Konferans: 

Proseya Endametiya Turkiyê ji bo YE: Rewþa dawî’

 

 

 

Înstîtûta Kurdî - Brussel

(Foto: Nick Hannes)

 

 

Di 2 Cotmeh 2008 de senator Geert Lambert bi alîkariya Koma Interparlementeran ji bo Kurdan, Enstituya Kurdî ya Brukselê, Kongreya Neteweyiya Kurdistan û Vrede vzw (Komela Aþtiyê) konfeansekê bi nave  ‘Proseya endametiya Turkiyê ji bo YE: rewþa dawîn’ amade dike. Divê Turkiye di demeke zû de bibe endamê YE yan baþtir e ew bibe þirîkê teybetî (ne endamê mîna her dewleteke din lê xwedî teybetmendiyeke cihê) bi YE re? Rola olê (dîn) di minaqeþan de dilîze yan na? Pirraniya Endamên Yekîtiya Ewropa di çi baweriyê de ne? Turk bi xwe bi çi bawerî ne?

Li ser van pirsan ewê di roja 2yê Cotmehê de, li parlementoya Brukselê, berpirsiyarên Ewropî, Kurd û Turk, rawestin û bersivan bidin.  Ewê berhemên sê sal axaftin, xebat, zehmetî û bidestxistinan biaxivin. 

 

Sê sal berê, di 3 Cotmeh 2005, Turkiyê bi awayekî fermî dest bi muzakereyên endametiyê ji bo Yekîtiya Ewropa kir. Bruksel, di wê baweriyê de ye ku di warê aborî de pêþketin hene lê ji 2005 û vir de giraniyek û belabûnek di vê proseya guhertinan de peyda bûye. Heta niha pirsa Kibris çareser nebûye. Heta niha Leþker di jiyana siyasî de xwedî roleke mezin. Þerrê di navbera PKK (Partiya Karkerên Kurdistan û leskerê Turk di salên dawîn de hê xurttir bûye.

Yekîtiya Ewropa û gelek saziyên navneteweyî ji Turkiyê daxwaz dikin ku ew di warê mafên merovan de li Kurdistan, pirsên jinan û pirsên olan (dîn) li welêt çareser bike.

Herweha di nava Yekîtiya Ewropa de, dewletên mîna Fransa, Elmanya û Otrîþ di pirsa endametiya Turkiyê ji bo Yekîtiya Ewropa de bê dil in.

Ji bo ev pirsên jor bi awayekî fereh werin axaftin û minaqesekirin konferans amade dibe. Her kesê dixwaze dikare beþdar bibe.  

 

ADRES: Huis der Parlementsleden – Congreszaal (Leuvenseweg 21 – 1009 Brussel) 

Tarîx:  2 Cotmeh 2008 – ji saet 13.00 heta 18.30 

Xwe nivîsandin ji bo beþdariyê heta 29 Îlon 2008 li ba: lievedriesen@skynet.be yan fax: 0032 (0)2.231 00 97 

Beþdarî: azad e 

Aghadariyên din:

Geert Lambert, senator: geert.lambert@yucom.be yan 02/513 20 36

Koerdisch Instituut vzw: lievedriesen@skynet.be yan tel.: +32/(0)2 230 34 02 

Amadekirin: Senator Geert Lambert

Bi alîkariya : Koma Interparlementeran ji bo Kurdan, Enstituya Kurdî ay Brukselê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistan, Vrede vzw  

 

Ji bo xwenivîsînê formulan ji vê navnîsanê bistîne, dagrin û bi rêya faxê yan jî bi rêya e-mailê ji me re biþînin:

Bi Kurdî : Program bi hollandî, Program bi fransî

 

Bi Hollandî http://www.kurdishinstitute.be/nederlands/309.html

 

Bi Frensizî : http://www.kurdishinstitute.be/francaise/311.html
 
 
Derwich M. FERHO
 
Koerdisch Instituut te Brussel
Bonneelsstraat, 16 - 1210 Brussel
Tel. 00 32 02 230 89 30,  Fax 00 32 02 231 00 97
kib@skynet.be  -  www.kurdishinstitute.be

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org