Rewþa jinê li îranê

   Îkram Balekanî

   Nîþana elektronîkî: balekani@hotmail.com

 Rewþa jinê di civaka îslamî de

Di dîrokê de her tim jin hatiye perçiqandin û binpêkirin. Tu car mafê wê yê xwezayî nehatiye dayîn û ji aliyê desthilatdariya mêr ve hatiye peymalkirin. Berê, di her olekê de jin her tim di rêza duyem de bûye. Nîþaneya vê yekê jî ev e ku heya niha tu car jin nebûye pêxember. Lê di olên din de ev rewþ hatiye guherîn. Mixabin heta niha jî ev rewþ di ola îslamê de didome. Di xiristiyaniyê de jin dikare bibe rahîbe, lê di îslamê de jin nikare bibe mele. Yek ji wan civakên ku jin tê de hatiye perçiqandin jî civaka îslamî ya li welatê îranê ye.

Rewþa jinê li îranê

Rewþa jinê heya salên 1979'an li îranê kêm be jî, ne gelekî xerab bû. Lê piþtî þoreþa gelê îranê û hatina ser kar a melayan û damezirandina rejîma îslamî, rewþa jinê jî ber bi kambaxiyê ve çû.

Di serî de, jin wekî nîvmirov tê hesibandin. Ya rastir wekî nîvê mêr tê hesibandin. Ji bo mînak; heke mêrek bikaribe di dadgehê de þahidiyê bike, wê çaxê divê du jin þahidiyê bikin da ku bikaribin cihê yek mêrî tijî bikin. Her wisa ji bo þahidiya tam, divê sê mêr þahid bin lê heke þahid jin bin wê çaxê divê þeþ jin þahidiyê bidin da ku karibin cihê sê mêran tijî bikin.

Li îranê jin her tim girêdayî mêr e

Divê her tim di her karekî de jin bi ya mêrê xwe bike. Heta ku destûra mêr tune be jin nikare here cihekî. Ji bo mînak; jin bêyî destûra mêr nikare tu car paseportê bistîne û heke mêr destûrê bide û jin paseportê jî bistîne jî wê çaxê jî heta ku destûra mêr tunebe jin nikare derkeve derveyî welêt.

Ji bo ku jin karibe derkeve derveyî welêt divê bi awayekî fermî destûra mêr, ango divê destûra hewserê wê hebe. Her wiha heke jinek bixwaze bo cara duyem derkeve derveyî welêt, dîsa divê bo cara duyem hewserê wê destûrê bide wê. Ango bo her carê divê destûra hewserê wê hebe.

Di van mercan de her çend ku keç temenê xwe yê hijdeh saliyê tijî dike jî, lê dîsa di gelek waran de tê perçiqandin û mafê wê nayê dayîn. Dema ku keçek bixwaze bi xortekî re bizewice, tu dixwazî bila hijdeh na bila çil salî be ku dê û bav an jî malbata wê nexwaze, nikare bi xortê ku dixwaze re bizewice.

Di warê mar û berdanê de jî her tim mêr serdest e. Ango gava ku mêr bixwaze dikare hewsera xwe berde lê ku jin bixwaze jî mêr dikare wê bernede.
Her wisa zarok jî her tim ên bav û malbata bav in. Tenê, zarok ku ji heft saliyê biçûktir be, dikare li bal diya xwe bimîne. Gava ku ji heft saliyê derbas bû dîsa bav dikare wan ji diya wan bistîne. Heta ku destûra bav tunebe tu car zarok bi dayikê re nayên parkirin.

Di qada xwendinê de jin

Di civaka îslamî ya îranê de zarokên keç di heft saliya xwe de mecbûr in ku serê xwe girêdin. Heke yek ji wan jî here dibistana amadehiyê wê çaxê jî divê di 5Ð6 saliya xwe de serê xwe girêde. Hemû divê bi yek rengî cilan li xwe bikin û bi taybetî jî rengê wan kincan divê reþ be. Êdî zor û zehmetî li pêþiya jinê hîn di dibistana navîn de dest pê dikin.

Bi tu awayî keçek nikare xortekî ziyaret bike. Em bêjin heke polîs (polîsên li dijî fesadê) keç û xortekî bi hev re bibîne dikare wan bigire binçavan û bikiþîne lêpirsînê. Heke ew bikaribin li qereqolê îsbat bikin ku hewser an jî mirovên hev in, wê çaxê polîs dê wan bibe mala bavê keçikê û ji wan bipirse ku wî xortî nas dikin an na? Heke wî nas bikin tiþtek nabe. Lê heke wî nas nekin jî wê çaxê jî wê xort bigirin.

Dibistanên keç û xortan bi kîlometreyan dûrî hev tên çêkirin

Ji bo ku kur û keç di çaxê çûyîna dibistanê de rastî hev neyên her karê ku ji destê mamoste û polîsan tê, dikin. Em bibêjin, serê sibê ciwanên kur saet 8'an diçin dibistanê divê wê çaxê keç saet li 8.30'an biçin dibistanê da ku di rê de rastî hev neyên. Digel vê yekê jî erebeyên polîsên li dijî fesadê (Mubarizê ba Mefasid), li kolanan digerin.

Gava ku ciwan hemû ketin dibistanê, deriyê dibistanê mifte dikin da ku keç û kur dernekevin, li kûçeyê hev nebînin. Dema ku dibistan belav dibe jî þagirtên keç zû derdixin da ku zû bigihîjne mala xwe û rastî xortan neyên.

Jin nikarin di beþên wekî mîmarî de bixwînin

Di hilbijartina mijara dersan û çaxê dersan de jî, biryar ne di destê keçan de ye. Tu keçek nikare di beþên wekî Mîmariyê de bixwîne. Heta çend salên dawîn jî keçikan qet nedikarîn beþên Endazyarî û beþên ku girêdayî matematîk û fîzîkê ne, bixwînin. Tenê beþên sivik wekî tercîh (!) didin. Di siyaset û hiqûqê de jî rê li ber jinê tê girtin. Ji bo mînak; di van bîst salên dawîn de jinek nebûye wezîr. An jî tu car jinek nebûye dadger, dadyar, dadpirs... û hwd. Ev giþt nîþaneya vê yekê ne ku jin di her warî de tê astengkirin.

Jin di qada kar de

Jin nikare di her kar de bixebite. Bi piranî cihê karê jinan divê ji yê mêran cuda be. Ku cuda nebe jî qet nebe divê odeya karê wan ji hev cuda be. Tu car jineke karmend nikare xwe bixemilîne yan jî sîmaya xwe bineqiþîne. Divê her tim sergirtî be û mecbûrî divê çarþefekê bi ser xwe dake.

Jin bi piranî malniþîn in. Mêr her karekî malê wekî wezîfeya jinê dibînin. Mafê jinê tuneye ku derkeve seyranê û divê her tim di malê de li zarokên xwe binêre. Mafê wê tuneye ku xwe tevî karê mêran bike. Mêr çi got, her ew e.

Di civaka îslamî de her tim jin tê perçiqandin

Wezîfeya her jinekê ye ku li hember hewserê xwe muhterem be.
Lê ev yek ne dualî ye. Di îslamê de divê her tim jin bi ya hewserê xwe bike, çi rast û çi jî þaþ be. Zilam çi dibêje ev rast e. Ev yek jî desthilatdarî û çewsandina mêr dide nîþan.

Jin wezîfedar e ku di rojên taybet de destê hewserê xwe ramûse. Ku wisa neke goya wê biçe cehnemê. Her wisa li vê cîhanê jî wê ji aliyê hewserê xwe ve bikeve ber gelek êrîþ û gotinên kirêt û ne di cih de. Jin nikare bi zilam û xortan re di yek cih û mekanî de rûne û bi wan re li ser yek sifreyê xwarinê bixwe. Gava ku mêrek di ber jinekê re derbas dibe pêwîst e ew jin rabe ser xwe.

Di civaka îslamê de jin dibe pêlîstoka mêran

* Di civaka îslamî ya îranê de jin bi awayekî fermî dibe pêlîstoka mêran ku ev yek jî bi destê meleyan pêk tê. Bi vî awayî ku mele bi awayekî fermî (qaþo þer'î) jinikan difiroþin. Ev yek jî bi vî awayî ye ku jinan wekî kirê didin û bo çend rojan mar dikin ku mara heftane û mehane jî bi awayekî fermî heye. Mele jinê ji bo demeke diyarkirî mar dike û jin û mêr peymanekê di navbera xwe de çêdikin ku di navbera wan çend rojan de wê çiqas diravî bide jinê û mele jî wekî navberkar û rola kirêdêr dilîze.

Dema ku wextê diyarkirî bi dawî bibe, heke her du alî bixwazin, dikarin ji nû ve mara xwe çê bikin û peymaneke nû çêbikin an jî wekî peymana berê bipejirînin. Divê bê gotin ku di vî karî de mele diravekî baþ distîne. Gelek caran ev karê markirinê ku jê re (sîxe ango nîkeh) dibêjin, dibe sedema avabûna malbatekê ango piþtî ku jin û mêr bi hev re dijîn û hev nas dikin, di encamê de bi awayekî fermî û mayende dizewicin.

Di karê mara demî (sîxe) de hejmar ne girîng e. Ango mirovek dikare çend jinikan mar bike û bi her yekê re li gorî ku dixwaze peymanekê çêbike û aliyê wê yê herî xerab ev e ku zilam dikare ji hewsera xwe re nebêje û ligel wê bi çend jinên din re bijî.

Ev yek dibe sedem ku gelek ciwan nezewicin. Ev jî heye; Mele dibêjin kes nikare wekî kesekî ahil (nezewicî) here ziyareta îmamê Riza ku ev tirb li bajarê Meþhedê ye. Di encamê de kesê ku dixwaze here Meþhedê ji bo ku karibe tirba îmamê Riza ziyaret bike, jinekê bo çend rojan mar dike. Ew karê meleyan jî bi awayekî eþkere ciwanan teþwîq dike ku karê mara demî pêk bînin.

Ev yek ji bo jinan jî derbas dibe ku jin hincetekê dibînin û ji bo ku herin Meþhedê bo dema dizewicin û gelek kes ji bo mara demî çêbikin, dibêjin emê herin Meþhedê, ziyareta îmam Riza.

Divê ev yek bê gotin ku her çend ku rewþa jinên îranê wiha ye lê li rojhilatê Kurdistanê ne wisa ye. Bi saya tevgera azadiyê bi hezaran keç û jinên kurd tevî þoreþê bûne û wan ew kevneþopiya kevn ji holê rakiriye.

Ev mînakên li jorê, nîþan didin ku jin wekî kole tê bikaranîn û hemû mafê wê yê civakî û xwezayî û mirovî tên binpêkirin.

* Agahiyên di vê beþê de ji bo mezheba þiî ne.

 Çavkanî:

Þerîeta Îslamê

Dr. D. Tîmoriyan – Hiqûqê Beþer (Mafê Mirovan)

Çavdêriyên min ên li Îranê