|
Obama
di koçka sipî de û Talbanî di eywana Bexdayê de ( Reşo di mala sipî de ye û Kurdo jî di Qesra Harûn El-Reşîd de ye ) Inayet dîko
Dihat
bîra me giştan ,ku çawa reşikên dinyayê dibûn qurbaniyên siyaseta
nijadperestiyê û cudatiyê, ew bê dost û bê heval bûn weke me Kurdan. me
hemiyan didîtin ku çawa reşikên reben, bê derman, birçî , xas û tazî
diman .! û
çawa di bin navê ( NO BLACK ) de mafên wan dihatin bin pê
kirin . ji
dîmenên jiyana reşikan yên têne bîra min , ku cudatiya herî giran bi
heqê wan dihat kirin li Amerîka yê bû , û di taxên bajarên Amerîkayê
de cudatî û ne qebûl kirin di asta xwe ya herî bilind de bû û bê
mirovatî ew siyaseta li dijî wan dihat li darxistin , heya di
lêniştina Otobusê de jî berde û cudatî hebû . lê
çerxa jiyanê digere û dizîvire. û tiştek li cihê xwe namîne , ne
serok û ne jî dewlet , ne hikumet û ne jî felsefet . bi
hukariya jiyana sivîl di sedsala 21 an de, perensîbên jiyanê bi awayekî
dramatîk û bi lez têne guhartin, nema kesek ji yê din re dikare bibêje
: ku tu ne mirovî , yan jî ev tişt ne ji mafên te ye, yan jî ez te qebûl
nakim , ji bilî rêjîmên Tukiyê û Iran û Sûriyê . belê
! reşikên
Afrîqayê gihîştin saziya Netewên yekbûyî ( UN ) û niha jî
destên xwe dirêjî serokatiya Amerîkayê kirin . belê
noş û can be ji we re …. reşikên
delal . lê
ji bîr nekin , ku hûn bi çermên xwe yên reş hikumdariya koçka sipî
dikin û em jî bi çermên xwe yên sipî di jiyan û zindanên reş de li
Þam
û Tehran û Enqerê işkenceyê dibînin. Pîroz
be …. Obama tu
bi xêr hatî Obama
yê reşik Obamayê
birêz Obamayê
guhdar ……. ger dîmenên roja hilbijartina Celal Talbanî ji bo
serokatiya Iraqa Federal tên bîra te yan na
? nizanim
? ma
ne dunya hejiya ? qiyameta
reş rabû ji aliyê Ereban û Misilmanan ve ? toz
talazî û bahozên hilkirin û qirkirina miletê Kurd ji Anqerê û Tehran
û şamê li darketin, û pêlên durûtiyê û ne qebûl kirina Kurdan gihîşte
ezmanan . ne
dihat pejirandin di hundirê mejiyên wan de , ku çawa Kurdek, wê bibe
serokê Ereben ? digotin
: ku ger Kurdek hikumdariyê li me bike , wê me bişewitîne , wê me
bikuje ,wê me tine bike. lê
haya wan ji çerx û dewrana dinyayê tune bû, ku Kurd îro di rojhilata
navîn de elementên herî sereke ne ji bo aramiyê , aşitiyê û biratiyê. Kurd
cîranên xwe nakujin , hîn ji wê girantir Kurd amadeye ku nanê xwe jî
bi cîranên xwe re par ve bikin . ev
tişt jî diyare û bi taybetî jî di serhildana başûr de hate nîşan
dan , ku wê demê Kurdan bi deh hezaran Erebên Seddamî dîl girtin ,lê
Kurdan ew ne kuştin û li dawiyê hemû vegeriyan malên xwe . tevî
em nîv dewletin , tevî ala me ya netewî li gel nûnerên me li Iranê û
Sûriyê û Tirkiyê nayê pejirandin û nayê hildan . û
tevî birayên me yên mezin li ser mîrasê bav û kalên me li hev nakin ,
lê ne xeme , dîsa em ala demokirasiyê û wekheviyê û biratiyê di
rojhilata navîn de ji destên xwe navêjin . emê
ne tenê serokatiya Iraqê bikin , emê serkêşiya rojhilata navîn bi giştî
bikin . Obamayên
dinyayê ne tenê Afrîqî ne , li aliyê dinyayê yê din Obama yên Kurd jî
hene . belê !
Obama
! Bi
hatina te gelek dergeh û derî li pêş siyaseta Kurdan hatin vekirin . bi
serketina te , gelek bend, sînor û werîsên ku dijminên me ji me re danîbûn
hatin çirandin . Obama
! nema
tu qebûl dikî , ku ev mirov li jê re , û yê din jî li jore . nema
tu pêlên nijadperestiyê û cudatiyê dipejirînî
ey neviyê Nilson Mandêla. belê
…. Obama yê delal ! wateya
hatina we , nameyeke girane ji rêjîmên
Iran, Sûriyê û Tirkiyê re . nameyeke
bê sînore û vekiriye û tê de xweş diyare , ku ji mafê Kurdekî ji Sîwazê
ye bibe serokê Tirkan , û ji mafê Kurdekî ji Kurdaxê ye , rojrkê bibe
serokerkanê Sûriyê û ji mafê Kurdekî Hewramane jî bibe wezîrê
parastinê li Iranê . Obama
! di çavên te de , hêvanê sedsala 21 an dibînim . belê
…. tu her bijî ! li
dawiyê …..diyariya min ji te re wek Kurdekî Obamayî , wê starna ( Eyşana
Elî Begê ) be, û …….. noş û can be ..... reşo. dengê
dîkan qebe ye …
hoy yaman ….Hoy yaman kesek
li malan tu ne ye …hoy yaman…Hoy yaman ev
roja min û te ye ……diko
… dilo … dil û can *
* * Inayet
dîko
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org