|
Ev
nivîsa ji her dengbêjekî Kurd re ye . Michel Jackson yaqût û cewherê sedsala bîstan bû ! Inayet dîko
Bi
mirina Michel Jackson gelek pirs,guman û tê negihiþtinê
derdikevin ser ava meyî,weke
kevzeke sermrdî bi av û lehiyan re dimeþe û diherike.
Li ser zimanên gelek lêkolîner
û berpirsên cîhana civakî û siyasî, hate ragihandin ku dengbêjê
reþik Jackson di mûzexaneya mirovatiyê û hunerê de weke cewher û yaqûtekê
bû. Gelek
faktûrên giran hene ku heya ji bo Michel Jackson ewqas tiþt werin gotin.
mirina Jackson bû maddeya sereke û bû meydana lêkolîn û nirxandinê .
Gelo ev Jakson kî ye? û
çi bû û çima ev gotobêjên wisa û gelek giran li ser wî têne
kirin?Jackson ew bû, yê ku ji hemû mirovan re stranên xwe digot û diyarî
dikir. Jackson
ew bû yê ku ji bo ax,zemîn û aþitiyê, dengê xwe bilind dikir , ji bo
ku birçîbûn û nijadperstî li ser rûyê vê dinyayê nemîne. Jackson
qîrîn û banga xwe dikir di riya bazdan,hildiperik û dansên xwe re. ji dar,ber,xêr û bêrê re diqîrî .gelek
caran difirî û bi stêrkan re jî avceniya xwe dibir serî.
Di
Albûma xwe ya di sala 1993 de ku tûmar kiri bû , Jackson banga xwe li hemû
pêlên mirovatiyê dike û dibêje : „ ne
xeme ku tu sipî bî, yan jî reþ bî
“. ev qîrînên han ji
korahiya dil û êþ û tengezariya wî bi derdikevin û diherikin. Di
vê starnê de gelek dîmenên keskesorane wek filmekî bi reng û deng
derbaz
dibe û dighîne
astên bilind ji hest û xewnan, di
vê stranê de Jackson dibe mirovekî Asyewî û dîmenên wî dîsa tên
guhertin û piþt
re
dibe jinek ji rojhilata navîn û gelek caran jî di vî klîpî de bi çermê
xwe yê reþ
wek xwe dimîne. Dengbêj
û Akterê me yê reþik Jackson ew paþ encama kefteleftiyeke dûr û dirêj
bû . di warê huner û musîkê de pêl vedana Elvis Presley bû. û di
meydana xebatê de li dijî nijadperestiya sedsala bîstan bû.
Jackson berdewamiya Mrtin Lother King bû. Felsefeta
wî ew bû ku gerek mirov bi zehmetiyên jiyanê re xwe bighurîne
û mekenîzma berxwedana jiyana xwe jî pêþ ve bide , ne tenê
mirov reþ bifikire yan jî tenê sipî bifikire. nameya wî ew bû ku tu
carî biryar û qerarên nijadperestiyê nikarin li hemberî pêlên evîna
wî bisekinin û bimînin. Wek vê stranê …… ( YOU ARE NOT ALONE ) http://www.youtube.com/watch?v=fhi9kNwHmts Di
demeke bendî,berberî û hovîtiya rêjîmên nijadperestan zor bilind dibû
Michel Jackson hate dinyayê . di
demeke ku mirovên reþ wek heywanan dihatin xuya kirin ,malbata Jacksoniyan
bi / 5 / neferên xwe dest bi mûsîk û stranên xwe kirin û meledoyên
xwe bi ked û westandin û cefa li seranserî welatê Amerîka digotin û
dixwendin. Di
demeke ku nijadperestiyê,çavên rayedarên Amerîka kûr kiribû, nav û
dengên Jackson bilind û berz bûn. Di
demeke tevheviya reþ û kesên sipî , mirin û qetlîam bû,di demeke ku
nirîn û rûniþtinên li gele keçeke çerm sipî, xewn û xeyal bûn
Jackson þewq û þewketa xwe da. Lê
ev hîn ne bes bû ,Michel Jackson çû li gel keça Elvis Presley jî zewicî
û bê veger îmzeya xwe li bin rakirina feramên nijadperstiyê xist. de
here rakeve demgbêjê reþik
,Jacksino, te gelek pirsên bê bersiv ji me re hêþtin. Nave
te ma ! Çanda
te ji me ma ! Tu
bû pireya aþitiyê di nav bera miletê Amerîkî de ! Pirs
eve ? De
ka wezîfe û erkên li ser milên dengbêjên me çine ? bi
xêr û xweþî
here, serê xwe dyne û baþ rakeve . te
gelek dîwar û qeyd û bend ji kelehên zilm û zorê hilweþandin . Ger
ne ji yên wek Martin Lother King û Michel Jackson bana , gelo ma wê Obama
ghîþtiba koçka sipî ? Good
Bye JACKSON Good
Bye BOSS http://www.youtube.com/watch?v=fhi9kNwHmts
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org