Qabîl û Habîl
 
Înayet Dîko
 
Mirov gava bixwaze li ser miletê xwe hin rastiyan bizanibe, gerek car caran dîroka kevin û nakokiyên ku berjewendî li ser têne avakirin, di ber çavên xwe re derbaz bike û bixwîne.
 
Ji ber ku dema mirov peyva dîrokê dibihîse, hema yek ser " welat, siyaset, berjewendî, sînor, þoreþ, perçekirin, hilweþandin û têkçûnên derfetan têne bîra insanan". Belê.
 
Her tim hatiye naskirin û gotin : ku dîrok bi giraniya xwe, ji aliyên hin kesan ve tê nivîsandin, ew jî kesên bi tang,top, zirx, mantirloz, hêz û cebilxaneyin, ango kesên bi hêz û quwetin.
 
Lê gelo ev tiþt heya çi deverê rastiyê hildigre?
 
Ma hêz bi tenha xwe wê çi bike, ger rola ziîfiyê û kêmhêziyê jî di bûyeran tune be? Wek tê zanîn û li gorî hermonîzeya suriþtê û þert û mercên Fîzîka zanyarên dinyayê dibêjin, ku gava ( 2 ) tiþt li ser rûyê vê dinyayê tevlîhev bibin, yek ji wan sar be û yê din jî germ be, li dawiyê û di encamê de, yê germ wê bi berve sariyê ve biçe û yê sar jî wê hinekî gern bibe. Ango ne tenê ew kesên zilimdar û xwedî quwet û hêz dîrokê dinêvisînin, gerek para kesên qurbandar jî di hundirê vê yekê de hebe.
 
Ger em li rewþa xwe hinekî binêrin, raste dagirkerên welatê me dîrokê ji me re dinêvisînin û me tune winda, lê li ser çîna binî gelo, ma ne em jî bi rengekî ji rengan hevdu diqelînin û hev qebûl nakin û di çerxa bûyerên zilimdaran de dibin xwediyên çalakiyan û rolan. û em gelek caran jî dibin alîgirên windabûniyên hev?
 
Ma dijmin, dîrok û çanda ne lihevkirinê ji me dinêvisîne? Ma dijmin ji me re dibêje : ji hev re bibêjin Terrorist û bera têpên zimanê we nebin yek? Ma dijmin ji me re dibêje bera zarokên we li Ewropa li þûna zimanê Kurdî bi Tirkî û Erebî biaxivin?
 
Ma dijmin dibêje.......?...... ma..... ma???
Yanê gava em hevdu tune dikin, winda dikin û bi þertên imhakirinê bi hev re dan û standinê dikin û taybetî û cudabûniyên hev jî weke tersî û xeter  ji hev re dibînin û rengên hevqebûl kirinê napejirînin. gelo ev tiþt hemû dikeve koþeya nivîsandina dîrokê?
 
Gerek em wê yekê di destpêkê de nasbikin, ka berjewendiyên Kurdan yên bi giþtî çi ne? Li kû derê ne, em li wan bigerin û lê xwedî derkevin. Ji ber ku avakirina mala berjewendiyên Kurdewariyê, garantî û latê herî mezine ku em bikaribin li ser wî serkeftiniyên xwe yên herî giring bi dest bixînin û bibin xwediyên hebûnan.
 
Gerek em bizanibim ku pêkanîna berjewendiyan, di deriyê hevqebûl kirinê re derbaz dibe û diçe. Gerek em hev qebûl bikin û dost û dijminên xwe ji ser hev cuda bikin.  
Û em nas bikin ku dawet çi ye û þerbet çi ye? Þahî çi ye? Mazovan kî ye û zava kî ye? Ger çi dawet be û li ku derê be, ne xemê.......  lê ya giring ewe ku gerek zava Kurd be. Wek Kurdan jî gotiye :  “ giriyê her gundekî li miriyên xwe tê “ û giriyê me jî bera îro li miriyên me tenê were.
 
Ma ne bese em hinekî li xwe vegerin û ji xwe bipirsin?
 
Çima ewqas sal û zeman me rojhilata navîn ji talan û þer û cengan û Iskenderan parastibû?
 
Çima me “Cehû “ ji kuþtin, enfal û talankirina Asoriyan parastin.
 
Ma ne bese ewqas sal, em bûbûn mixtarên sînoran ji cîran û xelkên derdora xwe re?
 
Çima em ji xelkê re þekir û selwanin û ji hev re derd û wêranin?
 
Çima em ji xwe re Qabîl û Habîlin û ji xelkê re Erefat û Rabînin? Ma ne dîsa em bûn?
 
Ma kê di nav rûpelên dîrokê de tac û þewket û ronahî da ser rûyê Islametiyê ji bilî me Kurdan?
 
Ma ne dîsa em bûn, yên Kemal Ataturk ji xwe re weke nûner þandibûn Lozanê û daweyê me dewletekle hevbeþ bi Tirkan re xwest?
 
Belê, yên ji ber Komonistan ve qurbanî û canboriyên giran didan, dîsa em bûn, heya cil û bergên jin û keçên me jî, ji rengê sor xemilî bûn û hatibû nas kirin ku gava baran li Moskowa were xar, Kurd li seraserî dinyayê ji ber hevalên xwe yên Komonist ve,sîwanên baranê vedigrin.
 
Ev çi sosrete bavo!
 
Çima emê bibin qurbaniyên Havana, Moskow, Tehran, Þam û Bexdayê û ji dinyayê re bibin meydan û bazara firotinan?
Çima emê bi xwe fîrî zimanê bazarê nebin û berjewendî û lîstikvanên xort ji xwe re nekim dost û heval?
 
Weke CHERCHEL gotibû : “ ne dijmantiya herdem û ne hevaltiya herdem, lê berjewendiyên hemdem.”
 
Gelek derfet û imkan hatin ber me û ji ber me bi zimanê bazarê nizanî bû ew îmkan û derfet ji destên me çûn û winda bûn. Jji ber vê yekê jî heya roja îro me tu destkeftiyên dîrokî di destên xwe nedîtine.
 
Mînak gelekin, gelo çima ji þerên dîroka kevin û  ji ewqas kefteleftî û berjewendî “ kurdan “ tiþtek bi destên xwe nexistin?
 
Çima ji her du þerên cîhan yên dîroka nû, Kurd bê bext û sermayî man?
 
Çima ji Misilmantiyê, Osmantiyê, Komonistiyê û Libraliyetê, Kurd man bê dewlet?
 
Xuya ye em û lîstok û lîstokvanên mezin ji hev dûrin.tevî ku hemû plan û projeyên wan li ser axa me ne, lê haya me ji vê yekê tune ye û hîn bi rola kafirtiyê û Misilmantiyê em xwe mijûl dikin û difikirin.
 
Hîn li ba gelekan bawerî heye ku sosyalist wê rojekê vegere û emê eniyeke ji sosyalistan di rojhilata navîn de li dijî Kapîtalistan li darxînin.
 
Ji bîra me çû û em nizanin di dema “ Berzencî “ destên xwe ne didan Generalê Inglîzî, Tirk û Ereban haziriyên xwe ji bo dewletan dikirin.
 
erê wisaye !
 
gava em ji lîstikvaniyê û hostekariya planan tiþtekî fêm nekin,hema yekser mihûra xiyanetê di destên me de amade ye û emê navê xiyanetê bi piþta birayê xwe ve girêdin.
 
mixabin....... !
 
em ji xwe napirsin ku emê çi bikin bi Misilmantiyeke yekbendî û dijber û bi Komonistiyeke
 
 çewtdar û kapîtalistiyeke malxwar û bi cîranin hovane û bi dostin keysebaz?
 
çima emê nebêjin : “ bira..... biraye, lê  bazar cuda ye “!
 
di kevne dîroka me de jî digotin :” yê li ba diya min raze yan xewa xwe bike, ew bavê mine “.
û dîsa digotin : “ ji bo berjewendiyên xwe gerek insan ji Keþîþan re   
bibêje ( Bavo ) “.
 
kanî ew dostên me yên kevin, yên herdem li ser berjewendiyên me hêstirên Timsahan dibarandin, li ku derê ne ew?
 
ka li ku derê ne, ew kesên ji me re digotin : emê piþtgiriya we ji bo welatekî bikin?
ma ne her kes ji wan, bi mal û mewalên xwe û bi zarokên xwe re mijûlin?
 
ma ne herkes ji wan di ser axa me re, berjewendiyên xwe dibin pêþ?
 
ma çima em jî pirsa berjewendiyê di nav xwe de gurr û geþ nakin?
 
Ji ber dinya li ser nakukiyan û berjewendiyan berdewame û bi rêdikeve, ne li ser hêviyan û qurbaniyên Idyolojik û dostane û hevgirtina gelan û yekîtiya çepgiran yan rastgiran.
 
êrê ji mafên wane wisa dikin,lê ji mafê me ye, ku em jî berjewendiyên xwe biparêzin û dakevin bazar û meydana lihevkirinên giran, ta Lozaneke din di ber me re derbaz nebe “
 
û perensîbên kevneberestiyê ji tore û çanda xwe ya civakî û siyasî bavêjin.
 
di roja îro de, em bi berve dewletbûnê ve diçin, gerek em piþtgiriya berhevhatinên sazî û rêxistênên Kurdistanê hemûyan bikin û li hewildanên hevqebûl kirinê xwedî derkevin.
 
û serkêþiya kerwanên rûmeta netewî nedin destên canbaz û bazirganan,
 
û ji rexne û cudatiyê netirsin û çanda rengarengiyê jî geþ bikin,, ji ber cihê her kesekî Kurd di vê dîlanê de heye,û malê me jî têra me hemûyan dike.
 
lê ev tevlîbûn û hevqebûl kirin, nayê wê wateyê ku ( 40 ) Milion insan wekhev binêre û wekhev bixwe û wekhev ji rengekî hez bike....  na ! !!!!
 
na em ji bîr nekin ku ji heqê þivane, bi rengê xwe ji Bêrîvanê hez bike.
 
û ji mafê gavane bi dengê xwe yê cuda gazî gundiyan bike,û bi nirîna xwe naxira xwe bibe zozanan û vegerîne mal.
 
û bê zor û zext ji bav û biran û mêr û xalan, jina Kurd dilovaniya mala xwe ava bike,
û ji mafê nivîskarê me ye jî ku azad binêvisîne û nebe pepûk û bilibilê.
 
serbet bixwîne, rastiyê bibîne, giraniyê binêvisîne, duristiyê derîne, ta û milet îbretan ji nivîsên wî hilîne û li ser rengên xwe bimîne û bibêje :
 
Min qebûl bikin wek ez heme _______________ li gor daxwazên we tune me !”
  
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org