|
Sosretên
nû
Înayat Diko
Bav
û bavpîrên me digotin: Rîh dibe bost û dijmin nabe dost. û
digotin, ne dîtina Ereban û ne jî vexwardina þîrê hêþtiran. lê
ji bîra me neçe dîsa dihat gotin: çûkanî û mezinahiya maran tune ye. Ger
insan li van salên dwaî binêre û bi çavekî gerrok û pîvane ronahiyê
bide ser bûyeran, wê li dawiyê rastî gelek tiþtên veþartî û bincilî
were. rojên
dîroka nûjen bi lez û bez weke zencîra ( Tom
& Jerry
) derbaz dibin û xwe di ser hev re davêjin û têwer dikin.
Iraq
rizgar bû, Seddam Hussên çû û kembera aramiyê dilê azadîxwaza pêçand. Baþûr
rizgar bû û Kurdan li cîhan û
perçeyên din ji Kurdistaniyan hevîr
û nanên xwe li ber tîna agirê tenûra baþûr li darxistin û hên jî
li dare. lê
kula bi dehan salan ku xwîn jê diherike ( Kerkûk ) derman nebûye, Erebên
Iraqê û kesên din ji me re
name û soz diþandin û digotin: Ji mafê we ye ku win dewletê jî
bixwazin û Kurdistanê xwexwaz îlan
bikin, û Kongera London û Selahudîn li ser vê yekê þahidin. û
me jî dergeh, ax û esmanên xwe ji wan Ereban û dostên Ereban re vekirin
û di ser xalîkên sor re, me
ew bi merasîmên giran meþandin. ji
bala me çû bû ku li Emerîka giropa ( THE
NEW AMERICANS
) bi derketiye û serkêþiya berjewendiyên xwe yên demdirêj dikin.
haya
me tune ye ku li Almanya ( NEW
NAZIS ) hene û roj ji
rojê rola wan bilind û xurt dibe. em
nizanin ku li Tirkiyê ( NEW
ISLAMISTS ) hikumdariyê
dikin û dewletê bi rê ve dibin. Me
qet nizanî bû ku di roja îro de jî li Iraqê jî (
NEW SADDAMS ) bi
derketine. dem
dema ecêb û sosretane, ne dostantiya herdem û ne jî dijmantiya hemdem. ka
çawa emê vê yekê nas bikin ? ka
çima li weltê me jî girop û komikên (
NEW KURDS ) nayên der û
sînorên partîtiyê nayên naçirînin ? û
þikeft û laliþên Kurdewariyê ji xwe re bikin keþtiya stratîjik. çima
em ibretan ji Parlemetarên Israelê nagrin , gava Angela Nerkel li pêþ
wan di Kinîsêtê de bi almanî axivî , yekser rabûn ser piya û li dijî
wê gotin : ku zimanê Almanî bihna HOLOKOST ê jê tê. gerek
mirov bêje û biaxive û banagên xwe bike, rojane biqîre , dem dema hebûn
û nebûna Kurdane, Ereb, Tirk û Farisan ji me re nabin bira û dost. ecayîbe
ev dem ! ji
aliyekî de Emerîka dostantiya Kurdan dike û ji aliyê din ve jî gurê
har ji bakur ve derbazî baþûr dike û dihêle çekên Kimyawî werin bi
kar anîn. serdana
Iranê tê kirin û hên nanê mîvantiyê li ber devê me sar nebûye ,
Qendîl bi giranî tê gule baran kirin. ev
çi bazar û zerare ? me
xwe mijûl dikir û me gotin, ku destdirêjiya li ser Kerkûkê, wê bersivên
giran ji Amed û Qamiþlo bibîne. ma
ne hên Kerkûk di nexwaþiya giran de ye û Amed jî di dîlana AKP de
sergovendiye. bi
devekî vekirî divê em bêjin ku ev çerx û dem dema sosret ecayîbane. ji
sosretên tên bîra min ezê hinekan ji wer e raghînim. Sosreta
1 Li
bakur ji ( 25 ) Milionan , Kurdan ( 20 ) Parlamenter tenê bi serxistin, ka
mirov ji xwe bipirse: Gelo ma hêvanê bîst salan, bîst Parlameterin ? lê
hên mofirka sosretê li bakur eve ku ( AKP ) li Kurdistanê dengên herî
bilind bi destxistin. welleh
ev zor girane ? Sosreta
2 Tirk
derbaz bûn û îzara keçantiya Kurdewariyê þikest , lê tevî wê yekê,
me serdana Tirkiyê kir û þev û þevînên xwe jî li wir me baþ
qedandin. li
hemberê Ereban jî diranên xwe tûj kirin û rabûn ser du lingên xwe yên
paþîn û Referendom ji destên Kurdan kiþandin. Sosreta
3 Kurdên
rojavaya Kurdistanê, bazdan û livên xwe kirin û çûn ba þêx û mellan
û li dawiyê bi fermana nepîrozkirina Newrozê bi derketin. mixabin
! lê
gava xwîna þehîdan rijiya , rûreþiya wan li rûyê wan vegerî û
gotin: Ka bi kêmasî em meþekê li Brûxelê li darxînin ta em rûyên
xwe li pêþ xelkê xwe sipî bikin. mirov
ji xwe bipirse ? gelo
ev qet þerm nakin ji ( 13 ) partiyan / 138 / mirov tenê hatibûn meþê û
pirên wan jî ne girêdayî rêxistin û saziyan bûn ? hatibûn
ji bo sûretên xwe bigrin û ji avahiyên penaberiyê re bi rêbikin. hên
ji wê girantir, gelek malperên kurdî wek dema Seddam
û Sehaf hejmara xwepêþandaniyan bilind û
berz kirin. Sosreta
4 wek
her kurdekî di rojên berî û Newrozê de , min bal û guhên xwe dan hemû
Televizyonên me. Roj
TV – giranî û lêkolîn û wergerandina rojên Newrozan dabû wan Partiyên
ku di bin sîwana KCK de dilivin û dixebitin. KURDISTAN
TV – berê insana dabû çiya û xwarina DOLMEYAN û reqs û govendan. KURD
SAT – hema hema mirov wê
gotiba: De pariyek nan ji birçîbûnê baþtire, ji bilî kolan û
cihwargehên ( YNK ) tiþtekî din nedihat ber çavên mirovan. Belê
KURD SAT – mala we ne þewite ! tê
naskirin ku Sulêmaniyê keleha rewþenbîriyê û pêþketina civak û
komelatiya Kurdî ye. yanê
mirov difikirî ku bi dirêjahiya rojên Newrozê gerek li baþûrî
Kurdistanê û bi taybet jî li Sulêymaniyê , Semînar , þevîn , rojanên
rewþenbîrane , xwepêþandanên giran û meþên ji agir bi ber ve Kerkûkê
ve çûbana, lê ji bilî dîmenên ziwa û stranên hiþk tiþtek nehat weþandin
. NEWROZ
TV – xwedê mala wan berz bike , dema ku raporekê dixwînin, sed sala berê
tê bîra mirovan. û
hên
ji wê zortir ku gava li ser ekranê bi Kurmancî dinêvisînin, riya rast
li pêþ insanê Kurd þaþ û winda dibe. ROJHILAT,
KOMELE, ZAGROS, TISHK û hîn gelekên din jî bi rê de ne, xwedê mala wan
ava bike, ( þîrê kerê ne besî kurriyê ). Sosreta
5 ewe
ku em mastê sipî, reþ dibînin û komira reþ, wek berfa çiyan dibînin
! ewe
ku ji ( 40 ) Milion Kurd bi kêmasî ( 35 ) milion van rastiyan bi giþtî
dizanin û tê dighîþin lê em na axifin ! gelo
çima nabêjin ? çima
em nabêjin, çiam win nabêjin ? çima
van rastiyan nabêjin ? çima
li ser xewdikin ? çima
çavên xwe dadimrînin ? çima
pila partîtiyê didin pêþ ya Kurdewariyê ? çima
bawermendiya Kurdan þûna netewa Kurdan cih digire ? çima
rewþenbîrên me bûne pepûk û Sehaf û bûne rewþempîr ? çima
malperên me bûne meydana hêf vedanê û tolhildanê ? çima
li Almanya, zimanê Tirkî, Erebî û Frisî bûye zimanê zikmakî ji
malbatên Kurd re ? çima
em rexnegiriyê wek sûc û gunehkariyê dijmêrin û dibînin ? çima
kulîlkên me yek rengin ? çima
partîyên me nirînên xwe tengin ? çima
û çima û çima ? bersiv
li ba we ye ! bersiva
van sosretan, win hemû baþ dizanin. lê
gelek tiþtên din hene em newîrin bêjin. li
dawiyê sosretbaþ
ji we re. û
di nav sosretan de bimixmixin bimînin
di nav sosret, xêr û xweþiyê de. sosretin
din li benda me ne.
° ° ° ° ° °
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org