Eyaleta Kurdistanê Li
Îranê
Amadekar: Îkram Balekanî
Kurdistan ji aliyê dagîrkeran ve hatiye parçekirin û her welatekî dagîrker
jî bi awayekî, desthilatdariyê dike. Yek ji wan dagîrkeran jî welatê Îranê
ye ku pergala eyaletî li wir serdest e. Îran sîstema eyaletî bi kar tîne û
Kurdistan jî kiriye pênc eyalet: Eyaleta Azerbaycana Rojava, Eyaleta
Kurdistan, Eyaleta Kirmanþan, Eyaleta Îlam û Eyaleta Loristanê. Gelek rewþenbîr
û lêkolîner Eyaleta Hemedanê jî wekî eyaletek ji Kurdistana parçekirî
dihesibînin. Ger em wê jî bihesibînin, wê çaxê dibin þeþ eyalet.
Ev nivîsa ku me amade kiriye, li gorî nêrîna fermî ya Îranê ye û di pirtûkên
Wezareta Perwerdehiya Îranê de bi navê 'Cuxrafiyayê Ustan' (Erdnigariya
Eyaletê) hatiye weþandin (ev pirtûk her sal têne weþandin). Me ev nivîs jî
ji pirtûka bi navê Cuhxrafiyayê Ustanê Kurdistan ku ji aliyê Wezareta
Perwerdehiyê ya Îranê ve hatiye weþandin, girt. Divê ev yek jî bê gotin
ku Rojhilatê Kurdistanê tenê ev qas biçûk nîn e. Ev dîtina fermî ya Îranê
ye ku Kurdistanê wekî Eyaleteke biçûk dibîne. Ji ber vê yekê emê li jêr
navê hemû bajarên mezin ên Rojhilatê Kurdistanê bidin.
Çiyayên
Eyaleta Kurdistanê
1-
Di beþa navendî ya Sineyê de du rêzeçiya hene ku ji aliyê bakurê rojava
ber bi baþûrê rojhilat ve dirêj dibin û ji Çiyayê Çil Kanî dest pê
dike. Piþtî Çiyayê Þaho ew bilindtirîn çiyayên herêmê ne. Nizmtirîn
cihê wê Gerdeneya Arîz e û lûtkeya wê jî Çiyayê Abîder e ku ketiye baþûrê
rojavayê Sineyê.
2-
Çiyayên bakurê bajarê Bîcarê, yên ku ji bakurê rojava ber bi baþûrê
rojhilat dirêj dibin. Berztirîn cihên wan rêzeçiyayan Îmamzade Eyûb
Ensar, Zirinîxê Siyah Mensûr, Þahniþîn (3320 m), Hemze Ereb û Çingê
Elmasî ne.
3-
Çiyayên Melqirnî, Qizilwîl, Hirmîdil û Digaga ku ketine nêzîkê bajarê
Seqizê.
4-
Çiyayên Çil Kanî ji bilindtirîn cihên bajarê Merîwanê tên hesibandin.
Çiyayê Hezar Mirge ji Çiyayên Çil Kanî çavkaniyê digire. Çiyayê Þaho
dikeve baþûrê vî bajarî. Çiyayên Garan beþek ji van berzahiyan in. Çiyayê
Îmam dikeve baþûrê Merîwanê ku hên jî þûna kelehekê li ser dimîne.
Çiyayên Bîran, Mîr Hacî, Oraman û Sûrîn jî dikevin navbera Merîwan û
baþûrê Kurdistanê.
5-
Çiyayên Arbaba,, Babûs, Cinîre, Sûrkiyo jî dikevin sînorên bajarê Bane
û baþûrê Kurdistanê.
6-
Çiyayên ku sînorên vê eyaletê ji eyaletên din cuda dikin bi vî awayî
ne: Ji aliyê rojhilat, çiyayê Pince Elî ku dikeve bajarê Qurweyê û dirêjahiya
wê di navbera Eyaleta Kurdistan û Eyaleta Kirmanþanê re derbas dibe. Ji aliyê
baþûr, Çiyayê Þaho dikeve navbera Eyaleta Kurdistan û Eyaleta Kirmanþanê.
Ji aliyê bakurê rojhilat, çiyayê Siyah Mensûr û Þahniþîn li bajarê Bîcar,
Eyaleta Kurdistanê ji Eyaleta Zencanê cuda dike.
Heyama(Av û hewaya) Eyaleta Kurdistanê
Eyaleta Kurdistanê bi giþtî xwediyê du cure av û hewayên diyar e. Cihên
çiyayîn û deþtên bilind av û hewayeke sar û çiyayîn heye û zivistanê
gelekî sar e. Cihên nizim û cihên ku ketine geliyan jî av û hewayeke sarûgerm
û çiyayîn heye. Mîyangîna barana salane li vê eyaletê zêde ye û her salê
digihîje 500 mm'yî. Li vê eyaletê bajarê Merîwanê para herî zêde ji
baranê digire. Piraniya baranê zivistan û biharê dibare û kêmtirîn baran
jî havînan dibare. Dijberiya di nava hewaya zivistan û havînê de gelekî zêde
ye û hin caran digihîje 50 dereceya santîgirad. Serma
û qeþagirtina herêmê di navbera 100 - 120 rojan de ye.
Bayên Eyaleta Kurdistanê
Girîngtirîn bayên ku li Kurdistanê diwezin, bayên ter ên rojava û bakurê
rojava ne. Ev ba di herdu werzên bihar û payîzê de baranza û di werzê
zivistanê de jî dibin sedema barîna berfeke zor. Ev ba li herêmên cuda bi
navê cur bi cur tên nasîn. Girîngtirîn bayê eyaletê bayê bakurî ye. Ev
ba li herêmê wekî bayê bakur an jî bayê (þemal) bi nav û deng e.
Deryaçeyên Eyaleta Kurdistanê
Deryaçeya Zirîwar deryaçeyek e, ku ava wê þîrîn e. Ew ketiye sê kîlometreya
rojavayê Merîwanê. Çavkaniya wê, kaniyên ku ketine nava wê ne. Ne tenê
ku tu rûbarek narije wê deryaçeyê, belku Rûbarê Merîwanê bixwe jî çavkaniya
xwe ji wê deryaçê digire. Di zivistanan de bi sedema sarbûna hewayê derya
qeþa digire. Ji ber ku ava deryaçeyê þîrîn e gelekî bi kêrî çandinî
û xwedîkirina masiyan tê. Li qiraxa deryaçeyê gelek balinde hene, ku girîngtirînên
wan qaz, ordek, mîrîþkên avî, pilîkan, anqut û filamîngo ne. Gelek
giyanewerên avî jî di wê deryaçeyê de dijîn.
Daristanên Eyaleta Kurdistanê
Demekê daristana Kurdistanê berahiyeke fireh hebûye. Lê mezinahiya wê ya nû
di navbera 200,000 heya 300,000 hektarî de ye. Daristanên Kurdistanê ji darên;
kurosk (þekoke/hirmiyên bejî), darên mazî, darên bî, behîv(badem), piþte
(fistiq), qaç, zalzalk, þîrhiþk, tewrêzîl ... û hwd. pêk tên.
Divê bê gotin ku bi giþtî mezinahiya herêmê yek û nîv mîlyon hektar e.
Þêniyê Eyaleta Kurdistanê
Li gorî serjimareya sala 1996an þêniyê Eyaleta Kurdistanê 1,346,383 kes bûye.
Zimanê gelê Eyaleta Kurdistanê
Zimanê Eyaletê kurdî ye, ku ji malbata zimanên Hindo-Ewropî ye û xwedî rêziman
û gramereke taybet e. Zimanê kurdî bi ser çar zaraveyên bingehîn tê dabeþkirin:
Kurmanciya bakur (kurmanciya jorîn), kurmanciya rojhilat (kurmanciya jêrîn),
zazakî (dimilkî) û lorî.
Xetên gelê Eyaleta Kurdistanê
Piþtî têkçûna xetên mîxî û derketina xetên pehlewî, neteweya kurd jî
wekî hemû neteweyên din ji wan xetan sûde girt. Niha gelê kurd xet û
elfabeyeke taybet bi xwe, ku ji tîpên erebî û tevî farisî pêk tê, bi kar
tîne.
Nijada gelê Eyaleta Kurdistanê
Tiþtê ku diyar ev e, ku kurd ji nijada aryayî ne. Cildê duyem û beþê
yekem ê pirtûka 'Îran-name' yan 'Karnameyê îraniyan der esrê Eþkaniyan'
(Karnameya îraniyan di sedsala Eþkaniyan de) bi awayekî berfireh li ser gelê
kurd radiweste, dîroka wan dinirxîne û wiha dibêje: "Neteweya kurd yek
ji bi rûmettirîn û kevntirîn aryayiyên Îranê tê hesibandin. Dibe ku
aryayiyên ku hezar û þeþ sed salan berî zayînê li Babilê bi desthilat bûne
û bi navê 'Kasû' yan 'Kasît' di dîrokê de bi nav û deng in, kalikên kurdên
îroyîn bin." Di pirtûkên asûriyan de ew wekî 'kurtîk' 'kurdkurtî'
hatine binavkirin. Hekîm Ûmerê Xeyam di Newroznameya xwe de dinivîse:
"Roja ku Ferîdonê Kurd Zehak dîl girt û Îran ji zilm û stema wî
rizgar kir, gel ew roj wekî cejnê pîroz kir." Selahedînê Eyûbî
Sultanê Misirê ku bûye sedema serfiraziya cîhana Îslamê, bi eslê xwe Kurd
bûye. Bûyera camêriya wî di þerê Ersûf de bi nav û deng e. Di wî þerî
de Rîþardê Þêrdil paþahê îngilisan bi sedema ku hespê wî birîndar bûbû,
li erdê þer dikir. Bi fermana Selahedîn hespekî baþ ji wî re þandin. Rîþard
îtraf dikir ku: "Ez pîroziya xwe deyndarê bexþiþa mezinahiya ruhê
Selahedîn dizanim."
Pîþeyên gelê Eyaletê
Piraniya gelê Eyaleta Kurdistanê mijûlê karê çandinî û ajaldariyê ne.
Her wisa karên bazirganî, îdarî û xizmetkirina ji gel re jî xwedî girîngiyeke
taybet e. Lê têkoþîna di warên senetkariyê de ewqas bi pêþ neketiye. Di
hêla pîþeyên destî de karê ristin û hûnandina xalîçeyan xwediyê girîngiyeke
mezin e. Piþtî pêþketina karên înþeatan êdî piraniya gel berê xwe da wî
karî. Lê hejmara kesên teknîsiyen li wê Eyaletê pir kêm e. Piraniya gelê
herêmê bê tevger e û ji kar ketiye.
Berhemên dîrokî yên Eyaletê:
Eyaleta Kurdistanê xwedî berhemên dîrokî yên hêja ye ku girîngtirînên
wan ev in:
1-
Mizgefta Cam'i (Medreseya Darûlehsan): Yek ji girîngtirîn berhemên dîrokî
yên eyaletê ye ku di mêjûya 1653'yê zayînî (1232'yê koçî ya hetawî )
de li bajarê Sineyê hatiye çêkirin. Bi kevirên mermerîn hatiye neqiþandin
û gelekî keþîner e.
2-
Mûzeya Sineyê: Avahiya mûzeyê di serdema Qacaran de hatiye çêkirin. Di wir
de berhemên dîrokî yên herêmê û karên destî yên binirx tên xwedîkirin.
3-
Þikefta Kirftû: Ew þikeft ketiye 76 kîlometreya rojhilatê bajarê Seqizê.
Di nava þikeftê de du xanî hatine çêkirin ku ji kevirên neqiþandî pêk tê.
Hatiye diyarkirin ku ew xanî di serdema Eþkanî ango sedsala sêyem a berî
zayînê de hatine çêkirin.
4-
Gencîne Zîwiye: Ev di sala 1947'an de hatiye keþifkirin. Ew ketiye 42 kîlomerteya
rojhilatê bajarê Seqizê. Dîroka wê sedsala 9'em a berî zayînê diyar
kirine ku li wir paþahekî Skayî hatiye veþartin.
Berhemên Çandiniyê
Beþeke mezin a xaka Eyaleta Kurdistanê ji bo çandiniyê hatiye veqetandin. Bi
giþtî girîngtirîn berhemên çandiniyê li wê herêmê ev in:
1-
Genim (avî û bejî), ceh (avî û bejî) û birinc.
2-
Nok û maþe (fasulya).
3-
Guleberojk
4-
Silk û titûn
5-
Xiyar, gundor, zebeþ û badincanên sor (tomates)
6-
Gêlaz (kîraz), alûçe, zerdele (miþmiþ), sêv, hinar (nar), hejîr, tirî,
þeftalî û xox
7-
Piyaz û sêvên erdê (petat/kartol).
Li Kurdistanê ajaldarî
Piþtî çandiniyê aboriya herêmê li ser piþta karê ajaldariyê ye. Ligel
çandiniyê gelê herêmê karê ajaldariyê jî dike. Lê bi giþtî xwedîkirina
ga, pez, balinde û mêþên hinguv li pêþ e.
Madenên Eyaleta Kurdistanê
Heya niha piraniya madenên herêmê hatine keþifkirin û bikaranîn. Ev gelek
di karên binsazî û avakariyê de tên bikaranîn. Madenên ku niha li herêmê
tên bikaranîn ev in: Kevirên Ehek, Mermerît, Tirawitun, Filorîn, Antîmowan,
Zirînîx, Pomayîs, Xaliya gileser (ros), Bûksît, Mîka û Hesin.
Senayiya Eyaleta Kurdistanê*
Ji ber polîtîkayên dewleta pêþîn (li gorî pirtûkê) senayiya (binesazî)
herêmê gelekî li paþ maye. Li tu cihekî eyaletê karxaneyek girîng tune
ye. Piraniya karên karxaneyên li herêmê girêdayî karên avasaziyê ye.
Mirov dikare senayiya herêmê bi çend waran dabeþ bike:
1-
Senayiya avasazî: Mozaîksazî, kevirbirî, kelpîçsazî, lûlesazî, lûleyên
sîmanî (çîmento), bloksazî ( tugla).
2-
Senayiya hesinî: Hesinkarî, tiraþkarî, çêkirina derî û pencereyên alomînyomî
û hesinî ku li kargehên hesinkariyê tên çêkirin.
3-
Kargehên xwarinê: Ardhêran, qeþasazî, patina nanê þîrîn û patina nanê
maþînî.
4-
Senayiya maþînî: Karxaneya titûnsazî û çigareyan a Seqizê, Karxaneya
kincsazî ya Sineyê.
5-
Senayiya destî: Xalîçe, cacim, ferþ, kulav, paqijkirin û destkariya daran,
terzîtî û dirûnkarî, karxaneyên ristinê, çêkirin û neqiþandina parçeyan,
polikçêkirin û çêkirina xemlên herêmî.
*Dewleta Cumhoriya Îslamî ya Îranê jî tu tiþtek di der heqê pêþketin
û senayiya Kurdistanê de nekiriye.
Cil û bergên gelê Eyaleta Kurdistanê
Cil û bergên gelê herêmê ji parçeyekî nêzîkî hiriyê ango nîvhirî tê
çêkirin. Dirûna wan jî girêdayî rengê çanda gelê herêmê û taybetiya
wan heye. Cil û bergên mêran û yên jinan li Kurdistanê xwedî taybetiyên
cihê ne.
1-
Cil û bergên Mêran: Kincên mêran bi du awayan tên dirûn:
a) Çaket bê berestû, bê biþkok û bê berîk ku du aliyên wî bi arîkariya
þalekê (piþtî) bi þal ve tên girêdan. Bi awayê kincên zivistanî û havînî
tên dirûn. Parçeyê çaketê havînî ji hiriya pez an ji mûyên bizinan û
bi destên perekeyên herêmî tê ristin ku jê re 'Çoxe' dibêjin. Þalên mêran
jî bi giþtî delingên wan teng in û parçeyên wan jî ji hiriyê ne ku ji
wan re 'Rank' tê gotin. Di havînan de ligel çoxe li xwe dikin.
b) Çaketê bê berestû ku ji jorejêr bi biþkokan tê girêdan. Li her aliyekî
berîkek heye. Ku li herêmê jê re dibêjin: 'Melkî'. Mêr xawikekî jî
didin serê xwe ku jê re dibêjin: 'Camane'. Her wisa li piþta xwe jî piþtiyê
girê didin. Êlekekî li xwe dikin ku jê re 'Firencî' dibêjin. Ew xwedî du
milên kurt e. Lê 'Pesk' bê mil e. Di zivistanan de Firencî û Peskan li xwe
dikin. Mêr kirasên spî yên bê berestû li xwe dikin. Solên bi navê 'Kilaþ'
dikin pê ku li herêma Hewramanê tên çêkirin.
2-
Cil û bergên Jinan:
Kincên jinan dirêj û fireh in û heya ser piyan digirin. Ji bilî kincên
nazik û rengsarî derpiyên teng jî li xwe dikin. Tiþtekî jî didin serê
xwe ku jê re poþî tê gotin. Kincên jinên bajarê Seqizê ji parçeyên xweþik
û rengîn ku buhatirîn parçeyên herêmê ne pêk tên. Ew kincên dirêj û
xweþik li xwe dikin. Jinên bajarê Sine jî kincên dirêj û bê polik û hin
jî yên bi polikên rengîn û dirêj ligel xavikekê li xwe dikin. Êdî piþiyan
girê nadin. Di rojên taybet û di cejnan de jin bi tiþtên giranbiha û zêr
û zîvan xwe dixemilînin. Li gel wan jî kumên ku bi zêran hatine neqiþandin
didin serê xwe û poþiyeke dirêj ku bi polikên rengîn hatiye neqiþandin
davêjin namilên xwe ku heya ser paniyên wan dirêj dibe.
Rûbarên Eyaleta Kurdistanê
Mirov dikare rûbarên eyaletê bi sê cureyan dabeþ bike:
a - Rûbarên ku dirijin Deryaya Mazenderanê
Rûbarê Qizil Uzun: Ev rûbare beþekî bingehîn ê rûbarê Sifîdrûd (Çemê
Spî) ye. Ev rûbar ji çiyayên Çil Kanî û ji herêmên bilind ên Kurdistanê
yên wekî Hezar Kanî û Kaniya Saral li Dîwandereyê dest pê dike û
diherike, piþtî ku ji Kurdistanê derbas dibe digihîje Eyaleta Zencanê. Li
cihekî bi navê Micîl digihîje çemê Þahrûd û bi hev re Çemê Spî pêk
tînin, ku ew jî dirije Deryaya Mazenderanê.
b - Rûbarên ku dirijin Deryaya Urmiyeyê
1-
Zerînerûd: Riya wê bakur-baþûr e. Girîngtirîn þaxê wê Çemê Seqiz ê
bi navê Çomê ye ku ji Çiyayên Girdine Xan ên rojhilatê Baneyê
diherikin...
2-
Sîmînerûd- Dirêjahiya vî çemî ji Çemê Zerînerûdê kûrtir e û ava wî
jî kêmtir e. Çavkaniyên vî çemî du heb in. Yek ji çiyayên Seqiz û
Baneyê yê bi navê Tataho û ya din ji berzahiyên Mengur û Turcan. Piþtî
ku digihîjin hev û din, dirijin Deryaya Urmiyeyê.
c - Rûbarên ku tevî ava Dîcle dibin
1-
Çemê Sîrwan: Ev rûbare dirêjtirîn rûbarê Eyaleta Kurdistanê ye. Çavkaniyên
vî rûbarî Gawerûd û Qiþlaq in. Çemê Diyale ku þaxekî vî rûbarî ye,
sînorên rojhilat û baþûrê Kurdistanê dibire û dirije deryaçeya Derbendîxan
û Çemê Dîcle û Xelîcê. Dirêjahiya Çemê Sîrwan heya sinorên Baþûr
213 km ye.
2-
Rûbarên Bane: Rûbarê Çemê Seqiz, Çemê Kilo û Çemê Bûîn girîngtirîn
rûbarên bajarê Baneyê ne.
Bajarên mezin ên Rojhilatê Kurdistanê
Mako, Xoy, Selmas (Dîleman), Urmiye, Þino, Miyanduaw, Nexede, Mehabad, Bokan,
Xane (Pîranþehr), Serdeþt, Seqiz, Bane, Merîwan, Saîndêj, Dîwandere,
Sine, Kamyaran, Qurwe, Bîcar, Kirmanþan, Qesrê Þîrîn, Xuremawa, Îslamava,
Îlam, Dêhloran, Serpola Zehaw, Endîmûþk...