Lê
berî ku ez hin þaþiyên wî destnîþan bikim ez dixwazim bi bîr
bixim, ev nivîsa Kakþar Oramar ji
rexneyan zêdetir wekî nameyekê ye. Dikarîbû di bin ser navê „Nameyek
ji bo Diyar“ de biweþîne. Wê çaxê wê gelekî baþtir û bi kêr bûbûya
bi dîtina min. Mirov
bi kurtî wiha bêje, ji serî heta dawiyê nivîs bi þaþiyan hatiye
dagirtin. Wê baþtir be ku em ji serî dest bi hin xalan bikin. Ji ku
sernivîs bi xwe þaþ e. „Çend têbînî li
ser zimanê Stranê, Rexne li ser Berhemê Dawiyê yê stranbêj Diyar...“
Di vir de gava mirov bala xwe dide
sernavê nivîsê, mirov dibêje, qey wê bi giþtî zimanê stranan rexne
bike. Gava ku dibêje „çend têbînî li ser zimanê stranê“... Ev
hevok bi xwe mijareke berfireh û cuda ye. Ji ber ku divê zimanê stranan
çawa be û stran bi çi awayî têne nivîsîn û gotin. Lê diyar e ku
Kakþar ev yek tevlîhev kiriye û xwestiye berhema Diyar ji xwe re bike
mijar. Îca ew jî þaþ e. Jêr-sernav an jî sernavê duyem jî wiha ye:
„Rexne li ser Berhemê Dawiyê Yê Stranbêj Diyar“... Diviya bû
bigotan rexneyek yan jî çend rexne. Li cihê „Berhemê dawiyê yê
Diyar“ diviyabû bigota: „Berhema Diyar ya Dawî yan jî Berhema dawî
ya Diyar,,, Yan jî Berhema vê dawiyê ya Diyar... Ji ber ku berhem bi xwe mê ye... „Dawîyê“ jî ne pêwîst e ku bê
tewandin, ger dixwaze bitewîne, divê bêje, „Berhema vê dawiyê ya
Diyar...“ Tiþtekî balkêþtir jî heye ku
Kakþar di cihekî de, behsa „Herêma Herkî“ dike û dibêje: „Ez
nizanim herêma Herkî li ku derê ye!“ Îca tu rexnegirek gava ku mijarê
nizanibe, rexne nake, bi kurtî mirov nikare tiþtekê rexne bike lê bêje
ez bi xwe jî nizanim... Divê rexnegir lê bikole û ronî bike, yan jî
divê rexne neke... Pêwîst
nake mirov bi hûr û kûr li ser nivîsê raweste û þaþiyan destnîþan
bike. Bêguman þaþî pir in. Lê Kakþar di cihekî nivîsê de dest bi
„analîza“ berhema Diyar dike û hin xalan rêz dike. Ez di vê mijarê
de tevlî dîtin û nêrîna Karþar nabim. Ji ber ku zimanê nivîskî,
zimanê rojane yê jiyanê û zimanê stranê ji hev cuda ne. Ev yek di
hemû zimanan de heye û pêwîst e ku hebe jî. Di vegotina stranan de
mirov bala xwe bide stranên herêma Mêrdînê û her wisa dengbêjiya
Serhedê mirov dikare bi dehan þaþiyên wisa biçûk bibîne. Lê mirov
nikare jê re bêje þaþî. Ji ber ku gelek caran stranbêj neçar dimîne
di dawiya stranê de qafiyê li hev bîne û gotinê biguhere. Ev yek nayê
wê wateyê ku divê stranbêj bala xwe nedin rastnivîsa stranan yan jî
bi ser guhê xwe ve bajêjin. Bêguman mirov divê baldar be. Lê hin
caran jî tiþtên wisa diqewimin. Li aliyê din Kakþar basa strana
„Oxir be Uður dike û dibêje,
Diyar gotineke bi tirkî „oðlan“ bi
kar aniye. Lê ew gotin „Ulan“ e ku di demên dawî de Serokwezîrê
Tirkiyeyê jî pir bi kar tîne.(Bibîrxistina Erdogan tenê henek bû, ji
bo ku xwendevan ji nivîsê aciz nebe.) Kakþar di dawiya nivîsa xwe de jî hin pend û þîretan dike û di cihekî de wiha dibêje: „...bi zimanê xwe yê zikmakî bistirin...“ Lê divê bêgotin ku lêkera „bistirin“ wateyeke din heye û nayê wateya kilamgotinê. Diviyabû bigota ...bi zimanê xwe bistrên... Wekî din ji serî heta binî li cihê daçeka „de“ her tim „da“ hatiye bikaranîn. Kakþar Oramar di dawiya nivîsa
xwe de jî wiha dibêje: „Min tenê xwest aliyê ziman rexne bikim.“ Min jî tenê xwest ez çend têbîniyên xwe li ser nivîsê
vebêjim. Bi hêviya rojên ku li Kurdistanê jî rexne û rexnegir azad
bin... |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org