|
Erê
Ewropa!
Înayet Dîko, dikoo@hotmail.com
Bi
dilekî tenik û nazik mirov di destpêka jiyana xwe de, xwe li delavên hebûnan
dide û bi her awayekî xwe vedirþîne ku bibe bersiva bûyeran û di deriyên
girs re jiyanê nas bike. Ji
ber bilindahiyên hêvî û xewnên xwe jî, mirov dixwaze bibe Melekotê
her tiþtî li ser rûyê vê dinyayê. Bi
eþq û pêlvedana evîna dilê xwe û di kûraniya dilê xwe de mirov
avahiyeke sermedî ji xwe re digire û bilind dike. Dîwan
û dergehên wê avahiyê ji yaqût, mircan û mermran dixemlîne. Bi
dilekî hêvîdar ku ji daxwazan miþt û tijî bûye, xewnên siberoja xwe
li ser tîpografî û çateriyên jiyana xwe dikole. Rengên
sor û tarî li ber çavên wî gewr û hênik dibin û zehmetî û bargiranî
jî dibin vexwardina piyaleke avê. Avceniya
bê dawî û demdirêjî ji xwe re weke armanc digire û li ba wî qurbainya
Sultan Sulêman ji Belqîsê re, di mûzexaniya evînperestiyê de pila herî
kêm e. Evîndar
dibe! Dibe
xewar xewnekgir! Di
nav deþt û yabanên xewnên xwe de dimixmixe, nerm dibe, terr dibe,
ditevize, zuha dibe û li dawiyê,
nema dixwaze ji baxçe û sêncên xewnistanên
xwe derkeve. ... Dikeve
nav horiyan û ciwanrûyên bihuþtan, di ber xwe de ditimtime û dibêje:
Ha .... erê ha .... ezê wisa bikim, ezê wisa bibim... Radibe
pel û divîtên xwe tîne û dest bi pîvan, pergele û nîþanên kar û
zerarê dike. Û
dibêje: Ezê
sibe xwendina xwe bi dawî bikim. Ezê
li welat û derveyî welat bibim mirovekî bi nav û deng. Rêklama
navê min wê li koþeya her kolanekê were bidarxistin. Ji
bilî kesên baþ, ezê dost û hevalan ji xwe re peyda nekim. Ezê
bibim xwedî Erebe, milk, mal û mewal. Cil
û bergên min wê ji Marke û Fabrîkeyên herî bilind û navdar bin di cîhanê
de, wek ( Adidas – Nike – Puma... Phillip... etc ). Ezê
dev bidim Ewropa û jiyaneke xweþ, nerm û germ ji xwe re durist bikim. Di
nav nêçirî û pêþbirka evîna dilê xwe de jî, ezê horiyekê ji qata
jorîn ji pirtûk û Romanên Helîm Yousiv ji xwe re bigirim. Belê..........
Ewropa! Ewropa
deriyê jiyana nû ye, cihê pêkanîna xewn û xeyalan e! Li
gorî kesên ji Ewropa vedigerin û serdana welat dikin, dibêjin ku li wê
derê her tiþt berdest e, hazir e û digital e. Heya
keç û jin jî li wê derê bûne digital û bi awayekî digitalismus
bi hev re didin û distînin............ weleh ew der cihê min
e. Ma
ezê çi bkim bi bizin û kar û kewan ? Li
þûna wan, di malê de, ezê wek Ewropiyan kûçikekî ji xwe tîmar bikin. Ezê
çi bkim bi kilik, komir û bihna êzingan? Li
wê derê her tim sersal û Karneval e, reqs, govend û Disco ne. Li
þûna ku mirov guhdarî kasset û CD-yan bike, mirov wê bi awayekî zindî
wan hunermend, dengbêj û helbestvanên gewre û bilind ji nêzîkayî ve
bibîne û wê bikaribe wêneyan jî li gel wan bigire û bikþîne. Li
þûn nanê genimî, ard û arvan, mûj û hejîran, aþ û destaran….
Li
þûna
berx û beranan, zozan û çiyan, mirov wê gotinên herî nûjen bibihîse
weke " SMS, Digital
Kamera, Globalismus, chat, MP3, Crazy Music, Messenger, Free head û gelek
tiþtên din. Çima
na? Li
þûna ku keçikek bi te re bikene û bi minnet be! Li
wê derê bi hezaran yên
porzerîn, nazikdarên bext û bihuþtan hene, wê bê sînor xwe bi te
bidin nasandin. Li
þûna þûr, mertal, çek û xenceran, mirov wê nifþa herî nûjen ji
Telefonên berîkan di ber nava xwe de biçîne û bibîne. Yaw
hema bi gotinekê, li wê derê Insan.... însan e, bi hurmet e bi, qedir û
qîmet e. Heya
gelek caran heywan jî insan e, û hîn tiþtê herî balkêþ jî ew e, ku
mirov hema dîwarekî dinikilîne dikare pere û diravan jê bi derxîne. Ewropa! Mirov
dikare bi hêsanî û bi her awayekî jiyana xwe xweþ û geþ bike. Erê
weleh ....... ger ez xwe bifroþim jî, divêt ez biçim! Li
piþta xewnên xwe siwar dibe û dev dide welatê xurbetiyê û lêgerînoka
(Google)
jî bi xwe re tîne. Li
Meydana balefirgeha navnetewî ya welatê Xewnistanê peya dibe, yekser ber
bi kozika kontrolê ve diçe, berçavkên xwe datîne, xwe dide nasandin û
dibêje: Ez
hatime welatê azadiyê....... sebestiyê...... wekheviyê...... xoþewistiyê,
ciwantiyê, ronahiyê û
mirovatiyê ! Lê
Polîs guhên xwe ji gotinên wî re venakin û dibêjin: -
Divêt tu yekser dosyayên jiyana xwe bide me, karê te çi bû, çalakiyên
te çi bûn, dost û dijminên te kî ne û kî bûn? -
Bi
çend partiyan re te xebat kiriye? -
Çend
caran tu zewiciyî? Û
piþt re hîn gerek em lêkolînan li ser hêvanê bejna te bikin ( DNA ),
ta em bizanibim ka gelo tukes ji dost, heval, xizim û merivên te bi kar û
çalakiyên dijberî me rabûne yan na? Û
gerek em bizanibin ku xalên terroristiyê di xwîna te de hene yan na! Û
tansiyon û qabiliyeta te ji karên wisa re çawa ye?! Bi
awayekî vekirî gotinên me yên dawî ev in: ka
tu çi dikarî ji me re pêþkêþbikî ? Li
ser rêjîma xwe! Li
ser kesayetiya xwe! Li
ser bira û pismamên xwe! Li
ser her tiþtên livînok di jiyana te de! Erê
dîsa dubare kirin û gotin: Divêt em garantî bikin, ku gerek tu ti caran
ne bi awayên dîrekt, ne jî îndikerkt ti gazinên xwe li Tirkiyê, Sûriyê,
Iraq û Iranê nekî! Llê
ji bal me neçe heya kameraman tûrikê xwe ji sûretan dadigre û miþt
dike! ... Bi
vî awayî, evîndarê xurbetiyê di bin koma pirs û pirsiyaran de, dibe
hevîrê çî kofteyên Urfayê û jiyan li ber çavan sor û zer dibe. Berê
wî didin kampa penaberan û camêrê me bi çavên serê xwe biratî û
dostantiya navnetewiya gelan dibîne! Di
kampa penaberan de, ew rastî reþik, çermsor û çavbiçûkên Viyatnamî
jî tê, hema yekser gotinên "Arnisto Tiche Guivara û Kastro" bi
hesanî li ser zimanê evîndarê me dilîzin. Ev
bûn 15 sal! Hên û hên camêrê me ji sewda û xewnên xwe þiyar nebûye
û li benda bersiva dadegeh û erêkirina rûniþtinê ye! Di
bîra wî de bû ku li Ewropa rojekê hemû kanî, çem û robar wê bibin
ava heyatê, meyxane û zemzem. Lê
ew keça gundî ku rojane di kolanên gund de raste wî dihat, awirên tîrkevaniyê
davêtin dilê wî û car caran jê re digot "Roj baþ!", çû ser
bext qismeta xwe.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org