Îkram
Balekanî, balekani@hotmail.com
Her
wekî ku tê zanîn ola ezdayî ola yekem a gelê kurd û gelê
Mezopotamyayê ye. Ezdayî yanî ezdanperest, yezdanperest, xwedêperest
û hwd. ku îro ji wan re dibêjin êzdî. Dîroka ezdayetiyê diçe
berî zayîna Îsa û li gorî zerdeþtiyan 1738 salan berî zayîna
Îsa ye. Gava mirov bala xwe dide dîrokê gelê ezdayî rastî
gelek tade, zilm û zordiyan hatiye. Lê bi her awayî xwe li dijî
zilm û zorê parastiye û li baweriya xwe xwedî derketiye. Ji bo
ku bikaribe xwe li hemberî zilm û dijwariyê biparêze her tim
koçber bûye û þûn û warên xwe guheriye. Di nava ezdayiyan
de gelek kesan fedakariyên mezin kirine û di riya pêþengî û
parastina ola xwede hemû jiyana xwe feda kirine. Wekî Zerdeþtê
Kal, Balûlê Medî (Mahî), Þêx Adî (Þêxadî) û hwd. Di vir
de em dixwazin li ser jiyana Þêxadî rawestine û dîtinên hin
lêkolîner, dîrokzan û kesên biyanî der heqê Þêxadî de bînin
zimên.
Þêxadî
di sala 1075’ê zayînî de li der dorê bajarê Culemêrgê li
navçeya Elbakê ji dayîk bûye. Navê wî Þerefedîn e û navê
bavê wî Misafir e. Ji wî re Þêx Þerefedîn dihate gotin.
Nasnavê wî Þêx Adî yan jî Þêx Edê ye. Þêxadî bi eslê
xwe ji êl û eþîra Tîrahî ye. Þêxadî li cihê jidayîkbûna
xwe dest bi xwendin û û perwerdehiya xwe kiriye û ji bo
xwendina xwe li gele derverên wekî Þam, Heleb, Bexda, Mûsil û
Amedê. Ji bilî van cihên navendî ew li gele cihên din jî
geriyaye. Lewre jî ev yek bûye sedem ku hin niqaþ der heqê
jiyana wî de derkevin holê û hin kes bi zanebûna niqaþên bi
vî rengî derdixin da ku wî ji neteweya wî û ola wî bi dûr
bixin. Hin kes dibêjin, ji Þamê ye, ji Mûsilê ye, ji Bexdayê
ye, ji Libnanê ye û piranî jî bi awayekî xwezayî dibêjin ku
ji Culemêrgê ye... Ev yek ne tenê ji bo Þêxadî tê gotin
belku piraniya navdar, zana, leheng û pêþengên kurdan bi vê
bextreþiyê re rû bi rû dimînin û ev yek bûye çarenûsa hemû
navdar û qehremanên kurd ku dixwazin wan ji rastiya neteweya wan
bi dûr bixin.
Îbnî
Esîrê Cezîrî di cilda yanzehan a pirtûka ‘Elkamîl’ de li
ser Þêxadî wiha dibêje: “Adî kurê Misafir e. Ew yek ji parêzkarên
mezin bûye û li Þam û Elbe’kê dijî. Paþê diçe Hekariyê
û paþmaya jiyana xwe li wir derbas dike. Þêx Adî ji Þamê diçe
Mûsilê û li wir rêberiyê ji gele re dike û rê nîþanî wan
dide. Gel jî ji wî hez dike, deste bi deste li dora wî kom
dibin û wî wekî pêþeng ji xwe re qebûl dikin. Piþtî
maweyekê Þêx Adî diçe Hekariyê û di sala 1162’yê zayînî
de li wir koça dawî dike”
Îbnî
Xelkanê Hewlêrî jî dipirtûka “Wefiyatil E’yan” de wiha
dibêje: “Þêx Adî kurê Misafir li gundê Beytulqarî ya
Elbe’kê tê perwerdekirin. Ew kesekî xwedênas û parêzkar bûye.
Nav û dengê xwedênasiya wî li her derî belav dibe. Lewre
gelek kes dibin alîgirên wî û jê hez dikin. Ew bi ku de diçe
gel jî bi dû wî diçe û paþê wî wekî pêþeng û rêberê
xwe qebûl dikin û her tiþtî ji wî hêvî dikin û dixwazin. Têkiliyên
wî yên xurt bi kesayetî û parêzkarên mezin ên wê demê yên
wekî ‘Eqîl Muncî, Hemad Bas, Ebî Necîb, Evdilqadirê
Sehwerdî, Evdilqadirê Geylanî û Evdilqadirê Helwanî’ re
hebûne. Lê paþê ji wan cuda bûye û çûye çiyayê Culemêrgê.
Li wir perestgeh ava kiriye û dest bi îbadeta xwedê kiriye
lewre gel jî çûye ba wî. Þêx Adî di sala 1162’yê zayînî
de jiyana xwe ji dest daye.”
Hafiz
Þemsedînê Zehebî di beþta duyem a pirtûka ‘Dulel Îslam’ê
de dibêje: “Þêx Adî di sala 1162’yê zayînî de li Culemêrgê
jiyana xwe ji dest dide û her li wir wî dispêrin axê. Piraniya
gelê wê herêmê bawerî bi wî anîne û bûne alîgir û hevalên
wî.”
Þêx
Zeynedîn di beþa duyem a ‘Tarîxa Îbnî Elwerdî’ de dibêje:
“Þêx Adî kurê Misafir di sala 1162’yê zayînî de di meha
Miheremê (meheke erebî ye û her salê deh rojan pêþ ve tê)
de li welatê Culemêrgê koça dawî dike. Ew xwedênasê mezin
li Elbakê (Navçeyeke bajarê Wanê ye ku dikeve navbera bajarê
Wan û Gewerê û bi tirkî je re dibêjin, Baþkale) ji dayîk
dibe. Di temenê ciwaniyê de diçe Mûsilê û gelê herêmê jê
hez dikin, baweriyê bi wî tînin û dibin alîgirê wî.”
Þêx
Mihemedê Henbelî di pirtûka “Qela’idel Cewahirî’ de wiha
dibêje: “Þêx Adî kurê Misafir Emewî li Elbakê ji dayîk
dibe û di temenê ciwaniyê de diçe Bexdayê û li wir li ba
zanayên wê demê xerîk û mijûlî xwendina zanistî dibe. Piþtî
zor û zehmetiyeke mezin ji xwe re tenêtî û kuncniþîniyê (goþegîrî
û quncikrûniþtin) ji xwe re hildibijêre û piþtî wê jî diçe
Culemêrgê. Li Culemêrgê li þikeftekê bi cih dibe. Gel ku bi
hatina Þêx dihese deste bi deste diçin ziyareta wî. Lewre neçar
dimîne ku ji þikeftê derkeve û pêþengiyê ji gel re bike. Ew
her pêþengiyê ji gel re dike heta ku li wir jiyana xwe ji dest
dide.”
Ew
kesên ku dibêjin Þêx Adî ji êla Emewî û ji neteweya ereb
e, di nava þaþiyeke mezin de ne. Ji ber ku li gorî wan belgeyên
heyî Þêx Adî ji êl û eþîra Tîrahî ye û di kurdbûna wî
de tu þik û gumanek tune ye. Çimkî êla Tîrahî yek ji êlên
bakurê Kurdistanê ye û þêniyê wê nêzîkî 1500 malbatî ye
ku niha li bakurê Amedê dijîn. Derdora 400 malbatên wan jî
niha li Anatoliya Navîn û li 24 kîlometreya bajarê Enqereyê
dimînin. Her wisa hin malbat ji wê eþîrê niha li baþûrê
rojavayê Kurdistanê (Baþûrê Biçûk) bi cih û war in.
Mamoste
Yaqûb Serkîþ di pirtûka “Mebahîs El Eraqiye” de wiha dibêje:
“Ev nivîs di notên destnivîsî yên aramî de ku keþeyekî
bi navê “Mîþu’ di sala 855’ê koçî de wergerandiye ser
zimanê fransî û di kovara “Nuy”a fransî de hatiye weþandin.”
Nivîs bi vî rengî ye: “Þêx Adî kurê Misafir kurê Ehmed
ji kurdên Tîrahî ye. Êla Tîrahî li gorî rêz û rêçikên
kevn ên xwe her salê di demsala havînê de diçin zozanan û di
demsala zivistanê de jî ber bi Mûsilê ve bi rê dikevin û diçin
wir, ji ber ku bav û bapîrê Þêx Adî li Mûsilê wir jiyane.
Gelê herêmê jî her sal bi Þêx Adî re diçin zozanan û
werdigerin. Ew êzdiyên ku xizmeta malbata Þêx Adî dikirin,
gava ku ji zozanan verdigeriyan diçûn ba Adî kurê mîrê xwe
û ew diyariyên ku ji wî re anîbûn didan wî. Lewre Adî jî
bi germî pêþwazî li wan dikir û ew mêvan dikirin. Adî her
cure xwarin û vexwarin dida wan û qedê wan digirt. Di
þevniþînan û li dîwanxaneyê bi gel re rûdiniþt û
ji wan re diaxivî, lewre êzdiyan jî ji wî hez dikir û rêz û
hurmet nîþanî wî didan.”
Mamoste
Raxib Tebax Helebî di cilda pêncem a pirtûka “E’elam
Elnebla” de wiha dibêje: “Îzedîn kurê Yûsifê Edewî yê
Kurdî fermandarê Helebê ku piþtî serdema çerkezan di destpêka
demezirandina Dewleta Osmanî dejiyaye. Þêx Adî kurê Misafir bûye
û ji binemale û malbata wan re malbata Þêx Mend dihate gotin
û bi vî navî dihatin nasîn. Ev mîr di sala 948’ê koçî de
miriye.”
Þêx
Adî wekî yek ji zanatirîn û mezintirîn parêzkar û xwedênasê
kurd ên sedsalên pêncem û þeþem ên koçî tê zanîn.
Ji
Þêx Adî hin berhem û vehonanên olî û civakî bi cih mane ku
ji wan qewlan çend malik ev in:
Xwedanê
mêhr û mah î
Rezaqê
cin û îns î
Xwedayê
alema quds î
Mizgîniyê
bidin Kurdistanê
Bilav
ken deftera îmanê
Berhemên
Þêx Adî ev in:
Þêxadî
ev berhemên pîroz û hêja ji me re bi cih hiþtin û di sala
1162’yê zayînî de gava ku temenê wî heþtê û heft salî bû
li Culemêrgê koça dawî kir û her li wir spartin axê.
Çavkanî:
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org