Dardekirina pênc Kurdan ji Rojhilatê Kurdistan wahþeta dewleta Îranê nîþan dide!

 

 

Derwêþ M. Ferho

 

 

 

Ferzad Kemangar, Ali Heyderiyan, Ferhad Wekili, Shirin Elam-Hooli, Mehdi Eslamiyan di berbanga roja 10ê Gulanê de ji aliyê dewleta Îranê, bi biryara ‘dagehê’ hatin dardekirin. Tê gotin ku di heman demê de pênc Kurdên din jî bi jehrê hatine kuþtin. 

Berê çend mehekê jî Ihsan Fetahiyan, herweha bi dehan kesên din ji aliyê rejîma Îranê hatibûne dardekirin.

Raya giþtî ya cîhanê jî li vê qirkirina Kurdan dinêre. Xuya ye mûyekî wan jî naqeliqe! Ji peywendiyên tê danîn de pirraniya caran ev bersiv têne dayin; „rojava çi dikare bike? Îran guhdarî nake“. Lê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî û stratejîk dikarin bi Îranê re bê kêþe rûnin û rabin!

Bê goman, ev siyaseta qirêj, bi hevpeymanên di navbera Turkiye, Îran û Suriyê de û di bin bêdengiyeke xerab ya Iraqê de tê meþandin. Li Turkiyê bi hezaran siyasetmedar û zarokên Kurd di zînadan de, li nava kuçeyan meriv têne êþkencekirin, li Suriyê roj nîne ku merivên Kurd nayêne zîndankirin û cezayên bi salan tê birrîn, li Îran jî darîçav e çi dibe! Iraq û rayedarên Baþûrê Kurdistan jî bêdeng in!

Li Îranê qirkirina Kurdan di bin navê Îslamê de, li Turkiyê rejîma Îslamo-Turk bi tewanbarkirina terorîzmê, li Suriyê jî îdeolojiya nîjadparêza Baasî pêk tê. Ev gelê ku mafên xwe yên herî demokratîk dixwaze ji aliyê van dewletan mahkûmê qirkirinê bû ye.

Li hawîrdorê Kurdistan, kuþtin, talan, êþ û koçberî heye. Gelê Kurd, bi merivê xwe ve, bi xwezaya xwe ve, di nava hovîtiyeke mezin de ye. Îslamiyet ji aliyekî ve, Turkçî ji aliyekî ve, nîjadparêzên Ereb û Pars ji aliyê din ve! Li Kurdistan faþîzmeke dijwar li ser kar e. Dinya jî dinêre û bêdeng e!

Banga me ji cîhanê re, bi teybetî ji raya giþtî, dezgehên xwedî li mafên merovan dertên, bes e ev bêdengî! Gelê Kurd ev neheqî heq nekiriye. Bi bêdengiya xwe nebin þirîkê qirkirina vî gelê xwedî rûmet.

 

Êdî bes e.

 

Derwêþ M. Ferho

Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org