JI ENSTÎTUYA KURDÎ YA AMEDÊ JI BO NEWROZA 2010’AN 2 FERHENGÊN GIRANBIHA

 

 

Enstîtuya Kurdî ya Amedê

 

FerFerhenga Gîw Mukriyanî ya Kurdî-Kurdî
Ferhenga ku Gîw Mukriyanî piþtî xebatên dûr û dirêj di sala 1999’an de li Baþûrê Kurdistanê bi tîpên aramî çap kir îcar jî Enstîtuya Kurdî ya Amedê piþtî kedeke 3 salan vê ferhenga ku peyvên hemû zarava, devok, herêman tê de hene çap kir. Di ferhengê de nêzikî 65 hezar peyvên kurdî hene û çavkaniya van peyvan di kêleka wan de hatine nivîsandin. Wekî nimûne erde, erdelanî ye; peh. pehlewî ye; bak. bakurî ye; meh. mehabad e; za. zazakî (kirdkî, kirmanckî) ye; çî. çiyayê kurmanc e. Ev ferheng li ser 185 referansan hatiye amadekirin. Ev referans jî mirov dikarî wekî zarava, herêm, devok bi nav bike. Ev ferheng li Bakur kostekqetandineke dîrokî ye, bi saya serê vê ferhenga gurxenêq ji îro pê ve bi qasî zêr û zor û devê tivinga bi mor em hest pê dikin ku Kurdî jî ligel stûnên navborî dizane!
Ferheng bi giþtî 1344 rûpel e. 
 
1.     
 
 
FerFerhenga Aboriyê ya bi Tirkî-Îngilîzî-Kurdî
 
Rêzdar Huseyîn Denîz piþtî lêkolîn û qeydkirin û rûberkirina deh ferhengên kurdî yên sereke “Ferhenga Aboriyê” ya ku bi sê zimanan hatiye nivîsandin diyarî pirtûkxaneya kurdî kir. Ferheng li gorî vê metodolojiya pratîk hatiye amadekirin. Berê peyvên tirkî hatine nivîsandin dûre bergîdaniya ev peyvên tirkî bi îngilizî li kêleka wan hatine nivîsandin, dûre Huseyîn Denîz ji bo peyvê pêþniyaza xwe nivîsiye û dûre jî bergîdaniya ev peyvên tirkî û îngilizî di ferhengên kurdî de çawa hatine ravekirin, ew nivîsiye.
Ferheng bi giþtî 288 Rûpel e!
 
 

 

2.    
Enstîtuya Kurdî ya Amedê
Dr. Sýtký Göral Cad. Kalem Sk. No:32/4 Huzurevlerî / Kayapýnar / DÝYARBAKIR
Telefon & Faks: +90 412 237 43 16
enstituamed@hotmail.com

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org