin û çûyîn di navbera kurdan de kêm e. Her yek ketiye bin
bandora cîranên xwe û ji ber danûstandinên rojane zimanê wan û têkiliyên
wan mirov bixwaze nexwaze guherîne. lewre wêje û çanda dîsa li paþ dimîne.
Heke ew sînor nebûna û hatin û çûyîneke navxweyî hebûya, bêguman dê
çandeke dewlemend û zimanekî yekgirtî jî pêk bihatiba.
Sedema çarem bêbaldariya kurdan a li ser dîroka wan e. Em bibêjin ku ew nivîskarên
kurd ên ku bi kurdî dinivîsin, piraniya wan çavgirtî û çawa lêhat dinvîsin.
Bêyî ku ew li ser dîroka, siyasî, wêjeyî, çandî û zimanê xwe lêkolîn
û lêgerînekî pêk bînin, radibin û tiþtekî dinvîsin. Ez bi dilekî
rehet dikarim bibêjim ku nivîskarên kurd ji bilî çend kesan tu agahiyek der
heqê dîroka wêjeya kurdî de tune ye. Her yek ji wan çend navên wêjekar û
nûserên biyanî li ber dikin û her tim wekî tûtik dibêjin. Her wekî hin
ciwanên me ku dibêjin em siyasetê dikin. Gava ku tu ji wan bipirsî 'CHE' kî
ye, ewê ji cil û bergên wî heta xwarina ku wî dixwar jî ji mirov re bibêje.
Lê ku tu jê bipirsî: "Qazî Mihemed kî bû?" yan "Berzencî,
Þêx Seîd kî bû?" Bi rastî nîvê wan nizanin û min ev yek bi çavê
xwe dîtiye. Heman tiþt ji bo nivîskarên me jî rast ku mirov bibêje ku ew nûser
û wêjekarên kurd ên dîrokî nas nakin. Ez bibêjim piraniya nûserên me
Mestûre Kurdistanî nas nakin, ligel ku ew jinek bûye, û dîwana wê heye û
nêzîkî bîst hezar helbest nivîsîne. Nivîskarekî ku wê nas neke, Xato
Mey Zerd nas neke û bi dehan jinên helbestvan ên yarî nas neke, gelo dê çawa
wêjeya kurdî xurt bike. Her yek radibe tiþtekî dinvîse û bêyî ku bizane
tiþtakî wisa hatiye nivîsin, îdîa dike ku pirtûka wî/ê yekem pirtûka
kurdî ye ku di wî warî de hatiye nivîsîn. Yekî ji wan li ser dîwanên
helbestavanên kurd xebat nekirey û berhemên wan nexwendine...
Sedema pêncem jî di serdemekê de hebûna mîrniþîniyên kurdan e. Gava ku mîrnîþîniyên
wekî Baban, Soran, Botan, Erdelan û hwd. pêk hatin. Her yekî di herêma xwe
de karek meþand û li gorî devoka herêma mîrnîþîniya xwe xebatên wêjeyî
kirin. Em bêjin mîrnîþîniya Botan, devok cizîrê, ya Soran devoka Silêmanyê
û ya Erdelan jî goranî bi kar anîn. Lewre cudahiyek ber biçav kete nava
devokan lewer jî zarave bêhtir ji hev cuda bûn. Piþtî ku zarava cudatir bûn,
bandoreke mezin li pêþketina çand û wêjeyê kir û heya niha jî didome...
Sedama þeþem jî nebûna hêza siyasî û desthilatiyeke xurt a kurd e. Ku
desthilatiyek nebe, tu kes nikare bi gel bide selmandin ku divê kîjan zarave
yan devok bê bikaranîn an ji bo wêjeyê divê xebatên çawa bêne meþandin.
Lewre biryarên ku têne girtin ji aliyê gel ve nayên bicihanîn. Gel gulê
xwe nade kesê û her yek li gorî rêz û rêçikekê kar dike. Wekî mînakdi
salên 1932'yan de li Soviyeta Kevn ji hêla nivîskar û rewþenbîrên kurd ve
zaravayê kurmancî wekî zimanê yekgirtî û wêjeyî yê kurdî hate qebûlkirin,
lê ji ber nebûna desthilatiyeke siyasî ku biryarê bi gele bide selmandin, ew
têk çû û kesê guhê xwe neda wê. Her wisa li Baþûr jî li Silêmaniyê
zaravayê kurmanciya jêrîn (soranî) wekî zimanê wêjeyî yê kurdî hate îlankirin
lê dîsa nebû. Bes tunebûna desthilatiyeke siyasî jî bandorê li vê yekê
dike ku ziman û çand bi pêþ nakeve.
Sedema heftem jî ev e ku di nava nûserên kurd de, çavlêkirin heye. Heke yek
radibe dest bi nivîsîna helbestan dike, êdî her kesekî/e ku wî/ê nas
bike, dibe helbestvan û bi dû þopê dikeve. Ligel ku helbest di pêþketina wêje
û ziman de ew qas ne bandorker e jî her kes dibe helbestvan. Em bêjin her kes
bala xwe bide xwe û bifikire; gelo ez dikarim karekî çawa bikim, ez ji çi
hez dikim, ezê di kîjan warî de bi ser bikevim û bikarim xizmeta wêjeya xwe
bikim û hwd. dê gelekî baþ bibe û wê çaxê dê berhemên baþ jî
derkevin holê.
Di encamê de derdikeve holê ku sedema lipaþmayîna çand, wêje û zimanê
kurdî çend tiþt in:
*Tunebûna lêkolîner û wêjekarên xurt di navbera kurdan de.
1- Tunebûna oleke hevpar
2-Bikaranîna tîpên cuda di nivîsîna berhemên kurdî de.
3-Hebûna sînoran di navbera kurdan de û kêmbûna hatin û çûyînê.
4- Bêbaldariya kurdan a li ser dîroka, çand û wêjeya wan.
5- Hebûna Mîrniþîniyan di serdemekê de.
6-Nebûna desthilatiyeke siyasî ya kurd.
7-Çavlêkirina bêçine ya kurdan...